Tuesday, October 25, 2011

Îran di darvekirina girtiyên siyasî de yekem e

Azad Kurdî

Ligel ku 10’ê Cotmehê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Lêborîna Navneteweyî (AI) û çendîn saziyên parastina mafên mirov ve di asta navneteweyî de wek ‘Roja Xebat Li Dijî Cezayê Darvekirinê’ hatiye ragehandin, lê hêj cezayê îdamkirina mirovan di gelek welatên cîhanê bi awayên cuda dimeşe. Di salê de jiyana hezaran mirovan bi rêya cezayê darvekirinê tê standin, li her welatekê jî bi awayekê ew ceza tê rêvebirin. Lê şeklên herî hovane li Îranê tê meşandin, ew jî darvekirin ji ber çavê xelkê û li ser kolan û cadeyan e û ya din jî îdamkirina zarokên jêr 18 saliyê ye. Zêdeyî deh sala ye ku xebat û hewldan di çarçoveya aksiyonên berfireh di asta navneteweyî de tên encamdan, da ku cezayê darvekirinê di hemû wan welatan de ku tevlî peyman û konvansyonên hiqûqî û parastina mafên mirov nebûne, bê rawestandin.

Lê li gor raporên saziyên navneteweyî yên mafên mirov, hêj di 58 welatên cîhanê de cezayê darvekirinê tê rêvebirin. Di sala derbasbûyî de 2 hezar û 390 xalên darvekirinê li hin welatên cîhanê hatiye meşandin. Ji sedî 95’ê cezayê darvekirinê di welatên Çîn, Îran, Kureya Bakur, Yemen, Erebistana Seûdî û Pakistan û Amerîka de tê rêvebirin. Statîstîk derdixin ku rewş nebaştir e ji salên berê.

Îran di warê rêvebirina cezayê îdamkirinê de piştî Çînê, di rêza duyem di cîh girtiye û tundûtûjî û îdamkirin bûye sembola naskirina wê hikûmetê, lê di darvekirina girtiyên siyasî de li cîhanê yekem e! Herçiqas di Îranê de gelek îdam bi nehênî û veşartî tên rêvebirin û zêde jî bi fermî nayên îlankirin, lê li gor raporên çalakvan û rêxistinên parêzerên mafên mirov, di sala 2010’an de 546 kes li Îranê hatine darvekirin ku tenê 312 xal bi fermî hatine ragehandin. Di sala 1390’an a Rojî de heta niha ku 7 meh jê derbas dibe, 135 kes hatine darvekirin.

Herî zêde girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê tên îdamkirin
Îdamkirina 4 girityên siyasî Mamosta Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemholî, Ferhad Wekîlî di Gulana sala borî de, hovîtiya herî dawî ya Komara Îslamî bû li dijî girtiyên siyasî û ramanê yên Kurd. Lê mêj sal in li Rojhilatê Kurdistanê ji zarok heta kalan her roj şahidê dîtin û bihîstina nûçeyê darvekirina hevwelatiyên Kurd in, vê yekê bandorek nebaş kiriye ser moral û pîskolojiya hevwelatiyan li Kurdistanê.

Girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê berdewam bi sûçên ‘Muharibe’ (şer ligel xwedê), hevkarî û endambûn di partiyên Kurdî yên opozîsyonê û xebat li dijî ewlekariya welat û hewildan ji bo hilweşandina dewletê, bi cezayê darvekirinê tên mehkûmkirin. Piraniya girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê di bin îşkenceyên dijwar de hatine neçarkirin ku îfadeyan bidin. Ji aliyekî din jî girtiyên Kurd di dadgehên ne adilane tên mehkemkirin ku ti serxwebûnek di karê dezgeh û saziyên ser bi Dezgeha Dad a Îranê nayê dîtin û cezayê girtiyên siyasî û ramanê yê Kurd zêde ji aliyê sazî û navendên ewlekarî û leşkerî ve li ser rayedarên dadgehan tê ferzkirin.

Di çend salên borî de zêdeyî 30 girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê hatine darvekirin û niha 21 girtiyên siyasî yên Kurd jî li benda îdamê ne. Di 2 mehên borî de heta niha tenê li girtîxaneya Urmiyê 10 Kurd hatine darvekirin.

Gelek pirs di vê derbarê dikevin mejiyê mirov, gelo rêvebirina cezayê darvekirinê ne binpêkirina mafê jiyana mirovan e? Gelo heta çiqas bandora pozîtîv hebûye ser kêmkirina tawanan di civakên de? Gelo îdamkirin çaresiyek lojîkî ye yan meşandina tedbîrên din ên hiqûqî?

Li gor nerîna pisporên hiqûqî û civakî, darvekirina hevwelatiyan bi sûcên cuda, ne tenê nikare pêşiya kêmkirina pirsgirêk û tawanan bigre, belkî di warê pîskolojî û exlaqî de zerarê digehîne jiyana mirov û civakê û nikare wek kiryarek adilane bê hesibandin. Rêbazek tundûtûj e ku tenê morala hevwelatiyan têk dide.

Cezayê darvekirinê herwiha 2 bendên giring ên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov bi eşkere binpê dike. Benda 3: “Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.” Û benda 5: “Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê nayê kirin û ceza lê nayê birîn.” Li gor van du bendên DGMM, cezayê îdamê tawanek dijî mirovahiyê ye.

Lê mixabin ji ber nebûna tedbîrên pratîkî û çavdêriyek kûr û pêwîst a navneteweyî, hêj Komara Îslamî ya Îranê ligel daxwaz û reaksyonên berdewam ên navendên mafên mirov, li ser rêvebirina îdamkirina hevwelatiyan berdewam e. Cezayek ku dûrî prenîsbên exlaqî, mirovî û civakî û hiqûqî ye.

Lê rayedarên Îranê darvekirinê wek rêzbazek olî di qanûnan de guncandine û dimeşînin û bawer in ku radeya tawanan kêm dike, lê di pratîkê de xuya dibe ku di 33 salên borî de ku ji desthilatdairya wan dibihure, îdamkirina hevwelatiyan zêde bandora nigatîv hebûye heta pozetîv û roj li pey rojê jî kirîz û pirsgirêk kûrtir kirine.
Çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 169

Monday, October 24, 2011

Dengê Kurda Ji Bo Demokrasî Ya Erebên Sûrya Bilind Bû

Solîn HACADOR

Li bajarê Barselonê, Hîspanya, Erebên Sûrî meş çêkirin û daxwazîyên demokrasiyê hanîtin ziman. Meş, li Plaza Katalunya (Plaza Cataluñia) di seat 17:00’an de dest pê kir û heta pêşîya Parlamana Herêma Katalunya seat 20:00 berdewam kir.

Herwiha kandê 500 kes bi siyasetvanên Katalan, çalakvanên mafên mirov û rojnamevanên Îspanî, Katalan û çend Kurd jî beşdarê meşê bûn. Gelên Sûrî bi al û pankartên xwe rengînîyêk dan Plaza Katalunya û Rambla de Katalunya heta pêşiya Parlamana Herêma Katalunya. Jin, mêr û zarokên Sûrî bi dirûşmên dijî sazûmanê Sûryayê gazî kirin.

Bi hezaran torîstên ku ji her alîyê gerdûnê hatibû serlêdana Barselonê, rê vekirin û bi çepikên xwe piştgîrî dan meşdaran. Belê, ji bo mafên mirova û aşitîya gerdûnê dengê meşdaran ji axê heta ezmên bilind dibû: Bimre Başhar al-Asad, bimre sazûmana Sûrya, demokrasî û azadî ji bo Sûrya!

Başhar al-Assad, jêma zorbaziyê ji bavê xwe Hafez al-Assad girtibû. Bavê wî jî nabera reforma zorbazî yê de pêldarên mezin havêtibû.

Lê kurê zorbaz H. Assad him û gûm ji bona reformêk siyasî ji xwe dernaxê û wek bavê xwe teyrik û tofanê li ser serên gelên Sûrya dibarîne! Nabera vana de Kurd jî hene û bi; îşkence kirin, zindankirin, binçavde ango eşkera wek kuştina birêz pakrewan Mişel Temo tên kuştin!

