Monday, January 30, 2012

Hevsera Kebûdvend: Rewşa tenduristiya Kebûdvend roj li pey roj xirabtir dibe

Dengê Azad - CAPK: Hevsera girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Sidîq Kebûdvend ragehand, rewşa tenduristiya Serokê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê yê girtiî M. Sidîq Kebûdvend ne baş e û roj li pey rojê ber bi xerabiyê diçe.

Perîsa Husênî; hevsera girtiyê siyasî yê Kurd û Serokê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê yê girtî Mihemed Sidîq Kebûdvend, di daxuyaniyek taybet de ji bo Malpera Çalakvanên Mafê Mirovan (HRANA) ragenad ku rewşa tenduristiya Kebûdvend her diçe aloz û xerabtir dibe. Perîsa Husênî eşkere kir ku bi sedema tenduristiya nebaş a Kebûdvend, navbirî bo nexweşxaneyek derveyî girtîgehê haitye veguhastin û bi nerîna bijîşkê pispor divê bi lezgînî bikeve jêr çavdêriya bijîşkî, lê berpirsyarên hikûmetê ji wan hewldanan xwe parastin û têbîniya bijîşkan derbarê tenduristiya Kebûdvend berçav negirtine.

Mihemed Sidîq Kebûdvend ku ji sala 2007'an pêde di girtîgeha Komara Îslamî ya Îranê de ye û bi tawana çalakiyên mafê mirovan û damzrandina Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) bi 11 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin, tûşî nexweşiyên dil û prostatê bûye û hewce ye bi lezgînî operasyon jê re bên kirin.

Perîsa Husênî ji Nûçîegihania HRANA re da xuyakirin ku bi sedema ku Kebûdvend agehdarê rewşa nexweşketina zaroka wan li derveyî girtîxaneyê bûye, gelek xemgîn bûye û niha pîskolojiya wî pir xirab e.

Perîsa Husênî, herwiha eşkere jî kir ku zêdeyî 2 sal dibe ku nekariye hevdîtinê  ligel hevserê xwe pêk bîne û serbaêr vê yekê ku pir hewil daye ku aliyê kêm hefteyê 2 car em bi telefonê pê re hevdîtinê bikin, lê rayedarên girtîgeha EVIN a Tehranê tu bersivek ji min re nedane.

Hevsera kebûdvend wiha dirêjç da daxuyaniya xwe: "Heyamek dibe ku rayedarên girtîgeha EVIn a Tehranê hevdîtina malbatan ligel girtiyên siyasî dijwar û asteng kirine."

Thursday, January 26, 2012

Ambargoyên navneteweyî li dijî Îranê zextên mezin bo jiyana hevwelatiyên sivîl pêk tîne

 
Ambargoyên navneteweyî, jiyana hevwelatiyan ligel lêgerên cidî rûbirû kiriye
Azad Kurdî

Ambargoyên navneteweyî li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di vê mehê de gihiştin asta herî cidî û zêde di heyamê çend salên borî de. Vê carê ji xeynî Amerîka û hevalbendên wî yên din, Yekîtiya Ewrûpa jî tevlî komdengiya cîhanî li dijî dorpêşkirina hikûmeta Îranê rabû û biryarên cidî wergirtin. Amerîka û hevalebndên wê vê carê dan û standina petrola Îranê qedexe kirin û banka navendî û Ticaret a Îranê jî tevî pîşesaziya poetrola wî welatî xistin ber ambargoyan.

