Saturday, July 31, 2010

Kamkaran bo nexweşên penceşêrê konserê didin

Sine: Rojên 5 û 6ê Tebaxa 2010an, Koma Muzîkê ya Kamkaran bo nexweşên penceşêrê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê konsereke mezin lidar dixin.


Serokê Koma Kamkaran, Hoşeng Kamkar di hevpeyvînekê de ligel Ajansa MEHR ragehand: “Piştî em ji gera xwe ya Brîtanya vegeriyan emê dû şevan li bajarê Sine konserê liar bixin û bo nexweşên penceşêrê stranan bêjin.”

Hêjayê gotinê ye, Koma Muzîkê ya Kamkaran niha li Ewrûpa ye û li çend welatan konseran didin.

Azad Kurdî Derbarê Cezayên Navneteweyî li Dijî Îranê Dipeyive

Hevpeyvîn - Ahmed Barzanî Pêncşembî, 29 Meha Heft 2010

Hikûmeta Awistralî cezayên nû li dijî Îranê radigehîne ji ber çalakiyên navokî yên Tehranê.

Awistralya dibe nûtirîn welat ku cezayan li dijî Îranê radigehîne, piştî cezayên Amerîka, Kanada, Yeketîya Ewropî û Netewên Yekgirtî.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Azad Kurdî, endamê desteya reveberiya Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê dibêje Îran hêj bawer dike ku cezayên navneteweyî nikarin pêşiya xebata wan ya atomî bigirin.

Birêz Kurdî dibêje, cezayên aborî ziyan gehandiye aboriya Îranê bi giştî belê zerermendê sereke xelkê Îranê ye.

Ji bo guhdarî kirina dirêjiya hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Kurdî re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.



http://www1.voanews.com/kurdi/news/Azad-Kurdi-Derbare-Cezayen-Navneteweyi-li-Diji-Irane-Dipeyive-99559054.html

Saturday, July 24, 2010

Qasimlo

Îbrahîm Seydo Aydogan, Parîs, 13 Tîrmeh 2009



Te pişta xwe dabû kîjan milkî

kîjan warî, kîjan ehlê bawerî ?

Li wan şarên ku qesda canê me kirin

Telqîn êdî li me naçe



Sewta selawatên me biliyayî

Te digot “em bêxwedî ne,

lewre, peyva sereke ye

aştî û wekhevî »



Doktor,

Erê,

Serçavan,

Lê, ez birînên te çawa derman bikim?



Pel û qelem li deverine dûr man

Derbirîna kerbê bi kêrî çi ma

Tu serborîya milletekî wendayî dinivîsî

Kî dixwîne ?

Kî dibêje ?

Temam,

serçavan,

em ê şerrî nekin

û nekujin

Lê, doktor, ka bêje hela

Ma ez birînên te çawa derman bikim ?



Xezalên ku te dabû pey û

Xeyalên ku te azana wan dikir

Bi xwînê hatin şuştin û

Tune bûn…



Refên kevokan li dora te ne doktor

Flamîngo, bi hawarê

Kerîyên me li zozanan bê xwedî

çem zûha, zevî dêm,

dest terîkî

aştî

nema tê êdî

Hêvî,

hema ew

Lê, doktor

Ka tu dev ji van tiştan berde hela

û bibêje

Ez birînên te çawa derman bikim ?…

Di xema jidestdana Reuf, hevalekî bê mînak

Çima Reuf can!
Di hefteya borî de çêbûna du bûyeran ez pir êşandim. Kezeba min şewitand. Yek pirsgirêkek min a taybet bû... ya din jî nûçeyê herî nexweş a jidestdana Reuf bû. Pêncşem 22ê Tîrmeha 2010an, telefonekê gavên piyên min şikand, nûçeyê bûyera xwexendiqandina Reufê bira, hevkar, hunermend û dest rengînê agir berda kezeba min. Reuf can çima, bawer bike pir zû, pir zû, pir zû ... bû. Ew ne para te bû, ne min û ne tu hevalan bawer nedikir û em niha jî bawer nakin cergê min! Em nikarin jidestçûna te qebûl bikin, em bi salan e bihev re bûn. Aramî û kenên te yên hevdîtian me ya dawî, roja yekşem 18ê Trîmehê min zêde xemgîn dikin û dilê min dişewitîne. Baş e çima reuf can! Tu welatparêz, hunermend, evîndarê jiyanê, karîkatûrîst, dîzayner, nîgarkêş û teknîsyenê Kompyuterê û ... bûyî, tu bedew bûyî ku nemirî û herdem em pêvajoya jiyanê bi hevre biemînin, lê qet xema neke riha min, tu qet namirî û dê herdem bi min û hevalan re bî û kes nikare cîhê te di nav dilê me de bigre, Reufê dilnazîk, hespak, sadiq û xwedî şiyan û behre, heta Azad û hevalên din sax bin dê bi fikra te bijîn û tu dê di dilê wan de zindî bimînî.

Riha te şad be...

Thursday, July 22, 2010

Piştî 21 salan, li bajarê Viyena Monumenta Dr. Qasimlo hat danîn

Şandeke CAPKê di rêûresma danîna Monumentê de beşdarî kir û peyama CAPKê jî hat pêşkêşkirin



Azad Kurdî

Roja 17ê Tîrmeha 2010an, demjimêr 14 – 16ê êvar li bajarê Viyen a peytexta Avusturya perde li ser Monumenta Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî hat hildan ku 21 sal beriya niha li ser maseya gotûbêjkirin bo çareserkirina pirsa Kurd ligel dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê hatin terorkirin. Rêveberê Monumentê dibêje: “Vêna destkevta herî mezin a jiyana min e.”

 
Herçiqas 21 sal bi ser vê bûyera terorîstî derbas dibe, lê hê dosya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî daxistî maye û Dadgeha Avusturya rê nade di vê derbarê de peydeçûn bê kirin, lê danîna Monumenta Dr. Qasimlo Sekreterê Giştî yê PDKÎ û Ebdula Qadirî Azer endamê rêberiya wê partiyê li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl, Kurdê başûr û mamosteyê Zanîngeha Viyena, li beramberî cîhê çêbûna bûyerê bû sedema kêfxweşbûna hemû Kurdan.

Di rêûremsa perde hildan li ser Monumentê de, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Lê li gelek welatên Ewrûpa endam û alîgirên PDKÎ bi her du baskên wê beşdar bûn. Hevsera Dr. Qasimlo Helen Krulich (Nesrîn Qasimlo) jî di rêûresmê de başdar bû û axavtinek giring pêşkêş kir. Şandeke CAPKê pêkhatî ji Silêman Keleşî, Mewlûd Ebdîlzade, Mêhran Îbrahîmî endamê Komîta Rêveber, Jêhat Qasimî Endamê Cîhgirê Komîta Rêveber û çendîn endam û alîgirên din ên CAPKê jî di rêûresma danîna Monumentê de beşdarî kir û peyama CAPKê ji aliyê Kavûs Ezîzî, Berpirsê Komîta Danîmarkê ya CAPKê hat pêşkêşkirin.

Lê ji ber bêhnvedana havînê siyasetvan û kesayetiyên Avusturyayê beşdar nebûn, tenê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê şandibûn.

 
Ev karê mezin fikra Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bû û piştî 5 sal ked û hewildnan, karî vê gava mezin bi awayekî serbixwe bavêje. Eta Nesîrî yê 51 salî, derbarê aramncên danîna Monumenta Dr. Qasimlo wiha axivî: “Şehîdbûna Dr. Qasimlo derbeyeke mezin bû ku ji gelê Kurd ket. Ez fikirîm bikarim karekê bo wî serokê mezin bikim. Ez giham wê bawerê ku hewl bidim Monumentekê li cîhê ku bûyer çêbûye, ava bikim. Ez 5 salan pê re mijûl bûm. Roja 1ê Tîrmehê jî perde li ser Monumentê hat hildan.” Nesîrî neveşart ku Komara Îslamî ne rasterast pir hewil da pêşiya wî karî bigre: “Lê hewildanên Komara Îslamî ya Îranê bêencam man.”

 
Eta Nesîrî sala 1959an li bajarê Dîwandere yê rojhilat jidayîk bûye. 29 sal e li Avusturya dijî, kêmendam e û majestera sosyologiyê li Zanîngeha Viyena qedandiye. Nesîrî û hevsera wî Arizû tenê karûbarên Monumentê cîbicî kirine û li ser navê ‘Komîta Avakirina Monemnetê Şehîdên Viyenê’ xebatên xwe dimeşandin. Nesrî ragehand: “Komîte serbixwe ye û ser bi tu partî û rêxistinên Kurdî nine.”

 
Eta Nesîrî eşker ekir, bo nivîsîna teksta Monument ji aliyê berpirsên Avusturya û bi taybet Şaredariya Viyena asteng ji wan re hatin çêkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Teksta ku me di destpêkê de danîbû wiha bû: ‘Vir di 13ê Tîrmeha 1989an de, du rêberên Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdula Qadirîz Azer û Fazil Resul bi destê rayedarên niha yên dewleta Îranê hatin terorkirin. Lê Hikûmeta Avusturya qebul nekir ‘rayedarên niha yên dewleta Îranê’ bi em da guhertin û li cîhê wê gotin bila ‘Terorîstên Îranî’ be.”

 
Niha li ser Monumentê wiha hatiye nivîsîn: “Vir rêkevta 13.07.1989an her 2 rêberên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdullah Qadirîazer û herwiha Fazil Resul bo azadî û mafê mirovan bo gelê Kurd bi destê terorîstên Îranî hatine kuştin.”

 
Li go Nesîrî, xwediyê wê mala ku Dr. Qasimlo û hevalên wî têde hatin şehîdkirin, rê neda li pêşiya deriyê wê malê Monumentê danînin: “Hikûmeta Avusturya razî bû em li wir Monumentê bicîh bikin, lê bi mercekê ku xwediyê avahiyê razî be. Xwedanê avahiyê jî ditirsiya, loma em neçar man bermaberî avahiya cîhê terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Monumentê ava bicîh bikin.”


Nesîrî ku nêzîk 5 sal e bi vî karî re mijûl e û hevsera wî Arizû gelek alîkariya wî kiriye, diyar dike hemû xerca danîna Monumentê û kirêya cîhê Monumnetê li stoyê wî û hevsera wî bûye, lê got: “Vêna xizmeta herî biçûk e ku min bo Dr. Qasimlo kiriye.”

 
Nesîrî piştî kutabûna rêûresma danîna Monumentê hestên xwe wiha anî ziman: “Pir keyfxweş im ku ev kar hat cîbicîkirin. Vêna destkefta herî mezin a jiyana min e. Beşdariya Kurdên her çar parçeyan û hemû partî û rêxistinên Kurdî em zêde keyfxweş kirin.”

 
Monumenta Dr. Qasimlo her du baskên PDKÎ gihandin hev. Bi baweriya Nesîrî, armanceke sereke ya wî ew bû ku rêber û endamên her du baskên PDKÎ li hev bicivîne û yekîtiyê di navbera wan de pêk bîne û bi hesteke pir xweş axaftian xwe qedand: “Dîmena herî balkêş a rêûresma danîna Monumenta bo hemû beşdaran ew bû ku rêberên her du baskên PDKÎ li kêleha Monumentê destê xwe dan hev û hevûdû himbêz kirin û ligel pêşwaziyeke germ û berfireh a beşdaran rûbirû bû.”

Wednesday, July 21, 2010

Monumenta Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyena

Monumenta Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyena
Wêne ji aliyê Jêhat Qasimî

Monday, July 19, 2010

Tendurustiya Mihemedsidîq Kebûdvend nebaş e

Dengê Azad:  Parêzer û malbata Mihemedsidîq Kebûdvend ragihandin, tendurustiya navbirî di metirsiyê de ye.

Perînaz Husênî hevserra Mihemedsidîq Kebûdvend û Nesrîn Sıtûde, Parêzara navbirî nigeraniya xwe derbarê rewşa xerab a tendurustiya Serokê gırtî yê RMMKê Mihemedsidîq Kebûdvend dşyar kirin û dîbêjin jiyana wî di metirsiyê de ye.

Bê şîrove

Ji aliyê Heyder Kakaxazade

Saturday, July 17, 2010

Li Viyenê Monumenta Dr. Qasimlo Tê Danîn

Dengê Azad: Îro şemî 17ê Tîrmeha 2010an, 21 sal piştî bûyera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li ser maseya gotûbêjkirina li ser çareserkirian pirsa Kurd li Îranê ligel dîplomatên Komara Îslamî, Monumenta Dr. Qasimlo li bajarê Viyenê tê danîn.

Berpirsên Komîta Rêveber ya Monumenta Dr. Qasimlo Eta Nesîrî, di daxwiyaniyeke taybet de eşkere kir, roja şemî 17ê Tîrmehê Monumenta Dr. Qasimlo û hevalên wî li pêşberî cîhê ku di sala 1989an de bûyera terora wê serokê Kurd çêbû, tê danîn.

Nesîrî da zanîn ku pênc sal dibe bo cîbicîkirina wê monumentê berdewam hewl dida heta rayedarên Awutusryayê razî bike li cîhê ku bûyera terorkirina Dr. Qasimlo çêbû, monumentekê jê re çêbike. Eta Nesîrî diyar kir, niha me biryar standiye û emê roja 17ê Tîrmehê monumentê danînin. Navbirî daxwaz ji hemû sazî, partî û kesatiyên Kurdî kir, roja şemî di rêûresma perdehildana monementa Dr. Qasimlo de li Viyenê beşdar bin.

Friday, July 16, 2010

Akademîya Zimanê Kurdî

Akademîya Zimanê Kurdî

فرهنستان زبان کردی
www.akademiyakurdi.org




Thursday, July 15, 2010

Daxuyaniya Komîta Avakirina Monumenta Şehîdên Viyenê

ڕاگه‌یه‌ندراوی کۆمیته‌ی دامه‌زراندنی مۆنومێنتی شه‌هیدانی ڤییه‌ن

یه‌کگرتن زامنی سه‌رکه‌وتنمانه‌

خه‌ڵکی تێکۆشه‌ری کوردستان

حیزب و ڕیکخراوه‌ سیاسیه‌کان

ناوه‌ند و سه‌ندیکا و کۆڕ و کۆمه‌ڵه‌ تێکۆشه‌ره‌کانی بواره‌کانی جۆراو جۆری مه‌یدانی خه‌بات

دوای چه‌ندین ساڵ کارکردن بۆ دانانی مۆنومێنتێک بۆ شه‌هیدانی کاره‌ساته‌که‌ی 13 ژولای 1989 ڤییه‌ن که‌ 21 ساڵ له‌مه‌وه‌به‌ر له‌ شاری ڤییه‌ن ڕێبه‌ری ناوداری کورد و سکرتێری گشتی حیزبی دیمۆکراتی کوردستان ئێران دوکتۆر عبدلڕه‌حمانی قاسملو له‌ گه‌ڵ هاوڕێی تێکۆشه‌ر کاک عه‌بدوڵڵا قادری ئازه‌ر و فازڵ ڕه‌سوڵ به‌ ده‌ستی تیرۆریسته‌کانی ڕێژیمی ئیسلامی ئێران له سه‌ر میزی وتووێژ زۆر بێ به‌زه‌ییانه‌ درانه‌ به‌ر ده‌سترێژ و شه‌هید کران، توانیمان مۆڵه‌تی دامه‌زراندنی مۆنۆمێنتێک له‌ به‌رده‌رگای ئه‌م ماڵه‌ که‌ تێیدا شه‌هید کران وه‌رگرین.

ئێمه‌ وه‌ک کۆمیته‌یه‌کی تایبه‌ت به‌م کاره‌، ڕاده‌گه‌یه‌نین که‌ هه‌ڵسانمان به‌م ئه‌رکه ته‌نیا له‌ خۆشه‌ویستی و ڕێزگرتنمانه‌ بۆ شه‌هیدانی دۆزی نه‌ته‌وه‌که‌مان و هێوادارین ئه‌م رۆژه‌ به‌ رۆژیکی نه‌ته‌وه‌یی بۆ گه‌له‌که‌مان بناسڕیت.

ئه‌م کۆمیته‌یه‌ سه‌ر به‌ هیچ هێز و حیزبێکی سیاسی نیه‌و‌ سه‌ربه‌خۆ ئه‌م ئه‌رکه‌ نیشتمانیه‌ به‌ڕیوە ده‌بات.

لێره‌دا داوا له‌ تێکڕای ئه‌ندامانی بنه‌ماڵه‌ی نه‌ته‌وه‌ی کورد و دۆستانی ئه‌م نه‌ته‌وه‌یه‌ و به‌ تایبه‌تی له‌ حیزب و ڕێکخراوه‌ سیاسیه‌کان، شه‌خسییه‌ته‌کانی بواره‌کانی جۆراوجۆری مه‌یدانی خه‌بات ده‌که‌ین که‌ بۆ رێورەسمی په‌رده‌لادان له‌ سه‌ر ئه‌م مۆنومێنته‌ ئاماده‌ بن.

مه‌به‌ستی سه‌ره‌کی ئه‌م مۆنومێنته‌ ڕیزگرتنه‌ له‌ خه‌بات و تێکۆشانی شه‌هیدانی ڤییه‌ن. هه‌ر بۆیه‌ داوای دوباره‌مان له‌‌ هه‌مو کوردێکی دڵسۆز و نیشتیمانپه‌روه‌ر ئه‌وه‌یه‌ که‌ به‌شداریکردنی له‌ مەراسمی په‌رده‌له‌سه‌رلادانی ئه‌م مۆنومێنته‌ وه‌ک ئه‌رکێکی نه‌ته‌وه‌یی ته‌ماشا بکا.

