Wednesday, April 14, 2010

Kurd Li Îranê Bê Rojname Ne

Azad Kurdî

 
Rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê karê rojnamegeriyê di Îranê de wek ‘ketina hundirê qada mayînan’ diwesifînin û ji ber qedexekirina rojname û heftenameyên Kurdî û girtina berfireh a rojnamevanên kurd ji pêvajoya niha ya dijberiya dewletê bi tevahî bê hêvî ne.

 
Li gor rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, sala borî di warê azadiya çapemeniyê de, Îran di nav 175 welatên cîhanê de di pileya 172 de cîh girt. Karê rojnamegeriyê, bi taybet bo rojnamevanên rexnegir, ji wê dema ku Ehmedînejad di sala 2005’an de bû serkomar, gelek dijwartir bûye. Bi awayekê ku rêxistinên navdewletî Îranê wek ‘girtîgeha rojnamevanan’ binav dikin.

 
Li gor wan serjimêriyên ketine destê Rûdawê, di sala borî de 351 rojnamevan ji kar hatine avêtin û 25 rojname û heftename hatine qedexekikrin û bêtirî 100 rojnamevan jî hatine girtin. Niha zêdeyî 30 rojnameger hê di girtîgehan de ne, herwiha zêdeyî 61 sernûser û berpirsên rojnameyên wî welatî bo dezgehên ewlekariyê hatine gazîkirin.

 
Rojname û belavokên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di rewşeke dijwartir de ne. Zêdeyî 10 rojnamevanên Kurd di girtîgehê de ne. Hemû rojname û belavokên serbixwe yên Kurdî bi tavahî hatine qedexekirin û di sala borî de çendîn rojnamevanên Kurd welat bicîh hiştine.

 
Rojname û heftenameyên wek Aştî, Rojhelat, Aso, Kereftû, Hawar, Peyama Kurdistanê, Peyama Merdum, Rasan, Jîwar, Kurdistan, ‘Nedaye Came’ (Dengê Civakê), ‘Nedaye Danişcu (Dengê Xwendekar), Xatûn, Roja Nû, Zîlan û dehan kovar û belavokên Kurdî û yên xwendekarên Kurd di zanîngehan de hatine qedexekirin.

 
Rojnamevan Dr. Selahedîn Xedîw rewşa niha ya rojnamevaniya Kurdî li Rojhilat ‘gelek xerab’ dihesibîne û ji Rûdawê re diyar kir: “Rewşeke pir pir xerab ji bo karê çapemenî û rojnamegeriya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê heye. Derfet nayê dan ku ti çapemeniyeke azad a Kurdî were çap û weşandin. Piştî ku Ehmedînejad hat ser desthilatê, moleta çapkirina rojnameyên siyasî, civakî û kultûrî nayê dan ku naverokeke rexneyî hebin.” Bi baweriya Selahedîn Xedîw, li serdemê reformxwazan rewş baş bû. 7 heftenameyên Kurdî û çendîn kovarên Kurdî dihatin weşandin. Lê niha li Rojhilatê Kurdistanê tu rojnameyeke serbixwe ya Kurdî nemaye.” Selahedîn Xedîw eşkere kir ku bi sedema zordarî û guşarên dewletê di yek du salên borî de, gelek rojnamegerên Kurd koçberî welatên derve bûne. Herwiha dosya gelek rojnamevanan jî di dadgehan de tê şopandin, wek.

 
Mihemedsalih Nîkbext, parêzerê Kurd yê li Tehranê, ji ber ku parêzerê dosya piraniya rojnamevanên girtî û rojnameyên qedexekirî ye, sedemên qedexekikrina rojnameyên Kurdî bê bingeh hesiband û bo Rûdawê eşkere kir: “Piraniya ew heftename û kovarên Kurdî ku hatine qedexekirin, ne bi sedema wêya bûye ku ew rojnameyên Kurdî bûne, belku tometa wêya ji wan dane ku propagandayê li dijî Komara Îslamî dikin û piştgiriya hêzên opozîsyonê dikin, lê ew îdia hemû hêcet in û ti bingeheke wan ya durist tune ye.”

 
Niha tenê heftenameya Sîrwan bi Kurdî – farisî tê weşandin, wêya jî piştî rakirina desteya rêveber a berê û danîna grûbeke nû bo wê heftenama dewletî, ku parêzgariya Sine piştgiriyê didê û diweşîne. Kovara Zirêbar jî ku belavokeke çandî, wêjeyî û civakî bû, berê mehane dihat weşandin, demekê bû werzname, niha ew jî dernakeve.

No comments: