Wednesday, June 9, 2010

Derbarê Daxwaza Mûsewî û Kerûbî De Helwêsta Kurdên Rojhilat Nediyar e

Azad Kurdî
Dengê Azad - Rûdawnet: Ligel nêzîkbûna salvegera hilbijartinên Serkomariya Îslamî ya Îranê, rêberên Tevgera Kesk daxwaz ji alîgirên xwe dikin ku dakevin ser cadeyan. Çavdêrên siyasî jî bawer in ku di wê rojê de bajarên Rojhilatê Kurdistanê wê bêdengiyê hilbijêrin.

Piştî ragehandina encamên hilbijartinên gera dehemîn yên Serkomariyê di sala 2009’an de, xwepêşandan û nerazîbûnên sivîl ên xelkê Îranê ew welat ber bi kirîzeke mezin a siyasî biribûn. Dema ku herdu berbijarên din ên Serokatiyê, Mîr Husên Mûsewî û Mehdî Kerûbî, di wê hilbijartinê de serkeftin bidest ne anîn, wan ragehandin ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin û encaman napejirînin.

Sala borî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û neteweyên din ên Îranê di wan xwepêşandanan de ne beşdar bûn. Li gor çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê Kurd li Parlamena Îranê Hasil Dase, Kurd bi rêz û hurmetan temaşeyî hemû tevgereke azadîxwazane li Îranê dikin û da xuyakirin "Lê helwêsta rêberên Tevgera Kesk beramberî Kurdan ne zelal e û xwestek û daxwazên Kurdan di helwêstên wan de nayê dîtin, loma Kurd di wan xwepêşandanan de beşdariyê nakin." Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarîkirina Kurdan di wan xwepêşandanan baş nizanin, ji ber ku di bingeh de piraniya wan bawerî bi hilbijartinên Îranê tune ye.

Bi baweriya Endamê Polîtburoya PDKÎ, Mihemed Nezîf Qadirî, helwêsta wan boykotkirina hilbijartinan bû û da zanîn ku di destpêkê de ketina xelkê nerazî ji bo ser cadeyan tenê ji bo guhertina desthilatê ji Ehmedînejad bo Mûsewî bû: "Lê armanca xelkê ne ew bû ku Mûsewî cîhê Ehmedînejad bigre, lewra xwepêşandan radîkaltir bûn."

Derbarê bersiva Kurdan ji bo daxwaza rêberên Tevgera Kesk ku ji xelkê Îranê xwestine di roja 12’ê Hêrîranê de dakevin ser cadeyan, Qadirî nerînên xwe wiha anî ziman: "Xelkê Rojhilatê Kurdistanê di hemû tevgerekê de beşdariyê dike ku piştgiriyê ji daxwazên wan bike. Di xwepêşandan û nerazîbûnên sivîl ên sala borî yên piştî hilbijartinan de jî, gelek ji goriyan Kurd bûn, loma dijwar e Kurd baweriyê bi wan kesan bikin ku bangewazê bo meş û xwepêşandanan dikin." Hasil Dase jî tekez dike: "Îsal xelkê Kurdistanê di xwepêşandanan de beşdariyê nakin. Dibe Kurd bi awayekî ne rasterast piştgiriya wê tevgerê bike."

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê beşdarîkirina rasterast di Tevgera Kesk de ne hevfikr in. Heta çend partiyên Kurdî ji bo cara yekemîn piştî 30 sal desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê, di hilbijartinên Serkomariyê de beşdarî kirin û beşek ji partiyan jî hilbijartin boykot kirin.

Endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebubekr Muderisî derbarê beşdarîkirina Kurdan di xwepêşandanên Tevgera Kesek de da xuyakirin: "Piştî mangirtina 13’ê Gulan a 2010’an Kurdistanê bi kiryar pêşan da ku ne bêdeng dibe û amade ye dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bike. Lê herçiqas Kurdistan piştgiriya dirûşmên giştî yên tevgera demokrasîxwaziya Îranê wek jiholêrakirina dîktatoriyê, azadiya girtiyên siyasî û hilbijartina azad dike, lê gelê Kurd daxwaz û pirsgirêkên taybet bi xwe hene." Derbarê nerîna partiya wan ji bo beşdarîkirina di wan xwepêşandana de, Muderisî got: "Komele bêguman alîgirê wêya bûye ku xelkê Kurdistanê divê wê tevgerê wek derfetekê bikar bîne û xwe wek beşdarê vê tevgerê bizane."

No comments: