Monday, May 31, 2010

Cezayê Ednan Hesenpûr bo 15 sal zîndanê hat kêmkirin

Dengê Azad: Roja yekşem 30ê Gulana 2001an, Parêzerê Ednan Hesenpûr, Salih Nîkbext ragehand, cezayê berê yê Ednan bo 15 sal hatiye kêmkirin.

Rojnamevan û çalakvanê Rojhilatê Kurdistanê Ednan Hesenpûr ku sê salan berî niha hat binçavkirin, bi tometa "Muharibe" (şer digel xwedê) bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin. Sala borî biryara darvekirina Ednan li ser şopandin û peydeçûna parêzerê wî bo 31 sal hat kêmkirin û detpêka vê hefteyê jî bo 15 sal hat kêmkirin.

Li Îranê 60 milyon kes dikeve jêr hêla hejariyê

Nûnerê bajarê Îlamê li Parlamenê Îranê got: "Nirxandinên civaknasî derdixin holê ku hejarî li Îranê ji ber dahata kêm çêbûye." Navbirî hikûmet rexne kir û da zanîn, divê berpirsên dewletê bersiva wêya bidin ku di heyamê 5 salên borî de ku dahata petrola Îranê li gor 30 salên borî herî zêde bûye, di çi riyekê de hatiye xerckirin?
Nûnerê Bajarê Îlam li Parlamenê Îranê Daryûş Qenberî, eşkere kir ku li gor rewşa niha 60 milyon kes dikevin jêr hêla hejariyê û sedema vêna jî bêkariya zêde ya di nav civakê de dibîne.
Di îstatîstîkeke nû de karbidestekî karûbarê civakî yê Komara Îslamî ya Îranê ragehand ku 40 milyon kes li Îranê di jêr hêla hejariyê de dijîn. Li gor wê serjimêriya nû ya fermî, li Îranê 10 milyon kes pir hejar in û 30 milyon kes jî di jêr hêla naverast a hejariyê de dijîn.
Di vê derbarê de Daryûş Qenberî di hevpeyvînekê de ligel malpera Parlamenê Îranê agahiyên balkêş dan û got: "Demekê ku bêkarî di civakê de zêde û berfireh be û perên petrolê ji dêlva ku bo karên jêrxan ên aborî bên xerckirin, zêde bo budca berê tê bikaranîn, dibe ku xelkê ku dikevin jêr hêha hejarî û birçîbûnê zêdetir bin."

Qenberî wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Dema sermaye bo karên bingehîn û jêrxanên aborî û berhemanînê neyê terxankirin, dibe sedema bêkarî, zêdebûna madeyên hoşber, hejariya berfireh û hinek diyardeyên din di civakê de."
Nûnerê bajarê Îlamê li Parlamenê Îranê da zanîn ku nirxandinên civaknasî derdixin ku hejarî li Îranê ji ber dahata kêm çêbûye. Navbirî hikûmet rexne kir û got divê berpirsên dewletê bersiva wêna bidin ku di heyama 5 salên borî de ku dahata petrola Îranê li gor 30 salên borî herî zêde bûye, di çi riyekê de hatiye xerckirin?.
Rûdawnet

Hebîbula Letîfî 7ê Hezîranê nayê darvekirin

Hebîbula Letîfî 7ê Hezîranê nayê darvekirin

Parêzer Salih Nîkbext: "Hê biryara darvekirina Letîfî nehatiye hilweşandin"

Azad Kurdî

Dilê dayîka nexweş a Hebîbulla Letîfî, ji xem û kovana lawê xwe yê girtî pir teng bûye û dibêje: "Hun çi dikin bikin, tenê lawê min darvenekin." Dayik û bavê Hebîbulla di dema serdana Serokê Îranê Elî Xamineyî de bo Sine jê xwestibûn kurê wan efû bike.
Xwîşka girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbulla, Îlahe Letîfî ragehand ku piştî wê mangirtina giştî ya sivîl a bo şermezarkirina kiryara darvekirina 5 girtiyên siyasî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin, wê nerazîbûnê bandoreke rasterast li ser darvekirina Hebîbulla Letîfî kiriye. Parêzerê Letîfî jî eşkere kir ku Hebîbula 7ê Hezîranê nayê darvekirin: "Lê hê metirsiya darvekirinê li ser maye."
Li gor biryarekê ku di civîna berpirsên ewlekarî û dadê yên Parêzgeha Sine de hatibû dan, biryar bû xwendekar û çalakvanê sivîl ê Kurd Hebîbulla Letîfî roja 7ê Hezîrana 2010an bê darvekirin, lê xwîşka navbirî diyar kir ku hê nediyar e birayê wê dê wê rojê bê darvekirin yan na: "Ji ber ku hê dosya wî li Tehranê ye û bo Sine nehatiye vegerandin."
Rayedarên Îranê roja 09.05.2010an çar girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin, ev jî bû sedema nerazîbûneke berfireh li navxwe û derveyî Îranê. Bo şermezarkirin û nîşandana nerazîbûnê li beramberî wê kiryara dewletê, roja 13ê Gulanê mangirtineke giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat ragehandin. Di çend rojên borî de jî nûçeya rêvebirina biryara darvekirina Hebîbulla Letîfî ya 7ê Hezîranê hat belavkirin ku berê rayedarên Îranê soz ji Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re dabûn biryara darvekirina navbirî cîbicî nekin.
Îlahe Letîfî da zanîn ku piştî belavbûna vê nûçeyê pirs şopandine, berpirsên Dadê li Sine bersiveke zelal nedane wan û hê biryara han ne sedî sed cidî ye. Îlahe wiha axivî: "Berpirsên Dadê dibêjin hê dosya Hebîbulla li Komîsyona Lêborînê ye û derbarê dosyê de lêkolîn tên kirin, heta dosya ji Tehranê venegere Sine, tiştek diyar nabe." Bi baweriya Îlahe, ji ber rewşa taybetî ya Rojhilatê Kurdistanê, dibe biryara darvekirina Hebîbulla neyê cîbicîkirin yan bê paşxistin: "Ji ber rewşa hestyar a niha li Kurdistanê, gumana darvekirina birayê pir kêm e."
Îlahe Letîfî eşkere kir ku birayê wê ji biryarê hatiye agahdarkirin, lê li gor Îlahe birayê wê nayê darvekirin û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Ew xwepêşandan û mangirtina ku di çend rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirina çalakvanên Kurd hat lidarxistin, bandoreke mezin li dosya Hebîbulla kiriye û da neyê darvekirin. Lê em hê nigeran in û ji çarenûsa wî ne piştrast in."
Piştî mangirtina giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, dû çalakvanên sivîl yên Kurd hatin azadkirin. Yek ji wan Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî bû ku di dema mangirtinê de hatibû binçavkirin. Herwiha çalakvanê mafê mirovan Kawe Qasimî Kirmaşanî ku çend meh bû hatibû binçavkirin û di odeya takekesî de dihat ragirtin. Lê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê zext û guşareke zêde xistine ser wan dikandarên ku di mangirtina 13ê Gulanê de beşdarî kiribûn: Di vê derbarê de civaknasê Kurd yê daniştvanê bajarê Seqiz Xalid Tewekulî, wiha axivî: "Piştî mangirtinê guşareke zêde xistine ser dikandarên Kurd bi taybet ên ku di grevê de beşdarî kiribûn."
Parêzerê Hebîbulla Letîfî, Mihemed Salih Nîkbext, ew yek red kir ku biryara darvekirina Letîfî hatibe hilweşandin; lê di wê roja diyarkirî de nayê darvekirin: "Dozgerê Giştî yê bajarê Sine got ew nûçe ne fermî ye, lê biryara darvekirina Hebîbulla nehatiye hilweşandin, niha dosya navbirî ku berê daxwaza lêborînê ji wî re habitû kirin bo Tehranê hatiye şandin."
Rûdawnet

Saturday, May 29, 2010

Eger heye 3 girtiyên siyasî yên Kurd bên darvekirin

Dengê Azad: Li gor agahiyên saziyeke parêzerê mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, biryar e di dahatûyeke nediyar sê girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê nişkêve werin darvekirin.

Rêxistina Dijî Îdamkirinê li Kurdistanê ku gelek çalakvanên wê li hundirê Rojhilatê Kurdistanê xebatê dikin, di daxuyaniyekê de ragehand, lêkolîn û agahiyên dawî behsa wêya dikin ku pêleke nû ya darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê di rê de ye. Saziya han a li dijî cezayê darvekirinê li Kurdistanê eşkere kir, egera darvekirina Hebîbula Letîfî li girtîgeha bajarê Sine, Şêrko Mearifî li girtîgeha bajarê Seqizê û Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Êvîn a Tehranê zêde ye.
Çalakvanên sivîl, siyasî û mafê mirovan li Kurdistanê piştî darvekirina 4 girtiyên Kurd di roja 9ê Gulana 2010an zêde nigeranê çarenûsa girtiyên din yên mehkûmkirî bi îdamê di girtîgehên Komara Îslamî de ne.

