Thursday, April 29, 2010

Li Urmiyê Helbestvanê Navdar Hêmin Mukriyanî Tê Birbîranîn

Dengê Azad: Enstîtuya Kulturî û Hunerî ya Ramana Ehemdê Xanî li Urmiyê, bi aramnca rêzgirtîn û bibîranîna helbestvanê navdar yê Kurd, Mamoste Hêmin Mukriyanî semînarekê lidar dixe.

Enistîtuya Kulturî û Hunerî ya Ramana Ehemdê Xanî li Urmiyê, dixwaze di meha Gulana 2010an de, ji bo rêzgirtin û bibîranîna helbestvanê navdar yê Kurd, Mamoste Hêmin Mukriyanî semînareke berfireh lidar bixe.
Da daxwiyaniya saziya Kurdî ya Bajarê Urmiyê de ku kopyek bo me hatiye şandin, daxwaz ji helbestvan û nivîskarên Kurd tê kirin, gotar û berhemên xwe heta 15ê Gulana 2010an bo navnîşanê Enistîtuya Kulturî û Hunerî ya Ramana Ehemdê Xanî ya Urmiyê bişînin. info@e-xani.com
Semînara bibîranîna Mamoste Hêmin roja 20ê Gulana 2010an û li navenda Enistîtuya Kulturî û Hunerî ya Ramana Ehemdê Xanî tê lidarxitin.
Hinek aliyên semînerê ev in:
- Cîh û bandora Mamoste Hêmin di xwendingeha helbesta Mukriyanê de

- Vekolîna civaknasî û bandora rewşa dîrokî di naveroka helbestên Hêmin de

- Nirxandina Helbesta Hêmin û helbestvanên dewrana Meşrûte li Îranê

- Girêdayîna wêjeya helbestên Hêmin di helbesta girêdayî de

- Jînegarî û lêgerîn li pey aliyên veşartî û ne behskirî yên helbest û kesayetiya Hêmin

- Jin û hezkirin di berhemên Mamoste Hêmin de

- Dahûrandina aliyên bedewnasî, gotarnasîn, lêgerîn li pey awayên formnasiyê di helbestên Hêmin de

- Çavkaniyên helbestên Mamoste Hêmin di wêjeya kilasîk û edebyata folklorîk de

Wednesday, April 28, 2010

514 Malbatan li Îlamê zêdeyî zarokek kêmendam hene

Dengê Azad: Hat zanîn ku li Parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, 514 malbatan bêhtirî zarokek kêmendam hene û piraniya wan nikarin bilivin û bimeşin û di warê cesteyî de wan nikarin bilivin û bimeşin.
Serokê Giştî yê Îdara ‘Behzîstî’ ya Parêzgeha Kirmaşanê, Sadiq Rostemî di daxuyaniyekê de ragehad: “514 malbatan li Îlamê bêhtirî zarokek kêmendam hene ku ku ji vê jimarê 425 malbatan xwedî du zarokên kêmendam in û 58 malbatan jî zêdeyî 3 zarokên kêmendam hene û 28 malbat jî xwedî çar zarokên kêmendam in û 2 malbatan jî 5 û 6 zarokên nivîşkan û kêmendam hene”
Sadiq Rostemî bal kişand ser rewşa wan kêmendaman û da xuyakirin: “Piraniya wan nikarin bilivin û bimeşin û di warê cesteyî de rewşa wan pir xerab e.”
Îlam yek ji wan Parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdisanê ye ku herî zêde mayînên ne teqiyayî têde hene û salane jiyana sedan kesan li wê Parêzgehê distîne yan bi dijwarî birîndar dibin û wek kêmendam jiyana xwe didomînin.
Herçiqas ew statîstîka ji aliyê berpirsekî Komara Îslamî li Îlamê derbarê radeya kêmendamên hatiye eşkerekirin, lê pisporên warê civakî li Îranê didin zanîn, serjimêriya han ne rast e û jimara wan malbatan ku xwedî yek yan çend kêmendam in, gelek zêdetir e û dewlet bi kêmî piştgiriya wan kêmendaman dike.

Sadiq Ahengerî bi 18 meh cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin

Dengê Azad: Welatiyekî Kurd yê bajarê Bokanê, bi navê Sadiq Ahengerî ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.



Li gor rapora Ajansa ‘mukriannews’ê, Sadiq Ahengerî ku dema 4 meh bû ji aliyê hêzên ewlekarî yên bajarê Bokan li Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, di çend rojên borî de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê bi 18 meh cezayê hat mehkûmkirin.

Li gor biryara Dadgeha Şoreşê, Sadiq Ahengerî divê wî cezayê xwe li girtîgeha Mehabadê biqedîne.

Navbirî ku niha di girtîgeha Mehabadê de ye, bi tawana alîkarîkirin ligel partiyeke dijberê hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê hatiye hatiye darizandin.

Tuesday, April 27, 2010

Behmen Qubadî: Ji min re gotin li Îranê here

Dengê Azad: Derhênerê Kurd yê navdar, Behmen Qubadî, di hevpeyvîna xwe ya herî dawî de diyar kir, Wezareta Ewlekariya Îranê ez gazî kirim û daxwaz ji min kir yan li gor wan tevbigere yan ji Îranê here.
Heftenama Economist, hevpeyvînek berfireh ligel derhêner Behmen Qubadî weşand. Qubadî di bersiva pirsên Economîstê balê dikşîne ser rewşa sînemayê li Îranê û dijwarî û astengiyên ser riya derhêner û heta çalakvanên warê çandî û hunerî.
Di bersiva pirsekê de, derbarê sedema derketina wî ji welat, Qubadî wiha axivî: “Wezareta Ewlekariyê ez gazî kirim. Wan ji min re got, eger dixwazim berdewam karê derhêneriyê û çêkirina fîlman bidomînim, divê li gor standardên wan kar bikim, ango ligel tu medyayek biyanî hevpeyvînê çênekim û peywendiyên min bi grûpeke taybet re tunebe. Wan herwiha ji min re gotin, rêyeke din li pêşiya te ye, ew jî çûna ji Îranê ye. Êdî ez nizanim mala min li kuderê ye. Ez di navbera Kurdistan, Iraq, Berlîn û Amerîka de sergerdan im. Hêvî dikim herî zû rewşa Îranê baştir be û bikarim vegerim welatê xwe.”
Behmen Qubadî balê dikşîne ser vêya, hevala min Ruksana Sabirî binçav kirin, mohletnama çêkirina fîlman bo min qedexe kirin, lewra ez neçar kirim ji Îranê biçim. Qubadî dibêje, ez wek penceresazekê me ku hewlê didim goşeyeke vê cîhanê bidim nîşandan ku bi kêmî tê dîtin. Qubadî got: “Rewşa siyasî ya niha ya Îranê ne tenê ez, belku gelek kesên din jî perîşan kirine.”
Di dawiya hevpeyvîna xwe de ligel Economistê, Qubadî eşkere dike, îsal li Herêma Kurdistanê dest bi çêkirina fîlmeke nû dike.
Deqa hevpeyvînê bi Îngilîzî li jêr bixwîne.

http://www.economist.com/displaystory.cfm?story_id=15948829

Zarokên Kurd karê dezgehên dewletê dikin!

Dengê Azad: Min çend car fîlma derhênerê bi navûdeng Behmen Qûbadî ‘demek bo hespên serxweş’ temaşe kiriye. Ew herdem bala min zêdetir dikşîne. Taybetmendiyeke fîlmên Behmen Qubadî ew e ku pirsgirêkên jiyana Kurdan dibe berçavê temaşevanan.

Fîlma ‘demek bo hespên serxweş’ pirsgirêka hebûna mayînan li Kurdistanê tîne rojevê û di rastî de jî her wilo ye. Lê ji hemû dîmenekê balkêştir ew zarok in ku mayînan kom dikin û dibin difroşin. Di Kurdistanê de zarok karê dezgehên dewletê bo komkirina mayînan dikin. Mayînên ku berdewam gefê li jiyana welatiyên sivîl, bi taybet zarokan dikin.

Ev wêne her tiştî rave dike...

