Tuesday, June 29, 2010

Jinekê li Mehabadê xwe şewitand

Dengê Azad - Mukrian: Jinenk ciwan a Kurd li bajarê Mehabadê xwe şewitand û ji ber dijwarbûna birînên wê jiyana xwe ji dest da..

Roja duşem 28ê Hezîrana 2010an, jineke Kurd bi navê Seyran E ya gundê Dayma ser bi bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê xwe şewitanmd. Seyran ji ber dijwarbûna birînan di Nexweşxana Mehabadê de jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Nûneyan a 'Mukrian' diyar kir, Seyran a 32 salî xwedî 3 zarokan bûye û ji ber pirsgirêkên malbatî dest bi kiryara xweşewitandinê kiriye. Herwiha hat zanîn hevserê wê jî pir ezyeta wê kiriye û êşandiye.

Li gor lêkolînên civaknasî, xweşewitandin yek ji riyên herî berçav ên xwekuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Parêzarê Xelîl Behramiyan: Bo rizgarkirina Zeyneb Celaliyan divê Neteweyên Yegirtî bê haydarkirin

Dengê Azad. Parêzer Xelîl Behramiyan, di hevpeyvînekê de ligel Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand, eger nûçeyê darvekirina Zeyneb Celaliyan di rojên dahatû de rast be, ji bo rizgarkirina wê ji metirsiya darvekirinê tenê hêvî ew e ku peywendî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bê çêkirin.

 
Herçiqas nûçeya erêkirina biryara darvekirina girtiya Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Celaliyan, bi fermî nehatiye piştrastkirin, lê çalakvan û saziyên parêzerê mafê mirovan îro bi weşandina daxwiyaniyan nigeraniya xwe di vê derbarê de eşkere kirin. Saziya Mafê Mirovên Kurd li Ewrûpa da xwiyakirin, biryara darvekirina Zeyneb Celaliyan ji aliyê Dîwana Bilind a Dad a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye erêkirin û egera wêya xurt e ku rêveberên Girtîgeha Êvînê wê girtiya siyasî ya Kurd herî zû darve bikin.

 
Di vê derbarê de, Xelîl Behramiyan ragehand, piştî bihîstina nûçeyê, me doz şopand, lê min tu agahiyek bidest nexistiye û nizanim gelo nûçe rast e an na. Lê Behramiyan nigeranê çarenûsa Zeyneb Celaliyan e û da xuyakirin: "Herçiqas divê Zeyneb niha di jora giştî a Girtîgeha Êvîn a Tehranê de bûya, lê niha ew şandine jora 209 a girtîgehê û vêya nigeranî derbarê çarenûsa Zeyneb Celaliyan zêde kiriye."

 
Parêzer Behramiyan, ji ber ku çi peywendiyek ligel malbat û xizmên Zeyneb Celaliyan tune, heta niha nekariye parastina wê bigre stoyê xwe. Navbirî nerînên xwe wiha anî ziman: "Ji bo ku Zeyneb Celaliyan neyên darvekirin, tenê karê ku bikare wê rizgar bike ew e Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bê haydarkirin, ji ber tenê ew dikare pêşiya rêveçûna biryarê bigire."


Hêjayî gotinê ye, Zeyneb Celaliyan (27) sala 2007an li Kirmaşanê hat binçavkirin û bo Girtîgeha Kirmaşanê hat veguhastin. Demekê berî niha bo Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat şandin. Dadgeha Îranê bi tometa endambûna wê di PJAKê de bi cezayê darvekirinê mehkûm kir. 'Rûdaw'

Monday, June 28, 2010

23mîn salvegera Kîmyabarankirina Serdeştê

Dengê Azad: 23 salan berî niha Bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ser bi Parêzgeha Urmiye hat kîmyabarankirin. Bûyer li 28.06.1987an di dema şerê Îran û Iraqê de ji aliyê firokeyên şerker ên Iraqê qewimî û ji ber êrîşa bombeyên kîmyayî û di encam de 132 kes hatin kuştin û hezaran kes jî birîndar bûn.

 
Heta niha jî birîndarên wê bûyerê dibin gorî û li gor agahiyan, di salê de dehan welatiyên ku rûbirûyê çekên kîmyayî hatine, jiyana xwe ji dest didin.

 
Piraniya goriyên Kîmyabarankirina Serdeştê niha jî bo çareserkirina dermanî û tedawîkirinê diçin Tehranê û dewlet bi wan re alîkariyê nake.

 
Hemû salê di roja 28ê Hezîranê salvegera Kîmyabarankirina Serdeştê li wi bajarê Rojhilatê Kurdistanê tê bibîranîn, lê du sal dibe Komara Îslamî rê nade rêûresm bên lidarxistin.

Peyva hefteyê

"Kesê/a ku dixwaze azad be, tenê bi rêya şiyan û karînên xwe dikare azad be"


Gotinek ji Nîçe

Daxistina Dikanan Ji Rojhilatê Kurdistanê Dighe Tehranê

Azad Kurdî

Dengê Azad- Rûdaw: Daxistina dikan û bazaran wek şêwazekî nerazîbûnê niha bûye metodeke xebata sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û hêdî hêdî ber bi bajarên Îranê jî tê veguhastin. Komara Îslamî ya Îranê jî bi daxistina dikanan (plompkirin) wan dikandaran ceza dike. Dikandarekî Sineyî dibêje: "Li kudera cîhanê daxistina dikan û bazaran tawan e?" Li gor parêzerekî Kurd jî: "Plompkirina dikanan bi hinceta daxistina dikanê di rojeke diyarkirî de ne qanûnî ye."

Di çend salên borî de, di çendîn helkevtên cuda de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar bi kom hatin daxistin. Di 10 salên borî de, Kurdên Rojhilat çend awayên sivîl bo nerazîbûnê beramberî Komara Îslamî ya Îranê pêşan dane ku daxistina dikan û bazaran şêwazê herî berçav bûye. Mangirtina 13ê Gulana îsal nimûnaka herî dawî bû.

Lê di pênc salên borî de, daniştvanên Rojhilatê Kurdistanê ew corê nerazîbûna sivîl berfirehtir kirine, bi taybetî 17ê Tîrmehê ku salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye, wek nîşana nerazîbûnê piraniya dikan û bazarên xwe girê didin.

Endamê Polîtburoya PDKÎ Têmûr Mistefayî, ragehand: "Di wê corê xebata sivîl de xelk herî kêm nirxê dide, gorî dibe û yekîtî û yekgirtinê di nav çîn û texên civakê de zêde dike. Ji ber di Îranê de hemû nerazîbûn û xwepêşandanekê qedexe ye û dewlet bi awayê herî dijwar xwepêşanderan qir dike, eger li Kurdistanê jî be, qirkirin dijwartir jî dibe."

Bi baweriya Dr. Mihemed Elî Tofîqî, bo gelê Kurd li rojhilat hatiye selimandin ku têkoşîna sivîl û aştîxwazane dûrî tundûtûjiyê zêde bandor heye û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Ji xeynî wêya jî li Îranê rejîmek heye ku bi navê xwedê xwîna gel li ser cadeyan dirijîne, xelkê bi neheqî darve dike, loma gel şêwazeke xebatê ji xwe re hilbijartine ku bedelên herî kêm bide, mangirtina dikandaran jî van şêwazan e."

Greva bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûye sembolek berçav bo xebata seranserê Îranê. Li gor Tofîqî: "Di Tevgera Kesk de, dema her partî û kesayetiyek niha modelekê pêşniyar dike, wek nimûne amaje dide Kurdistanê. Behsa wêya dikin ku mangirtina sivîl li Kurdistanê serkevtî bûye û dikarin bo hemû Îranê bê bikaranîn."

Bo rêgirtina wê xebata sivîl, Komara Îslamî ji ber dikandaran bi girtina dikanan nerazîbûn pêşan dane, heta demeke diyarkirî dikanên wan kesan mifte dike. Di çend rojên borî de jî, sedan dikandarên rojhilat bi taybet li Bajarê Sine, ji ber daxistina dikanan di 13ê Gulan a 2010an de, bo navendên leşkerî û ewlekarî vexwendine û soz ji wan standine ku di tu helkevteke din de dikan û bazarên xwe danexin. Têmûr Mistefayî eşkere kir, ji xeynî plompkirina dikanan û sepandina cezayê pere û gefxwarin ji dikandanên Kurd, jimareyek zêde dikandar jî hatine binçavkirin û îşkencekirin. Mistefayî zêde kir û got: "Dewlet bi vî karî tenê dixwaze dikandaran çavtirsandî bike, salên berê jî rayedarên Komara Îslamî ev kar kirin, lê dikandaran vê carê berfirehtir ketin qadê û grev lidarxistin."

S. Q ku dikandarekî bajarê Sine ye û nexwest Rûdaw navê wî eşkere bike, di vê derbarê de got: "Bêy ku sedema vê kiryarê ji me re şirove bikin û bêy wêya me sûcek kiribe, dikanên me girê didin, em jî nikarin heta wê demeke diyarkirî dikanên xwe vekin, ev karê dewletê em ecêbmayî kirine, li kuderê daxistina dikan û bazaran tawan e?" Wî dikandarê Kurd eşkere kir, piraniya dikanên ku hatine daxistin, bi kirê hatine girtin.

Parêzerê Kurd yê rûniştvanê Sine Celaledîn Fehîmî, derbarê aliyê qanûnî yê vê kiryara hêzên Îranê wiha axivî: "Wêya ne kareke yasayî ye, bi hinceta wêya ku di rojeke diyarkirî de dikandar dikana xwe daxistibe û tu xetayek pîşeyî û senfî nekiribe, nabe dikana wî bê daxistin."

Bi baweriya Dr. Tofîqî, ev guşarên dewleta Îranê nabe sedem xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji wê xebata sivîl dilsar be: "Berevajî wêya xebat berfirehtir bûye, gel jî yekgirtî bûye. Bo mînak mangirtina xelkê Rojhilatê Kurdistanê piştî darvekirina çar girtiyên siyasî yên Kurd gelek ji berê berfirehtir hat lidarxistin, bi awayekê ku hikûmeta Îranê xist nav tirs û xofeke mezin, lewra dest daye reaksyon û tevgeran."

Monday, June 21, 2010

Li Girtîgeha Urmiyê Cîh Ji Girtiyan Re Nemaye

Parêzerê mamosteyê zanîngehê li Urmiyê Mesûd Şemsnejad: “Ji sedî 99’ê girtiyên siyasî û ji sedî 80’ê girtiyên bazirganiya bimadeyên hişber li girtîgeha Urmiyê Kurd in”



Azad Kurdî

Li Girtîgeha bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê cîh ji girtiyan re nemaye. Nûnerê Urmiyê li Parlamenê Îranê Nadir Qazîpûr, dibêje: "Jimara girtiyan li Girtîgeha Urmiyê ewqas zêde bûye ku beşek di kolanên hundirê girtîgehê de dinivin." Parêzerekî Kurd jî ragehand: "Piraniya girtiyên Girtîgeha Urmiyê Kurd in û bo azadkirina demkî ya girtiyan belgeyên aborî yên 20 hezar heta 100 hezar dolar tên danîn."

 
Derbarê vê pirsgirêkê de, Nadir Qazîpûr di civîna yeşem a hefteya borî ya Parlamena Îranê de hişyarî da Wezîrê Sad yê Komara Îslamî ya Îranê û daxwaz kir, sedemên zêdebûna jimara girtiyan di wê girtîgehê de bi cidî bê şopandin.

 
Parêzerê Kurd yê daniştvanê Urmiyê û mamosteyê zanîngehê Mesûd Şemsnejad, ligel piştrastkirina gotinên Nadir Qazîpûr, agahî dan Rûdawê: "Zêdeyî 200 girtî di zîndana Urmiyê de ne ku cezayê darvekirinê wergirtine û zêde girtiyên siyasî ne yan kesên ku ji ber bazirganîkirin bi madeyên bêhişker hatine girtin û biryara darvekirina wan jî hatiye erêkirin û li benda darvekirinê ne." Li gor Şemsnejad, piştî pêkhatina rêxistina nû ya Dezgeha Dad a Îranê û hatina Sadiq Larîcanî wek Serokê nû yê wê dezgehê, derfeta çûna demkî bo girtiyan ji bo derveyî girtîgehê hatiye kêmkirin û astengiyên zêde çêbûne: "Dema salek dibe berpirsyar bi tu awayî rê nadin girtî bi danîna belgenameyên darayî bikevin derveyî girtîgehê, ji ber ku derfet hatine astengkirin, lewra jimara girtiyan çend bermaber zêde bûye." Wî parêzerê Kurd sedemên din ên pirsgirêkê wiha rave kir: "Sedemeke din ew e, jimara kesên ku karê bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber dikin yan gelek kesên ku bê sedem jî tên binçavkirin, zêde bûne; lewra wan dişînin girtîgehan û cîh kêm dibe yan namîne."

 
Rêjeya ji sedî 1.5 a girtiyên cîhanê di Îranê de ne, di warê zêdebûna jimara girtiyan de Îran di rêza 10 welatên yekem ên dinyayê de cîh digre. Di asta navnetewî de bo her 100 hezra kes di civakê de 140 kes hatiye diyarkirin, lê li Îranê bo her 100 hezra kesî, jimare dighe 200 kesî. Li gor serjimêriyên Rêxistina Girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê, di asta Asya de jî Îranê bi hebûna ji sedî 2.5 a girtiyan di pileya sêyem de cîh digre. Serokê wê saziya Îranê, Elî Ekber Yesaqî derbarê jimara girtiyan li Îranê da xuyakirin: "Li Îranê di salê de jimara girtiyan di navbera 140 heta 153 hezar kesî de kêm û zêde dibe."