Çavkaniya han dide zanîn, egera wê di holê de ye, darvekirian wan sê girtiyên siyasî yên Kurd beriya salvegera hilbijartinên Serokkomariyê bê encamdan û aramnca dewletê ew e xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê nerazî hêrstir bike û piştî nerazîbûna wan dest bi qirkirina xelkê bike û bi vî awayî tirsek mezin li sernaserê Îranê pêk bîne. Armancek din ya Komara Îslamî ew e ku bi vi riyê pêşiya rêveçûna civînên nerazîbûna xelkê bigre.

Wednesday, May 26, 2010

ئازاد کوردی پـێش بینی ده‌کات کورد به‌شـداریــیه‌کی ئه‌وتۆ له‌ خۆپـیشـاندانه‌کانی مانگی شه‌شی ئێراندا نه‌کات

له‌ لایه‌ن Salah Piroty سێشه‌ممه‌, 25 ی مانگی پـێنج 2010

 
ئازاد کوردی پـێش بینی ده‌کات کورد به‌شـداریــیه‌کی ئه‌وتۆ له‌ خۆپـیشـاندانه‌کانی مانگی شه‌شی ئێراندا نه‌کات
ڕۆژی سێ‌شه‌ممه‌ پۆلیسی ئێران هۆشداری داوه‌ که‌ ئه‌وان له‌ ساڵوه‌گه‌ڕی هه‌ڵبژاردنی سه‌رۆک کۆماری ئێران له‌ مانگی 6 ی داهاتوو ڕووبه‌ڕووی هه‌ر چه‌شنه‌ ناڕه‌زامه‌ندیـیه‌کی ئۆپۆزیسیۆن ده‌بن.
ئازاد کوردی ڕۆژنامه‌نووس له‌ وتوویژێکی له‌گه‌ڵ به‌شی کوردی ده‌نگی ئه‌مریکا ده‌ڵێت پێش بینی ده‌کات له‌به‌ر ئه‌وه‌ی هێشتا باوه‌ڕێکی مه‌زن له‌ لایه‌ن خه‌ڵکی کوردستانی ئێرانه‌وه‌ به‌رامبه‌ر به‌ میر حوسێن موسه‌وی، مه‌هدی که‌ڕووبی و ته‌ڤگه‌ری سه‌وز له‌ نێوخۆی ئێرانێ پێک نه‌هاتووه،‌ به‌ زه‌حمه‌تی ده‌زانێت خه‌ڵک له‌ خۆپشاندانه‌کاندا به‌شداری بکه‌ن.
ده‌توانن گوێبیسـتی ده‌قی وتووێژه‌که‌‌ بن له‌ ڕێـگه‌ی كلیـكـكردنی ئه‌و فایله‌ ده‌نـگیـیانه‌ی سه‌ره‌وه‌ی ده‌سته‌ چه‌پ، ماوه‌كه‌ی 7:39 خوله‌كه‌.

http://www1.voanews.com/kurdish/news/iran/azad_kurdi_25may10-94858614.html

Tuesday, May 25, 2010

Li Bane hevwelatiyekî Kurd hat kuştin

Dengê Azad - Mukrian: Hevwelatiyek kasibkar yê Kurd bi navê Xidir Ebdulahî li Bane kat kuştin.

Ajansa Nûçegihanî ya Mukrian ragehand, roja duşem, 24ê Gulana 2010an, kasibkarê Kurd Xidir Ebdulahî xelkê gundê berdereş yê bajarê bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamî hat kuştin.

Xidir ku li ser sînorê Bane mijûlî kasibkariyê bû, bû armanca guleya çekdarên Komara Îslamî û di nexweşxana wî bajarî jiyana xwe jid est da.
Xidir zewicî ye û xwedî çend zarok e.

Monday, May 24, 2010

Li Bajarê Selmasê Kasibkarekî Din Ê Kurd Hat Kuştin

Dengê Azad - Kurdistanmedia: Roja 22’ê Gulana 2010’an, hêzên rejîma Komara Îslamê a Îranê, li devera Şipîran a ser bi bajarê Selmasê komek ji kasibkarên Kurd kirin armanca êrîşên xwe.

Nûçegihaniya Kurdistanê di vê derheqê de da zanîn, bi sedema vê êrîşê kasibkarek bi navê Mesud Letsorxî, xelkê gund Kelereş a Jor hat kuştin. Herwiha zêdeyî 20 ser hespên kasibkaran di vê bûyerê de hatin kuştin.



Sunday, May 23, 2010

Li Geverê darvekirina girtiyên Kurd li Îranê hat şermezarkirin

Dengê Azad: Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9ê Gulana 2010an de ku 4 jê Kurd bûn, sedan meş û çalakî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê û welatên derve hatin û tên lidarxistin. Kurdistanî bi çalakiyên xwe kiryara hovane ya darvekirina Ferzad, Şîrîn, Ferhad û Elî û Mehdî ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin û daxwaz dikin proseya darvekirina girtiyên siyasî û çalakvanên sivîl bê sekinandin.



Li Bakurê Kurdistanê jî di çend rojên borî de çalakiyên berfireh hatin darxistin. Roja 22ê Gulana 2010an, bi hezaran kes ji bo beşdarî çalakiya "Mertalên Zindî" ya Navçeya Geverê bibin, ber bi navçeyê ketin rê. Berî meşa Mertalên Zindî ku dê ji Riya Şemzînanê heta Balafirgeha Geverê pêk bê, polîs û hêzên taybet tedbîrên berfireh wergirtin.



Ji bo beşdariya meşê ku Hevserokên BDPê û parlamenterên BDPê jî amade dibin bi anonsan banga tevlêbûnê tê kirin. Ji niha de bi hezaran kes li cihê çalakiyê civîyan. Li Navçeya Şemzînanê esnafan dikanên xwe venekirin. Li Colemêrgê jî bi sedan kes ji bo biçin Geverê li ber Rêxistina BDPê ya kom bûn.

Thursday, May 20, 2010

Peyva hefteyê

"Hemû tiştek azad e, du dikarî, ji ber ku dixwazî"

Gotinek ji Nîçe

Girtiyê siyasî yê Kurd Hîwa Botîmar bo jora takekesî hat şandin

Dengê Azad: Girtiyê siyasî yê Kurd, Hîwa Botîmar bo jora takekesî ya girtîgheha bajarê Merîwanê hatiye şandin.




Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand, çalakvanê sivîl yê Kurd Hîwa Botîmar ji hefteyekê berî niha bo jora takekesî ya Girtîgeha Merîwanê hatiye şandin.



Botîmar berê li Dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê du car bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin, lê bi hewl û keda parêzerê wî girtiyê siyasî, Mihemed Salih Nikbext, Dadgeha dawî ya Peydeçûnê biryara darvekirina navbirî bo 8 salan kêm kir. Hîwa Botîmar niha 8 sal sizayê xwe yê girtîgehê diqedîne. Lê şandina wî bo jora takekesî malbatî Hîwa nigeran kiriye.

Îran ji tirsa nerazîbûna gel meytên 4 girtiyên siyasî yên Kurd ên darvekirî radestî malbatên wan nake

Li gor qanûna Komara Îslamî ya Îranê jî 4 kesên darvekirî yên Kurd ne yasayî hatine darvekirin

Xwîşka Ferzad Kemanger: Ferzad ne endamê ti partiyekê bû
Parêzerê Ferzad û 2 kesên din ên darvekirî: Derew dikin, di dema darvekirinê de ez nehatim agahdarkirin

Azad Kurdî

Darvekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Elî Heyderiyan û girtiyekî din ê siyasî yê Îranê bi navê Mehdî Îslamiyan di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de ku li roja 9ê Gulana 2010an hat meşandin, bû sedema reaksyonên berfireh di asta navxwe û navnetewî de.
Dozgerê Giştî yê Tehranê û Dadgeha Şoreşa Îslamî wan girtiyên siyasî bi tometa 'Endambûn di grûbên dijî şoreş û hewldan bo kiryarên terorîstî û danîna bombeyan di îdare û saziyên dewletî' tawanbar dike û her pênc jî darve kirin. Lê parêzer û malbatên girtiyan û çalakvanên siyasî û sivîl, wan gotinan wek tometên bê belge dihesibînin û bawer in, bi wan tometan tenê dixwestin cezayê darvekirinê bi ser wan girtiyan bidin sepandin.