Komara Îslamî ya Îranê ji ber rêvebirina bernama etomî ya xwe û meyandina gumanbar ya Uraniyûmê ji bo çêkirina bomebeyên navikî, niha ji her demê zêdetir ketiye ber zext û amabargoyên navneteweyî. Di sala 2011’an de dehan rapor û biryarnameyên navnetweyî derbarê binpêkirina mafê mirovan li Îranê û herweha bernameyên nuklerî yên wî welatî hatin dan. Lê karbidestên Komara Îslamî ji dêlva çareserkirina pirsgirêkên navxwe, dixwaze bi tena serê xwe û bi piştgermiya hindek welatên bi nav dostên xwe! Rûbirûyê raya giştî ya cîhanê derkeve. Meşandina siyasetên tevxwaz û bikaranîna metodên fitne û inadê ji aliyê rayedarên hikûmeta Îranê gelek pirsgirêkên metirsîdar ên civakî û aborî ji bo hevwelatiyan di hundirê wî welatî de pêk aniye. Bi awayekê ku roj bi roj kirîzên aborî û civakî zêde dibin û dewlet di çareserkirina wan de xemsar e û ti gavekê navêje. Barê gitan ê wan siyasetên şaş jî divê hevwelatiyên sivîl bidin.

Vê rewşa nû nigeraniyên gelek cidî ji bo hevwelatiyên sivîl li hemû Îranê pêk aniye. Ji ber ku piştî ambargoyên nû yên navneteweyî, buhayê alev û pêwîstiyên jiyanê li bazarên tevahiya Îranê û bi taybet li bajarên mezin zêde bûye. Buhaya pêwîstiyên rojane yên jiyanê ji sedî 30 û hindek cihan zêdetir jî, jorde çûye.  Zêdebûna zextên aborî li ser hikûmeta Komara Îslamî, welatê Îranê ligel kirîzek xurd a aborî rûbirû kiriye. Hevwelatiyên sivîl nigeranê bandorên neyênî yên ambargoyan in û rojane xelk alevên sereke yên jiyanê wek birinc, çay, şekir, ar, rûn û wd... paşket dikin. Herwiha gelek diyardeyên civakî jî bi sedema destpêbûna gera nû ya ambargoyan li dijî hikûmeta Îranê di nav bajaran de dest pê kiriye. Tenahî û ewlehiya civakî roj bi roj zêdetir têk diçe û xelk di nav stresek kûr de dijîn.

Neteweyên Îranê jiyanek pir zehmet derbas dikin, pirsgirêk û kirîza aborî bandora rasterast kiriye ser hemû aliyên jiyana hevwelatiyan. Li gor serhejmariyên fermî ku nûnerekî eclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê eşkere kiriye, zêdeyî 40 minlyon hevwelatî di Îranê de di bin hêla birçîbûnê dijîn. Miaş û heqdestê kedkarên karxaneyan çend meh e nehatiye dayîn. Rêjeya xizan û hejaran roj bi roj zêdetir dibe. Ligel ku her meh hikûmeta Ehmedînejad sozên pêkanîna derfetên nû yên kar dide, lê tu sozek wî û rayedarên din ji bo çareserkirian pirsigrêkên aborî û civakî yên hevwelatiyan nayên cîbicîkirin.

Amabrgoyên navneteweyî li dijî Komara Îslamî bi sedema siyasetên vê rejîmê her diçe zêdetir dibin û vê dawiyê şereke sar di navbera Rojava û rayedarên Komara Îslamî hatiye holê.

Wednesday, January 25, 2012

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF): “Rewşa azadiya gotin û raderbirînê di Îranê de gelek xerab e”

Dengê Azad - RSF: Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), rapora xwe ya taybet bi sala 2011’an bi awayekî berfireh derbarê rewşa azadiya weşan û raderbirînê belav kir. Di vê raporê de, Îran di rêza herî jêr a welatên cîhanê di warê dijberîkirina ligel azadiya weşan û derbirîna ra û nerînan de bi awayekî serbest cîh girtiye. ‘RSF’ eşkere dike, desthilatdarên dîktator rêzê ji mafên hevwelatên sivîl nagirin û mafên sivîl û demokratîk ên wan binpê dikin.