 
Li Îranê ji bo girtiyên ku bi demkî tên azadkirin, wesîqe û belgenameyên darayî yên dehan hezar dolarî wek garantî tê wergirtin. Nimûna herî dawî jî, çalakvanê mafê mirovan û wekheviyê Kawe Qasimî Kirmaşanî bû ku zistana îsal hat girtin û dema 100 rojan di girtîxaneyê de ma, lê 2 hefteyan berî niha bi danîna belgenameyeke darayî ya 100 hezar dolarî hat azadkirin. Lê Parêzer Mesûd Şemsnejad ragehand: "Li Îranê belgenameyên darayî ji 2 hezar heta 100 milyon dolar jî bo girtiyan tê danîn." Navbirî behsa girtîyekî Kurd dike ku bi garantiyekî 100 milyon dolarî bi awayekî demkî hat azadkirin, lê dema ji girtîgehê derket derve, ji Îranê reviya: "Perwîz Xemoyî girtiyek Kurd bû ku ez Parêzerê wî bûm, belgeyek bi qasê 100 milyon dolar wek garantî danî Navenda Dad a bajarê Urmiyê, dema derket derveyî girtîgehê reviya û bi qasê 20 -30 milyon dolar jî dest bi ser milkê navbirî de hat girtin." Li gor qanûnên Îranê, hemû girtî dikarin bi danîn belgenamên darayî bi awayekî demkî werin azadkirin, lê girtiyên siyasî nikarin ji wê derfetê fêdeyê bistînin. Mesûd Şemnejad da xuyakirin: "Qanûn wê mafê dide girtiyên siyasî jî, lê heta niha nehatiye cîbicîkirin." Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê, Mesûd Kurdpûr jî dide zanîn, rêjeya wesîqe û belgenama darayî ku bo azadkirina girtiyan tê danîn, gelek zêde ye û girtiyên hejar û belengaz û malbatên wan nikarin belgeyên wiha giran yên darayî bo azadkirina wan wek girev danîn da ku werin azadkirin."
Mesud Şemnejad da zanîn, piraniya girtiyên girtîgeha Urmiyê Kurd in û bal kişand ser tawanên girtiyan û got: "Ji sedî 99ê girtiyên siyasî û ji sedî 80ê girtiyên bazirganîkirin bi madeyên hişber li Girtîgeha Urmiyê Kurd in, ji sedî 10ê girtiyên bikuj û qatil Kurd in, ji sedî yek ji tawanbarên leşkerî Kurd in û ji sedî 10ê girtiyên ku ji ber şerê kêran hatine girtin, Kurd in."

Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr ku dema salekê di girtîgehên Mehabad û Urmiyê de bû û heyamekê berî niha cezayê wî qediya, ragehand: "Ji xeynî ku jimara girtiyan li sernaserê Îranê zêde bûye, li girtîgehên bajarên Rojhilatê Kurdistamê jimara girtiyan gelek ji qebara zîndanan zêdetir ye. Bo mînak, girtîgeha Umriyê cîhê 1500 girtiyan e, lê niha zêdeyî 3000 hezar kes girtî têde ne." Navbirî bal kişand ser sedemên vê pirsagirêk û wiha axivî: "Bêkarî, hejarî, belengazî û pirsgirêkên aborî û zêdebûna madeyên hişber bûne sedem ku tawan zêde bûn û jimara girtiyan sal bi sal zêdetir be, berpirsên dewletê jî tu çareseriyekê ji wan pirsgirêkan re peyda nakin, ji aliyekî din girtîgeh her wek berê mane û budceya wan jî pir kêm e."

 
Tejîbûna girtîgehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkên cor bi cor afirandine û rewşa girtiyan di girtîgehan de çalakvanên mafê mirovan nigeran kiriye. Kurdpûr di vê derbarê de wiha axavtina xwe bidawî anî: "Zêdebûna jimara girtiyan pirsgirêkek mezin e û heta berpirsên hikûmeta Îranê bi xwe jî îtirafê bi wêya dikin. Nirxa belgenameyên darayî jî gelek zêde ye û piraniya girtiyan nikarin wna girevan dabîn bikin heta ku bi awayekî demkî derkevin derveyî girtîgehê."

Biryara Ednan Hesenpûr Ji Darvekirinê Bû 15 Sal Cezayê Girtîgehê

Parêzerê Ednan: "Ednan rojnamevan e, lê li ser karê rojnamegeriyê nehatiye girtin"



Azad Kurdî

Xwîşka Rojnamegerê Kurd yê girtî Ednan Hesenpûr, Leyla bi kêmkirina biryara birayê xwe ji darvekirinê bo 15 sal cezayê girtîgehê pir kêfxweş e. Leyla şabûna xwe wiha anî ziman: "Bi kêmkirina biryara Ednan ji darvekirinê bo 15 sal cezayê girtîgehê gelek kêfxweş im, ji ber ku em di welatekê de dijîn ku cezayên giran bo ser girtiyan tê sepandin."

 
Rojnameger Ednan Hesenpûr yê 29 salî ku ji 25.01.2007an şûnde di girtîgeha Komara Îslamî de ye, havîna sala 2007an bi tometa 'Muharibe' (şer bi xwedê re) bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin û biryara han ji aliyê Dadgeha Peydeûna Parêzgeha Sine hat pejirandin. Piştî wêya Parêzerê Ednan, Salih Nîkbext daxwaza şopandina biryarê ji Dîwana Bilind a Dad a Komara Îslamî ya Îranê kir, lewra sala borî biryara darvekirina Ednan bo 31 sal sizayê girtîgehê hat kêmkirin. Lê Nîkbet di daxuyaniyeke taybet bo Rûdawê eşkere kir, hefteya borî biryara Hesenpûr car di hat kêmkirin û ji 31 sal bû 15 sal cezayê girtîgehê. Salih Nîkbext di berdewamiya axavtina xwe de got: "Ezê hewlê bidim cezayê Ednan ji vêya jî bê kêmtirkirin."

 
Dema Ednan Hesenpûr hat binçavkirin, çend tometên cuda wek kişandina wêneyê 9 navendên leşkerî yên Îranê û dana zanyariyan bo Partiyeke Kurdî, hewildan bo ewlekariya netewî, propaganda li dijî hikûmetê, hatin û çûn bo cem grûb û partiyên ne qanûnî û dijberîkirin ligel xwedê bi ser de hatin sepandin. Piştî dadgehîkirinê, biryara darvekirina Ednan hat dan.

Salih Nîkbext diyar dike, piştî ku biryara darvekirina Ednan derket, dest bi hewildanên berfireh kiriye da ku biselimîne Hesenpûr bê tawan e û di vê derbarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: "Piştî komkirina gelek belgeyan û pêdagiriyên min ên berdewam, Serdozgerê Giştî yê Îranê lijneyek 6 kesî pêk anî û dosya Ednan nirxandin. Endamên wê linjeyê gotinên Salih Nîkbet erê kirin ku sûça Ednan ne şer ligel xwedê û darvekirin e, lewra li ser daxwaza Serokê berê yê Dezgeha Dad a Komara Îslamî Şahrûdî, biryara darvekirina Ednan bû 31 sal cezayê girtîgehê. Lê min berdewam dosya şopand û berevanî ji Ednan kir, niha cezayê wî yê girtîgehê ji 31 sal bû 15 sal."