Monday, April 26, 2010

Komara Îslamî perojeyan li Rojhilatê Kurdistanê cîbicî nake

Dengê Azad: Projeyên ku Komara Îslamî ya Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine û dike, zû nayên cîbicîkirin.
Biryar bû hemû parêzgehên Îranê bi riya trenê bi hevdu re bên girêdan, lê ew proje li Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Parêzgeha Sine sekiniye û pêşde naçe. Ji ber ku ew budceya ku bo van projan li Kurdistanê hatine terxankirin, pir kêm e û dijwar dixuye projeya han pêşde biçin. Herçiqas nûnerên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Meclîsa Îranê vê pêvajoyê rexne dikin, lê di pratîk de gotin û rexneyên wan jî bê bandor dimînin.
Roja 24ê Nîsana 2010an, şandeke Komîsyona Avedankirina Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi aramnca şopandina projeyên parêzgeha Sine serdana wê parêzgehê kirin. Nûnerê bajarê Selmasê, Elî Ekber Aqayî ku hevdem Cîhgirê serokê wê Komîsyona Parlamenê ye, ragehand: “Projeyên riya trenê û yên din li hemû Rojavayê Îranê pêş neketine û dewletê sozên xwe di beşa pêşdebirina projeya riya trenê di vê herêmê de cîbicî nekiriye.” Rojavayê Îranê her çar Parêzgehên Kurdistana Îranê li xwe digre. Ji xeynî riya trenê, karê projeyên din jî bi başî pêşde naçin. Di daxuyaniya herî dawî de, rêvebirên projeyan dan zanîn, ji ber demografî û rewşa av û hewayê Kurdistanê, proje dereng dikevin! Lê xelk û pispor van gotinan tenê hêcet dihesibînin û bi tevahî red dikin.
Elî Ekber Aqayî, roja şemî 24ê Nîsanê, di civînekê de li bajar Sine eşkere kir, di warê cîbicîkirian projeyan de hikûmetê karê xwe bi başî ne meşandiye û proje bi awayekî berçav nehatine pêşdebirin.
Nûnerê Selmasê li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, herwiha diyar kir, projeyên parêzgeha Sine bi başî pêşde neçin, bi taybet projeya riya trenê. Navbirî da xuyakirin, li gor rêjeya wê budceya ku bo vî karî hatiye terxankirin, em nikarin hêvîdar bin ku rewşûa van projeyan zêdetir pêşde herin.

Peyva Hefteyê

“Nazanim, nikarim û çênabe, peyvên herî xerab û nexweş in bo min.”

Binapart

Li Îranê xebata sivîl bo Kurdan ji neteweyên din qedexetir e

Çalakvanên sivîl ên Kurd li Îranê: Niha cezayê lidarvekirinê bi ser 21 çalakvanên sivîl ên Kurd hatiye sepandin
Azad Kurdî
Beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji dêlva ku tevlî xebata qedexekirî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bin, rêya xebata sivîl hildibijêrin, lê Komara Îslamî ya Îranê rê nade wan û zêde zextê ji wan re tîne, lewra çalakvanên sivîl jî neçar dibin Îranê cîh bihêlin.
Endama Komîta Navendî ya PDKÎ Nahîd Husênî, diyar dike, partiyên siyasî û xelkê wî welatî bi giştî û bi taybet Kurdistanê hewl didin bi riya xebata sivîl û aştîxwazane berevaniyê ji mafên xwe bikin, lê Îranê bersiva xebata sivîl û aştîxwazane ya Kurdan bi tûndûtûjiyê dide. Kurd herdem alîgirê aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya siyasî û gotûbêjê bûne.
Di heftemîn civîna Konseya Mafê Mirovan a ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de li Jenevê, derbarê binpêkirina mafên sivîl ên welatiyan li Îranê, karbidestên Îranê bi dijwarî hatin rexnekirin. Lê berpirsê karûbarê siyasî li Wezareta Navxwe ya Îranê Mehmûd Ebaszade, ku di wê civînê de beşdar bû, ragehand di salê de zêdeyî 5 hezar meş û xwepêşandan di wî welatî de tên lidarxistin û 250 partiyên qanûnî jî li Îranê hene.
Çalakvanê sivîl û endamê Civata Bajarê Qurwe ser bi parêzgeha Sine, Arif Nadirî da zanîn: “Xebata sivîl li Rojhilatê Kurdistanê di dema borî de, gelek berhem hebûye, wek weşandina dehan kovar û çapemeniyên xwendekarî, heftenameyên Kurdî, avabûna civatên çandî, rêxistinên ne dewletî ango NGO serbixwe, heta damezrandina rêxistinên parêzerên mafê mirovan, girevgirtinên giştî û girseyî, girev li pêşberî dadgeha bajarê Sine û zanîngehan û wd... wêna jî bû sedema ku tirsa desthilatê li ser Rojhilatê Kurdistanê bê şikandin.”
Bi baweriya wî çalakvanê sivîl yê Kurd, Komara Îslamî ya Îranê berdewam hewlê dide xebata sivîl ji nav bibe û eşkere kir: “Hikûmeta Îranê çalakvanên sivîl neçar dike welat bicîh bihêlin, ji ber ku mana wan li hundirê welat bandora erênî dike ser xurtbûn û girseyîbûna xebata sivîl û hişyarkirina xelkê.”
Çalakvanê sivîl yê Kurd Aso Salih, ku heyamekê di girtîgehên Îranê de bûye û ji ber guşarên Komara Îslamî ya Îranê, dû sal dibe Rojhilatê Kurdistanê cîh hiştiye û niha li welatê Swêdê niştecih e, diyar kir: “Îran li dijî hemû wan çalakiyên sivîl e ku li derveyî desthilata wê tên meşandin, ev yek dibe sedem ku çalakvanên derveyî desthilatê neçar bin welat bicîh bihêlin.” Aso Salih herwiha da xwiyakirin: “Piraniya çalakvanên sivîl yan ciwan an xwendekar in. Di pêşerojê de tu karek ji wan re nayê dan, yan nahêlin ku xwendina bilind bidomînin û derfetên xwendina bilind ji çalakvanên sivîl re aseng dikin.”
Bi nerîna Aso Salih, ji herêmên din bêhtir dijberiya çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û nerîna xwe wiha ziman: “Niha hikûmeta Îranê cezayê lidarvekirinê bi ser 21 çalakvanên sivîl ên Kurd sepandiye.”
Gelek çavdêrên siyasî bawer in, guşar û tundûtûjiyên dewleta Îranê beramberî çalakvanên sivîl ên hundirê Rojhilatê Kurdistanê zêde bi wê sedemê ye ku wê xebata sivîl ber bi xebata çekdarî û tundûtûjiyê bê kişandin, ew di demekê de ye ku partiyên çekdar jî ragehandine ku eger rê bi xebata sivîl û siyasî were dan, ew amade ne bi tevahî dev ji çekan berdin.
Mensur Mirwetî yê 34 salî, çalakvanekî sivîl yê bajarê Dêwlan yê Rojhilatê Kurdistanê, ku demek dibe Rojhilatê Kurdistanê cîh hiştiye, wiha diyar dike: “Di serdemê Mihemed Xatemî de heta radeyekê atmusfera siyasî hat vekirin û çalakvanên sivîl ên Kurd fêdeyên baş ji wê rewşê standin, bi taybet bi avakirina navendên rewşenbîrî, çandî, wêjeyî û civakî, Kurdan sûdek baş jê wê derfetê wergirtin. Lê piştî ku Ehmedînejad hat ser desthilatê, zext û guşara ewlekarî û siyasî bo ser çalakvanên sivîl ên seranserê Kurdistanê û bi taybet Kurdan destpê kir û heta îro jî dom dike.”
Li gor Mensur Mirwetî, Îran çalakvanên sivîl neçar dike ji welat nemînin û eşkere kir: “Îran dixwaze bi vê riyê bandora wan li ser civaka Kurdistanê kêm bike, lewra zext û guşara zêde ji wan re tîne da ku welat cîh bihêlin.”

Sunday, April 25, 2010

Îranê Malpera Blogger Fîlter kir

Dengê Azad: Blogger wek yek ji wan malperên mezin yên cîhanê ku herî zêde blognivî di asta cîhanê têde endam in û ximetên blognivîsînê pêşkêşî beşdarên xwe dike, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê hat fîlterkirin.

Ev malpera internetî xizmetên xwe bi belaş pêşkêş dike û blognivî dikarin xizmetên blognivîsînê werbigrin û di sernaserê cîhanê de beşdar hene. Di çend rojên borî de Komara Îslamî ya Îranê Blogger fîlter kir.

Fîlterkirina malpera Blogger di demekê de ye ku gelek Îranî ji xizmetên wê bo blognivîsînê bikar tînin. Wisa dixuye ku rayedarên hikûmeta Îranê biryar standine ji dêlva daxistin û fîlterkirina yek yek ya weblogan, bi awayekî giştî û berfireh xizmetên Bloggerê li Îranê qut bike da ku beşdarên wê nekrin bo blognivîsînê bikar bînin.

Blogger yek ji wan malperên bi navûdeng e ku di sala 2002an de bi alîkariya Google xizmetên xwe berfireh kirin. Ji ber ku zimanê Farsî jî di xizmetên xwe zêde de kir, hezaran kesan li Îranê di Bloggerê ji xwe re rûpel vekirin û nerîn û dîtin û rexneyên xwe bê sansor dinivîsîn. Lê çend roj e xizmetên Bloggerê li Îranê hatine fîlter û astengkirin.