“Ji merasîma veşartinê ditirsin”
Xwîşka Ferzad, Şîrîn Kemanger ku ligel malbatên pênc girtiyên din ên siyasî bo wergirtina cenazê Ferzad li Tehranê ye, di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê ragehand: "Em malbatên wan pênc girtiyên siyasî hatine Tehranê da ku meytên wan werbigrin, lê berpirsên girtîgehê heta niha razî nebûne cenazên wan bidin me." Şîrîn Kemanger sedema radestnekirina meytan jî wiha anî ziman: "Berpirsyar dibêjin em ji rêûresma veşartina wan li Kurdistanê ditirsin û dê bibe sedema aloziyan, herçiqas me ji wan re soz daye ku alozî çênebin, lê saziyên Parêzgehên Sine, bi taybet Îdareya Ewlekariyê ne razî ye heta laşê miriyên me yên bê can jî bo Kurdistanê bên vegerandin." Xwîşka wî mamosteyê Kurd yê darvekirî, di xem û kovana kûr a darvekirina birayê xwe de wiha hestên xwe anîn ziman: "Darvekirin nişkave çêbûn, di vê derbarê de ti tiştek bi me nehat ragehandin, roja beriya darvekirinê Ferzadê birayê min bi telefonê ligel me axivî, axavtinên wî pir asayî bûn. Heta behsa pirtûk, zanîngeh û mijarên di vê derbarê de kir. Ne em û ne Parêzerê me nehatin agahdarkirin û hemû tiştek bi bêdengî hat kirin."
“Ferzad ne endamê ti partiyekê bû”
Derbarê wê tometa ku Ferzad û hevalên wî rûbirûyê darvekirinê kir, Şîrîn Kemanger wiha axivî: "Hemû tomet bê bingeh in, di girtîgehê de em çend caran rûbirû ligel Ferzad rûniştin, lêkoler û karnasên dosya wî jî amade bûn û gotin Ferzad bê sûç e, çendîn car ew axavtin bo me û parêzerê me dûbare kirin." Şîrîn Kemanger tekez kir ku birayê wê nebûye endamê hîç partiyeke siyasî ya Kurdî: "Ferzad çalakvanekî sivîl, rexnegir û rewşenbîr bû, berdewam digot ez ne endamê tu partiyekê me, xelk jî baş dizane Ferzad kî bûye."
Şîrîn bi gewriya tejî girî û xemek giran bal kişand ser kesayetiya birayê xwe yê darvekirî û got: "Ferzad mamosteyekî zehmetkêş yê gundên Kurdistanê bû, xema wî ya mezin zarokên belengaz û bêpar ên Kurdistanê bû, gelek pêşniyar jê re kirin da ku li derveyî Kurdistanê dersê bêje, ji ber ku gelek mamsote ne amade bûn li Kurdistanê dersê bidin, Ferzad neçû û zarokên xwe tenê nehiştin."
Di dema darvekirinê de kes nehat agahdarkirin
Li gor qanûna Îranê, divê 48 demjimêran beriya darvekirinê, parêzer û malbatên kesê darvekirî bên haydarkirin. Herçiqas Dadgeha Şorşeşa Îslamî di dema weşandina nûçeyê cîbicîkirina biryara darvekirina wan pênc giriyan de ragehand, parêzerên wan li wir amade bûye, lê Xelîl Behramiyan ku Parêzerê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elem Hulî û Mehdî Îslamiyan bû, da xuyakirin: "Darvekirina van pênc girtiyan bo min û raya giştî şokek mezin bû, ez qet nehatim agahdarkirin û ne li wir jî bûm. Kiryara han bo min şokek mezin bû, niha bawer nakim! Ez demjimêr 10ê sibehê hatim haydarkirin, rojnamevanekê ji min re got. Wêya di bingeh de derew e û ez li wir ne amade bûm."
Hem di pêvajoya dadgehîkirina wan pênc girtiyên siyasî de û piştî derkirina biryara darvekirinê û piştî ragehandina îdamkirina wan girtiyan, Dozgerê Giştî û Dadgeha Şoreşa Îslamî behsa wêya kirin: "Ew pênc kes endamên girûb û partiyên dijî şoreşê bûn û dixwestin kiryarên terorîstî bikin û binke û îdareyên dewletî biteqînin." Lê Behramiyan got: "Ew tometa ku ji Ferzad re dabûn, tenê endambûna wî di PKKê de bû, ew jî bê bingeh û belge bû. Kesên ku Ferzad girtin û darvekirin, tawanbar in.
Derbarê aliyê qanûnî yê cîbicîkirina wê darvekirinê jî, Xelîl Behramiyan ku Parêzerekî navdar yê Îranî ye, wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Nabe kes di Dezgeha Dad a Îranê de li pey qanûnê bigere. Di wê dezgeha Îranê de yasa tenê wek pirtûk û nivîsar e ku di nav refikan de hatine cîhkirin û tenê lê temaşe dikin û qet bikar naînin. Divê em kes ji rêvebirina vê qanûnê nefikirin." Derbarê radestkirina cenazê girtiyên darvekirî jî, Behramiyan da xuyakirin: "Ew pêdagir in ku meytan radestî malbatên wan nekin, heta rê nadin dê û bav û kesûkarên wan jî cenazên wan bibînin."
Bi sedema şopandina berdewam a dosyayên girtiyên siyasî yên Kurd, Behramiyan ku Parêzerekî navdar yê Îranî ye, nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ez xwe Kurd dihesibînim û bo min cîhê rûmetê ye ku hest bi Kurdbûnê dikim." û di berdewamiya axavtina xwe de siyaseta hikûmeta Îranê hemberî Kurdan rexne kir: "Gelo bi rastî di Îranê de Kurdbûn sûç e? Çima divê Kurd di Îranê de ew qas bedel û nirxan bidin, di rewşekê de ku Kurd di hemû warekê de xelkek nimûne yên Îranê ne."

11 Kurdên Îlamê ji ber bêkariyê xwe kuştine

Dengê Azad: Li Parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê 11 hevwelatî ji ber pirsgirêka bêkariyê xwe kuştine. Nûnerê bajarê Îlamê li Parlamenê Îranê, Daryuş Qenberî di civîna roja çarşemê 19ê Gulana 2010an de li parlamen siyasetên hikûmetê derbarê neçareserkirina pirsgirêka bêkariyê de rexne kirin û ragehand: "Li gor maddeya 28 a Qanûna Bingehîn divê hikûmet îmkana karkirinê bo hemû kesekî pêk bîne. Lê mixabin mijara bêkarî û betaliyê gihaye astekî ku heta gelek nûnerên parlamen jî ji ber hebûna bêkariya zêde giliyan dikin û hikûmet tu çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re peyda nake."

Qenberî siyasetên aborî yên hikûmetê jî rexne kirin û wiha axifî: "Wiha tê xwiyakirin ku hûmetê pirsa karkirinê ji bîr kiriye û tu bernameyek bo vê pirsê nedaniye." Daryuş Qenberî ku endamê Komîsyona Civakî ya Parlamenê Îranê ye jî, di berdewamiya axavtina xwe de bal kişand ser zêdebûna serjimêriya bêkariyê li Parêzgeha Îlam û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Niha diyardeya xwekuştinê zêde bûye û li Îlamê 11 kiryarên xwekuştinê bi sedema pirsgirêka bêkariyê çêbûne."

Pirsgirêka bêkariyê û radeya wê diyardeya civakî û aborî, nîqaşên berfireh di navbera rayedarên dewletê û rexnegir û pisporên serbixwe yên aborî de anine holê. Rexnegir û pisporên warê aborî siyasetên dewletê rexne dikin, hikûmet û Komara Îslamî jî rastiya vê pirsgirêkê diveşêre û statîstîka bêkariyê kêm nîşan dide.

Wednesday, May 19, 2010

Mangirtina Rojhilatê Kurdistanê Tirs Xiste Dilê Rayedarên Îranê

Azad Kurdî

Piştî mangirtina giştî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya roja 13ê Gulana 2010an bi mebesta şermezarkirina darvekirina pênc girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ketin tevgerê û ji bo nirxandina rewşa bajarên rojhilat şandek ji Tehranê şandin Sine.
Şandeya 17 kesî ku ji karnas û berpirsên Wezareta Ewlekarî, Wezareta Navxwe û Dezgeha Dad a Komara Îslamî ya Îranê pêk dihat, 13ê Gulanê serdana bajarê Sine kirin. Şandeya han bi armanca nirxandian rewşê û kontrolkirina kirîza bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştî mangirtina seranserî hatibûn Sine. Mangirtina giştî ya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilat guman ji rayedarên Îranê re çêkiriye û ketine tevgerên cor bi cor.
Çalakvanekî sivîl yê Kurd li bajarê Sine ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, derbarê serdana wê şanda paye bilind de ragehand: "Piştî mangirtina giştî ya 13ê Gulana 2010an, gumanek mezin ji rayedarên Komara Îslamî re çêbûye, lewra ketine li tevgerê. Şanda ku ji Tehranê serdana Sine kir, gelek civîn lidarxistin û civînên wan jî piranî nehênî bûn. Lê di civînan de nerînên cuda derketine holê. Grûbek dijî darvekirinan disekine û dixwazin ku pêla darvekirinan bê sekinandin. Bi baweriya grûbeke din ya wan civînan ku stratejîstên dewletê ne li Kurdistanê, zêdebûna darvekirina ji aliyê hikûmetê ve dibe sedema nerazîbûnên sivîl û berxwedana zêde ya xelkê Kurdistanê û bi baweriya wan, bi vê sedemê niha tevgereke seranserî çêbûye ku pir metirsîdar e. Grûba sêyem ya civînan jî ku zêde rêveberên Dezgeha Dad û karnasên bilind û radîkal ên Wezareta Ewlekarî û Wezareta Navxwe bûn, piştgiriya siyaseta darvekirina girtiyan kirine."
Çavkaniyê herwiha da zanîn ku ji bo nirxandina rewşa bajarên Rojhilat piştî mangirtina giştî ya 13ê Gulanê, bi taybet derbarê bajarê Sine ku mangirtin li wî bajarî pir berçav û berfireh bûye, Navenda Kontrolkirina Kirîzê hatiye pêkanîn.
Piştî serdana wê şandê, hat ragehandin ku divê biryara darvekirina girtiyên siyasî yê Kurd, Hebîbula Letîfî ku li girtîgeha bajarê Sine ye bê rêvebirin. Li Parêzgariya Sine bi beşdariya berpirsên ewlekarî û dadê civînek hat lidarxistin û biryar hat standin roja 07.06.2010an, girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Letîfî bê îdam kirin.