 
Herçiqas medyayan nûçeyê wêya belav kirin ku Hesenpûr li ser karê rojnamevaniyê hatiye binçavkirin, lê Parêzerê Ednan wan zanyariyan red dike û da xuyakirin: "Ednan Rojnameger e, lê bi tometa karê rojnamevaniyê nehatiye girtin û bi vê tometê ew cezayê giran ne wergirtiye." Salih Nîkbet derbarê cezayê rojnamegerî yê Hesenpûr wiha agahî dan: "Cezayê rojnamevanî yê Ednan tenê 200 hezar tûmen (200 dolar) bû." Navbirî derbarê dosya Ednan Hesenpûr partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike û wiha dirêjî bi axavtina xwe da: "Me dikarî dema 5-6 sal dosya Ednan biqedînin, lê dema Partiyek Siyasî daxuyaniyek siyasî li ser girtina Ednan bo raya giştî diweşîne, xuya ye dê hikûmeta Îranê jî biryara darvekirinê bi ser de bisepînin."

 
Derbarê rewşa nebaş a rojnamegeriyê û rojnamevanan li Îranê, gelek rexne ji wî welatî tên girtin. Li gor rapora dawî ya Komîta Piştevanî ji Rojnamegeran (Committee to Protect Journalists) ku yek ji rêxistinên mezin ên navnetewî derbarê berevanîkirin ji rojnamegeran li sernaserê cîhanê ye û herwiha Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, Îran bi 52 rojnamegerên binçavkirî di sala borî de bû girtîgeha herî mezin a rojnamevanan di cîhanê de. Saziya Nûçegihanên Sînornenas jî di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê li pey ragehandina encama dehemîn gera hilbijartinên Serokkomariya Îranê di sala borî de, zêdeyî 100 rojnamevan hatin binçavkirin û zêdeyî 50 rojnameger jî neçar man ji Îranê birevin.

 
Mafperwerê Kurd yê daniştvanê Tehranê Salih Nîkbext, amaje da wêya ku niha li Îranê rojnamevan tenê ji ber karê rojnamegeriyê nayên mehkûmkirin, navbirî da zanîn ew rojnamegerên ku niha di girtîgehên Îranê de ne, karê wan rojnamevanî ye, lê bi tometên din hatine mehkûmkirin. Lê endamekî Civata Senfî ya Rojnamegerên Îranê ku saziya herî mezin a rojnamevanên ne dewletî ye û nexwast navê wî were eşkerekirin; ji Rûdawê re ragehand: "Rojnamevanên girtî li Îranê ji xeynî karê ragihandin û erkê medya tu sûçeke din nekirine, lê ji bo ku dewlet û saziyên dadê biryarên giran bi ser wan bisepînin, komek tometan ji wan didin. Niha dehan endamên civata me di girtîgehê de ne û her yek ji wan çend sal cezayê girtîgehê wergirtiye û çarenûsa hindek ji wan piştî çend mehan nehatiye diyarkirin."

Sunday, June 20, 2010

Elbulmalik Rîgî hat darvekirin

Dengê Azad: Dozgeriya Giştî a Tehranê ragehand, îro serê sibê, Rêberê Tevgera Berxwedana Xelkê Îranê - Cindulah Ebdulmalik Rîgî (30 salî) li girtîgeha Êvîn a Tehranê hat darvekirin.

Dadgeha bajarê Tehranê Rîgî bi tometa 'Muharibe' (şer bi xwedê re) bi cezayê darvekirinê mehkûm kiribû. Ebdulmalik Rîgî îro yekşem 20 Hezîrana 2010an, hat darvekirin.

 
Tevgera Berxwedana Xelkê Îranê - Cindulah, çend sal e li Belûçistanê çalakiyên siyasî û leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dimeşîne. Gelek şerên giran di navbera hêzên Komara Îslamî û wê saziyê li Sîstan û Belûçistan a Îranê derketine.

Ebdulmalik Rîgî yek ji endamên hozeke Bakurê Belûçistanê bi navê Rîgî ye û sala 2002an Tevgera Berxwedana Xelkê Îranê ava kir. Grûba bin serokatiya Rîgî ji sala 2005an şûnde çalakiyên çekdarî jî destpê kiribû.

 
Ebdulmalik Rîgî di meha dawî ya zivistana îsal de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî li welateke Erebî yê Kendavê hat girtin û birin Îranê û îro 20ê Hezîranê hat darvekirin.

Monday, June 14, 2010

Piştî Mangirtina Giştî Dikanên Kurdên Rojhilat Tên Daxistin

Dengê Azad: Piştî mangirtina roja 13ê Gulana 2010an a bajarên Rojhilatê Kurdistanê û daxistina dikan û bazaran bi awayekî berfireh li bajarên Rojhilat bo pêşandana nerazîbûnê li beramberî darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê, dikanên welatiyên li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyê daxistinê dibin, sedan dikandar jî bo navendên ewlekariyê hatine vexwendin û ji sedan dikandarên Kurd jî cezayê pere hatiye sepandin.

 
Li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê, piştî geva berfireh a nerazîbûnê li hemberî darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd, sazî û dezgehên Komara Îslamî ya Îranê bi armanca guşar bo ser welatiyên beşdar di wê mangirtinê de, dest bi daxistina dikanên Kurdan û vexwendina wan bo navendên ewlekarî û leşkerî kirine û ji gelek dikandarên Kurd re cezayê pere hatiye sepandin.

 
Daxistina dikanan, sepandina cezayê pere û vexwendina dikandarên Kurd bo navendên leşker û ewlekarî li bajarê Sine pir berçav tê xwiyakirin. Li çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî kiryarên wiha li dijîdikandanên Kurd hatiye meşandin. Lê di her cadeyeke sereke ya bajarê Sine de 50 dikan hatine daxistin, sedan kes jî hatine vexwendin û gef ji wan hatiye xwarin. Ji gelek dikandaran re jî cezayê pere hatiye sepandin.

Rûdawnet
Wêne ji Kurdistanmedia ye.

Sunday, June 13, 2010

ئازاد کوردی دهڵێت خوێنهری کورد دهبێت رابهێنرێت سهرنج بداته رووداوهکانی ههموو ناوچهکانی کوردستان

ئازاد کوردی دهڵێت خوێنهری کورد دهبێت رابهێنرێت سهرنج بداته رووداوهکانی ههموو ناوچهکانی کوردستان

له لایهن Jani Diylan شهممه, 12 ی مانگی شهش 2010

ئازاد کوردی

ئازاد کوردی رۆژنامهنووس و ئهندامی کۆمیتهی بهڕێۆهبهرایهتی کۆمهڵگای ئاشتی و گهشهپێدانی کوردستان، له ههڤپهیڤینێـکدا لهگهڵ بهشی کوردی دهنگی ئهمهریکا له بارهی ئهو رهخنه و گازندانه دهدوێت که دهڵێن دهزگاکانی راگهیاندن له کوردستانی باشور به ئهرکی نهتهوایهتی خۆیان بهرامبهر به بهشهکانی تری کوردستان به باشی ههڵنهسـتاون. دهڵێت ئهو وهکۆ رۆژنامهوانیک به گشتی ئهمه پهسهند ناکات، لهبهر ئهوهی لێره دهزگا ههیه که به باشی سهرنجی داوهته بهشهکانی تری کوردستان، بهڵام له ههمان کاتدا ئهوهش راسته که دهبێت زیاتر گرنگی بدهن.

دهتوانن گوێبیسـتی دهقی گفتوگۆكه بن له ڕێـگهی كلیـكـكردنی ئهو فایله دهنـگیـیانهی سهرهوهی دهسته چهپ، ماوهكهی 8:56 خولهكه.



http://www1.voanews.com/kurdish/news/kurdish-regions/azad_kurdi_12jun10-96216934.html

Friday, June 11, 2010

Parêzer û çalakvana mafê mirovan, Nerghis Mihemedî hat binçavkirin

Dengê Azad: Roja pêncşem, 10ê Hezîrana 2010an, parêzer û çalakvana mafê mirovan, Nergis Mihemedî li bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê hat binçavkirin.

Nergis yek ji parêzer û çalakvanên netirs a mafê mirovan di Îranê de ye ku sala borî û piştî bûyerên piştî hilbijartinên dehemîn gera Serokkomariya Komara Îslamî çûna derveyî welat jê hat qedexekirin.

Nergis Xelata Navneteweyî ya Eleksander Langer ya 2009an bidest anî. Dehan car ji aliyê sazî û dezgeyên ewlekarî û dad ên Komara Îslamî ya Îranê hatiye vexwendin.

Topbarana Komara Îslamî Hêviyên Keçeke Kurd Bir Gorê

Dengê Azad: Dema ku Roja Cîhanî ya Zarokan dihat pîrozkirin, êrîşên berfireh ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo ser herêm û gundên ser sînorê Herêma Kurdistanê, sedan malbatên deverên ser sînor yê Kurdistanê derbider kirin û ziyan û xesarên zêde gihandin wan. Di encama wan êrîşan de keçeke Kurd bi navê Besus Cebar bi sedema topbaranên Komara Îslamî hat kuştin û hêviyên wê keça belengaz bir gorê.

 
Besus xwendekara dibistanê bû û li herêmên ser sînor ên Herêma Kurdistanê bi sedan dijwariyan di dibistanê de dixwend, lê hevdem digel Roja Cîhanî ya Zarokan jiyana wê hat standin û hemû hêvî û xweziyên xwe birin gorê û bû goriya êrîş û cinayetên hêzên Kurdkuj ên Komara Îslamî.

 
Êrîş û topbaranên Komara Îslamî ya Îranê bo ser çend derverên sînorê Herêma Kurdistanê berdewam in û jiyana xelkê deverê ligel gelek pirsgirêkan rûbirû kiriye.

Wednesday, June 9, 2010

Derbarê Daxwaza Mûsewî û Kerûbî De Helwêsta Kurdên Rojhilat Nediyar e

Azad Kurdî
Dengê Azad - Rûdawnet: Ligel nêzîkbûna salvegera hilbijartinên Serkomariya Îslamî ya Îranê, rêberên Tevgera Kesk daxwaz ji alîgirên xwe dikin ku dakevin ser cadeyan. Çavdêrên siyasî jî bawer in ku di wê rojê de bajarên Rojhilatê Kurdistanê wê bêdengiyê hilbijêrin.

Piştî ragehandina encamên hilbijartinên gera dehemîn yên Serkomariyê di sala 2009’an de, xwepêşandan û nerazîbûnên sivîl ên xelkê Îranê ew welat ber bi kirîzeke mezin a siyasî biribûn. Dema ku herdu berbijarên din ên Serokatiyê, Mîr Husên Mûsewî û Mehdî Kerûbî, di wê hilbijartinê de serkeftin bidest ne anîn, wan ragehandin ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin û encaman napejirînin.

Sala borî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û neteweyên din ên Îranê di wan xwepêşandanan de ne beşdar bûn. Li gor çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê Kurd li Parlamena Îranê Hasil Dase, Kurd bi rêz û hurmetan temaşeyî hemû tevgereke azadîxwazane li Îranê dikin û da xuyakirin "Lê helwêsta rêberên Tevgera Kesk beramberî Kurdan ne zelal e û xwestek û daxwazên Kurdan di helwêstên wan de nayê dîtin, loma Kurd di wan xwepêşandanan de beşdariyê nakin." Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarîkirina Kurdan di wan xwepêşandanan baş nizanin, ji ber ku di bingeh de piraniya wan bawerî bi hilbijartinên Îranê tune ye.

Bi baweriya Endamê Polîtburoya PDKÎ, Mihemed Nezîf Qadirî, helwêsta wan boykotkirina hilbijartinan bû û da zanîn ku di destpêkê de ketina xelkê nerazî ji bo ser cadeyan tenê ji bo guhertina desthilatê ji Ehmedînejad bo Mûsewî bû: "Lê armanca xelkê ne ew bû ku Mûsewî cîhê Ehmedînejad bigre, lewra xwepêşandan radîkaltir bûn."

Derbarê bersiva Kurdan ji bo daxwaza rêberên Tevgera Kesk ku ji xelkê Îranê xwestine di roja 12’ê Hêrîranê de dakevin ser cadeyan, Qadirî nerînên xwe wiha anî ziman: "Xelkê Rojhilatê Kurdistanê di hemû tevgerekê de beşdariyê dike ku piştgiriyê ji daxwazên wan bike. Di xwepêşandan û nerazîbûnên sivîl ên sala borî yên piştî hilbijartinan de jî, gelek ji goriyan Kurd bûn, loma dijwar e Kurd baweriyê bi wan kesan bikin ku bangewazê bo meş û xwepêşandanan dikin." Hasil Dase jî tekez dike: "Îsal xelkê Kurdistanê di xwepêşandanan de beşdariyê nakin. Dibe Kurd bi awayekî ne rasterast piştgiriya wê tevgerê bike."

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê beşdarîkirina rasterast di Tevgera Kesk de ne hevfikr in. Heta çend partiyên Kurdî ji bo cara yekemîn piştî 30 sal desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê, di hilbijartinên Serkomariyê de beşdarî kirin û beşek ji partiyan jî hilbijartin boykot kirin.

Endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebubekr Muderisî derbarê beşdarîkirina Kurdan di xwepêşandanên Tevgera Kesek de da xuyakirin: "Piştî mangirtina 13’ê Gulan a 2010’an Kurdistanê bi kiryar pêşan da ku ne bêdeng dibe û amade ye dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bike. Lê herçiqas Kurdistan piştgiriya dirûşmên giştî yên tevgera demokrasîxwaziya Îranê wek jiholêrakirina dîktatoriyê, azadiya girtiyên siyasî û hilbijartina azad dike, lê gelê Kurd daxwaz û pirsgirêkên taybet bi xwe hene." Derbarê nerîna partiya wan ji bo beşdarîkirina di wan xwepêşandana de, Muderisî got: "Komele bêguman alîgirê wêya bûye ku xelkê Kurdistanê divê wê tevgerê wek derfetekê bikar bîne û xwe wek beşdarê vê tevgerê bizane."

70 Hektar Daristanên Bajarekî Rojhilatê Kurdistanê Şewitî

Dengê Azad - Rûdawnet: Agirê ku ji roja Înê heta Yekşem 4-6ê Hezîrana 2010an bi xweza û daristanên bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê ket, 70 hektar daristan û xwezaya rengîn şewitand.



Rêveberê Çavkaniyên Siruştî yê Parêzgeha Sine, Ekrem Tofîqî, di vê derbarê de ragehand: "Agir êvara Înê 4ê Hezîranê destpê kir û heta roja Yekşemê berdewam kir. Di encam de 70 hektar daristan û xwezaya wî bajêr şewitî."



Ekrem Tofîqî di berdewamiya axavtina xwe de got: "Heta roja Şemiyê 5ê Hezîranê 45 hektar şewitîn, lê roja yekşem 5ê Hezîranê 25 hektar ji erd û zozan û daristanên bajarê Sewlawa di nav agir de man."

Monday, June 7, 2010

Ji her 4 zewacan li Rojhilatê Kurdistanê yek jê dighe berdanê

Dengê Azad: Diyardeya berdan yan cudabûna jin û mêran ji hev û hilweşîna bingehên malbatan wek pirsgirêkek civakî li civaka Kurdistanê roj li pey rojê berfirehtir dibe. Di salên borî de Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê di vê derbarê de serjimêriyên cîhê nigeranê hebûn. Mixabin ji xeynî ku statîstîka berdanê li Kurdistanê ne kêm bûye, belku zêde jî bûye.

Karbidestekî pirsên civakî li Parêzgeha Sine, Îbrahîm Kazimînejad eşkere kir, di sala borî de ji her 4 zewacan li Parêzgeha Sine yek jê gihaye berdanê. Li Parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Urmiye jî serjimêriya berdanê pir zêde bûye. Navbirî da xuyakirin, di sala borî de rêjeya berdanê li Parêzgeha Sine ji sedî 22 bû, lê ji destpêka îsal heta niha ku sê meh derbas dibe, jimara han 2 ji sedî zêde kiriye. Vêya derdixe holê ku ew diyardeya civakî roj li pey rojê kûr û berfirehtir dibe.

Karnasên civakî di vê derbarê de hişyariyan didin û daxwaz dikin dewlet û saziyên hikûmetî û NGO di vê derbarê de gavên cidî û bi bandor bavêjin. Lê heta niha tedbîrên ku berpirsyarên Komara Îslamî ya Îranê tu xizmetek bo çareserkirian û kêmkirina wê pirsgirêka civakî nekirine, belku zêde jî bûye..

Du girtiyên Kurd tên gulebarkirin

Dengê Azad: Biryara Gulebarankirina du çalakvanên siyasî yên Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ya Dad a Komara Îslamî ya Îranê hat erêkirin û ji parêzerên wan re hat ragehandin.

Komeleya Mafê Mirovan li Îranê diyar kir, girtiyên siyasî yên Kurd Mihemed Emîn Aguşî  û Ehmed Puladxanî ku biryara darvekirina wan (bi riya gulebarankirinê) ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya bajarê Urmiyê hatibû dan, piştî erêkirina biryarê ji aliyê wê dezgehê duh ji parêzerên wan re hat ragehandin.

Mihemed Emîn yê 50 salî, mamosteyê xanenişînkirî yê bajarê Pîranşar li Rojhilatê Kurdistanê ye û 20 meh dibe di girtîgehê de ye û 5 zarokên wî hene. Ehmed Puladxanî yê 40 salî jî yê bajarê Pîranşarê ye û ji sala 2007an şûnde di girtîgehê de ye û sala borî biryara darvekirina wan li Dadgeha Leşkerî ya Urmiyê hat dan. Ew du çalakvanên siyasî bi tometa sîxorîkirin bo Amerîka, xebat li dijî ewlekariya neteweyî û endambûn û alîkarî digel partiyeke Kurdî bi cezayê gulebarankirinê hatine darizandin.

Komara Îslamî tenê îro 14 kes darve kirin

Dengê Azad: Îro duşem 7ê Hezîrana 2010an, 14 kes li du girtîgehên Îranê hatin darvekirin.

Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê di berdewamiya pêla darvekirina û binpêkirina mafê mirovan li Îranê, îro serê sibehê 7ê Hezîrana 2010an, 14 girtî li du girtîgehan darve kir.

Girtîye li bajarê Îsfehanê hat darvekirin û 13 girtî jî di girtîgeha Qizil Hisar ya bajarê Kerec yê derdora Tehranê hatin darvekirin.

Li gor agahiyên Komeleya Mafê Mirovan li Îranê, di destpêka meha Cozerdanê ku 15 roj jê derbas bûye, 32 kes li Îranê hatine darvekirin

Sunday, June 6, 2010

Topbarankirina navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve berdewam e

Dengê Azad - Rûdaw: Zêdeyî mehekê ye topbarankirina navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve berdewam e. Hêzên Komara Îslamî ya Îranê di rojên borî de carek din navçeyên sînor topbaran kirin û di encam de keçeke 14 salî jiyana xwe ji dest da û keçeke din jî birîndar bû.

 
Topxaneyên Komara Îslamî ya Îranê, şeva borî Dola Baleyan ser bi Qeza Çoman topbaran kir û zerareke zêde gihand hevwelatiyên deverê. Herwiha îro destê sibehê demjimêr 8:00 dîsan Gundê Kanîreş li Dola Sekrayetî û Ênzê topbaran kirin û di encam de keçeke bi navê Besoz Cebar Axa (14) jiyana xwe ji dest da û keçeke din bi navê Xurbet Qadir jî birîndar bû.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Çoman Ebdulwahid Gwanî agahî dan û got: ‘’Şeva borî hêzên Komara Îslamî ya Îranê Dola Baleyan ser bi Çoman topbaran kir. Îro demjimêr 8:00 jî careke din Gundê Kanîreş li Dola Sekrayetî û Ênzê topbaran kirin. Di wê topbaranê de xwîşkek bi navê Besoz Cebar Axa (14) jiyana xwe ji dest da û keçeke din jî bi navê Xurbet Qadir birîndar bû.’’

 
Gwanî dûpat kir ku ew navçeyên tên topbaran kirin xelkên sivîl, cotkar û ajeldar lê dijîn û domand: ‘’Gule topên hêzên Îranê zêdeyî 2 kîlometre ketine nav axa Herêma Kurdistanê. Li gor lêkolînên Hêzên Parastina Sînor, ew cihên hatine topbarankirin, hemû sivîl li wan dijîn û tu peywendiyeke wan bi meselên serbazî ve tune. Xelkên li wan deveran dijîn hemû cotkar, hejar û ajeldar in, ji bo debara xwe havînan diçin wan navçeyan û karê wan pez xwedîkirin û kiştûkalî ye.’’