Bi vî awayî ji xeynî sansor û qedexekirina rojname û medyayên din li hundirê Îranê, Komara Îsalmî karê rojnamegeriya Online ya blognivîsan jî dixwaz asteng bike. Ev yek derdixe holê, hikûmeta dîktator ya Komara Îslamî çiqas ji azadiay raderbirînê ditirse.

Li Merîwanê Kasibkarek Kurd hat kuştin û Teqîna mayînê piyê welatiyek sivîl jêve kir

Dengê Azad: Di doma kuştin û birîndarkirina welatiyên Kur li ser sînorên bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek Kurd li Merîwanê hat kuştin û teqîna mayînê bû sedem jêvebûna piyê welatiyek sivîl yê Kurd li wî bajarî.

Komeleya Mafê Mirovan li Îranê diyar kir, roja yekşem, 24ê Nîsana 2010an, teqîna mayînekê li devereke sînorê bajarê Merîwanê, welatiyek sivîl yê Kurd bi navê Îqbal Îzedî kir gorî û di encama bûyerê de piyek xwe ji dest da.

Hat ragehandin, Îqbal Îzedî di encama teqîna mayînekê li ser sînorê Başmaxê piyek xwe ji dest daye û bo nexweşxaneyeke bajarê Merîwanê hatiye şandin. Li gor serjimêriyên fermî, zêdeyî 12 milyon û 800 hezar mayîn tenê li çar Parêzgehên Urmiye, Îlam, Kirmaşan û Sine hene ku li gor nifûsê wan çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, her kesekê mayînek ber dikeve.

Dîsan Kasikarek Kurd hat kuştin

Herwiha di bûyereke din de li bajarê Merîwanê, kasibkarek Kurd bi navê Kamran Ferecî, bi sedema teqekirina rasterast ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî yên binkeya leşkerî ya Xanim Şêxan li herêmên sînorê bajarê Merîwanê hat kuştin û di cîh de jiyana xwe ji dest da.

Çarenûsa Du Girtiyên Siyasî Yên Kurd Li Girtîgeha Urmiyê Ne Diyar E


Dengê Azad: Du Girtiyên Siyasî yên Kurd piştî 75 roj di jora takekesî ya Girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê, ligel tevgerên nebaş û zextên pîskolojîk û îşkenceyên cesteyî rûbirû ne.
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehnad, Murad Mehalî û Husên Ebdulazade ku bi tometa ‘Muharibe’ (şer ligel xwedê) ji aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatine binçavkirin, piştî derbasbûna 75 roj bi ser girtina wan, hê di jora takekesî ya Girtîgeha Navendî ya Urmiyê tê ragirin. Rapor diyar dike, ew du girtiyên siyasî yên Kurd ligel tevgerên nebaş û zext û guşarên pîskolojîk û şîkenceyên cesteyî rûbirû ne.
Hêjayî gotinê ye, Murad Mehalî yê Pîranşarê ye û Husên Ebdulazade jî yek ji çalakvanên siyasî yê bajarê Mehabad li Rojhilatê Kurdistanê ye. Parêzerên mafê mirovan û malbatên wan du girtiyên siyasî yên Kurd nigeranê jiyan û çarenûsa wan in.

Li Îranê Parlamenterekî Kurd Bo Dadgehê Hat Vexwendin

Dengê Azad: Parlamenterekî Kurd li Îranê, Ebdulcebar Keremî ku nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwander e, bi sedema ku berdewam hinek karbidestên destnîşankirî yên Serokkomar li Parêzgeha Sine rexne kirine, rûbirûyê tometa bêhurmetîkirina hikûmetê bûye û ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexweandin.
Li gor Malpera Jarasnews, piştî şikayetnameya Ofîsa Serokkomariyê ji nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere bi tometa bêrêzî û dijberîkirina hikûmetê, ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bo dadgehê hatiye vexwandin.
Rapor dide zanîn, ger Ebdulcebar Keremî nikaribe di Dadgehê de bi awayekî pêwîst berevaniyê li xwe bike, bêguman cîhê dahatû yê wî bo salên dirêj girtîgeha ‘Evin’ a Tehranê dibe.
Di raporê de wiha tê gotin: “Piştî pevçûnên berdewam di navbera Ebdulcebar Keremî ligel Serokkomar û Parêzgarê Sine û rexneyên dijwar ên wî derbarê kiryarên ne qanûnî, nezanistî û cudahîdanînê, Parêzgarê Sine û Ofîsa Serokkomariyê şikayetek li ser navbirî tomar kirine û ji Serdozgerê Tehranê daxwaz kirine Ebdulcebar Keremî dadgehî bike. Tometên ku li navbirî hatine dan ev in: Bêhurmetîkirina eşkere ya hikûmetê û berpirsên welat û parêzgeha Sine.
Biryar e Dadgeha Ebdulcebar Keremî meha dahatû bê lidarxistin.

Saturday, April 24, 2010

Komara Îslamî Ya Îranê Ji Endambûn Di Konseya Mafê Mirovan A NY Poşman Bû

Dengê Azad: Li gor agahiyên ajansên cîhanî yên nûçeyan, Komara Îslamî ya Îranê daxwaza xwe bo endambûn di Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de vegirt û ji berbijarbûna xwe bo endambûn di wê saziyê de poşman bû.

Bi baweriya çavdêrên siyasî, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê guman hebûn ku dê bo endambûn di wê saziya navneteweyî ya mafê mirovan de dengê bîne. Ev biryara Îranê ligel pêşwaziya germ ya saziyên parêzerên mafê mirovan rûbirû bû.

Di Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, 47 welatên cîhanê endam in ku erkê çavdêrîkirina parastina mafê mirovan li seranserê cîhanê li stoyê wan e. Binkeya wê saziyê li Jenevê ye û 2 mehan berî niha civîna xwe ya giştî lidarxist.

Rayedarên Komara Îslamî sedemên paşdekişyana xwe şirove nekirin. Lê çavdêrên siyasî diyar kirin, Îranê nekarî dengê pêwîst bo endambûna xwe kom bike, lewra ji berbijarbûna xwe poşman bû .

Îran bi awayekî berfireh û sîstematîk mafê mirovan binpê dike. Lê çalakvanên mafê mirovan dibêjin, zext û guşarên navneteweyî derbarê binpêkirina mafê mirovan, Komara Îslamî ya Îranê neçar kir wê biryarê bistîne. Çalkvanên mafê mirovan çaverê dikin Îran derbarê binpêkirina berfireh a mafê mirovan were mehkûmkirin.

Dadgeha Mehabadê Kurdek Bi Îdamê Mehkûm Kir

Dengê Azad: Dadgeha Şoreş a Mehabadê welatiyek Kurd bi navê Hebîbulah Gulerîpûr bi cezayê darvekirinê mehkûm kir.

Ajansa Nûçegihaniya ‘mukriannews’ ragehand, Hebîbulah Gulerîpûr ku dema şeş meh bû hatibû binçavkirin, bi tometa ‘muharibe’ (şer bi xwedê re) bi riya çalakiyên propagandayî û endambûn di partiyeke dijberê sîstema Komara Îslamî ya Îranê û li gor mada 186 û 190 a Qanûna Cezayên Îslamî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê bi îdamê hat mehkûmkirin.

Hebîbulah yê bajarê Sine ye û demeke dirêj di zîndanên Sine û Mehabadê de bû, lê niha di girtîgeha Mehabadê de ye û li gor daxwiyaniya Dadgeha Şoreş a Mehabadê dema wî heye da ku nerazîbûna xwe li bermaberî wê biryara dadgehê bide xuyakirin.

Seyîd Êhsan Muctewî, parêzerê Hebîbulah Gulerîpûr di daxuyaniyekê de bo rojnamevan û çalakvanê mafê mirova, Xusro Kurdpûr, biryara îdamkirina navbirî piştrast kir û ragehandiye, dê di dema qanûnî ya diyarkirî de nerazîbûna xwe li hemberî wê biryarê bide xuyakirin.

Hêjayî gotinê ye ku biryara lidarvekirina zêdeyî 17 çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye dan, ku Hebîbulah Gulerîpûr kesê dawî ye ku wî cezayê ne dadperwerane werdigre.

Wednesday, April 21, 2010

112mîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî Pîroz Be

Dengê Azad: Îro 22ê Nîsana 2010an, 112mîn salvegerea Rojnamegeriya Kurdî ye. Karwanê rojnamegeriya Kurdî 112 sal e dimeşe û di her çar parçeyên Kurdistanê qonaxên cur bi cur û gelek evraz û nişîv derbas kirine. Cara yekemîn di dîroka Kurdan de, Midhed Bedirxan di 22 Avrêl 1898'an de yekemîn rojanameya Kurdî li ser navê welatê Kurdan wate ‘Kurdistan’ weşand.

112mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî ji hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz be. Bi taybet ew rojnamgerên ku ji xeynî parçeyê azadkirî – Herêma Kurdistanê- li Tirkiye, Îran û Sûriyê di bin zext û guşar û astengiyên pir mezin de xebata rojnamevegriya Kurdî dimeşînin û rêbaza Rojnama Kurdistan û Midhed Bedirxan winda nakin û bi xizmeta xwe û dana nirx û bihayan wê têkoşînê dimeşînin.

Silav ji wan rojnavan, reşwnbîr û elîtên Kurd ku bi xame û pênûsê xwe xizmeta rojnamegeriya Kurdî dikin û serê xwe bo asteng, pisgirêk û gefan û heta girtin, îşkence û gefxwarinên desthilatdarên dagirkerê Kurdistan netewandine û natewînin.

Bi hêviya pêşketina rojnamegeriya Kurdî di hemû warî de…


Gola Urmiyê Ber Bi Ziwabûnê Diçe

Azad Kurdî
Di çend salên borî de, asta ava Gola Urmiyê heta 6 metr kêm bûye, bi awayekê ku hin kes dibêjin bêhnên dawiyê dide. Niha pisporên warê jîngehê ji her demê zêdetir nigeranê ziwabûna Gola Urmiyê û dawîhatina temenê vê sermaya netewî dikin.
Qasê Çend salan e ku pirsa kêmbûna ava gola Urmiyê û xetera ziwabûnê wê golê bûye mijara rojevê û her aliyek bi awayekê pirsê şirove dike. Lê dema mirov asta niha ya ava golê li gor çend salên borî dide berhev, ne tenê nigeran dibe, belkî sedî sed metirsiya ziwabûna wê dikeve mêjiyê mirov.
Rayedar û dezgehên Komara Îslamî di van çend salên borî de, bê baldan bi nigeranî û şîretên pisporên warê jîngehê, tu tedbîrek bo rizgarkirina golê nemeşandine. Belkî ji xeynî hişkesaliya çend salên borî, bi projeyên cur bi cur nemaze çêkirina bendavan li ser çem û çavkaniyên sereke yên ava xursitî ya golê, çend qat zêde alîkarî dane proseya ziwabûna wê. Ji ber ku wan tu gav bala xwe nedane nerîn û pêşniyarên karnas û pisporên warê demografî û jeolojiyê derbarê metirsiyên ziwabûna gola Urmiyê.
Di çend rojên borî de, civîna sedan kes ji xelkê sivîl ê Urmiye û Tewrêzê li ser beravên gola Urmiyê, bi nîşana nerzîbûn li hember xemsariya dewletê bo çaresernekirina kirîza golê têra xwe balkêş bû. Sedan kes ji welatiyên sivîl ên wan du bajaran, di meşeke aştîxwazane de ber bi golê meşiyan û bi şerbik û alavên biçûk av rijandin nav golê. Bi vê tevgera sivîl û sembolîk, xelkê wan du bajaran nigeranî û nerazîbûna xwe li hemberî bêdengî û xemsariya karbidestan li hember ziwabûna ava gola Urmiyê dan xuyakirin. Lê wek edetê hercar yê hêz û karbidestên Komara Îslamî li hemberî çalakiyên sivîl û aştîxwazane jî, li cihê ku bersiva beşdarên vê meşa sivîl bidin, zêde yî 100 kes binçav kirin û wekî hemû liv û tevgerên herdemî yên xwe ligel meş û nerazîbûnên xelkê tevgeriyan. Vê meşê dubare bala civakê kişand ser kirîz gola Urmiyê.
Kirîza ziwabûna ava gola Urmiyê ewqas cidî ye ku niha erdên ku berê hemû av bûn, bûne girên sipî û erdê wê zêde wek kifneke sipî dikeve berçav ku li benda mirinê ye.
Gola Urmiyê bi rûberê 5 hezar û 200 kîlometrên çargoşe, gola herî mezin ya Îranê tê hesibandin ku ava wê sûr e û 102 giravên biçûk û mezin hene. Di giravên golê de çendîn corên ajel û balindeyan dijîn, niha kêmbûna ava gola Urmiyê metirsiyê li ser jiyana wan jî pêk tîne.
Karnaseke pispor di warê jîngehê de ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê nexwast navê wê were eşkerekirin, di daxuyaniyekê de sedemên kêmbûn û paşdeçûna ava gola Urmiyê wiha şirove kir: “Di rastî de, gelek sedemên vê kirîz yan em bêjin karesata mirovî û jîngehê hene. Lê yên herî giring ev in; Hişkesaliya navbera salên 2000 heta 2007an, lêdana zêde ya bîrên avê li herêmên derdora golê û bikaranîna ava wan bîran, çêkirina çendîn bendavan li ser çemên mezin ku çavkaniya ava vê golê pêk tînin, wek çemên Nazlî, Berandêz, Beresor û wd... . Herwiha çêkirina bendava mezin a Lîqwan li bajrê Tewrêzê, çêkirina cada navbera bajarê Urmiye û Tewrêzê – naskirî bi Kelanterî - ku ji naverasta vê golê derbas dibe ku bûye sedem dehan ton alav û amûrên giran û axê bo nav gola Urmiyê bên rijandin û kûrahiya wê jî kêmtir be. Sedema din baran nebarîn û ziwabûna ava kanî û çavkaniyên xwezayî yên golê û germiya seqayê dibe sedema bûne helm a avê û li encam de zêdebûna sûratiya ava gola Urmiyê ku xêyeke zêde li derdora cihên hişkbûyî û kêmav bi cîh dimîne.”
Vê çavkaniyê ji bajarê Urmiyê eşkere kir; bo pêşîgirtin ji kêmbûna zêdetir ya ava vê gola Kurdistanê, gelek mekanîzmên guncaw û jêhatî hene ku di çend salên borî de, wek pisporên vî warî pêşkêşî berpirsên Komara Îslamî kirine, lê tu gavek nehatiye avêtin û berpirsyariya vê kirîza mezin a jîngehê dikeve stûyê wan û divê bersivderê civakê bin.
Pisporên warê jîngehê û çalakvanên sivîl û xelkê Urmiyê bi giştî, nigeranê rewşa aloz ya kêmbûn û ziwabûna wê gola bedev in. Ligel ku zêdeyî 10 sal dibe ev kirîz rastî gola Urmiyê hatiye, lê tu mekanzîmeke cidî û kêrhatî ji aliyê karbidestên Komara Îslamî nehatiye hilgirtin. Hemû aliyek jî, siyasetên şaş û xemsariya berpirsyarên hikûmetê wek sebebkarê xurtbûna vê kirîzê dihesibînin.


Bi Sedema Daxistina Sînoran, Xelkê Merîwanê Meşeke Nerazîbûnê Lidar Xistin

Dengê Azad: Bi nîşana şermezarkirina biryara daxistina bazarçeya ser tixûb, jimareyek kasibkar û xelkê Merîwanê, meşeke nerzabûnê lidar xistin.

 
Ji ber daxistina bazarça sînorê bajarê Merîwanê, roja çarşem 21ê Nîsana 2010an, jimareyek kasibkar û xelkê wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê civîneke nerazîbûnê lidar xistin.
Di vê derbarê de Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan, diyar kir, dema çend roj dibe bazarça sînorî ya Merîwanê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye daxisatin û kasibkarên wê herêma bajarê Merîwan tûşî ziyan û xesareke zêde bûne. Xelkê nerazî di vê meşê de daxwaza çareserkirina wê pirsgirêkê dikin.
Nûçegihaniya Kurdistan, eşkere kir, hê bersiva daxwaza vê jimara berfireh a xelkê nerazî û kasibkaran nehatiye dan.

dengeazad.blogspot






Birayê Girtiyekî Siyasî Yê Kurd Yê Mehkûm Bi Îdamê Hat Binçavkirin

Dengê Azad: Bi sedema şopandina dosya Mihemedemîn Ebdulahî, girtiyê siyasî yê Kurd ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, birayê wî li bajarê Bokanê hat binçavkirin.

Mihemed Ebdulahî, birayê girtiyê siyasî yê mehkûmkirî bi îdamê, Mihemedemîn Ebdulahî e ku ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye binçavkirin û bo cîheke ne diyar hatiye şandin.

Kampanya berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl, ragehand, sedema binçavkirina Mihemed Ebdulahî, şopandina dosya Mihemedemîn bûye.

Hêjayî gotinê ye, Mihemedemîn Ebdulahî ligel Qadir Mihemedzade, du girtiyên siyasî yên Kurd di Dadgeha bajarê Urmiyê de ni tometa hewildan li dijî tenahiya neteweyî û ‘Muharibe’ (şer bi xwedê re) bi cezayî lidarvekirinê hatin mehkûmkirin. Mihemedemîn Ebdulahî û Mihemedemîn Ebdulahî di dadgeha yekem de bi 20 û 32 sal cezayê girtîgehê hatibûn darizandin û di Dadgeha Peydeçûnê de cezayê wan bo darvekirinê hat guhertin.

dengeazad.blogspot




Monday, April 19, 2010

Du Girtî Li Zîndana Urmiyê Hatin Kuştin

Dengê Azad: Du girtiyên Zîndana Urmiyê bi destê hêzên taybet ên nav girtîgehê hatin kuştin.


Roja yekşem, 18ê Nîsana 2010an, 2 girtî li Girtîgeha Urmiyê ji ber lêdan û îşkenceya hêzên taybet ên nav girtîgehê hatin kuştin. Ew du girtiyên benda 9 û 11 bûn.

Bûyer roja 18ê Nîsanê çêbû û di destpêkê de girtiyek bi navê Îrec Xemengîz bi sedemên ne diyar ji aliyê hêzên taybet ên nav girtîgehê hat kuştin.

Piştî ku girtiyên girtîgeha Urmiyê haydarê bûyerê dibin, nerazîbûn nîşan dan ku di wê demê de hêzên çekdar ên nav girtîgehê bi fermanderiya Ekber Pîşewer bi mebesta ku nerazîbûn girtiyan bidaw bîne, êrîş kirin ser girtiyên nerazî û bi dijwarî li wan xistin.

Di encama pevçûnê de, çekdarekê bi batomê li serê Seyfedîn Yehyazade xist û di cîh de jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê, diyar kir, nerazîbûna girtiyên Girtîgeha Urmiyê ji ber kuştina wan dû girtiyan berdewam e.


2 Sal Cezayê Girtîgehê Bo Xwendekarê Kurd Hejîr Kurdnejad

Dengê Azad: Xwendekarekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, bi navê Hejîr Kurdnejad bi 2 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.


Li gor agahiyên malpera ‘Saghez’ê, xwendekarekî Kurd bi navê Hejîr Kurdnejad bi tawana beşdarîkirin di civînên nerazîbûna sala borî de ku piştî ragehandina encamên hilbijartinan hatin lidarxistin, bi du sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye, Hejîr Kurdnejad xwendekarê Zanîngeha Zanistên Civakî ya Tehranê ye. Navbirî havîna sala borî ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Tehranê hat binçavkirin û piştre bo Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat veguhastin. Heta çend mehan, Hejîr Kurdnejad mafê hevdîtina ligel malbata xwe re tunebû.



2 Sal Cezayê Girtîgehê Bo Xwendekarê Kurd Hejîr Kurdnejad

DengêAzad: Xwendekarekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, bi navê Hejîr Kurdnejad bi 2 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

 
Li gor agahiyên malpera ‘Saghez’ê, xwendekarekî Kurd bi navê Hejîr Kurdnejad bi tawana beşdarîkirin di civînên nerazîbûna sala borî de ku piştî ragehandina encamên hilbijartinan hatin lidarxistin, bi du sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

 
Hêjayî gotinê ye, Hejîr Kurdnejad xwendekarê Zanîngeha Zanistên Civakî ya Tehranê ye. Navbirî havîna sala borî ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Tehranê hat binçavkirin û piştre bo Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat veguhastin. Heta çend mehan, Hejîr Kurdnejad mafê hevdîtina ligel malbata xwe re tunebû.





Sunday, April 18, 2010

Çend Xwendekarên Zanîngeha Kurdistan Li Sine Ji Xwendinê Hatin Bêparkirin

Dengê Azad – ‘daneshjoonews’: Çend xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Kurdistan li bajarê Sibe ceza wergirtin û ji xwendinê hatin bêparkirin.
Di doma şopandin, bêparkirin ji xwendin û derkirina biryarên înzibatî li ser çalakvanên xwendekarî yên Kurdî, Komîteya Înzibatî ya Zanîngeha Kurdistan li Sibe bo çend çalakvanên vê zanîngehê biryarên nû derkiriye û ji xwendinê bêpar kirine.

Navê hinek ji wan xwendekaran ev in:

Mihemed Hemîdî

Resul Husênî

Mehdî Kehber

Sîna Roşenî

Seyîd şehabedîn Fazilî

Perya Nîkbîn

Hemze Hesenî



Li Îranê 30 Milyon Kes Înternetê Bikar Tînin

Dengê Azad: Karbidestekî Wezareta Şîrşada Îslamî ya Îranê ragehand, jimara wan kesan ku niha li Îranê înternetê bikar tînin, gihaye 30 milyon kes.

Herçiqas jimareyek zêde xelkê Îranê înternetê bikar tînin, lê li Îranê înternet di bin çavdêriya desthilatê de ye û bi dijwarî tê bikaranîn. Piraniya bikarînerên înternetê, ji rewşa ku Komara Îslamî pêk aniye, nerazî ne.

Jîla Benî Yequb, Xelata Azadiya Axavtinê Bidest Anî

Dengê Azad: Rojnamevan û çalakvana mafê jinan, Jîla Benî Yequb ji ber xebatên xwe yên di warê rojnamegeriyê de û bikaranîna zimanê azad di nivîsarên xwe de û gihandina dengê azad di malpera xwe de, Xelata Azadiya Axavtinê li Almnya bidest anî. Xelata taybet a Nûçegihanên Sînornenas di pêşbirkêya navneteweyî a nûçegihanê/a herî baş ya malperan li Almanya ye ku wek xelata ‘Azadiya Axavtinê’ tê naskirin û her sal ji malperekê re tê dan ku di warê azadiya axavtinê de çeleng in.




Nûçegihanên Sînornenas, di daxuyaniyekê de ragehand, şeşemîn xelata vê rêxistinê ji malpera Jîla Benî Yequb a bi navê ‘Em Rojnamevan in’ hatiye dan.



Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivîsîn: “Jîla Benî Yequb yekemîn weblognivîsa parêzera azadiya axavtinê li Îranê ye ku di malpera xwe de pirsên rojeva Îranê û bi taybet pirsên civakî û mafê jinan tîne rojevê. Wê û derdorên wê nirx û bedelên zêde jî bo pîşeya xwe dane.”



Nûçegihanên Sînornenas diyar dike, ev xelat bo rêzgirtin ji hemû wan weblognivîs û rojnamevanên Îranî ye ku di mehên borî de hatine girtin an neçar mane ji welat birevin.



Jîla Benî Yequb û hevserê xwe Behmen Ehmedî, di encama xwenîşandanên sala borî di Îranê de hatin binçavkirin. Jîla heta niha zêdeyî 4000 rapor derbarê mijarên wek xwendina jinan, xwefirotina jinan, xwekuştina ciwanan û mijarên din ên civakî weşandine.





Kasibkarekî Din Yê Kurd Hat Kuştin

Dengê Azad: Di hefteya borî de du kasibkarên Kurd li Merîwanê hatin kuştin.



Di berdewamiya êrîş bo ser kasibkarên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê de, piştî ku roja 15ê Nîsana 2010an, Kasibkarê Kurd Xebat Ehmedî bi destê çend çekdarên Komara Îslamî li Merîwanê hat kuştin. Nûçegihaniya Kurdistan, da zanîn, roja 16ê Nîsana 2010an, Kasibkarekî din jî bi navê Keyumers jî bû armanca êrîşa guleyên çekdarên Komara Îslamî ya Îranê û hat kuştin.



Bûyer li derdora çemê Dereweran yê bajarê Merîwan çêbû. Hêzên Komara Îslamî êrîşê dikin ser jimareyek kasibkarên Kurd û di encam de, Keyumers dibe armanca guleyên wan çekdaran û birîndar dikeve. Keyumers bi briîndarî dikeve nav çemê Dereweran û dixendiqe û jiyana xwe ji dest dide.



Keyumers yê bajarê Sine bû û li wê devera bajarê Merîwanê bo debara jiyana malbata xwe kasibkarî dikir. Di hefteya borî de tenê li Merîwanê, 2 kasibakrên Kurd bi destê çekdarên Komara Îslamî ya Îranê hatin kuştin.

Friday, April 16, 2010

Kasibkarekî Kurd Li Merîwanê Hat Kuştin

Dengê Azad: Di berdewamiya kuştina welatiyên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê, roja 15ê Nîsana 2010an, kasibkarekî Kurd yê bajarê Merîwanê bi sedema êrîşa hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin.




Komeleya Mafê Mirovan li Îranê, di raporekê de eşkere kir; roja 15ê Nîsana 2010an, Xebat Ehmedî, kasibkarekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê ku xelkê Sewlava bû, bi sedema êrîşên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Merîwanê hat kuştin.



Di meha borî de heta niha, 7 kasibkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînoran bi destê çekdarên dewleta Îranê hatine kuştin. Sala borî jî 90 kasibkarên Kurd hatibûn kuştin. Vêya tenê serjimêriya wan kasibkarên kuştî ne ku hatine ragehandin.



Heftenameyên Rojhilatê Kurdistanê Ji Ber Pirsgirêkên Abûrî Hatin Daxistin

Dengê Azad: 3 heftenameyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên abûrî datin daxistin.

Malpera Kurdistanmedia, di vê derbarê de ragehand, Heftenama Kurdî ya ‘Neda-e-jameae’ (Dengê Civakê) û heftenama ‘Didgah’ (Nerîn) ji meha borî şûnde nehatine çap û belavkirin. Hat zanîn, sedema vêya ku ew du heftenameyên Kurdî nayên çap û belavkirin, pirsgirêkên abûrî bûne. Xwediya Heftenama ‘Neda-e-jameae’ (Dengê Civakê), rojnamevana Kurd Noşîn Mihemedî û sernûserê wê jî Riza Cemşîdî ye.

 
Herwiha Heftenameya Nîştiman jî, ji ber pirsgirêkên abûrî weşana xwe bi yekcarî sekinand. Xwedî û sernûsera heftînama Nîştiman Şule Ezîzî ye.

 
Ew sê heftenameyên Kurdî li Parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê dihatin çap û belavkirin û di warê çandî û wêjeyî de dewlemend in û dewletê jî rexne dikin.

 
Lê Heftînama Kurdî- Farsî ya Sîrwan ku ji aliyê Şaredariya bajarê Sine tê weşandin, berdewam tê çap û belavkirin, pirsgirêkên wê yên abûrî kêm in, lê herî kêm tê firotin. Ji ber ku alîgiriya dewletê dike û ne rexnegir e.

 
Çapemeniyên serbixwe yên Rojhilatê Kurdistanê, ligel kirîza xurt ya qedexekirinê, niha jî ji ber pirsgirêkên abûrî weşana wan tê rawestandin.


Thursday, April 15, 2010

Çalakvanên Sivîl Rojhilatê Kurdistanê Vala Dikin

Dengê Azad: Piştî ku hikûmeta Ehmedînejad li Îranê desthilat bi dest girt, pêvajoya girtin, binçavkirin, îşkence, kuştina çalakvanên siyasî, civakî, sivîl û mafê mirovan li hemû Îranê, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê xurttir meşiya û sal bi salê Kurdistan ji bijarte û çalakvanên sivîl û siyasî û civakî tê valakirin.



Li gor rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, derketina her çalakvaneke/î siyasî, civakî, çandî û sivîl nirx û buhayeke mezin e ku ji civaka Kurdistanê dide û emê zêde zirarê bibînin. Ji aliyekê dewlet jî gelek zextê tîne û astengan pêk tîne da ku li hundirê civakê çalakiyên wan tunebin.


Nûçeya derketina berpirsê saziya ne dewletî ya Tenîn li bajarê Qurwe, Mehmûd Şafiî têra xwe bo min nexweş û dilşewat bû. Ji ber ku Mehmûd Şafiî xwendekarekî çalak di warê civakî û çandî de bû. Mehmûd ji ber zext û givaşên zêde û berfireh ên Îdara Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Qurwe, ser bi parêzgeha Kurdistanê neçar ma terka welat bike. Li dijî Mehmûd Şafiî çend doz di Dadgeha Şoreşa bajarê Sine û Dozegeriya Qurwe hatibûn vekirin. Berê jî navbirî bi tometa kiryar li dijî ewlekariya neteweyî bi şeş meh cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Sine hatibû mehkûmkirin.
Beriya Mehmûd Şafiî, çalakvanê sivîl û mafê mirovan yê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Qurwe, Arif Nadirî berpirsê wê saziya ne dewletî bû. Lê ew jî neçar mabû ji Rojhilatê Kurdistanê bireve.
Di doma desthilatdariya Ehmedînejad de, çendîn endamên rêvebir û xebatkarê saziya ne dewletî ya Tenîn li bajarê Qurwê rastî cezayên girtîgehê, bêparkirin ji mafên sivîl, siyasî û çandî hatine kirin. Wek hemû çalakvanên siyasî, sivîl û civakî yên din li Rojhilatê Kurdistanê, xebatkarên NGOya Tenînê jî berdewam di bin gefên hêzên ewlekariyê de bûne.
Beşek ji xebatkarên saziya Tenîna a bajarê Qurwe ev in:

Arif Nadirî, Mikayîl Emînî, Zahid Mehmûdzade, Farûq Sultanî, Suhrab Kerîmî, Talib Mîrzayî, Hebîbilah Rencber, Şêrko Xalid, Xalid Kakyî, Xatûn Hebîbî, Keremelî Keremî û Xelîl Seyî Lale. Her yek ji wan rastî çend sal cezayên girtîgehê û girtin, îşkence, bêpakirina ji mafên sivîl, siyasî û wd... hatine kirin. Beşek ji wan neçar mane wek çarenûsa dehan çalakvanên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji welat birevin û jiyana xwe rizgar bikin, lê di derbideriyê de dilê wan herdem bo welat lêxe.
Ger ev pêvajo wiha bimeşe û di encama siyasetên dewleta Îranê de, Rojhilatê Kurdistanê ji çalakvanên sivîl, çandî, siyasî û civakî vala dibe. Ez gelek nigeranê vê rewê me...

Çalakvanekî Siyasî Yê Rojhilat 2 Sal û Nîv Ceza Wergirtin

Dengê Azad: Çalakvanekî siyasî yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku bi 2 sal û nîv ceza hatibû mehkûmkirin, ji aliyê Dadgeha Bajarê Sine ve hat pesend kirin.


Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) ragehand, çalakvanê siyasî yê Kurd, Mihemed Qewamî ku bi tometa peywendî ligel partiyeke Kurdî û têkdana serbixweyiya welat û yekparçeyiya welat, ku berê 2 sal û nîv ceza xwaribû, biryara cezayê wî ji aliyê Dadgeha Peydeçûnê ve hat erêkirin.

Mihemed Qewamî, berê ji aliyê şaxê dû yê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Bajarê Sine ve bi vî cezayî hatibû mehkûmkirin.

Lê di rojên borî de, cezayê çalakvanê siyasî yê Kurd, Mihemed Qewamî, ji aliyê şaxê 4ê Dadgeha Peydeçûna Parêzgeha Kurdistanê ve hat erêkirin. Navbirî sala 2008an jî 3 mehan hatibû binçavkirin, lê bi greva 50 hezar dolar pere bi awayekî demkî hatibû azadkirin.



EY REQÎB

EY REQÎB


(soranî)

Ey reqîb, her mawe qewmî kurdziman

Nayşikênê danayî topî zeman

Kes nelê Kurd mirduwe,

Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê alakeman

Ême roley rengî sûr û şoriş în

Seyrîke xwênawîye rabirdûman

Ême roley Mîdya û Keyxusrew în

Dîniman e, ayîman her niştiman

Çend hezar lawanî kurdî nere şêr

Bûn be qurbanî, hemûyan nêjiran

Lawî êstaş hazir û amade ye

Canfîda ye, canfîda ye, canfîda

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr

Ta be xwên neqşî eka tacî jîyan

DILDAR

(1918-1948)





EY DIJMIN

(wergera kurmancî)

Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman

Nikare bişkêne liba topa vî zemanî

Bila kes nebêje kurd mirî ye,

Kurd zindî ye Zîndî ye, qet nizim nabe alaya me.

Em kurd in rengê sor û şoreşê ne

Li serboriya me ya xwîndar binihêre.

Em kurên Mîdya û Keyxusrew in

Dînê me, ayîna me her nîştiman e

Çend hezar lawên kurd ên şêrdil

Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin

Lawên wî niha jî hazir û amade ne

Canfîda ne, canfîda ne, canfîda

Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxasan

Çawa bi xwîn neqş dike taca jînê





Hestiyên 104 Zarokên Kurd Li Warê Bav û Kalan Hatin Veşartin

Dengê Azad: Roja 14ê Nîsana 2010an, nûçeyekê kezeba min şeiwtand. Bi rastî dîroka Kurdan tejî trajîdya û serpêhatiyên enxweş in. Lê bihîstina nûçeyê vegerandina hestiyên 104 zarok û dû jinên dûcan ên Kurd li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê hikûmeta berê ya Bees a Iraqê di prosa Enfalê de hatibûn kuştin, pir nexweş û dilşewat bû.


Di cîh de pirsek di hiş û mêjiyê min de derket holê, gelo divê wan 104 zarok û dû jinên ducanî yên sivîl çi tawanek encam dabin ku rastî vê çarenûsa hatin!? Ji hemû tiştî xemgîntir ew e, ji sala 2003an pê re ku Îraq hat azadkirin, berdewam gorên bi kom ên goriyên enfalê ku hemû Kurdên Başûr in, hatien dîtin û termên van vedigerînin Kurdistanê.