Zorbaz B.al-Assad ku li Brîtanya wek doktorêk hatibû pewendîkirin. Em tev bendewarê guhartina xeyala tundî ya bavê wî bûn ku, wê ji bavê xwe xerabtir rêç havêt. Tenê ji heyva Mijdar’ê ye ku gor komelên mafên merova ketiye qetla 2.900 kesa û 10.000 kes jî hatine binçav kirin.

Dawî ya meşê de li pêşîya Parlamana Herama Katalunya, berpirsyarên Komala Netewa Sûrya daxwazî yên xwe hanîtîn ziman. Herwiha siyasetvanên Katalan jî sozê piştgiriyê dan meşdara û gotin ku: ‘Heta dawiyê em bi demokrasiya Sûryayê re ne’. Em dengê we digîjînin dewleta Îspanya.

Herwiha Solîn Hacador jî soz girt û got: Birêz gelên beşdarê Meşa Demokrasî Ji Bo Sûrya ye, ji bîr nekin ku li Sûrya gelê Kurd jî dijî. Ev meş ger Kurdên bin zilma al-Assad bîrbîne û daxwaziyên wan jî bîne ziman. Kurdên me yên Sûryayê bin rewşêk başde najîn û ev heyameke dirêj e ku her roj tên qurbankirin. Em qurbanên dîroka Ereba ne! Lê dengêk ji gelên Erebê Sûryayê dernakeve. Her çiqas rewş ewa be jî em neyaretî naxwazin, em aşîtîxwaz in. Ji bo dadî, aşîtî, biratî, mafên merova û şoreşa siyasî, şoreşa sosyal û xistina sazûmana zorbaz bi we re ne. Lê em jî ji we soz dixwazin ku wûn piştgirî bidin me Kurda.

Hêvîdarim dengê dawxazî ya me ciyê xwe bigre.

Bi bîr û bawerîyêk mezin em dikarin bêjin ku çewa yêk bi yek zorbazên Navîna Rojhelat dikevin, zorbaz B.al-Assad jî ewê bikeve. Ew heta dawî yê nikare şiyandar be. Em dikarin bibînin ku ji anha ve xwermenda Amerîkî di nav amadekirina çûndina zorbaz al-Assad’e. Bibe ku şerêk sivîl bilind bibe, ewê bi Tirkî ya re rêç ba vêjin. Lê,hêvîdarim Tirkî ya lîstikên xwe yê binbinkî dijê Elewî, Sûnî û Mesîhî yan nelîze. Vana nahên pejirandin û ev mafên gelên Kurd û Erebe ku nav aşîtî û demokrasî de bijîn.

Thursday, October 20, 2011

Komîserê NY yekemîn rapora xwe derbarê rewşa mafên mirov li Îranê belav kir

Komîserê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd, yekemîn rapora xwe ya fermî derbarê rewşa mafên mirov li wî welatî belav kir. Ehmed Şehîd dide zanîn ku rewşa binpêkirina mafê mirovan li Îranê xrabtir bûye û Komara Îslamî di vê derbarê de alîkariya NY nake û li ser hevkarîkirin û zelaliyeta hikûmeta Îranê derbarê binpêkirina mafê mirovan tekez dike.

Komîserê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd, roja 15’ê Cotmeha 2011’an, yekemîn rapora xwe ya fermî derbarê rewşa mafên mirov li Îranê belav kir. Rapor ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon ve hat pêşkêşkirin. Ban Ki Moon û Ehmed Şehîd li New Yorkê di konferanseke çapemeniyê de jî, rewşa nebaş a binpêkirina mafê mirovan li Îranê şermezar kirin û nigeraniya xwe dan xuyakirin.

