Tuesday, May 22, 2012

Îrade û hevalbendiya neteweyî piştî 19ê Gulanê ket rojevê

Ferzad Kemanger
Azad Kurdî

Darvekirina pênc girtiyên siyasî ku 4 jê kurd bûn, du saliya xwe jî buhorand. Lê vê bûyerê pirr bandorên mezin kirin ser civaka siyasî û sivîl a Rojhilatê Kurdistanê û tevgera azadîxwaziya Kurdistanê û destkevtek mezin li pey xwe bi cîh hişt. Di 19ê Gulana 2010an de, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Îslamiyan hatin darvekirin.
Ev biryar ne dadpewerane û ne hiqûqî bû, ji ber ku ew girtiyên siyasî tenê bi sebebê raman û tevgerên xwe yen azadîxwaziyê bi wî cezayê giran re rûbirû bûn, mafê wan girtiyên siyasî ne darvekirin bû, ger sîstema cezayên îslamî yên Komara Îslamî nebûyana, jiyana wan azadîxwazan wisa bi hêsanî nedihat standin. Ji ber ku ev girtî di dadgehên çend deqîqeyî de bi cezayê giran ê darvekirinê hatin mehkûmkirin, bêy ku tu belgeyek eşkere hebe ku wan kiryarek metirsîdar kiribe. Guneha wan kurdbûn û xebat di rêya azadî, demokrasî, aştî û mafên neteweyî bû. Ferzad mamosteyê dibistanê, rojnamevan û çalakvanê sivîl bû. Parêzerên wan girtiyan û mafnas bawer in ku proseya doza wan şoreşgerên kurd dûrî çarçoveya hemû pîvan û bingehên mafê mirov û qanûnên navneteweyî hat rêvebirin.
Piştî lidarvekirina wan girtiyên siyasî, nerazîbûnên giştî li dijî vê kiryara rejîma desthilatdar li Îranê di asta navxwe û navnetewî de da destpê kirin û heta niha jî ji rojevê ne derketiye.
Herçiqas ji destdana van şehîdan ji bo Kurdistanê derbeyek giran bû, lê şehîdbûna Ferzad Kemanger û hevalên wî civaka Kurdistanê bêhtir ji caran hişyar kir û rabûnek nû hat hestpêkirin. Ji xeynî vê yekê, bo yekemîn car hemû partiyên siyasî, çar roj piştî darvekirina van girtiyên siyasî, gireva seranserî li Rojhilatê Kurdistanê ragehandin. Nerazîbûnek sivîl a berfireh ku heta wê demê bê mînak bû. Ev yek pêngavek neteweyî di navxweyê Kurdistanê de anî holê. Her eva bû ku karbidestên Komara Îslamî heta niha jî ligel be, termê wan girtiyan radestî malbatên wan nekirine û heta kes nizane ku li kuderê hatine veşartin!
Gireva seranserî li 23ê Gulanê û çar roj piştî îdamkirina van koma girtiyên siyasî Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din jî hejand. Yekîtî, hevdengî, tebahî û hevxebatî mifteya serkevtin û pêşveçûna hemû çalakî û xebatên siyasî, civakî û çandî ye. Bi taybet ji bo hêzên siyasî ku xwedî helwêst û raman û armancên cuda yên siyasî bin. Lê 19ê Gulanê hemû hêzên qada tevgera azadîxwaziya kurd li Rojhilatê Kurdistanê anîn ba hev û gihîjandin vê bawerê ku bi yekdeng, yekhelwêst û tebahî greva sivîl û giştî rabigehînin û bi vî awayî nerazîbûna xwe li hemberî vê kiryara desthilatê nîşan bidin. Karek ku ceribandina wê destkevtên dîrokî li pey xwe hiştin û pêdivî ye ku Kurdistan bi van çalakiyan bêhtir hêz û îradeya xwe ya hişyar û rabûyî derbixe holê.
Di rastî de hemû civatên xelkê Kurdistanê bi germî bersiva vê îrada yekgirtî ya hêzên siyasî dan û tirs û xofek mezin xiste nav dilê Komara Îslamî. Hêvî xurttir bûn û bi vê yekê civat û hêz û aliyên siyasî pirr baş gihîştin hev. Ji xwe mêjdem bû ku ev yek ji hêzên nav tevgera kurd dihat çaverêkirin. Loma li 19ê Gulanê darvekirina wan 4 girtiyên siyasî û ramanê li Kurdistanê îrade û hevalbendiya neteweyî zêde xurt kir.

No comments: