Tuesday, May 22, 2012

Îrade û hevalbendiya neteweyî piştî 19ê Gulanê ket rojevê

Ferzad Kemanger
Azad Kurdî

Darvekirina pênc girtiyên siyasî ku 4 jê kurd bûn, du saliya xwe jî buhorand. Lê vê bûyerê pirr bandorên mezin kirin ser civaka siyasî û sivîl a Rojhilatê Kurdistanê û tevgera azadîxwaziya Kurdistanê û destkevtek mezin li pey xwe bi cîh hişt. Di 19ê Gulana 2010an de, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Îslamiyan hatin darvekirin.
Ev biryar ne dadpewerane û ne hiqûqî bû, ji ber ku ew girtiyên siyasî tenê bi sebebê raman û tevgerên xwe yen azadîxwaziyê bi wî cezayê giran re rûbirû bûn, mafê wan girtiyên siyasî ne darvekirin bû, ger sîstema cezayên îslamî yên Komara Îslamî nebûyana, jiyana wan azadîxwazan wisa bi hêsanî nedihat standin. Ji ber ku ev girtî di dadgehên çend deqîqeyî de bi cezayê giran ê darvekirinê hatin mehkûmkirin, bêy ku tu belgeyek eşkere hebe ku wan kiryarek metirsîdar kiribe. Guneha wan kurdbûn û xebat di rêya azadî, demokrasî, aştî û mafên neteweyî bû. Ferzad mamosteyê dibistanê, rojnamevan û çalakvanê sivîl bû. Parêzerên wan girtiyan û mafnas bawer in ku proseya doza wan şoreşgerên kurd dûrî çarçoveya hemû pîvan û bingehên mafê mirov û qanûnên navneteweyî hat rêvebirin.
Piştî lidarvekirina wan girtiyên siyasî, nerazîbûnên giştî li dijî vê kiryara rejîma desthilatdar li Îranê di asta navxwe û navnetewî de da destpê kirin û heta niha jî ji rojevê ne derketiye.
Herçiqas ji destdana van şehîdan ji bo Kurdistanê derbeyek giran bû, lê şehîdbûna Ferzad Kemanger û hevalên wî civaka Kurdistanê bêhtir ji caran hişyar kir û rabûnek nû hat hestpêkirin. Ji xeynî vê yekê, bo yekemîn car hemû partiyên siyasî, çar roj piştî darvekirina van girtiyên siyasî, gireva seranserî li Rojhilatê Kurdistanê ragehandin. Nerazîbûnek sivîl a berfireh ku heta wê demê bê mînak bû. Ev yek pêngavek neteweyî di navxweyê Kurdistanê de anî holê. Her eva bû ku karbidestên Komara Îslamî heta niha jî ligel be, termê wan girtiyan radestî malbatên wan nekirine û heta kes nizane ku li kuderê hatine veşartin!
Gireva seranserî li 23ê Gulanê û çar roj piştî îdamkirina van koma girtiyên siyasî Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din jî hejand. Yekîtî, hevdengî, tebahî û hevxebatî mifteya serkevtin û pêşveçûna hemû çalakî û xebatên siyasî, civakî û çandî ye. Bi taybet ji bo hêzên siyasî ku xwedî helwêst û raman û armancên cuda yên siyasî bin. Lê 19ê Gulanê hemû hêzên qada tevgera azadîxwaziya kurd li Rojhilatê Kurdistanê anîn ba hev û gihîjandin vê bawerê ku bi yekdeng, yekhelwêst û tebahî greva sivîl û giştî rabigehînin û bi vî awayî nerazîbûna xwe li hemberî vê kiryara desthilatê nîşan bidin. Karek ku ceribandina wê destkevtên dîrokî li pey xwe hiştin û pêdivî ye ku Kurdistan bi van çalakiyan bêhtir hêz û îradeya xwe ya hişyar û rabûyî derbixe holê.
Di rastî de hemû civatên xelkê Kurdistanê bi germî bersiva vê îrada yekgirtî ya hêzên siyasî dan û tirs û xofek mezin xiste nav dilê Komara Îslamî. Hêvî xurttir bûn û bi vê yekê civat û hêz û aliyên siyasî pirr baş gihîştin hev. Ji xwe mêjdem bû ku ev yek ji hêzên nav tevgera kurd dihat çaverêkirin. Loma li 19ê Gulanê darvekirina wan 4 girtiyên siyasî û ramanê li Kurdistanê îrade û hevalbendiya neteweyî zêde xurt kir.

Monday, May 7, 2012

Bandora dorpêçên aborî û dijwarbûna jiyana xelkê

Azad Kurdî

Dema hikûmetek siyasetên radîkal li dijî tenahiya civaka navdewletî dimeşîne û berevajî pîvan û peymanên navneteweyî tevdigere, hêzên mezin ên cîhanê neçar dimînin reaksyonan nîşan bidin. Çaxê liv û tevger ji bo razîkirina wan hikûmetan bi rêya diyalog û dîplomasiyê ne mimkun dibe, hêzên mezin dest didin rêvebirina dorpêçên aborî û siyasî li dijî wan desthilatan. Nimûneyên wiha di cîhanê de li 30 salên borî pirr in, wek Kureya Bakur, Lîbya, Iraqa berê û Komara Îslamî ya Îranê, Sûriye û hwd ...
Di vê rewşê de çendîn diyardeyên civakî û aborî serî hildidin ku berpirsyarê rewşa han rayedaranên wan welatan in di serî de û zeremend û goriyên serekî jî xelk e. Rewşa niha ya Îranê vê yekê dide xuyakirin. Hikûmetên ku rûbirûyê vê rewşê dibin, bêhtir sîstemên totalîter û fandemental in ku ji ber îdeolojiya xwe xelkê dikin gorî û li dijî berjewendiyên wan tevdigerin heya wan sûd û berjewendiyan biparêzin.
Dema ku civaka navdewletî derbarê çalakî û tevgerên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bernama etomî ya vê hikûmetê bêhêvî bûn û ti encamek erênî ji gotûbêj û dîplomasiya demdirêj wernegirtin, hewlên meşandina dorpêçên aborî û siyasî li dijî vê hikûmetê hatin destpêkirin.
Di destpêkê de rayedarên Komara Îslamî îdea kirin ku dorpêç çiqas jî berfireh bin, nikarin bandorê bikin ser aboriya welat û jiyana hevwelatiyan. Lê dema dorpêçên aborî li ser pîşesaziya petrol, petroşîmî, gaz û bankên sereke yên Îranê xurt bûn û tevgerên bazirganî yên fîrmayên mezin ên cîhanê kêm bûn, êdî wê demê rayedarên Komara Îslamî li xwe hesiyan.
Tenê ji destpêka sala 2011’an heta niha ku dorpêçên aborî li ser Îranê berfireh bûne, diyardeyên civakî û pirsgirêkên aborî yên xelkê du qat zêde bûne. Buhayê alev û xwarin û vexwarin her diçe zêde dibe, bêkarî berfirehtir bûye û pirraniya kedkaran karên xwe ji dest dane yan çend meh in miaş û heqdestê xwe nestandine. Dehan karxane û kargehên mezin ên hilberînê hatine girêdan û rastî kirîz û têkçûnê hatine, hilberîna gaz û petrola Îranê pirr kêm bûye û niha rayedar jî îfadeyê bi bandora dorpêçên berfireh ên civaka navdewletî li ser aboriya welat dikin. Komara Îslamî vê mehê ragehand ku pileya enflasyona aborî giha 21.5 ji sedî, lê çavkaniyên ne fermî vê hejmarê du qat zêdetir radigehînin û li herêmên mîna Kurdistanê ku bêkarî û xizanî bêhtir heye, rêjeya han digihe ji sedî 40’ê jî.
Di rewşên wiha de xelk zêde diêşe û zerarê dibîne. Er diçe diyardeyên civakî bêhtir dibin û pirsgirêkên aborî jiyana xelkê rastî astengên mezin kirine. Dabînkirina debara jiyana rojane pirr dijwar bûye, buhayê xwarin û vexwarinê heta qasekê zêde bûye û dibe ku hêza kirîna xelkê gellek jêrde hatiye. Di vê navberê de xelkê hejar û kêmdahat, bi taybet kedkar û zehmetkêş pirr jiyanek nexweş diqedînin. Zarokên dibistanê jî niha bo debara jiyanê ketine tevgeran û li her sûk û bazaran zarok tên dîtin ku ji bo qedandina jiyana rojane ya jiyana malbatên xwe kar dikin.
Di rewşa niha de çîn û qatên xizan û hejar ên civaka Îranê, bi taybet herêmên derdpora Îranê ku netewe têde dijîn, bêhtir ketine tengasiyan. Ji ber ku berê jî jiyan bo wan dijwar diqediya û navçeyên Kurd, Belûç, Ereb û Turkmenên niştecih li Îranê di bin siyaseta dorpêçên aborî û senetî ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ve rûbirû bûn. Niha barê giran ê du dorpêçan dikşînin û jiyan ji xelkê tehl û nexweş bûye. Li gor standardên cîhanî yên jiyanê dema hevwelatî ji bo dabînkirina alev û pêdiviyên sereke yên jiyanê bikevin nav tengasî û zehmetiyan, ew jiyanek nexweş û hejarane derbas dikin.
Lê tecrubeyên welatên ku xelkê xwe rastî çarenûsek wisa kirine û rûbirûyê civaka navdewletî dibin, rewşa niha ku li Îranê dom dike heta serî wiha nameşe û xelkê bêzar û nerazî di bin barê giran ê debara jiyanê dê bêdengiyê bişkînin û rê nadin jiyana wan jî bibe goriyê îdeolojî û tevgerên dîktatorane yên rayedaran bibe û heta vê qasê jî jiyanek reş û nexwşe derbas bikin.

Neewlehiya civakî bajarê Bokanê hejand

Azad Kurdî

estpêbûna diyardeya revandina zarokên dibistanan û xwendekarên kêmtemen li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê di meha Nîsanê de civaka Kurdistanê hejand û rojev bi xwe re mijûl kir.

Kuştina bêhtirî 10 zarokên Kurd li Bokanê Kurdistan hejand. Her kesî bala xwe da şirove û analîzkirina van cinayetan ku goriyên sereke jî zarokên Kurd bûn. Zarokên ku ji aliyê grûpek xerabkar û cinayetkar hat/tê meşandin û piştî ku zarokên Kurd direvînin, tecawûzê bi wan dikin û di dawî de jî difetisînin.

Grûpa han ne naskirî ye, lê pirranî di şev de gefê li hevwelatiyan dixwen. Çalakvanên mafê mirovan û hevwelatiyên sivîl bawer in ku grûpên bi vî awayî bê hevkarî, haydan û piştgirîkirina karbidestên dewletê nikarin kiryar wiha cinayetkarane bimeşînin. Ev bûyerên xemgîn û dilşewat bûn sedema ne ewlehiya civakî li Kurdistanê û bi taybet jî li bajarê Bokanê. Hezaran kes ji hevwelatiyên Bokanê di meşên aştiyane û sivîl de, ev cinayet şermezar kirin û hevdem rexne û nerazîbûnên xurt ji tevgerên sar û xemsariya hêzên Komara Îslamî nîşan dan.

Di welatekê de ku sîstema tekûz nebe û ewlekarî di civakê de tunebe, encamdana van kiryaran heta qasekê normal dixuye, lê di sîstemek wek Komara Îslamî de ku kontrolkirina hevwelatiyên sivîl di warê siyasî û civakî de pirr sîstematîk û tekûz rêve diçe, meşandina van kiryarên cinayetkarane li dijî zarokên bê guneh mirov şaşmayî dike. 33 sal in ku Kurdistan ji aliyê hêzên leşkerî, sîxorî û ewlekariya Komara Îslanî ya Îranê bi tevahî hatiye mîlîtarîzekirin. Lê hevdem li Kurdistanê û pirr herêmên din hindek grûpên cinayetkar serî hil didin ku ewlehiya civakî û jiyana hevwelatiyên sivîl binpê dikin. Komên ku armanc ji kiryarên wan tenê pêkanîna atmosfera xof, tirs û wehşetê ye di nav civakê de.

Dema ku hevwelatiyên Kurd ên bajarê Bokanê li hemberî vê diyardeyê dest bi nerazîbûna sivîl kirin, hêzên ewlekarî û leşkerî bi xurtî ligel beşdarên meşên sivîl rûbirû hatin. Ji bajarên Urmiye û ên derdor hêz ji bo qirkirin û çavdêrîkirina meşên hevwelatiyan anîn Bokanê. Gellek hevwelatiyên sivîl ên Kurd di van meşên aştiyane de binçavkirin. Heta kesûkarên zarokên kuştî jî girtin û rastî lêpirsînê hatin kirin. Ji bo van tevgeran ew hêzên parêzerên ewlehiya civakê ne, tenê ji ber ku desthilata xwe biparêzin, lê ji bo kontrolkirin û kifşkirina grûpên cinayetkar ku zarokên Bokanê direvînin, tecawuzê bi wan dikin û piştre bi awayekî hovane dixeniqînin, nikarin ti karekê bikin!

Bêhtirî mehekê ye ku jiyana normal û sivîl li bajarê Bokanê tune ye, ji ber ku malbat bê hêvî ne ku zarokên ku şandine dibistanê bi zindî vegere malê! Çend rojan ti hevwelatiyekê ji ber kiryarên vê grûpê newêra zarokên xwe bişînin dibistanan û xwendingeh di bêhnvedanê de bûn.

Dema sazî û dezgehên hikûmetê di rêvebirina erk û berpirsiyariyên xwe de xemsar bin, pirsgirêk û kirîzên wiha serî dil didin. Li Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê her roj em şahidê van cor bûyeran in. Roj li pey rojê diyardeyên civakî xurt dibin û mîna kirîzên metirsîdar derketine holê. Parsatina ewlehiya civakî karê hêzên dewletê ye da ku hevwelatî bikarin jiyanek normal û sivîl bikin. Lê zêde karê hêzên Komara Îslamî ya Îranê berevajî erkên wan in. Bi qasê ku ew li ser kontrolkirin, girtin, binçavkirin û êşandina hevwelatiyan re mijûl in û planan jê re dadirêjin, herî kêm balê didin çareserkirina pirsgirêkên civakî û ewlehiya jiyana sivîl ji bo pêşîgirtin li cinayetên bi vî awayê ku li Bokanê pêk hatin û zarokên bê guneh bûn gorî.