Monday, September 6, 2010

Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Xanî li Urmiyê Govara XANÎ diweşîne

Urmiye: Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî ku navenda wê li bajarê Urmiyê ye û Wecdî Hatemî serokatiya wê dike, govareke wêjeyî bi navê XANÎ diweşîne.

Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê, di çarçoveya parastin û pêşdebirina çand û wêjeya Kurdî de dûmehnameyeke taybet bi edebiyata Kurdî bi navê XANÎ diweşîne. Di daxwiyaniya Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Xanî de hatiye ragehandin, govara Xanî dê bi awayekî cuda wêjeya Kurdî bixe ber behs û vekolînê û biryar e govar bi zaravên Kurmancî, Kelhurî, Hewramî û Soranî û herwiha zimanê Farsî bê weşandin.

Komîteya edebî û beşa çapemeniya Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Xanî daxwaz ji nivîskar û dilsozên Wêjeya Kurdî dike bo meşandina vê projeyê bi Enistîtuya Xanî re alîkariyê bikin.