Li gor Kampanya navneteweyî ya Mafê Mirovan li Îranê ku teksta rapora 24 rûpelî ya Ehmed Şehîd ji zimanê Îngilîzî wergerandine, çend meh bû ku Komîserê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di vê derbarê de xebat dikir û destpêka raporê li ser binegha biryarnameyên Konseya Mafên Mirov ya NY hatiye diyarkirin, lê tê zanîn ku ji sala 2005’an şûnde hêj raportvan û komîserên Neteweyên Yekgirtî nekarîne seredana Îranê bikin. Hewldanên Ehmed Şehîd jî di vê derbarê de ji aliyê rayedarên Komara Îslamî bê berisv mane.

Di rapora Komîserê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd de, xalên wek: Tevgerên bi çalakvanên civaka sivîl, çalakvanên siyasî, rojnamevan, çalakvanên xwendekarî, hunermend, parêzer, çalakvanên jîngehê, azadiyên civakî, mafên jinan, kîmaniyên neteweyî û olî, cezayê darvekirinê û binçavkirin bi sedemê peywendîgirtin ligel saziyên biyanî, mîna binpêkirinaên mafên mirovan hatiye zanîn û bi hûrî û berfirehî û li ser bingeha biryarnameyên Konseya Mafên Mirov ya NY rewşa nebaş a binpêkirina mafên mirov li Îranê hatiye şîrovekirin.
Teksta raporê bi giştî dikarin li ser vî navnîşanî internetê bixwînin:

Sunday, October 9, 2011

Hevpeyvîn ligel Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka derbarê terorkirina Meşeel Temo

شه‌ممه‌, 08 ی مانگی ده‌ 2011

ئازاد کوردی: به‌ کوشتی مه‌شعل ته‌مو باره‌که‌ ئاڵۆزتر ده‌بێت

له‌ لایه‌ن Jani Diylan





وێنه‌ی: Azad Kurdi



مه‌شعل ته‌مۆ وته‌بێژی ڕه‌وتی پاشه‌ ڕۆژ و ئه‌ندامی ئه‌نجومه‌نی نیشتمانی سوریا له‌ ڕۆژی هه‌ێنی به‌ ده‌ستی که‌سانێکی نه‌ناسراودا له‌ ناو ماڵه‌که‌ی خوێ له‌ قامشلو کوژرا.



ڕۆژنامه‌وان ئازاد کوردی له‌ وتو وێژێکدا له‌گه‌ڵ به‌شی کوردی ده‌نگی ئه‌مریکا ده‌ڵێت مه‌شعل ته‌مو چه‌ند ڕۆژی پێشتر هه‌ر وه‌ها هه‌ڕه‌شه‌ی مردنی لێکرابو، به‌ڵام زیره‌کانه‌ توانیوه‌ خۆێ لێ ده‌رباز بکات و ده‌شڵێت من وا ده‌بینم و ئاماژه‌کانێش وا ڕا ده‌گه‌ێنن که‌ ئه‌مه‌ ده‌ستی هێزه‌کانی ئاسایشی سوریه‌.

ده‌توانن له‌ ڕێی کلیککردنی ئه‌و فایله‌ ده‌نگیه‌ی سه‌ره‌وه‌ی ده‌سته‌ چه‌پ گوێبیستی هه‌مو گفت و گۆکه‌ بن که‌ ماوه‌که‌ی 11:51خوله‌که‌.


Saturday, October 8, 2011

Hikûmeta Sûriyê di navbera man û hilweşandinê de

Azad Kurdî

Serhildanên Sûriyê yên li dijî rejîma Beşar Esed 6 meh li pey xwe hiştin û ket nav meha heftan. Lê hêj kirîza siyasî li Sûriyê nehatiye çareserkirin û hêzên ewlekarî û leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li ser qirkirina xelkê nerazî berdewam in.