له‌ گه‌ڵ ڕێزمان

ده‌سته‌ی به‌ڕێوه‌به‌ری کۆمیته

عه‌تا نه‌سیری

داوا له‌ تێکڕای حیزب و ڕێکخراو شه‌خسییه‌ته‌کان، تاکی به‌شدار له‌م کۆڕیادە‌دا ده‌که‌ین ئه‌گه‌ر په‌یام یان هه‌ر وته‌یه‌کی به‌م بۆنه‌وه‌ هه‌یانه‌ پێشتر ئێمه‌ی لێ ئاگادار بکه‌نه‌وه‌ بۆ ئه‌وه‌ی له‌ ریزی به‌رناکه‌مان دا بیگونجێنین.

به‌رنامه‌ی ئه‌مڕۆژه‌ به‌م شیوه‌یه‌ ده‌بێ:

له‌ کاتژمێر 2ی دوانیوه‌ڕۆ تا 4ی ئێواره‌ له‌ شوێنی مۆنو‌مێنته‌که‌ په‌رده‌ لاده‌درێ

ئه‌دره‌س:

Linkebahngasse 5

1030 Wien

دوای پشودانێکی کورت له‌ ساڵۆنێکی تایبه‌ت که‌ له‌ لایه‌ن کۆمیته‌وه‌ گیراوە، په‌یام و لێدوانه‌کان پێشکه‌ش ده‌کرێن و پێشوازیش له‌ میوانانی به‌شدار به‌ تایبه‌تی ئه‌و به‌ڕێزانه‌ی له‌ دووره‌وه‌ ته‌شریف دێنن ده‌کرێ.

بۆ ئاگاداری زیاتر به‌م ته‌له‌فۆن و ئیمه‌یله‌ ته‌ماسمان له‌ گه‌ڵ بگرن.

Telfoni Malewe: 004313331862

Telfoni desti: 004369910100048

Email: ata.nassiri@gmail.com

Kuştina hespên kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê

Dengê Azad: Di meha borî de sedan hespên kasibkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî hatine kuşin. Di encama kuştina hesp û dearên kasibkaran de, zereke zêde dighe wan.

Rapora BBC di vê derbarê de bixwînin:

http://www.bbc.co.uk/persian/iran/2010/07/100711_l21_horses_killed_smuggler.shtml

Zarokên ku karên dijwar dikin

Bê şîrove ....

Serokê RMMKê Bêhiş Rakirin Nexweşxana Girtîgeha Êvînê

Dengê Azad - Rûdaw: Serokê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê Mihemedsidîq Kebûdvend li jora 350 ya Girtîgeha Êvîn a Tehranê bêhiş ket û rakirina nexweşxana girtîgehê. Malbata Kebûdvend nigeranê tendurustiya wî ne û daxwaz alîkariyê dike.

Di daxwiyaniyeke çapemeniyê de ku îro 15ê Tîrmehê serê sibehê ku ji aliyê Sekreteriyeta Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) hat weşandin û kopiyek ji Rûdawnetê re hatiye şandin, agahiyên nû derbarê tendurustiya xerab ya Serokê RMMKê yê girtî Mihemedsidîq Kebûdvend hatine eşkerekirin. Daxwiyaniya TMMKê radigehîne: “Malbata Kebûdvend bi riya peywendiya telefonê ligel yek ji girtiyên ku di girtîgehê de ligel navbirî ye, hatine haydarkirin ku Kebûdvend bêhişî bûye û rakirine nexweşxana girtîgehê.”

Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê di rapora xwe ya îro de da zanîn, li 4 salên borî Mihemedsidîq Kebûdvend dû car rastî kirîza dil hatiye, loma tenduristiya wî pir xerab e. Herwiha barpirsyarên Girtîgeha Êvîn a Tehranê rê nadin Kebûdvend li derveyî girtîgehê bê dermankirin.

Di dawiya daxwiyaniyê de, RMMK nigeraniya malbata Mihemedsidîq Kebûdvend derbarê rewşa tenduristiya wî di girtîgehê de radigehîne û daxwaz ji hemû sazî û komeleyên parêzerên mafê mirovan li hundir û derveyî cîhanê dike zêdetir bala xwe bidin tendurustiya Kebûdvend û daxwaza alîkariyê ji wan dike.

Tuesday, July 13, 2010

Qasimlo hêmayek bo aştî û azadiyê

Dengê Azad: Îro 13ê Tîrmeha 2010an, 21 sal bi ser ser bûyera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî Ebdula Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl li bajarê Viyen paytexa Otrîşê bi destê dîplomatên terorîst ên ku ji aliyê rayedarên Îranê bo Viyenê hatibûn şandin. derbas dibe.

Îro li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cor bi cor ên sivîl Dr. û hevalên wî tên bîranîn. Li bajarê Viyenê jî monomenta Dr. Qasimlo li cîhê çêbûna bûyerê tê hildan.

Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser maseya gotûbêjê bo çareserkirina pirsa Kurd li Îranê hatin terorkirin.

Girtiya Siyasî Zeyneb Bayezîdî Dest Bi Greva Birçîbûnê Kir

Dengê Azad - Rûdaw: Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Bayezîdî, bo nîşandana nerazîbûnê li beramberî tevgera xerab a serokê girtîgehê ligel hinek jinên zindanîkirî di Girtîgeha Zencanê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

 
Dayîka Zeyneb Bayezîdî, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Mukiran, piştrast kir ku keça wê di Girtîgeha Bajarê Zencan de dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: "Zeyneb bo pêşandana nerazîbûnê li hemberê danûstandin û tevgera nebaş a serokê girtîgehê ligel jimareyek ji girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirine."