Armanc ji kuştina van zarokan û hezaran ciwan û jin û mêrên Kurd ji aliyê wê hikûmetê, fifşkujî bûye.

Hêvî dikim cinayetên dijî mirovî û trajîdyayên wiha di dîroka Kurdan de dubare nebin.



Wednesday, April 14, 2010

Kurd Li Îranê Bê Rojname Ne

Azad Kurdî

 
Rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê karê rojnamegeriyê di Îranê de wek ‘ketina hundirê qada mayînan’ diwesifînin û ji ber qedexekirina rojname û heftenameyên Kurdî û girtina berfireh a rojnamevanên kurd ji pêvajoya niha ya dijberiya dewletê bi tevahî bê hêvî ne.

 
Li gor rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, sala borî di warê azadiya çapemeniyê de, Îran di nav 175 welatên cîhanê de di pileya 172 de cîh girt. Karê rojnamegeriyê, bi taybet bo rojnamevanên rexnegir, ji wê dema ku Ehmedînejad di sala 2005’an de bû serkomar, gelek dijwartir bûye. Bi awayekê ku rêxistinên navdewletî Îranê wek ‘girtîgeha rojnamevanan’ binav dikin.

 
Li gor wan serjimêriyên ketine destê Rûdawê, di sala borî de 351 rojnamevan ji kar hatine avêtin û 25 rojname û heftename hatine qedexekikrin û bêtirî 100 rojnamevan jî hatine girtin. Niha zêdeyî 30 rojnameger hê di girtîgehan de ne, herwiha zêdeyî 61 sernûser û berpirsên rojnameyên wî welatî bo dezgehên ewlekariyê hatine gazîkirin.

 
Rojname û belavokên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di rewşeke dijwartir de ne. Zêdeyî 10 rojnamevanên Kurd di girtîgehê de ne. Hemû rojname û belavokên serbixwe yên Kurdî bi tavahî hatine qedexekirin û di sala borî de çendîn rojnamevanên Kurd welat bicîh hiştine.

 
Rojname û heftenameyên wek Aştî, Rojhelat, Aso, Kereftû, Hawar, Peyama Kurdistanê, Peyama Merdum, Rasan, Jîwar, Kurdistan, ‘Nedaye Came’ (Dengê Civakê), ‘Nedaye Danişcu (Dengê Xwendekar), Xatûn, Roja Nû, Zîlan û dehan kovar û belavokên Kurdî û yên xwendekarên Kurd di zanîngehan de hatine qedexekirin.

 
Rojnamevan Dr. Selahedîn Xedîw rewşa niha ya rojnamevaniya Kurdî li Rojhilat ‘gelek xerab’ dihesibîne û ji Rûdawê re diyar kir: “Rewşeke pir pir xerab ji bo karê çapemenî û rojnamegeriya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê heye. Derfet nayê dan ku ti çapemeniyeke azad a Kurdî were çap û weşandin. Piştî ku Ehmedînejad hat ser desthilatê, moleta çapkirina rojnameyên siyasî, civakî û kultûrî nayê dan ku naverokeke rexneyî hebin.” Bi baweriya Selahedîn Xedîw, li serdemê reformxwazan rewş baş bû. 7 heftenameyên Kurdî û çendîn kovarên Kurdî dihatin weşandin. Lê niha li Rojhilatê Kurdistanê tu rojnameyeke serbixwe ya Kurdî nemaye.” Selahedîn Xedîw eşkere kir ku bi sedema zordarî û guşarên dewletê di yek du salên borî de, gelek rojnamegerên Kurd koçberî welatên derve bûne. Herwiha dosya gelek rojnamevanan jî di dadgehan de tê şopandin, wek.

 
Mihemedsalih Nîkbext, parêzerê Kurd yê li Tehranê, ji ber ku parêzerê dosya piraniya rojnamevanên girtî û rojnameyên qedexekirî ye, sedemên qedexekikrina rojnameyên Kurdî bê bingeh hesiband û bo Rûdawê eşkere kir: “Piraniya ew heftename û kovarên Kurdî ku hatine qedexekirin, ne bi sedema wêya bûye ku ew rojnameyên Kurdî bûne, belku tometa wêya ji wan dane ku propagandayê li dijî Komara Îslamî dikin û piştgiriya hêzên opozîsyonê dikin, lê ew îdia hemû hêcet in û ti bingeheke wan ya durist tune ye.”

 
Niha tenê heftenameya Sîrwan bi Kurdî – farisî tê weşandin, wêya jî piştî rakirina desteya rêveber a berê û danîna grûbeke nû bo wê heftenama dewletî, ku parêzgariya Sine piştgiriyê didê û diweşîne. Kovara Zirêbar jî ku belavokeke çandî, wêjeyî û civakî bû, berê mehane dihat weşandin, demekê bû werzname, niha ew jî dernakeve.

Li Kirmaşan 3 Çalakvanên Kurd Hatin Girtin


Dengê Azad - Kurdistanmedia: Hêzên Îranê li Parêzgeha Kirmaşan sê çalakvanên siyasî yên Kurd girtin û bo cîhekî ne diyar şandin. Li gor agahiyan, hêzên ewlekariya bajarê Kirmaşan bê destûra dadweriyê sê çalakvanên sivîl bi navên Ebdulhadî, Rostem û Mihemedelî Berzger binçav kirin.
Malpera ‘kurdistanmedia’ eşkere kir ku ew sê çalakvanên sivîl ên bajarê Cuwanro ser bi Parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ne. Hat zanîn ku hêzên Ewlekariyê êrîş kirin ser mala Xelîl Hemîdî û ji ber ku ne di mala xwe de bû, gef li malbata Xelîl hat kirin.

Li Girtîgeha Urmiyê Madeyên Hoşber Tên Belavkirin

Dengê Azad: 17 girtiyên siyasî yên girtîgeha Urmiyê, bi armanca nîşandana nerazîbûnê li hemberî belavkirina madeyên hoşber di girtîgehê de, dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, di raporekê de eşkere kir ku bi sedema belavkirina madeyên hoşber di hundirê girtîgeha Urmiyê de, 17 girtiyên siyasî yên wê girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Piştî wê nerazîbûnê, hemû girtiyên siyasî ku di girevê de bûn, bo hepsa takekesî ya wê girtîgehê hatin veguhestin.

Navên girtiyên siyasî yên di gireva birçîbûnê de eşkere nebûye, lê Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan, ragehand ku bi sedema belavkirina madeyên hoşber di hundirê girtîgeha Urmiyê de, di rojên dahatû de hinek girtiyên normal yên bendên din ên wê girtîgehê dê dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Monday, April 12, 2010

Pêvajoya Binpêkirina Mafê Mirovan Li Rojhilatê Kurdistanê Berdewam E

Dengê Azad - CAPK: Pêvajoya girtin û dadgehîkirina çalakvanên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û kuştina kasibkaran dom dike. Kawe Kirmanşahî di bin şîkenceyan de ye, ji bo ku îtirafê bike sîxor e. Herwiha çend welatiyên Kurd cezayên girtîgehê standin û çend kasibkarên din hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor daxwiyaniya Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê, çalakvanê mafê mirovan Kawe Kirmanşahî, ku zêdeyî 67 roj dibe hatiye binçavkirin û di Îdara Ewlekariyê de tê ragirtin, biryara binçavkirina wî hatiye dirêjkirin. Kawe Kirmanşahî di hevdîtina çend rojên borî de ligel malbata xwe, eşkere kiribû; di bin îşkenceyên dijwar de ye, ji bo ku îtirafê bike sîxor e. Ji aliyê Îdara Ewlekariyê ve gef ji malbata Kawe hatiye kirin ku derbarê rewşa wî tu agahiyan bidin medyayan.
Herwiha ‘mukriannews’ê ragehand, şaxa 1 ya Dadgeha Leşkerî ya Parêzgeha Sine, 4 sal cezayê girtîgehê bo çalakvanê Kurd yê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, Mihyedîn Azadî sepand. Mihyedîn zêdeyî salekê di girtîgehê de bû, lê niha biryara 4 sal cezayê girtîgehê jê re hatiye sepandin. Çalakvanê Kurd, Mihyedîn Azadî, ji ber şandina belgeyên nehênî bo derveyî welat û komkirina nûçe û zanyariyan di hundirê bajar de, bi sîxoriyê hatiye tawanbarkirin. Mihyedîn Azadî, nexweş e û tendurustiyeke nebaş heye.
Ajansa Nûçegihaniya ‘mukriannews’ê, di raporeke din belav kir; girtiyê Kurd, Husên Xizrî, ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin û xelkê Urmiyê ye, ji hepsa giştî ya girtîgeha Urmiyê bo ciheke ne xwiya hatiye şandin. Husên Xizrî jî bi tawana alîkarî ligel partiyeke Kurdistanî, ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî ve bi îdamê hatiye mehkûmkirin.