 
Di berdewamiya axaftina xwe de Qeymeqamê Çoman Ebdulwahid Gwanî, ragehand ku zerar û ziyaneke zêde ya meddî, manewî, canî û derûnî gihaye hevwelatiyên navçeyê û axaftina xwe wihga qedand: ‘’Di van topbaranan de bê guman zerareke mezin gihaye hevwelatiyan. Herwiha piştî topbaranê Tîmê Pizîşkî yê Çoman û Hêzên Asayişa Navxwe bi mebesta hevkarî û veguhestina birînadaran bo nexweşxaneyan yekser gihan cihê topbaranê û erkên xwe bicîh anîn.’’

 
Leşkerên Îranê Bi Çekên Giran Sînorê Herêmê Bezandin
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, ragehand ku zêdeyî 30 leşkerên Îranê bi çekên giran hatine nav axa Herêma Kurdistanê. Serbazên Îranê Li Nav Axa Herêma Kurdistanê Bicîh Dibin

 
Cebar Yawer wiha axifî: ‘’Di hundirê dû rojên borî de hêzeke Artêşa Îranê ku jimara wan ji 30 leşkeran zêdetir bû bi kurahiya dû kîlometir û berfirehiya 3 km di navçeya Hacî Omeran re hatine nav axa herêmê û çekên giran bi wan re bûn.’’

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer da zanîn ku ji bo peydeçûna wê meselê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehran hatiye rasipardin da ligel berpirsên Îranê biaxife.

 
Ew hêzên serbazî yên Komara Îslamî ya Îranê ku hatine nav axa Herêma Kurdistanê niha cih ji xwe re çêdikin û nêta wan tune paşde vegerin. Herwiha ev dû roj dibe li navçeya Hacî Umeran topbarankirin rawestiya ye.

Saturday, June 5, 2010

Rojhilatê Kurdistanê Pêşengê Xebata Sivîl

Azad Kurdî
Girev û mangirtinên giştî yên nerazîbûna sivîl û aştîxwazane li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di deh salên borî de bala hemû azadîxwaz, çalakvan û saziyên mafê mirovan û alîgirên xebata demokratîk û sivîl li Îran û Rojhilata Navîn û heta asta navnetewî jî ber bi aliyê xwe kişandiye.

Di salên borî de li dehan hilkevt û boneyên taybet de gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda yên sivîl û aştîxwazane lidarxistine û bi vê rêyê nerazîbûna xwe bi awayekî demokratîk nîşan daye. Sedema sereke jî ew e ku di sîstemeke îdeolojîk û dîktatorî wek Komara Îslamî ya Îranê de, rêya herî baş a xebat û berxwedan li hemberî desthilatê xebata sivîl û nerazîbûnên giştî yên medenî û aştîxwazane ye. Ji ber ku nirx û bedelên wê xebatê kêmtir in, lewra gelê Kurd û partî û saziyên siyasî û civakî li Rojhilatê Kurdistanê wek rêbazeke nû û bibandor a xebatê dihesibînin.

Di 31 salên borî de bersiva hemû meş, çalakî û xwepêşandaneke sivîl û nerazîbûnên giştî yên xelkê ji aliyê Komara Îslamî bi girtin, îşkence, girtîgeh, darvekirin û… rûbirû bûye. Lê dema çalakiyên sivîl û aştîxwazane giştî û berfireh bin, radeya serkutkirinê tê xwar û dezgeh û sazî û çekdarên hikûmetê jî nikarin beramberî vîn û îrada demokrasîxwazî û mafxwazî ya gelên Îranê bisekine.

Di vê derbarê de Kurdistanê karnameyeke rengîn û serkevtî heye. Ji ber ku Kurd û Kurdistana Îranê herdem pêşeng û çepera çalakiyên sivîl û siyasî bûye, loma niha xebat û çalakiyîn sivîl bi vî awayî bersiv didin û wek destkevtek demokratîk proseya yekgirtin û yekîtiya netewa Kurd bihêztir dike.

Herçiqas heta niha grevên giştî yên nerazîbûnê bi awayekî sîstematîk li Rojhilatê Kurdistanê nehatine cîhgirkirin, lê azmûna 10 salên borî ya lidarxistina çalakiyên sivîl ên nerazîbûnê car bi car ew şêwazê ji xebatê pêşde biriye. Heta niha çalakiyên sivîl ên giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ser daxwaz û bangewaza partî û saziyên siyasî û sivîl hatine li darxistin.

Derket holê ku car bi car pêşketin di vî warî de ê dibin. Mînaka berçav di vê derbarê de greva giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li çend salên borî di salvegera terorkirina rêberê navdar yê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bû ku bi destê dîplomatên Komara Îslamî li sala 1989an hatin şehîdkirin. Xelkê bajarên Kurdistanê bo şermezarkirina Komara Îslamî ya Îranê derheq terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di salên borî de çalakiyên cuda lidarxistine. Lê çalakiya sala borî bi wê hilkevtê ji hemû salên berê berfirehtir û berçavtir hat meşandin.

Lê greva giştî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li pey darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9’ê Gulana 2010’an de, ku 4 jê Kurd bûn, xebata sivîl a Kurdan ber bi pêvajoyeke nû bir. Gelek sedem li pişt çalakiya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûn; li yên herî giring ev in:

Hişyariya gelê Kurd û sernetewandin li hemberî zilm û zordariya Komara Îslamî û hest bi berpirsyarîkirina gel di hilkevt û pirsên çarenivîssaz de.

Bûyera darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd û ew kiryara dijî mirovane ya rayedarên Komara Îslamî wijdana hemû azadîxwazên Kurd hejand, loma mangirtina giştî û daxistina dikan û bazaran û neçûn bo ser îdare, xwendinegh û cihên karkirinê dijkiryara herî kêm ya gel bû ku hat nîşandan.

Çalakî hem ji aliyê rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl li hundirê Rojhilatê Kurdistanê û hem ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Kurd bihev re hat organîzekirin. Yekdengî û yekhelwêstiya partiyên siyasî di vê hilkevtê de bo cara yekemîn gelek berçav bû. Bi vê gava yekgirtî û hevahengkirî derket holê ku bi yekîtî û hevxebatî û yekhelwêstiya partiyên siyasî û gel dikare destkevt û serkevtinên ji wêya mezintir jî bên tomarkirin.

Greva giştî ya 13ê Gulanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di dem û rewşekê de hat lidarxistin ku li rojên berî û piştî darvekirina Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hûlî, Elî heyderiyan û Mehdî Îslamiyan hemû bajar û bajarokên Kurdistana Îranê hatibûn mîlîtarîzekirin. Hezaran çekdar û hêzên taybet bo pêşîgirtina nerazîbûn û xwenîşandana şandibûn Kurdistanê. Hêzên ewlekarî û leşkerî yên Komara Îslamî gef ji dikandar û xelkê dikirin daku tevlî grevê nebin, lê hewlên wan hemû bê encam bûn. Giring bû ku di rewşeke wiha de gelê Kurd wiha bi wêrek û netirsane mangirtina giştî rêve birin.

Mangirtina giştî ya 13ê Gulana 2010’an ne çalakiya dawî dibe, azmûnên çend salên borî derxist holê ku roj li pey rojê çalakiyên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin. Ji ber mekanîzmên serkut û qirkirinê ji aliyê Komara Îslamî ew rêya herî baş a xebatê ye.

