Sunday, September 25, 2011

Rêberê sozdar bi mamostayê xwe

Azad Kurdî

Hêj 3 sal bi ser bûyera şehîd û terokirina rêberê navdar ê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî ji aliyê terorîstên şandî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser maseya gotûbêjan derbas nebibû, ku derbeyek giran û mezintir a din ji peykerê PDKÎ û tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ket. Ew jî terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî di 17’ê Îlona 1992’an de ji aliyê terorîstên Komara Îslamê ve bû.

Piştî Şehîdbûna Dr. Qasimloyê mamoste, Dr. Sadiq Şerefkendî (Kak Seîdê Pêşmergan) karî bibe cîgirê kêrhatî yê mamsotayê xwe ji bo rêxistin û rêberîkirina tevgera

azadîxwazî û rizgarîxwaziya Kurd û rêberiya PDKÎ. Herçiqas heta niha jî bandor û rolê bê hempa yê Dr. Qasimlo di nav tevgera Kurd û PDKÎ de bi tevahî nehatiye tejîkirin, lê di demeke kin de Dr. Şerefkendiyê zana karî partiyê li ser piyên xwe rabigire û xurt bike.

Dr. Şerefkendî xwediyê gelek taybetmendiyên mezin bû ku şiya karek wiha mezin bike û bibe hêviya gel û pêşmergan û xeyalên dijmin bo jinavçûn û tunebûna tevgera Kurd û PDKÎ piştî terorkirina Dr. Qasimloyê mamoste pûç û betal bike. Ji ber ku şoreşa rizgarîxwaziya Kurd û PDKÎ li ser bingeha rêvebirina bikom û giştî ava kiribû, lewra Dr. Şerefkendî û piştî terorkirina wî jî, heta niha şagirdên wan du şehîdan nehiştine ala xebatê bikeve erdê û têkoşîn ji her alî ve dom dike.

Dr. Şerefkendî, rêberek xwedî bîr û ramanên xurt ê netewî bû, rêveberek cidî û jêhatî, wekî navê xwe sadiq, devliken û mandîneas, mirovdost û aştîxwaz bû, rêber û rêveberek bêhempa bû, alîgirê mafê çarnûsê bo gelên bindest, demokrasî, parastina maf û kerameta mirovan û edaleta civakî bû. Evana û dehan taybetmendiyên din ên demokrat û neteweyî, kesayetiyek mezin ji Dr. Şerefkendiyê zana çêkiribû.

Dema Komara Îslamî ya Îranê dît ku bi şehîdkirina Dr. Qasimlo, nekarîne tevgera rizgarîxwaziya Kurd lawaz bikin û têkoşîn û berxwedan berdewam e, bo tasfiye û şehîdkirina Dr. Şerefkendiyê zana jî ketin nav hewldan û komployan. Komara Îslamî di dehsalên 80 û 90’an de, sedan kesayetiyên siyasî û rewşenbîr ên Îranê li Ewrûpa û welatên herêmê teror kirin. Bo vê yekê jî komîteyek taybet hatibû sazkirin ku endamên wê rayedarên herî bilind ên Komara Îslamî bûn û biryara Dadgeha Berlîn a Almanya derbarê dosya terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, belgeya herî baş e ji bo selimandina vê yekê. Balyozxane û binkeyên dîplomatîk ên vê rejîma Îranê wê demê û niha jî ligel, di darêtin û rêvebirina wan kiryarên terorîstî de rolê sereke lîstine û dilîzin. Di bûyerên terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyena (1989’an) û terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên pê re di sala 1992’an de, balyozxaneyên Komara Îslamî rolê eşkere di rêvebirin û encamdana wan kiryaran de hebûn.

Li gor xwendin û lêkolîn xwe, min kêm rêber dîtine ku mîna Dr. Sadiq Şerefkendî ji bo mamsotayê xwe sozdar bin. Axavtina dîrokî ya Dr. Şerefkendî, di bibîranîna şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di sala 1989’an de li Qendîlê, belgeya herî zindî û mezin e ku dide xuyakirin çiqas xwedî soz bû ji bo mamostayê xwe yê mezin Dr. Qasimlo. Belkî hindek normal be xwendina vê teksta jêr ku beşek ji wê axavtina dîrokî ya Dr. Şerefkendî ye, lê guhdarîkirina wê mirov di her dem û rewşekê de dixe giriyê:

“... Şehîdên me yên serbilind û li serweyî hemûyan ew du şehîdên ku wêneyê wan li vir e, şehîd Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê me yê mezin û şehîd Dr. Qasimlo, şehîdê nû û herî mezin ê me, çavê wan du şehîdan li benda me ye, dayîka wan hemû şehîdan, hemû li benda me ne, miletek li benda me ye.

Di bîranîna wan şehîdên mezin de, em bi hev re biryarê didin û peyamnê ligel şehîdên xwe nû dikin û li pêşiya hemûyan ligel ruhê paqij ê Dr. Qasimloyê me yê xweştevî, Dr. Qasimloyê me yê mezin, mamsota û rêberê me, em sozê jê re bidin ku nigeranê me nebe, emê li pey te bihên, emê, yan ser bikevin, yan ew şanazî dê bibe para me werin kêleka te.”

Sadiq Şerefkendî, bi xebata bêrawestan heta dema dawî a jiyana xwe, soza xwe li hemberî mamsoteyê xwe (Dr. Qasimloyê nemir) anî cih, soza wî ya serkevtinê nehat cih, lê bi gorîkirina canê xwe çû kêleka mamostaeyê xwe û sozdarbûna xwe selimand. Niha jî şagirdên wan du şehîdan û rêvîngên rêya azadî û xebata rizgarîxwaziya PDKÎ û civatên xelkê Kurdistanê sozdarê wan du şehîdan in, heta serkevtina armancên bilind û pîroz ên wan, dest ji xebat î têkoşîna azadî û rizgariya gelê Kurd bernadin û niha di her qadekê de ji bo vê yekê kedê didin û ji dana nirxan jî natirsin.

çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 167