Di vê derbarê de, Parêzerê Letîfî, Mihemed Salih Nîkbext û xwîşka wî Ilahe Letîfî, daxwiyaniyek taybet dan û nigeraniya xwe anîn ziman: "Bi fermî em nehatine agahdarkirin, lê emê pirsê bişopînin. Em nigeran in ku çarenûsa Hebîbula Letîfî wek 5 girtiyên din ên siyasî ku 9ê Gulanê hatin darvekirin, lê bê û di bêdengiyê de û bê haydarkirina me biryara darvekirina wî rêve bibin."

Tuesday, May 18, 2010

Diya Ferzad Kemanger di şîna lawê xwe de!

Diya Ferzad Kemanger di şîna lawê xwe de!


Bê şirove...






13ê Gulanê Rojhilat bêdeng bû

Endamê Polîtburoya PDKÎ Rustem Cehangîrî: Komara Îslamî giringiyê nade Kampanya û çalakiyên sivîl!

Azad Kurdî

Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî roja 9ê Gulana 2010an li Îranê ku 4 jê Kurd bûn, jimareyek çalakvanên sivîl û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê bo raya giştî daxwiyaniyek belav kirin û xwestin gel mangirtina giştî rêve bibin û bi wê helkeftê roja pêncşema borî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîn û mangirtina herî mezin hat lidarxistin.



Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di daxwiyaniyên cuda de, roja pêncşem 13ê Gulanê wek roja mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê ragehandin û ji xelkê xwestin dikan û bazarên xwe venekin û neçin ser kar. Ev jî bû sedem ku hezaran çekdar û hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bên komkirin. Hêzên dewletê zêde bo Sine, Kamyaran, Mehabad, Şino, Bokan, Rewanser û Pîranşarê hatibûn şandin. Li piraniya bajaran rewşa neasayî hat ragehandin, lê roja 13ê mehê greva herî mezin û berfireh li bajarên Sine, Kamyaran, Dêwlan, Pawe, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabad, Şino û Selmasê hat lidarxistin.
Hevdem ligel wê mangirtinê, Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî, li bajarê Sine ji aliyê hêzên Ewlekariya Komara Îslamî ve hat binçavkirin. Qewamî piştî darvekirina wan pênc girtiyên siyasî daxwiyanî dabûn çapemeniyê û ragehandibû: "Bajarên Kurdistanê hatine mîlîtarîzekirin" û piştgiriya xwe bo wê mangirtinê pêşan dabû. Qewamî wiha gotibû: "Pêşbînî dikim xelkê Kurdistanê bi germî biçin pêşwaziya wê mangirtinê, lewra di rojên borî de gelek hêz bo bajarên Kurdistanê hatine şandin û bajar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên kontrolkirin."



Di vê derbarê de endamê Polîtburoya PDKÎ Rustem Cehangîrî, wiha axivî: "Dewletê çend roj beriya darvekirina wan pênc girtiyên siyasî hêzên xwe amade kiribûn û ji tirsên serhildan û nerazîbûna gel, pir hêz şandine bajarên Rojhilat."



Bi baweriya hinek çavdêrên siyasî, bo rizgarkirina wan girtiyên siyasî yên Kurd bi awayekî berfireh kar nehat kirin, loma Îranê karî wan bi asanî darve bike. Li gor Rustem Cehangîrî organîzekirina kampanya dijî darvekirina wan girtiyan pir pêwîst bûn, ji be kampanya û çalakiyên bi vî awayî li beramberî hikûmetekê bandorê dikin da ew dewlet rêz li dîtin û nerînên civaka xwe û raya giştî bigre: "Sîstema Komara Îslamî berevajî wêya ye, çiqas zêde guşarê jê re bînin, bêhtir xelkê qir dike û dikuje, Îran girîngiyê nade wan corên kampanyayan."

 
Xebata sivîl niha bûye karê piraniya partî û saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, lê bi baweriya Endamê Komîta Navendî yê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Aram Muderisî, hê kultura rêveçûna sîstematîk a nerazîbûnên sivîl û grevan li Rojhilatê Kurdistanê cîh negirtiye: "Ger me bikariya roja piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalên wî, bi awayekî giştî mangirtina sivîl lidar bixin, tiştekî baş dibû." Muderisî helwêstgirtin û belavkirina daxwiyaniyan bo mangirtina 13ê Gulanê ji aliyê piraniya partiyên siyasî û saziyên sivîl li Rojhilat wek gavek giring û baş dihesibîne û nerînên xwe wiha tîne ziman: "Eger hevahengî di navbera partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvan û rêxistinên sivîl li hundir hebûya gelek baştir dibû."

Li gor Aram Muderisî, lidarxistina kampanyan beriya çêbûna bûyeran tiştekî baş e, lê sazî û dezgehên Komara Îslamî zêde balê nadin wan çalakiyan: "Ji ber ku di Îranê de biryara darvekirina girtiyên siyasî zêde di destê Wezareta Ewlekarî û Sipaha Pasdaran de ye. Wek mînak sala borî me kampanyayek pir berfireh bo Êhsan Fetahiyan lidarxist, lê bê encam bû û Êhsan hat darvekirin. Bo van girtiyan jî kampanyayên mezin hatin lidarxistin, lê tu encam nebû."
Lê Endamê Polîtburoya Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (KŞZKÎ) Mihemed Şafeî, bi tevahî wiha nafikire: "Helwêstgirtin û guşarên navneteweyî bandorê li Komara Îslamî dikin, zêde kar bo van pênc girtiyan hat kirin, bi taybet bo Ferzad Kemanger. Lê ji bo ku pêşgîriya bûyerên wek darvekirina wan pênc girtiyên siyasî bê girtin, divê em vê xebatê bi awayekî berfirehtir bimeşînin û hewildanên me hene."
Mihemed Şafeî derbarê wê bûyerê de ku civaka Kurdistanê hejand, nerînên xwe wiha anîn ziman: "Gelek baş dibû ku hemû partiyên siyasî di daxwiyaniyeke hevbeş de ji xelkê daxwaz bikirana mang bigrin." Endamê Polîtburoya KŞZK-Î Şafeî dibêje, bi sedema ku salvegera serhildanên sala borî yên piştî hilbijartinên Serokkomariyê nêzîk in û pêşbînî tê kirin dûbare xwepêşandanên berfireh çêbin, Komara Îslamî ew pênc girtî darvekirin: "Hikûmeta Îranê dixwaze bi van karan gel çavtirsandî bike û evna îdamên siyasî bûn."

Herçiqas Bereya Yekgirtî ya Kurd ku rêxistineke qanûnî ye, di daxwiyaniyeke taybet de darvekirina pênc girtiyên siyasî şermezar kir û xwest pêla darvekirina li Îranê bê sekinandin, lê tenê hêzek bû ku ji gelê Rojhilat nexwest di mangirtina giştî de beşdar bin. Berdevkê wê Eniyê Dr. Rehîm Ferehmend ragehand: "Me bi fermî daxwaz nekiriye ku gel grevê bigrin, lê li gor me karekî baş e, lê pirsgirêk di wir de ye ku tu aliyek guh nade van corên çalakiyan."

Hebîbula Letîfî tê darvekirin

Dengê Azad: Navendên Dad ên bajarê Sine xwestine biryara darvekirina xwendekar û çalakvanê sivîl yê Kurd Hebîbula Letîfî bê rêvebirin.Çalakvanên mafê mirovan diyar dikin, Hebîbula bo hepsa takekesî hatiye şandin. Tenê 20 roj bo rêveçûna biryara darvekirina Hebîbula Letîfî maye.

Xwendekar û çalakvanê sivîl yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Hebîbula Letîfî di metirsiya darvekirinê de ye. Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî li Tehranê ku 4 jê Kurd bûn, di çend rojên borî de li Parêzgariya Sine bi beşdariya berpirsên ewlekarî û dadê civînek hat lidarxistin û biryar hat standin roja 17ê Cozerdana 1389an a Rojî (07.06.2010), girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Letîfî bê îdamkirin.

 
Jiyana xwendekar û çalakvanê sivîl yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Hebîbula Letîfî di metirsiyê de ye. Parêzerê dosya Hebîbula, Dr. Mihemedsalih Nîkbext nigeranê rewşa wî û diya wî daxwaz dike, çi dikin bikin, lê wî darve nekin!