Serkutkirina xwepêşanderên aştîxwaz ên Sûriyê ji aliyê hêzên dewletê ve gihaye astekê ku mirov dikare bêje tevgerên hikûmetê dijî xelkê nerazî yê sivîl tawanên dijî mirovayetiyê ne. Herçiqas statîstîkek serrast derbarê rêjeya kuştî, birîndar û girtiyan di encama nerazîbûnên sivîl de li Sûriyê nayê zanîn, lê li gor raporên Neteweyên Yekbûyî, Navenda Tomarkirina Binpêkirinan li Sûriyê û Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ya li Londonê û çendîn saziyên din ên biyanî û sûrî ku rewşa mafê mirovan li Sûriyê dişopînin, ji destpêka xwepêşandanan ku ji 15’ê Adara 2011’an destpêk kiriye û heta niha berdewam in û şeş meh li pey xwe hiştin, nêzîk 3 hezar hevwelatî hatine kuştin, di nav kuştiyan de nêzîk 300 zarok û jin jî hene. Herwiha komeleyên han diyar dikin ku nêzîk 10 hezar xwenîşanderên aştîxwaz ji aliyê hêzên ewlekariyêa Sûriyê ve hatine girtin û heta niha nêzîk 250 kes di bin îşkenceyan de hatine kuştin. Hezaran mirov jî koçber bûne, bi taybet bo Tirkiyê.

Serhildanên ku bihara îsal di gelek welatên Erebî de hatin destpêkirin û rojev hejand, bû sedema hilweşandina çend hikûmetên dîktator di herêmê de, lê ev çend meh in çalakiyên xelkê sivîl li Lîbya û Sûriyê li dijî rejîmên desthilatdar dimeşin, hevwelatî berdewam tên qirkirin, lê hikûmet hêj nehatine hilweşandin.

Sedemek sereke ev e ku desthiladarên dîktator ên Rojhilata Navîn ji ber ku sîstemên xwe li ser bingeheke ne demokratîk ava kirine û îradeya xwe ji gel nastînin, rewş û atmosferên bi tevahî leşkerî û ewlekarî afirandine û welat pê rêve dibin. Rewşa han bûye sedem êdî sebra xelkê têhniyê azadî û demokrasiyê bidawî bê û biryar wergirtin ger bi dana bedel û nirxên gelek mezin jî be, xwe ji belaya dîktatorên desthilatdar li ser welatê xwe rizgar bibin. Di hember de, rejîmên wek Qezafî, Beşar Esed û Komara Îslamî model wek hev bo kontrolkirina nerazîbûnên navxweyî hene. Budceya herî zêde ya wan welatan bo karûbarê leşkerî û ewlekariyê hatiye terxankirin, lê di welatên demokratîk de rêjeya budceya leşkerî û ewlekarî ji sedî 10 kêmtir e. Vê yekê destê rejîmên dîktator bo qirkirina çalakî û tevgerên xwepêşanderên dijî wan dewletan vekirî hiştiye. Nimûna berçav em niha di Lîbya û Sûriyê dibînin.

Ligel ku li Sûriyê tawanên dijî mirovayetiyê li dijî hevwelatiyên sivîl tên meşandin, hêj Neteweyên Yekgirtî ceza û ambargoyên bi bandor nexistine ser rejîma Esed da ku dawî li bikaranîna zilm û tundûtûjiyê dijî xwepêşanderên aştîxwaz li seranserî Sûriyê bê anîn. Pêwîst e di rewşên wiha de raya giştî ya navneteweyî li hevwelatiyên nerazî û aştîxwaz xwedî derkeve û piştgiriyê bikin û bi tevgerên xwe pêşiya qirkirina wan bigrin. Lê lawazbûna tedbîrên dîplomatîk û ferzkirin û berçavgirtina berjewendiyên aborî li serveyî pirensîpên mirovî û mafê mirovan ji aliyê hindek welatên wek Çîn û Rûsiya bûye sedem ku NY nekare derbarê tevgerên rejîma Sûriyê ti helwêstek cidî werbigre. Bi giştî reaksyonek navnetewî ya yekdengî li dijî Hikûmeta Sûriyê qels in û heta niha bersivder nebûye.