Di 31 salên borî de Kurdistan herdem pêşengê xebata siyasî û azadîxwaziyê bûye, niha di xebata sivîl û aştîxwazane de jî Kurd li asta Îranê bûne pêşeng. Lê hê rêyek dirêj li pêşberî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û partiyên siyasî, saziyên sivîl û çalakvanên siyasî û sivîl heye da ku standardên xebata sivîl û aştîxwazane bên meşandin. Divê xalên lawaz ên azmûnên berê bên bihêzkirin û xalên bihêz jî werin xurttirkirin. Eve jî erkê hemû aliyekê ye.

Not: Ev nivîsar di hejmara 136 ya Agirî de hatiye belavkirin.

Thursday, June 3, 2010

Biryarnama çarem ya ambargoyên navnetewî li dijî Îranê di rê de ye

Dengê Azad: Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî dixwaze çaremîn biryarnama amabrgoyên xwe li dijî Îranê heta deh rojên din bide pejirandin.

Balyozê Mekzîka ku niha serokatiya dewreyî ya Konseya Ewlekariyê dike, di hevpeyvînekê de ligel 'Voanews' da xuyakirin, karnasên 15 welatên endam ên Civata Ewlekariyê ya NY derbarê pêşniyarbiryara çarem ya ambarguyan li dijî Îranê ku ji aliyê Amerîka hatiye pêşkêşkirin, gotûbêjan dikin. Clod Heller eşkere kir, ligel pejirandina vê pêşniyarbiryara baykutan ku zêde aborî û leşkerî û dîplomatîk in, navê hin berirsên Sipaha Pasdaran, Banke û dezgehên din ên Komara Îslamî dikevin nav lîsta reş a Neteweyên Yekgirtî.

Pêşniyarbirya bi alîkariya 5 endamên herdemî yên Konseya Ewlekariya NY hatiye amadekirin. Dîplomatên Konseya Ewlekariyê diyar dikin, dibe tenê 12 endam ji 15 endamên ne herdemî yên wê saziyê deng bidin pêşniyarbiryara çarem li dijî Îranê. Dibe Lubnan, Tirkiye û Berazîl ligel pêşniyarbiryara çarem a ambargoyan li dijî Îranê dijberiyê bikin.

 
Pêşniyarbiryara çarem a ambargoyan li dijî Îranê demekê ket rojeva welatên herdemî yên Konseya Ewlekariyê ku Komara Îslamî ya Îranê ragehand xebatên xwe yên meyandina Uraniyûmê nasekinîne.

Çarenûsa du xwendekarên Kurd ne diyare

Dengê Azad: Du xwendekarên Kurd ên Zanîngeha bajarê Tehranê wunda ne û tu agahî derbarê çarenûsa wan nayê zanîn. Tenduristiya girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gulperîpur piştî greva birçîbûnê gelek xerab bûye û jiyana wî di metirsiyê de ye.

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê ragehand, du xwendekarên Kurd ên Zanîngeha bajarê Tehranê bi navên Emced (Hejîr) Kurdnejad û Cemal Rehmetî wunda ne. Çavkanî dide zanîn, guman tê kirin ev du xwendekarên kolêja zanistên civakî ya Zanîngeha Tehranê ji aliyê navendên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibin windakirin.
Tu agahî derbarê çarenûsa wan du xwendekarên Kurd nayê zanîn. Hê Polîsê Ewlekarî û Wezareta Ewlekarî ya Komara Îslamî piştrast nekiriye ku ew du xwendekar binçav kirine. Malbatên wan jî tu agahî derbarê çarenûsa wan tune û di peywendiyekê de ligel Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê nigeraniya xwe ji çarenûsa zarokên xwe dane xuyakirin.

Hêjayî gotinê ye, Emced Kurdnejad ku yek ji çalakvanên sivîl û xwendekarî ye, bihara sala borî jî hatibû binçavkirin û bi 2 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
Piştî greva birçîbûnê jiyana girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gilperîpur di metirsiyê de ye
Herwiha hat zanîn, tenduristiya girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbula Gulperîpur ku ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Mehabad bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, pir xerab e.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê da zanîn, Dozgerê dosya çalakvanê sivîl yê Kurd Gulperîpûr gef jê xwaribû ku ger greva birçîbûnê neqedîne, dê bê darvekirin. Navbirî piştî gefa Dozger wiha bersiv dide: "Ez dizanim dê herî zû bêm darvekirin, lewra ezê bi îrada xwe dawî li jiyana xwe bînim û karekê dikim ku piştî mirina min jî tenê rûreşî ji we re bimîne.

Gulperîpur bo xuyakirina nerazîbûnê li bermaberî biryara darvekirina xwe û astengên ku di hundirê girtîgehê jê re tên pêkanîn û herwiha rewşa nebaş a Girtîgeha Mehabadê ji çarşem a hefteya borî greva birçîbûnê lidarxistibû. Lê ji ber rewşa nebaş a tenduristiya wî, dev ji greva birçîbûnê berdaye. Li gor agahiyên çalakvanên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, jiyana Gulperîpûr di metirsiyê de ye û piştî greva birçîbûnê bi tevahî bêhiş ketiye.
Rûdawnet

Wednesday, June 2, 2010

Bê Şirove...

پێشوازی‌ كه‌مڕه‌نگی‌ خه‌ڵكی‌ ئیلام له‌ ئه‌حمه‌دینه‌ژاد. 1/6/2010




Pêşwaziya kêm a xelkê Îlamê ji Ehmedînejad. 01.06.2010

Tuesday, June 1, 2010

کێشه‌ی ناوکی ئێران و دوا ڕاپـۆرتی ئه‌منستی له‌سه‌ر ئه‌و وڵاته‌

کێشه‌ی به‌رنامه‌ ناوکیـیه‌که‌ی ئێران و دوا ڕاپـۆرتی ئه‌منسـتی ئنته‌رناشـناڵ له‌سه‌ر ڕه‌وشی مافه‌کانی مرۆڤ له‌و وڵاته‌ بابه‌تی به‌رنامه‌ی هه‌له‌و واشنتنی ئه‌م هه‌فته‌یه‌ بوو که‌ هاوکارمان خه‌ڵه‌ف زێباری به‌ڕێوه‌ی برد و ئه‌م به‌ڕێزانه‌ش میوانانه‌کان بوون:

ته‌ها حه‌سه‌نیانی، ئه‌ندامی ئنته‌رناشـناڵ ئه‌تنیک پـرێس و میدیا که‌نسڵ له‌ که‌نه‌دا.

ئازاد کوردی، ڕۆژنامه‌وان له‌ هه‌ولێر.



ده‌توانن گوێبیسـتی ده‌قی به‌رنامه‌که‌‌ بن له‌ ڕێـگه‌ی كلیـكـكردنی ئه‌و فایله‌ ده‌نـگیـیانه‌ی سه‌ره‌وه‌ی ده‌سته‌ چه‌پ، ماوه‌كه‌ی 49 خوله‌كه‌.