Sunday, May 16, 2010

Çalakvanê Sivîl û endamê Civata Wêjeyî ya Merîwanê, Elî Mehmûdî 6 sal ceza xwar

Dengê Azad: Di berdewamiya zext û guşarên hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê de bo ser çalakvanên siyasî, sivîl û çandî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, endamê Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, Elî Mehmûdî bi tometa hewildan li dijî ewlehiya netewî bi 6 sal cezayê girtîgehê hat Mehkûmkirin.

Çalakvanê civakî û sivîl, nivîskar û endamê Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, Elî Mehmûdî, ku payîza sala borî hatibû binçavkirin, Dadgeha Peydeçûnê 6 sal cezayê girtîgehê ku ji aliyê Dadgehê jê re hatibû xwestin, erê kir.
Malpera 'kurdane' diyar kir, Elî Mehmûdî ji mafê hebûna parêzer bêpar bûye. Dadgehê navbirî bi tometa hewildan li dijî ewlehiya netewî û bi sedema alîgiriya wî ji Komele, yek ji partiyên siyasî yên Kurdî ku ne qanûnî hatiye ragehandin, bi 6 salan cezayê girtîgehê mehkûm kir.

Elî Mehmûdî dê 6 sal sizayê xwe li Girtîgeha Merîwanê derbas bike û Civata Wêjeyî ya bajarê Merîwanê ragehandiye, bi sedema girtina Elî Mehmûdî malabat wî di warê aborî de rûbirûyê pirsgirêkên cidî yên aborî bûye. Ji ber ku çavkaniya dahata wê malbatê tenê li stoyê Elî Mehmûdî bûye.
Hêjayî gotinê ye, Çalakvana Mafê Jinan û Zarokan li Rojhilatê Kurdistanê û Endama Kampayna Yek Milyon Îmza bo guhertina qanûnên Îranê Perwîn Zebîhî, hevsera Elî Mehmûdî e. Perwîn Zebîhî jî zêdeyî 5 sal di girtîgehên Komara Îslamî de derbas kiriye û ji mafê karkirin di îdareyên dewletî de hatiye bêparkirin.

Saturday, May 15, 2010

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Hat Girtin

Dengê Azad: Piştî 24 demjimêr ji bêhaydarbûn li ser rewşa Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî, navbirî ji aliyê hêzên Ewlekariya Komara Îsamî ya Îranê li bajarê Sine hat binçavkirin.

24 demjimêr piştî windabûna Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Îclal Qewamî, malbata vî çalakvanê mafê mirovan ragehandin hêzên Ewlekarî ji wan re gotine, Îclal ji aliyê wan hatiye binçavkirin.

Binçavkirina Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê hevdem ligel greva giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat.

Qewamî piştî darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd û Mehdî Îslamiyan li Tehranê, di çend hevpeyvînan de bi medya û rojnameyan re behsa rewşa Kurdistanê piştî darvekirina pênc girtiyên siyasî kiribû û bal kişandibû ser mîlîtarîzekirin û ragehandina rewşa neasayî li bajarên Kurdistanê û anîna hêzên zêde bo Rojhilatê Kurdistanê.

Thursday, May 13, 2010

Li Zanîngeha Urmiyê Pevçûn Derket Holê

Dengê Azad: Li Zanîngeha Urmiyê pevçûnek dijwar di navbera xwendekarên nerazî û hêzên Komara Îslamî de derket holê.
Piştî ku îro serê sibê di Zanîngeha Urmiyê de xwendekarên Kurd bi mebesta piştgirî ji mangirtina giştî dirûşm bo şermezarkirina kiryara darvekirina 5 girtiyên siyasî didan, ji aliyê sedan hêzên dijî şoreş, ewlekarî û kincên şexsî ketin ber êrîşê. Pevçûneke xurt di navbera hêzên Komara Îslamî û xwendekarên nerazî de derket holê.
Ji Urmiyê hat zanîn, li encama vê pevçûnê hêzên Komara Îslamî gelek li xwendekarên nerazî ên Kurdan dane û xwepêşandan bi dawî hatiye û xwendekar ji cîhê bûyerê hatine dûrkirin. Jimareyek xwendekarên Kurd jî hatine binçavkirin.
Zanîngeha Urmiyê di bin çavdêriya tund a hêzên Ewlekarî û kinc şexsî de ye.

Hêjayî gotinê ye, xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Urmiyê ligel xwendekarên Kurd ên gelek zanîngehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi aramnca şermezarkirin û nîşandana nerazîbûn li hemberî darvekirian 5 girtiyên siyasî, duh piştgiriya xwe ji mangirtina sivîl a îro pêcşem 13ê Gulanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dabûn xwiyakirin.

Greva nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berfiretir dibe

Dengê Azad: Di berdewamiya greva sivîl û aştîxwazane ya îro 13ê Gulanê li Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca rêzgirtin ji şehîdên darvekirî yên 9ê Gulanê li Îranê ku 4 jê Kurd bûn, piraniya dikan û bazarên bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Rebet. Pawe, Şino, Bokan û Mehabadê heta niha daxistî ne.

Mangirtina îro 13ê Gulanê li ser daxwaza çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û herwiha partiyên siyasî yên Kurd hatiye lidarxistin. Bajar di bin kontrola xurt a hêzên ewlekarî û çekdarên Komara Îslamî ya Îranê de ne.
Hêjayî gotinê ye, mangirtina giştî ya îro 13ê Gulanê bi aramnca nîşandana nerazîbûnê li beramberî kiryara darvekirina 5 girtiyên siyasî li Girtîgeha Êvîn a Tehranê ku 4 jê Kurd bûn, tê lidarxistin.

Mangirtina Giştî Li Rojhilatê Kurdistanê Destpê Kir

Dengê Azad: Ligel ku Komara Îslamî ya Îranê hezaran hêz û çekdarên xwe bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatien şandin, lê îro sibê mangirtina giştî a sivîl bi mebesta şermezarkirina darvekirina 5 girtiyên siyasî di roja 9ê Gulanê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.

Ligel ku hêzên çekdar û ewlekarî yên Komara Îslamî di çend rojên borî de gef ji Kurdên Rojhilat xwaribûn ku di mangirtina roja pêncşemê de beşdar nebin, lê îro serê sibê li bajarê Pawe ser bi Parêzgeha Kirmaşan û bajarokê Şimşêr dikan û bazar hatin daxistin, karmend û kedkar neçûn ser karên xwe.

Hêjayî gotinê ye, li bajarên din ên Rojhilat jî mangirtina giştî destpê kiriye.



Wêne yên îro 13ê Gulana 2010an li Pawe û Şimşêrê ne.

Wednesday, May 12, 2010

Li Merîwanê 15 Xwendekarên Kurd hatin binçavkirin

Dengê Azad: Piştî civînên nerazînûnê yên rojên duşem û sêşem ên vê hefteyê ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Peyam Nur a bajarê Merîwanê vexwendina gel bo beşdarîkirina di greva giştî û nerazîbûan sivîl ya roja 13ê Gulanê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, 15 xwendekarên Kurd ên keç û xort li Merîwanê ji duh heta îro hatine binçavkirin. Xwendekarên binçavkirî bo cîheke nediyar hatien şandin û heta niha navê wan nehatiye zanîn.

Komeleya Mafê Mirovan li Îranê diyar kir, Îdareya Ewlekarî ya bajarê Merîwanê bi riya telefonê peywendî ligel piraniya xelkê çêkirine û gef ji wan xwarine eger di mangirtina giştî ya roja pêncşem 13ê Gulanê de beşdar bibin û di vê debarê de hewldan û çalakiyan bimeşînin, divê li benda encamên nebaş bin.

 
Li gor çavkaniyan, li bajarê Merîwanê jî wek gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê rewşa enasayî û leşkerî hatiye ragihandin û bajar bi tevahî di bin kontrola hêzên Ewlekarî û Sipaha Pasdaran de ye

Xwendekarên Kurd li Zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe bo greva giştî ragehandin

Dengê Azad: Komek ji xwendekar û akademîsyenên Kurd ên zanîngehên seranserê Îranê, bi taybet zanîngehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi weşandina daxuyaniyan, piştgiriya xwe ji greva nerazîbûn û protestokirina li hemberî darvekirina 5 girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, ragehandin.

Xwendekarên Kurd ên çend zanîngehên Tehranê, zanîngehên bajarên Şîraz, Sarî, Meşhed, Isfehan, Kirman, Zahidan, Hemedan, Zencan, Qezvîn, Sine, Tewrêz, Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Mehabad, Seqiz û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştgiriya xwe ji mangirtina giştî ya roja 13ê Gulana 2010an ragehandin.



Di beşek ji wê daxuyaniyê de, xwendekarên Kurd piştî ku xem û kovana xwe ji îdamkirina 5 girtiyên siyasî didin xuyakirin sersaxiyê ji malbatan wan girtiyên darvekirî dikin û radigehînin: "Bo rêzgirtin û bibîranîna 5 girtiyên darvekirî yên nemir û nîşandan nerazîbûnê bi biryara darvekirina Îslamî, em di grev û şîna giştî ya roja pêncşem 13ê Gulanê beşdariyê dikin."