Ev rewş û pêvajo dibe sedem ku dewletên serkutker li ser kiryar û tevgerên xwe yên şîdetê li dijî xwepêşanderên nerazî zêde bi îsrar bin û ti tirsek wan li hemberê raya giştî ya navneteweyî nebe. Me dît ku hefteya borî, ligel ku Yekîtiya Welatên Ereb daxwaz ji Şamê kirin ku serkutkirina li welatê xwe rawestîne û dest bi diyaloga nîştîmanî bike, lê hikûmeta Sûriyê heta daxwaza YWE ya ji bo rawestandina serkutkirina neyaran jî red kir. Şîdet û qirkirin her dimeşe. Ji ber ku çarçoveya sîstemên dîktator ên herêmê bi awayekê hatiye darêtin ku nikarin reforman bipejirînin, ji xeynî ku bi xwepêşandanên sivîl ên hevwelatiyan yan derbeyên leşkerî nebe nayên hilweşandin û guhertin.

Welatên herêmê jî her yek li gor berjewendiyên xwe yên netewî ligel pirsa Sûriyê tevdigere. Ji hemûyan nigernatir Komara Îslamî ya Îranê ye ku hilweşandina hikûmeta Beşar Esed dibe sedema jidestçûna bingeheke xurt a wan di devera Rojhilata Navîn de û têkçûna hevalbendek mezin ê rejîma Îranê. Tedbîr û tevgerên Tirkiyê ne bi dilê rayedarên Komara Îslamî ye û berdewam dîplomasiya Tirkiyê rexne dikin derbarê Sûriyê, ji ber ku bi nigeranî rewşa Sûriyê dişopînin. Tirkiye jî bi îsrar e bo dawîanîn li desthilatdariya rejîa Bees a Beşar Esed li Sûriyê.

Pirsgirêkek din ku alîkar e ji bo berdewabûna desthilatdariya rejîma Sûriyê, nebûna opozîsyonek xurt, yekgirtî û hevaheng e li Sûriyê. Di nav opozîsyona Sûriyê de kesayetiyên neteweyî yên Ereb, Kurd, Îslamî û Sekuler cîh digirin. Herçiqas di şeş mehên borî de dehan civîn li Tirkiyê pêk anîne, lê heta niha opozîsyona Sûriyê negihîştiye lihevhatinekê derbarê projeyek hevbeş ji bo rêvebirina sîstema piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed.

Di vê rewşa hestyar de ku Sûriye tê de derbas dibe, nakokiyên navbera endam û hêzên opozîsyona Sûriyê zêde berçav in. Konseya Netewî ya Sûriyê ku vê hefteyê li Stenbolê pêk hat, dixwaze hevahengî û yektiyê bixe navbera hemû endam û aliyên sereke yên opozîsyonê û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nû ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê bikeve nav hewildan û tevgeran. Lê nakokî û ne tebahî hêj di helwêst û daxuyaniyên hêz û aliyên opozîsyonê tê xuyakirin.

Herçiqas ligel derbabûna demê rêjeya beşdariya Kurdan di nav serhildan û şoreşên girseyî li Sûriyê zêde dibe, lê hemû çavdêrên siyasî wisa texmîn û çaverê dikirin, ji destpêka serhildanên Sûriyê ku ji 15’ê Adarê ve hatin destpêkirin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê berî her kesî li dijî rêjîma Beşar Esad tevlî şoreşa gelê Sûriyê bibin, lê ligel ku heya niha tevî berdewamiya xwepêşandanên ciwan û hinek partiyên kurdî, hê jî xwepêşandanên girseyî û seranserî li deverên Kurdan bi awayek berfireh çênebûne. Vêna nîşan dide ku hêj tevgera Kurdî di warê rêxistina gel de bi awayê pêdivî kar nekiriye yan hevdengî û hevahengiya pêwîst nayê kirin bo beşdarîkirina Kurdan di xwepêşandanan û gotûbêjkirin ligel aliyên opozîsyona seranserî ya Sûriyê.

Erkê endam û hêzên opozîsyonê ye ku di rewşên wilo de ku rûbirûyê welatên wan dibe, yekîtiya xwe bihêz bikin û li ser projeyek reforman bo sîstema dahatû ya welat li hev bikin û bi vê yekê hêz, bawerî û hêviyê bidin xwepêşanderên sivîl û aştîxwaz ku bi awayek bi xwîn tên serkutkirin.

Not: Nivîsar di hejmara 168 a Agirî de hatiye belavkirin.