Hat zanîn, di nav rapora ku Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas weşandiye, tenê rewşa 3 welatên cîhanê ji ya Îranê baştir e di warê azadiya raman û raderbirînê de. Tenê Erître, Turkmenistan û Kureya Bakûr rewşa azadiya raderbirîn û weşanê ji ya Îranê ne baştir e.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) saziyek serbixwe û navneteweyî ye ku eva cara dehemîn e ku rapora salane derbarê rewşa azadiya raderbirînê belav dike. Di rapora RSF’ê de rewşa azadiya gotin û raderbirînê ya 178 welatên cîhanê ji destpêka Kanûna 2010’an heta Cotmeha 2011’an hatiye eşkerekirin û karnameya welatan li gor sala derbasbûyî hatiye nirxandin. Pileya Îranê di vê lîstê de her li jêr e. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, nigeraniya xwe derbarê rewşa nebaş a azadiya gotin û raderbirînê bi taybet li welatên dîtkator û dijberên azadî û mafên sivîl ên hevwelatiyan nîşan dide û astengî û dijwariyên li pêşberî rojnamevan, nûçegihan û hevwelatiyan li Îranê derdixe holê.
Di rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de hatiye destnîşankirin ku nûçegihan û rojnamevan di sala 2011’an de gelek hewldan kirin xebata xelkê di rêya azadî û bidestveanîan mafên xwe de bixin berbas, lê rejîmên dîktator bi şîdet û tundûtûjiyê pêşiya karê wan asteng kirine. Ezmûnan nîşan daye ku rejîmên totalîter tenê bi fetisandin û bêdengkirina nerazîbûnên hevwelatiyan razî nabin, belkî xebatên ragihandinê jî di pêvajoya xebata xelkê de ji bo azadî û demokrasî û wekheviyê bi xurtî asteng dikin û hevwelatiyan binçav dikin û piştî girtinê îşkence dikin û diçin girtîgehan.
Li gor rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di sala 2011’an de, di welatên cor bi cor ên cîhanê de hejmarek zêde rojnamevan û nûçegihan ketine girtîgehan û rastî cezayên giuran bûne, gelek hatine revandin û rastî lêdan û bêrêzîkirinê hatine, herwiha ligel geflêxwarinê rûbirû bûne.

Rejîmên dîktator û ne demokratîk dixwazin jiyana hevwelatiyên sivîl kontrol bikin û çavdêriyê bi ser hemû xebatên medya û ragihandinê giştî de bikin û karê wan bi berdewamî û sîstematîk kontol bikin. Ji bo van hikûmetan, meşandina tûndûtûjiyê li dijî meda û çamepeniyê bûye tiştek asayî û normal. Ji her aliyek cîhanê ev rewş tê xuyakirin.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di rapora xwe ya sala 2011’an de, serhejmariyên berfireh di vê derbarê de eşreke dike. Li gor rapora RSF’ê, li Mekzîk, Hindoras û Pakistanê, karmendên medyayan ligel gelek corên zext û geflêxwarinan rûbirû ne.
Di nav lîsteya 178 welatên cîhanê de ku rewşa azadiyaraderbirîn û weşanê hatiye nirxandin, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas dide zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê bi sedema binçavkirin û girtina rojnamevanan di pileya 175’ê de cîh girtiye û tenê 3 welat rewşa azadiya raderbirînê di hundirê wan de ji Komara Îslamî baştir e.

RSF destnîşan dike ku desthilatdarên dîktator rêzê ji mafên hevwelatên sivîl nagirin û mafên sivîl û demokratîk ên wan binpê dikin ku azadiya raderbirînê yek ji wan mafên sirûştî ye.

Çavkanî: http://en.rsf.org/


Tuesday, January 24, 2012

Hilbijartinên vala

 
Azad Kurdî


Biryar e Komara Îslamî ya Îranê di 2’ê Adara 2012’an (12’ê Reşema 1390)an, nehemîn gera hilbijartinên nûnerên Meclîsa Şêwra Îslamî rêve bibe. Kirîza xurt a nerazîbûnên navxweyî û ji aliyekî din jî zext û givaşên navneteweyî bi sedema pêşdebirina bernameyên etomî yên wê rejîmê, Komara Îslamî niha ligel rewşek taybet û hesas rûbirû kiriye, bi awayekê ku niha zêdeyî hemû 33 salên borî yên desthilatdariya xwe pêwîstî bi nimayîşa çûna neteweyên Îranê bo ser sindoqên dengdanê heye. Vêna ne ji ber vê yekê ku Komara Îslamî bawerî bi hilbijartinên azad, demokratîk û azadkirina dengdanê û azadkirina berbijaran heye, belkî tenê dixwaze bi vê rêyê jesta rewayî û berheqiya xwe bikşîne rûyê raya giştî ya cîhanê.

Hilbijartin, aleva herî giring a ewle û garantîbûna demokrasiyê di nav civakê de ye. Bi awayekê ku di sîstemek demokratîk de hevwelatî bi bikaranîna derfeta demokrasiyê û beşdarî di têkoşîna siyasî de dixwazin biryarê li ser rêveberî û çarenûsa xwe bidin. Di welatên azad û demokratîk de ku hilbijartin bê qeyd û bend tê rêvebirin, hilbijartinên han derfetek mezin e ji bo ku civatên xelkê bi hilabijartina nûner û bijartiyên xwe hest bi serweriya xwe bideste bigirin û çarenivîsa xwe bi destê wan xwe diyar bikin. Di vê sîstemê de pergal ya gel e û ji aliyê xelkê bi awayekî sivîl û modern û dempokratîk nûner û rêveber tên diyarkirin. Nûner û kesên bijartî ji aliyê xelkê neçar in bersivderê xelkê bin û gel li gor karnameya wan bi wan re tevdigere. Sindoqa dengdanê navenda parastina desthilata xelkê bi ser xelkê ye. Di hemû gerên hilbijartinê de jî hemû proseyên hilbijartinê bi awayekî azad û demokratêk tên meşandin. Ji ber vê yekê ye ku niha demokrasî kultûrek e ku zêdeyî civaka mirovahiyê diecibînin û diceribînin.

Normal e ku kesên baş sîstema dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê nas nekin, bi hebûna hilbijartinên berdewam – ji xeynî hilbijartina kesayetî û sazî û dezgehên sereke û biryarder ên pergalê ku hemû ji aliyê serokê olî û bê agehdairya xelkê tên hilbijartin – di vê rejîmê de bixapin û her wek rayedarên vê rejîmê jî îdea dikin, ‘demokasiyek bê hemya di desthilatdariya wan de heye ku li ti derek cîhanê tune ye’! 

Pirsgirêk di vir de ye ku her ji roja yekem ku Komara Îslamî desthilat bidestve girt, hemû bingehên sîstemek demokratîk û demokrasiyê ku hilbijartin yek ji wan e, ji cewher û naveroka xwe ya rastîn hat vala û dûrkirin. Hilbijartin li gor bingeh û pîvanên felsefe û îdeolojiya teng û hişk ya ‘Welayeta Feqîh’ hatin darêtin ku îdeaya nûneriya Xwedê li ser erdê dike û piştî Xomeynî, Xemneyî xwe wekî Weliyê Feqîh dihesibîne.

Ez bawer im ku stem û zordariya herî mezin ku desthilatên totalîter wek Komara Îslamî di cîhana sêyem li ser xelkê dimeşînin, ev e ku hemû bingeh û pîvanên beşdarî û hilbijartina azad asteng dikin û her tiştî li gor berjewendiya pergala xwe diparêzin û rê nadin bi vîn û îradeya xwe rasterast biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

Di Komara Îslamî ya Îranê de, hilbijartin ji naveroka xwe ya rastîn hatine vala kirin û di vê çarçoveya teng û kontrolkirî ji aliyê hikûmetê ve tên lidarxistin. Ya balkêş ev bû ku di çend rojên borî de kêrhatîbûna gelek nûnerên ku niha di Meclîsê de ne jî, hate betalkirin û nikarin tevlî hilbijartinê nimayişî bibin. Di Rojhilatê Kurdistanê ev yek gelek xuya û eşkere bû. 
Di nivîsara bê de emê rojeva hilbijartinê li Rojhilaêt Kurdistanê şirove bikin.
Not: Ev nivîsar di hejmara 175'an a duheftînameya Agirî de hatiye çap û belavkirin.
http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/siyasi/file/5023.php
 

Friday, January 13, 2012

Azadî bê wekheviyê ne mumkin e

 
Azad Kurdî

Ligel ku 11 sal e ji sedsala 21’mîn derbas dibe û em çend rojên din diçin nav sala nû, hêj pirsa wekheviya zayendî di cîhanê de nehatiye çareserkirin û îradeya giştî ya navneteweyî jî di vê derbarê de xemsar e û di pratîkê de gavên bingehîn nehatine avêtin.
Sedsala niha ku wek sedeya teknolojî, pêşketina zanist û lezgîniya agahî û peywendiyan tê binavkirin, lê mirovahiyê nekariye yek ji lêgerên mezin û bi bandor ên civaka navneteweyî çareser bike ku ew jî pirsa wekheviyê di hemû warên jiyanê de ye.
Hêj mirovahî li ser mafên mirovî yên destpêkî û sirûştî ji bo nîva civakê ango jinan diaxive û berdewam tekez li ser tê kirin û heta bîrdoziyên gelek kûr jî tên nivîsandin û belavkirin. Lê em dibînin ku ev mafên mirovî û xwezayî yên destpêkî jî ji aliyê hindek welatên paşverû bi awayekî sîstematêîk tên binpêkirin, bêy ku civaka cîhanê lê xwedî derkeve û balê bide binpêkirina wekheviyê wek prensîpek civakî, sivîl û hemdem a mirovahiyê di welatên dîktatorlêdayî û heta hindek welatên pêşketî û nîv modern jî. Ji xeynî debîn nebûna van maf û azadiyên sirûştî û destpêkî jî, lê hê tundûtijiyên sîstematîk heta ji aliyê dewletan li dijî jinan û mesela wekheviya maf û azadiyan tê meşandin.
Vê rewşê wisa kiriye ku di gelek welatên wek Îranê de, jin ku bê rawestan ji bo wekhevî û dabînbûna wekheviyê xebatê dikin û kedê didin, rojek wek 8’ê Adarê neyê pîroz kirin, zêde bibe roja nîşandana nerazîbûnê û rûbirûbûn ligel hikûmetekê ku hemû qanûn û rêsayên wê wekheviyê binpê dikin û nîva civakê wek mirovên derce duyem dihesibîne.
Li gor qanûnên malbat û yasayên din ên Îranê, jin ji hiqûqên wekhev ligel mêran bêpar in, ji ber jinbûnê neçar in ku ji bo geriyan, hilbijartina kar û xwnedin û ... ji hevserê xwe û malbata bav izna nivîskî werbigrin, mafê serperiştîkirinê di malbatê de ji bo mêr e û keç hêj ji bo hilbijartina hevser ne serbixwe ne û tenê bi izna bav û kailkê bav dikarin biwezicin. Tundûtûjiyên namûsî li dijî jinan û asankariyên qanûnî bo mêran, kiryarên tundûtûjiyên malbatî dijî jinan zêde kirine. Mafê berdanê ji bo mêr e û wekheviya ji bo jinan di vî mafê de jî tune û gelek madeyên qanûna medenî wek zina çend hevseriyê, jiyana jinan ligel lêger û dijwariyên mezin rûbirû kiriye.