 
Çalakvana mafê jinan a Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Bayezîdî, ku endama Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê û herwiha Kampanya Yek Milyon Îmzayan e, nêzîka 2 sal dibe di girtîgehê de ye. Bayezîdî ji ber çalakî di warê mafê mirovan de, bi 4 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û niha bo Girtîgeha Zencanê hatiye şandin ku parêzgeheke derdora Tehranê ye.

Li Bajarê Îlam Tenê Yek Sînema Heye

Dengê Azad - Rûdaw: Li Parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê tenê saloneke sînema heye û ew jî pir xerab e. Hunermendekî bajarê Îlam jî dibêje: "Ger ew salona sînemê jî nebe baştir e."

Jimara daniştvanên Parêzgeha Îlam nêzîka milyonekê ye û tenê dû salonên sînemê lê hene. Yek ji wan çendîn sal e ji ber sedemên nediyar hatiye daxistin û hola din ya sînemayê jî ji ber rewşa xerab a hundirê wê kes naçiyê.

 
Sînema serekî ya Îlam, li navenda parêzgehê ye û niha ji aliyê sektora taybet ve tê rêvebirin. Lê li piraniya bajrên din ên Îranê çendîn salonên pêşkevtî yên Sînemê hene û sziyên hikûmetê rêve dibin. Sînema din jî ku hatiye daxistin, li bajarê Ebdanan ser bi Parêzgeha Îlam e.

 
Herçiqas 40 çil sal dibe salona sînemê li Îlam hatiye avakirin, lê ji ber xerabbûna avahiyê kes êdî niha naçiyê. Di vê derbarê de, rewşenbîr Elîriza Mihemedyarî, bo malpera 'ilam' ragehand, sedemên sereke ku xelk naçin sînemê, kevinbûna hol û avahiyan û pirgirêkên cor bi cor ên sînemayên parêzgehê ne. Bo mînak kursî bi tevahî kevin bûne û piraniya wan nayên bikaranîn.

Navbirî sedemeke din jî dereng pêşandana fîlmên sînemê dibîne. Elîriza Mihemedyarî, rayedarên hikûmeta Îranê rexne kir, ji ber di nûkirin û pêşdebirina navendên çandî û kultûrî de tu gavên pêwist neavêtine.

 
Bi baweriya Mihemedyarî, li parzêgeha Îlam sînema heye, lê ger nebe baştir e. Navbirî axaftina xwe wiha diqedîne: "Dema mirov salona sînema Îlam dibîne, zêdetir cîhekî kevin û wêrankirî dikeve berçav. Evna jî wiha dike êdî hevwelatî dilsar bibin û neçin sînemê."

Biryara Binçavkirina Hoşmend Meheke Din Hat Dirêjkirin

Dengê Azad - Rûdaw: Piştî mehek bi ser binçavkirina Serokê Civata Hunerî ya Merîwan Muxtar Hoşmend de derbas bû li zîndana Îdara Ewlekariya Bajarê Sine, biryara binçavkirina navbirî bo meheke din hat dirêjkirin.

 
Di vê derbarê de xizmekî hunermendê Kurd Muxtar Hoşmend bo Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand: "Ligel ragirtina ne qanûnî ya Moxtar Hoşmend ku mehekê di bin çavan de ma û piştre nûkirina biryara binçavkirina wî bo 10 rojên din, rayedarên Dezgeha Dadê li Bajarê Sine diyar kirin ku biryar meheke din hatiye dirêjkirin."

 
Meha borî ku Hoşmend di girtîgeha Îdara Ewlekariya Bajarê Sine de hatiye ragirtin, ji hemû peywendiyeke telefonî ligel malbata xwe hatiye bêparkirin û endamên malbata wî jî hatine neçarkirin ku ligel tu medyayekê neaxifin, daxwiyaniyan nedin û herwiha hatine tehdîtkirin jî.

Xizmê Serokê Civata Hunerî ya Merîwan eşkere kir ku dema Muxtar hat binçavkirin, hêzên ewlekariyê ji malbata wî re gotin bi tu awayî nabe derbarê çawaniya binçavkirina Moxtar û rewşa wî de agahiyan bidin raya giştî û medyayan. Navbirî da zanîn ku hê malbata Hoşmend nekarîne parêzerekê jî jê re bigrin û hewildanên wan di vê derbarê de bêencam mane.

 
Serokê Civata Hunerî ya Merîwan Muxtar Hoşmend, salên borî gelek pêşangehên hunerî li Merîwan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê birêve birin. Hoşmend 23ê Hezîrana 2010an li Merîwan hat binçavkirin û piştî mehekê ji aliyê Îdara Ewlekariya Sine ve dema binçavkirina wî bo meheke din hat dirêjkirin.

Diyardeyek mezin û çareserkirina wê

Azad Kurdî
Di nav dehan diyardeyên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê de ku di 30 salên borî yên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de zêde dikeve berçav, xwekuştina jinan û ji wê nexweştir awayê xweşewitandinê e.

 
Herçiqas serjimêriyên fermî yên Komara Îslamî di çi warî de ji aliyê pispor û şarezayên serbixwe û zanistî nayên piştrastkirin, lê statîstîkên heyî derdixin holê ku

 
di asta Îranê de salê 3 hezar kes xwe dikujin û ji sedî 37ê xweşewitandina jinan li Îlam û Kirmaşan çêdibe û Sine û Urmiye jî di nav wan parêzgehan de cîh digrin ku herî zêde jin xwe dişewitînin.

Lê xwekuştina jinan di 'rapora netewî ya tundûtûjî li dijî jinan' ku ji aliyê buroya Serokkomariyê hatiye weşandin, dide zanîn serjimêriya xwekuştina jinan li parêzgehên Kehkîloye û Buyer Ehmed, Îlam, Kirmaşan, Kurdistan (Sine) gellek ji rêjeya seranserî a Îranê zêdetir e. Rapora han destnîşan dike, li Kirmaşan û Îlamê jin rêya xweşewitandinê wek şêwazê xwekujiyê hildibijêrin ku herî metirsîdar û bixof e. Yek ji saziyên dewletê yên Parêzgeha Îlamê jî eşkere dike, di navbera salên 1382 (2003) heta sala 1386 (2007)an, herî kêm 2000 kesan xwe kuştine ku bi vî awayî ye: "Sala 1382an 485 kes, sala 1383an 337 kes, sala 1384 320 kes, sala 1385an 417 kes û sala 1386an 387 kes." Temenê kesên xwe dikujin di navbera 15 - 35 saliyê ye. Çavkaniyên ne fermî jî diyar dikin, di salê de nêzîk 400 kes tenê li Îlamê xwe dikujin ku herî kêm bûyer tên ragihandin, ji ber ku berpirsyar serjimêriyan diveşêrin.

 
Ew karnama lawaz ya Komara Îslamî bûye sedem ku li gor daxuyaniyên Saziya Tendurustiya Cîhanî, Îran sêyemîn welatê cîhanê ye ku serjimêriya xwekuştina jinan zêde tê kirin. Welatên yekem û duyem jî Çîn û Hindistan in ku rêjeya xwekuştina jinan di wan de herî zêde ye. Saziya Tendurustiya Cîhanî diyar dike di salê de yek milyon mirov xwe dikujin û aliyê kêm di her 40 çirkeyan de kesek li cîhanê xwe dikuje. Lê ligel wêya ku rêjeya xwekujî û bi taybet xweşewitandina jinan li Îranê ewqas zêde ye, lê rayedar ne amade ne pirsgirêkê bipejirînin û bi tu awayekê naxwazin agahiyên dursit û berfireh di vî warî de bên weşandin. Bo nimûne du bijîşkên Kirmaşanê bi navên Areş û Kamyar Elayî ku çend sal berî niha dixwastin derbarê nexweşiya AIDSê lêkolînan bikin, çend sal e ji aliyê Komara Îslamî hatine girtin û wek tawanbarên mezin bi wan re tevdigerin û niha jî di girtîgehê de ne. Bi baweriya pisporên civakî û civaknasan, xweşewitandin corek nerazîbûna nehênî ye beramberî pirsgirêk yan rewşa heyî û ji hemûya rêyên din yên xwekuştinê zêde bixeter û bixoftir e. Ligel vê çendê ku xweşewitandina jinan li her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê herdem mijara rojev a civak, medya û semînar û civînanên cur bi cur bûye, lê pêwîstiya herî giring bo jiholêrakirina vê diyardeyê ku çareserî ye, nehatiye praktîzekirin û bi kiryar tu gavek erênî nehatiye avêtin. Zêdebûna serjimêriya xwekuştin û bi taybet xweşewitandinê jî vê rastiyê diselimîne.

 
Berî her tiştî sîstemên hikûmetî berpirsyarê çareserkirina hemû pirsgirêkên hundirê civakê ne û divê bo çareseriya kûr û bingehîn, kirîz û pirsgirêk bi awayekî hûr û berfireh bên nirxandin û mekanîzmên pratîkî jî bên destnîşankirin. Herwiha gerek ji bo kontrlokirina pirsgirêkan jî bi cidî xebat bê kirin. Lê ji bo çareserkirina diyardeyek wek xweşewitandina jinan beriya hemû tiştekê naskirina sedem û sebebên van pirsgirêkan hewce ye, eger ev du fakter bi berfirehî neyên nirxandin, derbasbûn ji wan dibe encama piştguhavêtin û bê çareserî hêlana wê fenomena civakî. Loma di çendîn salên borî de, ligel zêdebûna xweşewitandina jinan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, xuya dibe ku pirsgirêkek wiha metirsîdar ku jiyana civakî bi gefên micid re rûbirû kiriye, bê çareserî maye. Bandorên neyênî yên çaresernekirina xweşewitandina jinan gihaye astekê ku niha hêdî hêdî bûye mode û rêbazek bo gelek jinên xwedî pirsgirêk. Ji bo çareserkirina vê diyardeyê û yên din jî, divê destpêk lêkolîn û nirxandineke zanistî û berfireh û dûrî hemû awayên sansorê bê kirin û dûre sedem û sebebên wêya ku mirov rûbirûyê xemgînî, bêhêvîbûnê dibe û hest dike gihîştiye niqta dawî ya jiyana xwe, bê destpêkirin. Piştre divê li pey bersivên wan lêgerîn were kirin ku ji ber çi li Îlam û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwekuştin û bi taybet xweşewitandin ewqas zêde ye. Çima herî zêde jin dibin armanca wê diyardeyê?

 
Herçiqas çalakvanên mafê jinan li Kurdistanê sedemên xwekuştin û xweşewitandina jinan 'pirsgirêkên malbatî, baweriyên olî û kevneşopan, civaka mêrserdest, zewaca zû û bi zorê, hejarî û pirsgirêkên aborî' wek sedemên sereke yên wê diyardeya mezin dihesibînin, lê pispor û karnas qanûnên ne wekhev wek çavkaniya tundûtûjî li dij jinan û binpêkirina mafê wan wek sedema sereke dizanin, lê rêya herî baş bo çareseriyê guherîna qanûnên Komara Îslamî ya Îranê û piştgirî ji mafê jinan, destnîşan dikin.

Çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 138

 

Tuesday, July 6, 2010

Xebatkarên AIDSê, birayênn Elayî piştî 2 salan hê di girtîgehê de ne

Dengê Azad: Du sal bi ser binçavkirina du birayên bijîşk û pisporên nexweşiya AIDSê Areş û Kamyar Elayî derbas dibe, lê hê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de ne.

Çalakvanên mafê mirovan di duyemîn salvegera girtina pispor û xebatkarên nexweşiya AIDSê, Areş û Kamyar Elayî ku bo çareserkirina wê nexweşiya metirsîdar peydeçûn û xebat dikirin, daxwaz dikin, Areş û Akmyar Elayî neyên jibîrkirin.

Areş û Kamyar niha ji ber şopandian nexweşiya ADISê li Îranê, dema 2 sal e di girtîgehên Komara Îslamî de ne.


Ragihandina Başûr, Rojhilatê Kurdistanê Ji Bîr Kiriye

Azad Kurdî

Rojnamevan û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê giliyan ji dezgehên ragihandinên Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayê pêwîst giringiyê nadin pirsên mirovî û netewî yên Rojhilat. Rêveberê kanala Kurdsat jî dibêje: "Ji ber hestyarbûna rewşê em nikarin hemû mijarekê bixin rojevê."

 
Li Rojhilatê Kurdistanê hevwelatî rûbirûyê girtin, îşkence û darvekirinê dibin, lê kanalên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê tenê wek nûçeyek asayî bûyerên Rojhilat diweşînin, bêyî wêya ku van bûyerên di kanalên xwe de bikin dosyayek berdewam. Li gor serjimêriya sala borî ya Wezareta Plandanîna Herêma Kurdistanê nêzîkî 920 saziyên ragihandinê li Herêma Kurdistanê hene.

 
Bi baweriya lêkoler Silêman Çûkelî, medya Başûr beramberî parçeyên din ên Kurdistanê bi taybet Rojhilat "gelek jar û lawaz kar dikin". Navbirî medyayên azad û serbixwe ên Herêma Kurdistanê bi dijwarî rexne kir û da zanîn ku pir car ew jî wek medyayên desthilatê ligel pirs û pirsgirêkên Kurdistanê tevdigerin: "Evna jî tenê navegere bo bandora desthilatê li ser wan, sedem lawazbûna hest û nirxên netewî ye."

 
Rewşenbîr û rojnamevanên Rojhilat tekez dikin ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê ligel berjewendiyên welatên cîran bûye sedem ku medyayên başûr jî bi kêmî balê bidin ser pirsên netewî ên parçeyên din ên Kurdistanê; bi taybet medya hizbî.

 
Rojnamegerê Rojhilatê Kurdistanê Kawe Qureyşî dibêje ku dezgehên ragihandin ên Başûr bi kêmî behsa pirs û pirsgirêkên xelkê parçeyên din ên Kurdistanê dikin û nerînên xwe wiha anî ziman: "Hêviya me ji medyayên hizbî kêm e, ji ber ku Hikûmeta Herêmê ligel welatên cîran hin peywendî û berjewendiyên aborî heye, lê ligel wêya ku destê medyayên azad vekirî bûye, karê wan jî di vê derbarê de ne di asta pêwîst de ye. Sedema wêya jî ew e ku civaka vir di bin bandora sîstema wê ya siyasî de ye, vêya jî bandor li ser çanda civakî kiriye."

 
Bi baweriya Kawe Qureyşî, heftenameyên wek Çawdêr, Hawlatî û Awêne li ser mijarên parçeyên din ên Kurdistanê baş kar kirine, lê diyar dike karê niha Rûdaw dike, cîhê kêfxweşiyê ye û ji hemû çapemeniyên din baştir li ser parçeyên din disekine. Herçiqas Rûdaw ji destpêkê heta niha rûpelek bo parçeyên din ên Kurdistanê terxan kiriye, lê bi baweriya Silêman Çûkelî, rûpelek pir kêm e: "Ji ber roj li pey rojê bûyer û pirsgirêk di parçeyên din ên Kurdistanê de zêde kûr dibin."

 
Di salên borî de, pir car welatên cîran ragihandina Başûrê Kurdistanê rexne kirine ku bi sedema behskirina pirsên netewî bandor li ser Kurdên beşên din ên Kurdistanê kiriye. Bo mînak berpirsên Îranê ji Mam Celal gilî li beşa Farsî ya Pukmedia kiribûn, ku gelek êrîşê ser Îranê dike, loma malpera beşa Farsî hat daxistin.

Li gor rojnamevanê Rojhilat Dr. Selahedîn Xedîw, Herêma Kurdistanê û partiyên desthilatdar hin berjewendî û asteng jî ligel welatên cîran hene. Wêya jî wan neçar dike peywendiyan bi welatên cîran re deynin û sînorekê ji bo medya xwe destnîşan bikin: "Wêya jî dibe sedem ku sîstema medya Başûr wek a niha be." Dr. Xedîw medyayên Başûrê Kurdistanê rexne dike ku ji dîlva teqlîdkirina medyayên welatên Rojava, zêde teqlîda yên welatên derdorê dikin: "Pêkhata sîstema medya Başûrê Kurdistanê zêde dişibe welatekî wek Îranê yan ên welatên berê yên Sosyalîstî yên ser bi bloka Rojhilat. Ji ber di wê corê sîstema medya de desthilat hêlên giştî bo medya dadirêje û berî hemû tiştekê berjewendiya desthilatê berçav digre."

 
Medyayên Başûr wêya naveşêrin ku berjewendiyên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bandor li ser medyayê kiriye û bi kêmî pirsên netewî û nîştimanî yên parçeyên din ên Kurdistanê anîne rojevê. Rêveberê televizyona Kurdsat Awat Necmedîn di vê derbarê de got: "Peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran hene, hemû axaftinek derbarê rewşa siyasî ya wan welatan ku Kurd tê de nîştecîh in, hestyar e, çênabe em hin gotinan bikin û mijarên wiha bînin rojevê ku pirsgirêkan ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel wan welatên cîran çêbike."

Navbirî da zanîn, ew bi awayekî objektîv li pirsan dinêrin û her bûyerek li parçeyên din çêbûbe, behs kirine: "Lê em naxwazin ji ber êrîşkirina dijwar a ser welatên cîran li dezgehên ragihandinê, ewlehiya netewî ya Herêma Kurdistanê tevlihev bikin."

Rûdawnet

Li Rojhilatê Kurdistanê Weşana Kovara Sirwe Hat Sekinandin

Dengê Azad- Rûdawnet: Weşana Mehnama Kurdî û Farsî ya Sirwe piştî 25 sal û belavbûna 281 jimaran hat ragirtin.
Rêveberê Giştî yê Kovara Sirwe Bêhruz Caferî, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa MEHR a Nûçeyan, sekinandian weşana Kovara Sirwe piştrast kir û sedema wê jî pirsgirêka darayî da zanîn.

Bêhruz Caferî eşkere kir, Sirwe di salên borî de bi ked û zehmeta hinek evîndarên wêje û çanda Kurdî dihat rêvebirin û xerca çapkirina kovarê jî li stoyê wan bi xwe bû.

Hêjayî gotinê ye, Kovara Sirwe 25 sal e bi Kurdî û Farsî li Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike û bi siya Sirwe’yê hezaran kes fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bûne.

Keçeke 16 salî li Pîranşarê xwe kuşt

Dengê Azad - Rûdawnet: Di çend rojên borî de keçeke ciwan a Kurd li bajarê Pîranşarê bi navê Şîwa Ş xwe kuşt.


Ajansa Nûçeyan a Mukrian, di nûçeyekê de belav kir, Şîwa Ş a 16 salî ku di maleke kirê de bûn, di çend rojên borî de li bajarê Pîranşarê xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî.


Li gor agahiyên Ajansa Mukiran, Şîwayê ji ber pirsgirêkên aborî û hejariyê ligel dayîka xwe kar dikir. Di nivîsarekê de ku Şîwa Ş piştî xwekuştina wê hatiye dîtin, ew keça ciwan sedema bidawî anîna jiyana xwe nerazîbûn ji rewşa jiyana xwe diyar kiriye û dide zanîn, nexwestî ye jiyanê berdewam bike.

Friday, July 2, 2010

Parêzerê Zeyneb Celaliyan: ‘’Li Îranê Peywendiya Ligel PKKê Ne Tawan e, Nabe Zeyneb Bê Darvekirin’’

Dengê Azad - Rûdaw: Her diçe egera biryara darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan cidîtir dibe. Bavê Zeyneb dibêje: ‘’Dadgehê tiştek ji me re negotiye.’’ Parêzerê wê jî dibê: ‘’Nabe Zeyneb were darvekirin, ji ber li Îranê peywendî û alîkarîkirina PKKê tawan nayê hesibandin.’’

Li gor saziyên çalakvanên mafê mirovan û parêzerên dadgehê li Tehranê, biryara darvekirina Celaliyan ji aliyê Dîwana Dad a Îranê ve hatiye erêkirin û egereke bihêz heye ku bê darvekirin. Vê rewşê malbat û parêzerên wê nigeran kiriye. Zeyneb Celaliyan a 28 salî bi tawana peywendî û hevkarîkirina ligel PKK û PJAKê bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Bavê Zeynebê Îsmaîl Celaliyan yê 61 salî ku cotkarekî hejar yê bajarê Makû yê Rojhihilatê Kurdistanê ye, pir ji rewşa keça xwe nîgeran e û got: ‘’Ji aliyê Dadgehê ve di vê derbarê de tiştek ji me re nehatiye ragehandin. 10 rojan berî niha dema em bi riya telefonê ligel Zeynebê axivîn, me jê pirs kir, keça min jî ne haydar bû." Bavê Zeynebê daxwaz dike: "Tenê xwestekek min heye, Zeynebê nekujin, bihêlin zindî bimîne û vegere kêleka malbata xwe û cem min û dayîka xwe ya nexweş a 71 salî.’’

Berê Zeyneb Celaliyan ji malbata xwe xwestibû, Dr. Mihemed Şerîf wek parêzerê wê diyar bikin û bila dosya wê bişopîne. Lewra malbata Zeynebê ku ji Makûyê hatine Tehranê, navbirî wek Parêzerê Zeynebê diyar kirine. Derbarê şopandina dosya wê girtiya siyasî ya Kurd de, Mihemed Şerîf wiha axifî: ‘’Ev mehek dibe ez dosyê dişopînim û dixwazim nama parêzeriya xwe li ser danînim, lê em nikarin dosya peyda bikin, hatiye windakirin û tu alî bersiveke durist nadin me û alîkariya me nakin. Herwiha min pir hewl daye lê heta niha min nikariye Zeyneb Celaliyan ji nêzîk ve bibînim û pê re biaxifim.’’

Derbarê egera darvekirina Celaliyan de, Dr. Mihemed Şerîf wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Biryara darvekirina Zeynebê li Kurdistanê hatiye dan û bo cîbicîkirinê ji Tehranê re hatiye şandin. Dîwana Bilind a Dad a Îranê jî biryar erê kiriye, lê em nizanin biryara darvekirinê ketiye qonaxa cîbicîkirinê yan na, hê em bi tevahî nizanin û berdewam jî dozê dişopînin. Hêvî dikim gotetên di vê derbarê de ne rast bin."

Li ser wê tawana ku Zeyneb Celaliyan cezayê darvekirinê wergirtiye, Dr. Şerîf da xwiyakirin: "Herçiqas Zeyneb Celaliyan îtiraf kiriye ku endamê PKK û PJAKê bûye, lê li Îranê peywendî û alîkarîkirin bi PKKê re tawan nayê hesibandin. Li gor mada 498 û 499 a Qanûna Cezayên Îslamî ku girêdayî endambûn û peywendî ligel grûbên ne qanûnî ye, peywendîkirin bi PKKê re nikare di çarçova van madeyên yasayî de cîh bigrin û nabe Zeyneb bê darvekirin."

Hêjayî gotinê ye, Zeyneb Celaliyan ligel xwîşkeke xwe 10 sal berî niha tevlî hêzên PKKê dibin. Xwîşka Zeyneb niha jî li wir e û malbata wê dibêjin 10 sal e tu agahiyek me li ser çarenûsa wê tune û em nizanin li kuderê ye. Lê malbata wê diyar dikin, sala 2008an Zeyneb tê binçavkirin.