Îran Cenazên Girtiyên Darvekirî Nade Malbatên Wan

Dengê Azad: Karbidestên Dadê û Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê bersiva dawî dan malbatên Kurd ku zaroyên wan roja 9ê Gulanê hatibûn darvekirin û gotin; ‘’ Dê hikûmet bi xwe termên wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan ji malbatan re eşkere bike.

Di daxwiyaniyeke taybet de, Xelîl Behramiyan parêzerê sê ji 5 girtiyên siyasî yên ku roja 9ê Gulanê li Tehranê hatin darvekirin, ragehand: "Doh sêşemê navendên dad û ewlekariya Komara Îslamî bersiva dawî dan me û gotin em bi tu awayekî cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatên wan nakin. Hikûmet dê bi xwe wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan bo malbatan eşkere bike."

 
Xwîşka girtiyê siyasî yê Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Kemanger jî nûçeya han piştrat kir û wiha axivî: "Em malbatên her 5 girtiyên siyasî yên darvekirî hatine Tehranê da meytên xwe werbigrin, lê mixabin heta niha bersiva wan her nigatîv bûye."

 
Şîrîn Kemanger sedema vê biryarê jî bo karbidestên hikûmetê li Parêzgeha Sine vegerand û got: "Îdareya Ewlekarî ya Sine rê nade ku meytên girtiyên darvekirî bo Kurdistanê bên vegerandin. Ew bawer in, eger cenazên girtiyan bînin Kurdistanê dê serhildan çêbibe û kontrol ji destê wan derdikeve."

Herwiha ji ber tirsa nerazîbûna gel malên wan girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de ne û hatin û çûna wan malan hatiye astengkirin.

Pêncşemê 13ê Gulana 2010an roja mangirtina giştî û sivîl bo protestokirina darvekirina wan 5 girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan

Pêncşemê 13ê Gulana 2010an 
Roja mangirtina giştî û sivîl bo protestokirina darvekirina wan 5 girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan

Tuesday, May 11, 2010

Rewşa Awarte Li Rojhilatê Kurdistanê Hatiye Ragehandin

Tê xwestin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an li Rojhilatê Kurdistanê mangirtina giştî ye. 

Dengê Azad: Piştî darvekirina 4 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9ê Gulana 2010an de, li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatiye ragehandin û Komara Îsalam ya Îranê hezaran çekdarên xwe ji bajarên din ên Îranê şandine bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Ji roja yekşem 9ê Gulana 2010 şûnde li bajarên Sine, Kamyaran, Mehabad, Seqiz, Şino, Pîranşar, Merîwan, Makû, Bokan, Dêwlan, Dîwandere, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilat rewşa awarte hatiye ragehandin û hezaran çekdar û hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî di nav gund û bajarn digerin û kontrola bajar dikin. Hêzên dewleta Îranê ji ber tirsa serhildan û nerazîbûnên gelê Kurd bo ketine tevgerê.
Li gor daxwiyaniya çalakvanên sivîl û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê biryar bû îro sêşem mangirtina giştî li bajarên Rojhilat bêl lidarxistin, lê mangirtina giştî bo roja pêncşem 13l Gulanê hat paşdexistin. Ji ber ku îro jî piraniya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyanî dan û daxwaz dikin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an, bibe roja mangirtina giştî li hemû Rojhilat. Rojnameger û çalakvanên sivîl û siyasî li hundirê Rojhilatê Kurdistanê jî biryara mangirtina îro sêşemê bo roja 13ê Gulanê paşdexistin.
Derbarê anîna hêz û çekdarên zêde bo bajarên Kurdistanê, endamê Polîtbroya PDKÎ Rustem Cehangîrî bo Rûdawnetê ragehand: “Berî darvekirina wan 5 girtiyên siyasî ew hêz hatibûn amadekirin ku bişînin bajarên Rojhilatê Kurdistanê, lewra ji roja yekşem 9ê Gulanê şûnde dewletê ew hêzên amadekirî şandin bajarên Rojhilatê Kurdistanê.”

Xuşk û Diya Şîrîn Elemholî Hatin Binçavkirin

Dengê Azad: Îro serê sibê, 11ê Gulana 2010an, xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî, girtiya siyasî ya ku roja 9ê Gulanê ligel 4 girtiyên din ên siyasî li Tehranê hat darvekirin, ji aliyê hêzên Ewlekariya Îranê ve li mala xwe li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin.

 
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku ev di demekê de ye ku heta êvara roja duşemê haya wan ji darvekirina Şîrîna keça wan tune bû. Parêzerê 3 ji 5 girtiyên siyasî yên darvekirî, Xelîl Behramiyan di daxwiyaniyeke taybet de ragehand ku ligel şopandina berdewam ya malbatên kesên darvekirî, hê cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatan nekirine.
Behramiyan wiha axifî: "Nûnerên parlamen û Dozgerê Tehranê razî bûne ku meytê girtiyên darvekirî yên roja 9ê Gulanê radestî malbatên wan bên kirin, lê Wezareta Ewlekarî û Îdara Ewlekarî ya Parêzgeha Sine ne razî ye ku cenaze ji malbatan re bên dan.

Malbatên girtiyên darvekirî niha berdewam pirsa wergirtina cenazan dişopînin, lê bi binçavkirina xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî ku yek ji wan 5 girtiyên darvekirî ye, tu garantiyeke van malbatên girtiyan tune.

Malbatên Girtiyên Siyasî Yên Darvekirî Li Tehranê Li Benda Cenazeyan In

Dengê Azad: Malbatên 5 girtiyên siyasî yên darvekirî ku roja yekşem, 9ê Gulana 2010an li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin îdamkirin û 4 jê wan Kurd in, li Tehranê çaverê wergirtina cenazeyên girtiyan dikin.

 
Piştî belavbûna nûçeyê darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê ku 4 jê wan Kurd in, malbatên girtiyan roja 10ê Gulanê çûn bajarê Tehranê û serî li sazî û navendên dadê û serdozgeriyê dane, lê bi hincetên cur bi cur hê cenaze ji malbatên wan re nehatine dan. Malbatên girtiyan serdana Girtîgeha Êvînê jî kirin, lê berpirsyarên girtîgehê cenaze radestî malbatên wan nekirin.

 
Li gor qanûnên Îranê, piştî darvekirinê divê cenaze radestî malbatan bên kirin, lê heta niha cenazên wan 5 girtiyên siyasî ku roja 9ê Gulanê hatin darvekirin radestî malbatên wan nehatine kirin. Malbatên girtiyan ragehandin, heta ew cenazyên xwe nestînin, ew ji Tehranê naçin.

Monday, May 10, 2010

Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, roja 11ê Gulanê wek mangirtina giştî li Rojhilat Ragehandin

Komek ji rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyaniyek bo raya giştî belav kirin û daxwaz dikin bo rêzgirin û bibîranîn û herwiha şermezarkirina 5 girtiyên siyasî yên Kurd roja sêşem 11ê Gulana 2010an bibe roja mangirtina giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Di wê daxwiyaniyê de ku kopiyek bo me hatiye şandin, wiha hatiye ragehandin: "Darvekirina û ji holê rakirina fîzîkî ya jiyana mirovan şêwaza kevin û cezakirinê li cîhana kevin û sedsalên berê yên jiyana civakî ye. Rêvebirina cezayê darvekirin û kuştina neyarên siyasî li Îranê di halekê de tê meşandin ku di civakên modern de cezayên din li cîhê wê tên danîn. Lewra dokumentên navneteweyî yên mafê mirovan napejirînin ku darvekirin bi ser mirovan bê meşandin."
Di berdewamiya wê daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê de amaje bi pêvajoya darvekirina neyarên dewletê tê kirin û hat ragehandin: "Dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka desthilata xwe di sala 1979an de, sezayê darvekirinê wek alavek bo jiholêrakirina neyarên siyasî berçav girtiye û ev awayê dijî mirovane bo tunekirina rewşenbîr û çalakvanên siyasî heta îro didomîne."
Daxwiyaniya han balê dikşîne ser wêya ku pêvajoya darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl di wan herêman de ku netewên Îranê dijî û cudahiya zimanî û olî bi navendê re hene xurtitr û berfirehtir dimeşe.
Daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, mînaka herî dawî ya darvekirina 4 girtiyên siyasî yîn Kurd û girtiyekî din yê siyasî di roja 9ê Gulana 2010an li Girtîgeha Êvîn a Tehranê bibîr tîne û îdamkirina wan pênc girtiyên siyasî wek bûyereke ne çaverêkirî û dijî qanûnên handir û navnetewetî dihesibîne. Daxwiyaniya han destnîşan dike: "Ev darvekirin ku tenê çend meh piştî îdamkirina Êhsan fetahiyan û Fesîh Yasemenî tê meşandin, derdixe holê ku tundûtûjiya dewleta Îranê li dijî welatiyên Kurd bihêztir dibe."
Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê raya giştî hişyar dikin ku jiyana çendîn girtiyên siyasî yên Kurd ên din jî di metirsiyê de ye û radigehînin: "Jiyana jimareyek zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd ku ji Dadgehên Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirine wergirtine, di metirsiyeke cidî de ye. Darvekirina berdewam a keç û xortên Kurdan û berfirehbûna tundûtûjî li dijî welatiyên Kurd ji aliyê navend û saziyên ewlekarî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê netewa Kurd û hemû wijdanên şiyar birîndar û xembar kiriye."
Di dawiya daxwiyaniyê de tê xwestin roja 11ê Gulanê bibe roja mangirtina gişt li Rojhilatê Kurdistanê: "Di vê rewşa dijwar de, bo pêşîgirtin ji ne dûbarebûna van kiryarên ne mirovane û rêzgirtin ji hestên birîndarbûyî yên netewa Kurd, tê çaverêkirin hemû kesayetî, grûb û komele û saziyên parêzvanên mafê mirovan li hundir û derveyî welat bi taybet rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî li beramberî domkirina van darvekirinan bêdeng nesekinin û nerazîbûnên xwe li dijî van kiryarên cinayetkarane yên karbidestên Komara Îslamî ya Îranê berfirehtir bikin. Em ji gelê bi xem yê Kurd dixwazin roja sêşem, 11ê Gulana 2010an bi helkevta rêûresma sêyemîn roja van şehîdan bi awayekî giştî li bajarên Kurdistanê man bigrin û bi vê riyê bêzarî û nerazîbûna xwe li hemberî vê cinayetê bidin nîşandan û bibin astengek li ser rêya domkirina tundûtûjiya dewletê li Kurdistanê."

Hêviyek zarok û Şagirdên nemir ferzad ku bi cîh nehat.....!

Dengê Azad: Bê şirove; hêviyek zarok û şagirdên nemir Ferzad Kemanger ku bi cîh nehat.....!

Emîn Şebanî: "Divê Li Herêma Kurdan Xwendin Bi Kurdî Be"

Nûnerê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, Emîn Şebanî daxwaziyek raberî Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Teknolojî yê Îranê kiriye ku divê li herêmên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ji qonaxa navendî heta zanîngehê perwerdeya bi Kurdî be.
Emîn Şebanî ragehand: "Ez bawer im divê li herêmên Kurdan ên Îranê ji qonaxa navendî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê Kurdî be, ji ber ku vêya hêviya kevnar ya xelkê Kurdistanê ye."
Nûnerê Bajarê Sine li Parlamenê Îranê diyar kir, ligel wêya çend sal berî niha soz û biryara perwerdeya bi zimanê Kurdî di Zanîngeha bajarê Sine hatiye dan, lê hê ev biryar bi pratîk nehatiye rêvebirin û di zanîngehên bajarên Kurdistanê de bi zimanê Kurdî perwerde tune.
Lê çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bawer in, giring ew e ku xwendin û perwerde bi zimanê Kurdî ji dibistanê destpê bike û ew zêdeyî 30 sal e xwendin û perwerde bi zimanê Kurdî qedexe ye.

Dijî Darvekirinan Li Bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîn e

Dengê Azad: Îro duşem, 10ê Gulanê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîna darvekirina 5 girtiyên siyasî ye.
Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, jimareyek zêde ji esnaf û çalakvanên sivîl ên herêmên Kurdan bi taybet li bajarên Kamyaran û Sine daxwiyaniyek belav kirin û daxwaz ji gel kirin bi sedema vê bûyerê, di şîna giştî ya îro de li van bajaran beşdariyê bikin.
Çalakvanên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin, ew bi vê tevgera aram û aştîxwazane dixwazin bêzarî û nerazîbûna xwe li beramberî rêvebirina biryara darvekirina van çalakvanên siyasî bidin nîşandan. Çavkaniyên ne fermî radigehînin, dibe îro û rojên dahatû gelek bazarî dikanên xwe bi vê mebestê girê bidin.

Partiyên siyasî û gelek çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin li derveyî welat jî çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.

Hêjayî gotinê ye, roja yekşem, 9ê Gulana 2010an 5 girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Mehdî Îslamiyan li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin darvekirin.

Sunday, May 9, 2010

5 Girtiyên Siyasî li Îranê hatin darvekirin ku 4 jê Kurd in

Dengê Azad: Ajansên Nûçeyan ên fermî yên Îranê ji zarê Serdozgeriya bajarê Tehranê ragehandin, 5 girtiyên siyasî ku cezayê îdamê wergirtibûn, îro yekşem, 9ê Gulana 2010an hatin darvekirin ku 4 jê Kurd in.

Serdozgeriya Terhranê di daxuyaniyekê de eşkere kir, vê sibê li Girtîgeha Êvîn ya Tehranê ku wek navenda îşkencê tê zanîn, 5 girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulu û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin.

Rapora Serdozgeriya Giştî û Dadgeha Şoreş a Tehranê diyar dike, di dema rêveçûna biryara îdamkirian wan pên girtiyand e, ji cxeynî nûnerê Dozegeriyê, Parêzerê girtiyan jî li wir amade bûye. Lê Xelîl Behramiyan, Parêzerê Kemanger jî, îro sibê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragehand: "Haya wî ji darvekirina wan kesan tune". Ez derbarê darvekirian wan kesan pirsan ji Serdozgerê giştî bikim.

 
Çavkaniyên ne fermî dibêjin, ew 5 girtî 2 rojane berî niha hatine lidarvekirin, lê îro sibê nûçe hat ragehandin. Sedema wêya jî vedigerînin bo vêya ku ji du rojan berî niha, telefonên Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatibûn qutkirin.

17 girtiyên din jî li benda darvekirinê ne

Herwiha li Îranê, 17 girtiyên din ên siyasî ku piranî çalakvanên sivîl û siyasî yên Kurd in, li benda darvekirinê ne. Navê hin ji wan girtiyan ev in: Hebîbulla Letîfî (xwendekar), Rostem Arkiya, Zeyneb Celaliyan, Enwer Rustemî, Seyd Samî Husênî, Seyîd Cemal Muhemedî, Husên Xizrî, Hebîbulla Gulperîpur, Şêrko Maarfî, Mistefa Selîmî Eyluyî, Mihemed Emîn Aguşî, Reşîd Axkendî, Ehmed Puladxanî , Hesen Talî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Abdullahî, Qadir Muhammedzade, Ezîz Mihemedzade.

Friday, May 7, 2010

Wêneyê Husên Xizrî, girtiyê siyasî yê Kurd li Girtîgeha Umriyê

Wêneyê Husên Xizrî, girtiyê siyasî yê Kurd li Girtîgeha Umriyê
Wêne ji aliyê: Arif Nadirî

Wednesday, May 5, 2010

Çarenûsa Girtiyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne diyare

Dengê Azad: Girtiyê siyasî yê Kurd, Ezîz Mihemedzade ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, ji Girtîgeha Navendî ya Bajarê Seqizê bo jora takekesî a destbisergeha ewlekariyê hatiye şandin û çarenûsa wê nediyar e.
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di vê derbarê de raporek weşand û bal kişand ser rewşa girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Ezîz Mihemedzade û diyar dike, malbata Ezîz Mihemedzade bo şopandina rewşa lawê xwe serî li Îdara Ewlekariya bajarê Seqizê dane, lê berpirsên Ewlekariyê û Dadegha Seqizê propagandaya vêya dikin ku navbirî demekê berî niha hatiye azadkirin!
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di berdewamiya rapora xwe de eşkere dike, Ezîz Mihemedzade di rewşeke pir xerab de ye û tenduristiya wî di warê cesteyî û pîskolîjîk de gelek aloz e. Rapor destnîşan dike, girtiyê Mehkûmkirî bi cezayê darvekirinê, Ezîz Mihemedzade, di tevahiya lêpirsînên xwe de red kiriye ku bi tu şeklekê peywendî ligel partiyên Kurdî yên opozîsyona dewleta Îranê hebe û li ser bêgunehbûna xwe tekez kiriye.
Çavkaniya han dide zanîn, Ezîz di mala xwe de hatiye binçavkirin û heta niha tu belgeyek li dijî navbirî nehatiye selimandim û îşkencekarên girtîgehê bi şeklên ne mirovane û ne qanûnî pê re tevdigerin.
Ezîz Mihemedzade, niha di rewşeke ne diyar de ye û metirsiya mirinê herdem gefê li jiyana wî dike.
Malbata navhatî jî çendîn car serî li sazî û dezgehên dewletê dane, lê heta niha tu agahiyek derbarê çarenûsa lawê xwe bidest nexistine.
Ezîz Mihemedzade, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê bi tometa şer ligel xwedê (Muharibe) û xebat li dijî ewlekariya netewî bi riya alîkarîkirin bi partiyên Kurd ên opozîsyona Îranê, bi sizayê lidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Tuesday, May 4, 2010

Peyva hefteyê

Jiyan wek zarokekê ye ku eger hun bixwazin nerazê, divê berdewam wê mijûl bikin

Wulter

Girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî di rewşeke nebaş de ye

Dengê Azad: Hat ragehandin, girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî, di rewşeke pir xerab de ye, tendurustiya wî di metirsiyê de ye û ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, ragehand, Husên Xizrî ku berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin, di rewşeke gelek nebaş de ye û tenduistiya wî gihaye rewşeke pir xerab. Li gor agahiyên ku li hundirê girtîgehê hatine ragehandin, Husên Xizrî ji sedî 25ê dîtina çavên xwe ji dest daye û gelek bi dijwarî dikare bibîne. Navbirî di mehên yekem yên binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin, lewra roj bi roj rewşa tenduristiya wî xerabtir bûye û nehatiye dermankirin.
Ligel vê rewşa nebaş ya Husên Xizrî, berpirsyarên girtîgehê nahêlin navbirî bê dermankirin û gelek astnegan pêk tînin.
Biryara îdamkirina Husên Xizrî di Dadgeha Peydçûnê de hatiye erêkirin û berpirsên Girtîgeha Urmiyê pir car gefa rêvebirina biryarê darvekirinê ji navbirî kirine.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, di raporekê de eşkere kir, ev girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê di dema dagehîkirinê bê parêzer bûye û ji wî mafê xwe hatibû bêparkirin. Hat diyar kirin, demek e Husên Xizrî ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin û çalakvanên mafê mirovan û malbata wî nigeran in ku wî lidarve bikin.
Husên Xizrî bi tometa dijberîkirin ligel sîstema Komara Îslamî bi riya alîkarîkirin ligel Partiyên Kurdî bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin û piştî nerazîbûn li hemberê wê biryarê, Dadgeha Peydeçûnê biryar erê kiriye. Tometek ku bikarin bi hêsanî bikarin biryarên giran bi ser çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd li Rojhilatê Kurdistan bidin sepandin.

Nûçegihanî Li Rojhilatê Kurdistanê Karekî Dijware

Azad Kurdî
Hat ragehandin ku pirsgirêkên Avahiya Çapemeniyên Kurdistanê (Sine) roj bi roj zêdetir dibin û tu pêgehekî vê saziyê di nav civaka Kurdistanê de, bi taybet li bajarê Sine tune. Rêvebirê Giştî yê Çapemeniyên Kurdistanê, bal kişand ser pirs û pirsgirêkên nûçegihaniyê û got: “Ewlekariya pîşeyî pirsgirêka herî mezin a nûçegihanên Kurdistanê ye.”
Mihemed Letîf Husên Neseb, di semînarekê de ku roja şemî 1ê Gulana 2010an li bajarê Sine û bi beşdariya jinên nûçegihan û xwediyên rojnameyên seranserî û herîmî yên Parêzgeha Sine hat lidarxistin, wiha axifî: “Niha pirsgirêk di Avahiya Çepemeniyên Kurdistanî de gelek zêde ne, ji ber ku tu pêgeheke wê saziyê di nav civakê de tune.”
Navbirî bal kikşand ser pirsgirêkên vê dezgeha Parêzgeha Sine û wiha pêde çû: “Ji roja ku vê dezgehê dest bi çalakiyên xwe kirine, îmkanatên wê pir kêm bûne û pirsgirêkên wê heta niha jî nehatine çareserkirin û îmkanên wan pir kêm in.” Husênî Neseb herwiha behsa asta profesyonelbûna rojnamgeriyê û parastina pîvanên pîşeyî yên nûçegihaniyê kir û domand: Niha Nûçegihanên Parêzgeha Sine herî kêm li ser pîşeya xwe şarezayî hene û tenê wek çavkaniyeke dahatê bikar tînin û lêdinerin.’’
Lê bi baweriya çavdêrên siyasî û rojnamegerên serbixwe yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, pirs û pirsgirêkên nûçegihan û rojnamegerên Kurd gelek ji vêya dijwartir in û didin zanîn ku gelek asteng li pêşiya xebata rojnamevanên Kurd hene û ji her tiştî giringtir ew e ku li Rojhilatê Kurdistanê rojnamegerî ne azad e û di vê derbarê de bi dijwarî dewletê rexne dikin.

Di vê civînê de Nûçegihanên jin ên Kurd, behsa pirsgirêkên xwe kirin û bi hûrî bal kişandin ser dijwariyên karê nûçegihanî û rojnamegeriyê li Rojhilatê Kurdistanê. Pirsgirêkên wek nebûna ewlekariya pîşeyî û kar, nebûna bîmeya kar û navendên werzişî, giringî û balnedan bi jinên rojnamevan wek nîva aktîv a civaka nûçegihaniyê.



Monday, May 3, 2010

Serjimêriya Bêkariyê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

Rapor: Azad Kurdî



Rêjeya bêkariyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.

Rawêjkarê Rêvebirê Giştî yê Kar û Karûbarê Civakî yê Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta 1ê Gulanê konfernaseke çapemeniyê lidar xist û ragehand, serjimêriya bêkariyê li gor sala borî ji sedî 1 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 10.5.

 
Mihemed Elwendî, ku bi helkevta Roja Kedkarên Cîhanê ligel medyayên Parêzgeha Sine bo nûçegihanan diaxivî, da xwiyakirin: “Rêjeya bêkariyê li Parêzgeha Sine li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de ji sedî yek zêde kiriye.”


Navbirî eşkere kir: Li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de, rêjeya bêkariyê di wê parêzgehê ji sedî 9.5 bûye, lê îsal zêde bûye û gihaye ji sedî 10.5. Serjimêriya han dide xwiyakirin ku rêjeya bêkariyê zêde bûye.”


Li her sê parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî rêjeya bêkariyê zêde ye. Lê Îlam yek ji wan parêzgehan e ku herî zêde bêkar di asta seranserî ya Îranê de hene. Rêjeya bêkariyê li Îlamê digihe ji sedî 17.2. Li Kirmaşanê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 15.4 e. Li Parêzgeha Urmiyê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 8.5 e. Piraniya bêkarên Rojhilatê Kurdistanê ciwan in.

 Pirsgirêkek mezin derbarê rêjeya bêkariyê di Îranê de, ne ragehandina serjimêriyê durist ya bêkarî û pirsgirêkên din yên civakî û aborî ye. Di rûbirûbûnên televizyonî yên gera dehem ya Serokkomariyê de, mijara bêkarî û kirîzên din yên aborî û civakî nîqaşeke xurt di navbera Ehmedînejad û rikeberên wî de anî holê. Dewlet hewlê dide statîstîka bêkarî û wd... kêm rabigehîne û sazî û dezgehên ne dewletî jî naxwazin serjimêriyan veşêrin û jimarên durist bo raya giştî rabigehînin.

 Ji ber zêdebûna bêkaran û nebûna derfetên karkirinê, di salê de sedan karkerên Rojhilatê Kurdistanê diçin bajarên din yên Îranê û hezaran welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî niha bo kar diçin bajarên Herêma Kurdistanê.

Iqbal Rizayî, Rêvebirê Civata Karkerên Parêzgeha Sine, ragehand: “Ligel ku Parêzgeha Kurdistanê (Sine) ne pîşesaziya parêzgeke pîşesazî ye û yekeyên mezin ên pîşesazî têde tuneye, lê niha kargehên biçûk ên berhemanînê jî di vê parêzgehê de ligel metirsiya daxistinê rûbirbû ne.”


Ji ber pirsgirêkên aborî yên çend salên borî, zêdeyî 30 kargeh li Rojhilatê Kurdistanê hatine daxistin yan ligel metirsiya girêdanê rûbirû ne. Di her kargehekê de zêdeyî 10 kedkarên Kurd kar dikirin ku hemû hatine bêkarkirin. Rêvebirên van kargehan daxwaz ji sazî û dezgeh û karbidestên Komara Îslamî kirin, di vê derbarê de alîkariya wan bikin, da ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin, lê heta niha bersiva erênî nedane tu yek ji wan xwedî karan û ew rêjeya zêde ya karkeran jî betal mane.

Sunday, May 2, 2010

Xwendekara Kurd Sirwe Weysî bo Dadgehê hat vexwendin

Dengê Azad: Sirwe Weysî ya 23 salî, ku xwendekara Rêvebiriya Werrzişî ya Zanîngeha El Zehra ya Tehranê ye, dubare bo Dadgehê hat vexwendin û li dijî wê lêpirsîn dat destpêkirin.
Sirwe Weysî ku keçeke Kurd ya Merîwanî ye, roja çeşema borî bo şaxê Serdozgeriya Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat vexwendin û li wir bê hebûna parêzer ket bin lêpirsînê. Lêkolerê Serdozgeriyê wek carên berê, tometên pêkanîna civînan û çalakî li dijî sîstema Komara Îslamî rûbirûyê vê xwendekara Kurd kiriye.
Tometên bê bingeh ku Sirwe Weysî berê jî ew red kirine.
Hêjayî gotinê ye, Sirwe Weysî di payîza sala borî de ligel Leyla Mihemedî, Pexşan Ezîzî û çar xwendekarên din di civîna nerazîbûna sivîl û aştîxwazane ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê li hemberî biryara lidarvekirina Êhsan Fetahiyan hatin binçavkiirn û 25 rojan di jora takekesî de bûn. Di dema wan 25 rojan de, Sirwe Weysî û hevalên xwe ketine ber îşkenceyên herî dijwar ên cesteyî û derûnî û piştre jî 84 rojan di hepsa giştî ya girtîgehê de man.

Sirwe Weysî niha bi dana rehînê hatiye azadkirin.