Li Îranê, jin heta ji mafê şarovendî û sivîl yê hilbijartina azad a lixwekirinê bêpar hatine kirin û em şahid in ku rojane hezaran keç û jin ji ber ne parastina bin nav ‘Hicaba Îslamî’ ligel tundûtûjî û tevgerên dijî mirovî yên hêzên dewletê û Polîsan berbirû dibin. Jin li Îranê neçar in ku eba, çarik, laçik û nîqaban bavêjin ser ser û bejna xwe. Ferq û cudahîdanîn li zanîngehan ji bo keçan bi eşkere tê xuyakirin û her sal projeyên nû tê derxistin û keç û xortan ji hev vediqetînin.!
Di rastî de ev ne wekhevî di warên hiqûqî de bûye sebebê tundûtûjiyên zêdetir di hemû aliyên civakî û jiyana malbatî jî, ji ber ku zagon çavkaniya wan tundûtûjiyan e li dijî jinan. Niha jî berdewam jin tên darvekirin û kevirbarankirin (ricimkirin) û sedan jin niha ev ceza xwarine û li benda rêveçûna birayrê ne.
Loma ez bawer im ku bingeha wekheviyê ji malbatê destpê dike, heta yeksanî di pergala malbatan de neyê cîgirkirin û nifşa îro zarokên keç û xort ên xwe bê cudakarî û ferqdanîn mezin nekin û ji wan re nekin kultûr, di gava yekem de wekhevî dijwar e ku pêk bê.
Piştre rolê sîstem û qanûnên bingehîn û sivîl ên welatan in ku dikarin di pêvajoya çareserkirina pirsa wekheviyê de rolek pir mezin û karîger bilîzin. Çarçoveya sîstema siyasî ya Îranê bi awayekê ye ku guhertina van qanûnan jî bi awayekî modern, hemdem û demokratîk zêde xewn e xeyal e heta tiştek realîste. Lê nifşa niha wekheviyê dixwaze û li hemberî tundûtûjiyan bêdeng nasekine û ji bo dabînbûna azadî û yeksaniyê hemû nirxan jî dide. Hêvî ji bo pêşerojek ronî û jiyanek bêhtir di nav dilê alîgirên civaka yeksan vedigeşe.
Azad û demokrasî bêy wekheviyê wate nade û vêna jî tenê di sîstemk demokratîk de pêk tê ku mirovserdestî hebe.
Alîgirên azadî û wekhevî û mirovserdestiyê pêdivî ye ku jiholê rakirina hemû awayên ferq û cudahîdanînê, ji qanûnê bigre heta kultûr û kevneşopan, bikin armanca sereke ya xebata sivîl, civakî, siyasî û giştî û di pratîkê di gavan bavêjin. Azadî, demokrasî, qanûnên nûjen û dmeokratîk, wekheviya zayendî û parastina mafên mirov cewhera pergalên nû ne ku mirovahê pêdiviyê wan e û azadî bêy wekhevî jî bê wate ûp ne mumkin e.
Têdîtin: Ev nivîsar di hejmara 34 a kovara JINAN de hatiye belavkirin.

Azad Kurdî Derbarê Kuştina Zanayên Navokî yên Îranê Dipeyive

 Çarşembî, 11 Meha Yek 2012

Hevpeyvîn - Ahmed Barzanî   
Profesor Mustefa Ahmedî Rûşen roja Çarşemê li Tehranê hate kuştin.
Medyaya Îranê ragihand ku bi sedema teqîna bombekê li Tehranê zanayekê navokî yê Îranî hate kuştin.
Li du salên bihûrî jî, herî kêm sê zanayên navokî yên Îranê hatin kuştin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rojnamevan Azad Kurdî dibêje ku Îran dikare zanayên xwe biparêze û kuştina zana û pisporên Îranî bi vî awayî “gumaneke mezin di hundirê Îranê de çê kiriye.”
Birêz Kurdî herwiha dibêje ku teqîna roja Çarşemê çi bandor li ser hilbijartinên Adarê nabe.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî  bi birêz Azad Kurdî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilik bike.