Komeleya Mafê Mirovan li Îranê, ragehand; çarenûsa girtiyê Kurd yê bi navê Salih Şelmaşî ne xwiya ye û tu zanyariyek debarê cîhê ragirtina wî tuneye. Salih Şelmaşî ji zistana sal borî pey re, piştî êrîşa berfireh û hevaheng bo ser çalakvanên mafê mirovan, li bajarê Sine hat binçavkirin û piştî demekê bo Tehranê tê şandin. Li gor malpera HRANA, navbirî di bin guşara lêkoleran de, bi riya telefonê peywendiyeke kurt ligel malbata xwe, ew agahdar kirine ku rewşa dosya wî neşopînin.

Li gor malpera Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê ku saziyeke sivîl ya Rojhilatê Kurdistanê ye; di hefteya borî de ciwanekî Kurd yê sivîl li Urmiyê bi navê Reuf, ji aliyê çekdarên Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin. Herwiha li gor ‘kurdistanmedia’, bi sedema êrîşa hêzên dewleta Îranê dû kasibkarên din yên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin. Roja 10ê Nîsana 2010an, li gundê Payîngan ser bi bajarê Pawe yê Parêzgeha Kirmaşanê, çekdarê dewleta Îranê êrîş kirin ser kasibkarên Kurd. Di encama wê êrîşê de, dû kasibkarên Kurd bi navê Emîn Mihemedî yê 35 salî û Ebbas Merzanî, ji bo ku neyên kuştin, xwe avêtin nav çemê ‘Lêle’ û bi vê sedemê Emîn Mihemedî jiyana xwe ji dest da û Ebbas bi dijwarî birîndar bû. Tendurustiya Ebbas pir xerab e û bo nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê hatiye şandin.



Thursday, April 8, 2010

Dîsan Xortekî Kurd Li Ser Sînoran Hat Kuştin

Dengê Azad – CAPK: Di dû hefteyên borî de, 5 kasibkarên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin. Malpera Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) ragehand, ciwanekî Kurd yê 16 salî bi navê Reuf li devera Soma ya bajarê Urmiyê hat kuştin.

Di hefteya derbazbûyî de, roja 2010.04.01an, xortekî 16 Salî bi navê Reûf kurê Feysel xelkê gunde Silatanî li devera Soma ser bi bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê kete ber êrîşa çekdarên Îranê û jiyana xwe dest da. Kuşûtina Reufê bê tawan, berdewamiya wê pêvajoyê ye ku di salên borî de heta niha, sedan welatiyên sivîl û kasibkarên Kurd li ser sînoran bi destê çekdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirina û ev helwesta dijî mirovanî ye didome.

Li Rojhilatê Kurdistanê Kasibkarekî Kurd Hat Kuştin

Dengê Azad: Kuştina kasibkarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e. Doh jî li Bajarê Serdeşt kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku roja yekşemê 4ê Nîsana 2010an, kasibkarekî Kurd li Serdeşt ket ber êrîşa guleyên hêzên Îranê û jiyana xwe ji dest da. Kasibkarê Kurd Osman Seîdî, ji gundê Bêjwê yê navçeya Alan ser bi Bajarê Serdeşt e û bi guleyên hêzên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest da.

2 hezar kesan meşa nerazîbûnê lidarxistin

Kuştina hevwelatiyê Kurd bû sedema nerazîbûna xelkê Bajarê Serdeşt û nêzîka 2 hezar kes li beramberî Qeymeqamiya bajêr meşek nerazîbûnê lidar xistin. Hêzên taybet ên dijî şoreşê xwepêşander bi gazên rondikrêj û avê ji hev belav kirin. Karbidestên Qeymeqamiya Bajarê Serdeştê jî tu bersivek nedan xelkê.
Di vê êrîşê de çend hespên kasibkaran jî hatin kuştin
Hêjayî gotinê ye, kasibkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê rojane dibin qurbana êrîşên çekdarî û heta niha ew pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bi armanca ku debara jiyana malbatên xwe bikin, kasibkarên Kurd ên Rojhilat ji ber belengazî û rewşa nebaş ya aborî hatin û çûna herêmên ser sînor dikin û bi êrîşên çekdarî yên hêzên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest didin.


Rojhilatê Kurdistanê Navenda Mayinên Neteqandî Ye

Dengê Azad: Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û li Îranê bi giştî hê 16 milyon mayînên neteqandî hene û her sal 600-800 mirov dibin qurbanên wan mayinan. Piraniya mayînan jî di her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de tên dîtin.

4ê Nîsana 2010an, Roja Cîhanî ya Jinavbirina Mayînan bû, li gor Îstatîstîkên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, hê di 80 welatên cîhanê de, 70 heta 110 milyon mayin hene ku jiyana bi milyonan mirov dixe metirsiyê.

Îran yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde mayînên ne teqandî têde hene û di pileya dûwem de cîh digre, bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê. Karbidestên Îranê, jimara mayînên çandî yên deverên ser sînor nêzîka 16 milyon mîn texmîn dikin. Ligel ku 158 welatên cîhanê Peymana Otawa ya li dijî Mayînan îmza kirine, lê Komara Îslamî ya Îranê hê ew paymana navneteweyî îmza nekiriye, di rewşekê de ku welatê dûwem ê cîhanê ye di warê mayînên neteqandî de. Mayînên neteqiyayî bi piranî li herçar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê (Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê) û Xozistan a Îranê hene.

Xwediyê Xelata Nobel a Aştiyê û Çalakvana Mafê Mirovan Şîrîn Ebadî ragehand: “Li Îranê rojê, 2-3 kes bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin, ev mayînên han jî mîrata şerê 8 salî yê navbera Îran û Iraqê ne.” Di vê derbarê de, Şîrîn Ebadî ku saziyeke ne fermî damezrandiye û alîkariyê pêşkêşî qurbaniyên mayînan dike, dibêje: “Îran di warê pîsbûna erdê mayînrêjkirî de, di pileya dûwem a cîhanê de cîh girtiye.”

Ebadî rexne li dewleta Îranê girtin û da zanîn ku ligel li Îranê 16 milyon mayînên neteqiyayî hene, lê hikûmet tu serjimêriyeke rast derbarê qurbaniyên mayînan de naweşîne, herwiha tevli peymana Otawa nabe û di vê derbarê de alîkariya navneteweyî naxwaze. Ebadî daxwiyand ku dewleta Îranê rê nade tu sazî û dezgeheke serbixwe lêkolînan di vê derbarê de bike û zanyariyan rast û berfireh bo civakê belav bike.

Li gor serjimêriyên saziya ne dewletî ya ‘Civata Alîkarîkirin bo Jiholêrakirina Mayînan’ ku Şîrîn Ebadî û hinek çalakvanên mafê mirovan avakirine, her sal nêzîka 600- 800 kes li Îranê bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin yan seqet dimînin.

Soreya Ezîzpenah, çalakvana Kurd ya mafê mirovan ku seroka wê saziyê ye, ragehand: “Bi vî awayê ku hikûmeta Îranê di warê paqijkirina erdê mayînrêjkirî de kar dike, heta 40 salên din erdê wan 5 parêzgehên Îranê ku 16 milyon mayîn têde ne, nayê paqijkirin.”

Herçiqas Wezîrê Parastina Komara Îslamî ya Îranê yê berê, Mistefa Mihemed Necar ragehandibû, wê heta dawiya sala 2009 – 2010an hemû zeviyên mayînrêjkirî yên wan 5 parêzgehan – ku 4 jê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne – paqij bikin, lê di daxwiyaniya roja 4ê Nîsana 2010an ya Wezîrê Berevaniya Îranê yê nû Ehmed Wehîdî de tu amajeyek bi wê sozê nehat dan. Di daxwiyaniya Wezîrê Parastina Îranê de, ku doh hat weşandin, hat ragehandin ku hê 20 milyon mayînên ne teqiyayî yên ji dema şerê Îran û Iraqê ve bicîh mane hene û dewlet hewl dide wan ji holê rake.
Çalakvanên mafê mirovan û saziyên sivîl, Îranê rexne dikin, jiber piştî derbasbûna zêdeyî 20 salan hê mayînên wan 5 parêzgehan nehatine paqijkirin û sîstema karê dewletê di vê derbarê de kevin û ne berpirsyane dihesibînin.

Seroka ‘Civata Alîkarîkirin bo Jiholêrakirina Mayînan’ Soreya Ezîzpenah, derbarê daxiyaniyên Wezîrê Berevaniyê de got: “Ew dema bo jiholêrakirina mayînan hatiye diyarkirin, tiştekî ne mumkin e.”