Thursday, February 25, 2010

نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان نه‌ورۆز وه‌ك رۆژێكی جیهانی ده‌ناسێنێتa

رێكخراوی نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان بۆنه‌ی نه‌ورۆزی وه‌ك جه‌ژنێكی نێو نه‌ته‌وه‌یی جیهانی ناساند و بڕیاری دا هه‌موو وڵاتانی ئه‌ندام له‌ڕێكخراوه‌كه‌دا ئه‌م رۆژه‌ واته‌ 21 ئادار و یه‌كه‌مین رۆژی سه‌ری ساڵی كوردی وه‌ك رۆژێكی جیهانی بناسێنن.

به‌پێی ماڵپه‌ڕی فه‌رمی نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان، رۆژی سێشه‌ممه‌ی رابردوو له‌باره‌گای سه‌ره‌كی نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان له‌نیویۆرك به‌فه‌رمی بڕیار درا جه‌ژنی نه‌ورۆز به‌جه‌ژنێكی نێو نه‌ته‌وه‌یی و رۆژێكی جیهانی بناسێنن.

له‌مباره‌یه‌وه‌ نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتووه‌كان له‌به‌یاننامه‌یه‌كدا رایگه‌یاند كه‌ نه‌ورۆز بۆ زیاتر له‌300 ملیۆن كه‌س له‌جیهاندا ده‌ستپێكی سه‌ری ساڵی نوێیه‌ و ئه‌م رۆژه‌ زیاتر له‌ 3 هه‌زار ساڵه‌ له‌هه‌رێمه‌كانی به‌لقان و ده‌ریای ره‌ش و قه‌فقازیا و ئاسیای ناوه‌ڕاست و رۆژهه‌ڵاتی ناوه‌ڕاست و چه‌ند شوێنێكی دیكه‌شدا پیرۆز ده‌كرێت.

Neteweyên Yekgirtî Newroz Wek Helkefteke Cîhanî Nas Kir

Dengê Azad: Ligel bi fermî pejirandina Newrozê wek helkefteke cîhanî, ji niha û pê de hemû welatên endam yên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) divê di rojimêrên fermî yên xwe de, roja 21ê Adarê wek Newroz tomar bikin û ji bo parastin û pêşdebirina çand û kevneşopiyên Newrozê hewl bidin.


Li gor malpera fermî ya UN.org, ew biryar di 71mîn civîna şêst û çarem a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de hatiye wergirtin ku roja sêşem, 23ê sibata 2010an li binkeyê wê saziyê li bajarê New York hat lidarxistin. Civîna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi pejirandina biryarnameyekê, Cejna Newrozê wek hilkefteke cîhanî bi fermî nas kir.

NY di vê derbarê de daxwiyaniyek da çapemeniyê û ragehand: “Newroz ji bo zêdeyî 300 milyon mirovan li seranserê cîhanê, destpêka sala nû ye û zêdeyî sê hezar sal e ku di herêmên Balkan, Derya Reş, Kafkazya, Asya Navîn, Rojhilata Navîn û cihên din ên cîhanê de tê pîrozkirin.”

Hêjayî gotinê ye berê jî UNESCO, Cejna Newrozê di fihrista mîratên çandî yên manewî yên mirovahiyê de bicîh kiribû.

Tuesday, February 23, 2010

ماوه‌ی‌ ده‌ستبه‌سه‌ربوونی‌ چالاكێكی‌ به‌ندكراوی‌ كورد درێژ كرایه‌وه‌


ماوه‌ی‌ ده‌ستبه‌سه‌ربوونی‌ موختار زارعی‌، ئه‌ندامی‌ شوورای‌ ناوه‌ندیی‌ به‌ره‌ی‌ یه‌كگرتووی‌ كورد درێژ كرایه‌وه‌.

رێكخراوی‌ داكۆكه‌ له‌ مافه‌كانی‌ مرۆڤی‌ كوردستان، وێڕای‌ راگه‌یاندنی‌ ئه‌م هه‌واڵه‌ وتی‌، درێژ كردنه‌وه‌ی‌ ماوه‌ی‌ ده‌ستبه‌سه‌ربوونی‌ موختار زارعی‌ له‌ حاڵێكدایه‌ كه‌ ناوبراو له‌ ماوه‌ی‌ ده‌ستبه‌سه‌ربوونیدا ته‌نیا دوو جار پێوه‌ندیی‌ ته‌له‌فوونی‌ له‌گه‌ڵ‌ بنه‌ماڵه‌كه‌یدا هه‌بووه‌.

پێشتر وترابوو كه‌ موختار زارعی‌‌و ئازاد لوتفپووری‌، چالاكی‌ مه‌ده‌نی‌‌و ئه‌ندامی‌ ئه‌نجومه‌نی‌ شاهۆ، بۆ دیاریكردنی‌ بارمته‌ بۆ دادگا به‌ڕێ‌ ده‌كرێن.

موختار زارعی‌‌و ژماره‌یه‌ك له‌ چالاكانی‌ سیاسی‌‌و مه‌ده‌نیی‌ كورد، رۆژی‌ پێنجشه‌ممه‌، رێكه‌وتی‌ 24ی‌ به‌فرانبار بۆ به‌شداری‌ له‌ رێوڕه‌سمی‌ دووهه‌مین ساڵیادی‌ شه‌هیدكرانی‌ ئیبراهیم لوتفوڵڵاییدا به‌ره‌و گڵكۆی‌ ناوبراو له‌ به‌هه‌شتی‌ محه‌ممه‌دیی‌ سنه‌دا كه‌وتبوونه‌ڕێ‌ كه‌ موختار زارعی‌ پێش له‌ چوون بۆ گۆڕستانی‌ به‌هه‌شتی‌ محه‌ممه‌دی‌ له‌ لایه‌ن لیباس شه‌خسییه‌كانه‌وه‌ ده‌ستبه‌سه‌ر كرا.
شایانی‌ باسه‌ له‌گه‌ڵ‌ موختار زارعیدا، ژماره‌یه‌كی‌ دیكه‌ له‌ چالاكانی‌ كورد ده‌ستبه‌سه‌ر كرابوون كه‌ هێندێكیان به‌ دانی‌ به‌ڵێنی‌‌و یان دانانی‌ بارمته‌ ئازاد كران.
كوردستان میدیا



به‌ندكراوێكی‌ به‌ ئێعدام مه‌حكوومكراو داوای‌ یارمه‌تیی‌ ماڵیی‌ بۆ كڕینی‌ حوكمه‌كه‌ی‌ كردووه‌

كوردستان میدیا: موحه‌به‌ت مه‌حموودی‌ كه‌ به‌ تاوانی‌ كوشتنی‌ پیاوێك‌و پاش 9 ساڵ‌ به‌ندبوون حوكمی‌ ئێعدامی‌ له‌ دیوانی‌ به‌رزی‌ وڵاتدا په‌سند كراوه‌، به‌ راگه‌یاندنی‌ ئه‌وه‌یكه‌ سكاڵاكه‌رانی‌ به‌ دانی‌ دیه‌ ره‌زایه‌تیان داوه‌، داوای‌ یارمه‌تیی‌ ماڵی‌ له‌ خه‌ڵكی‌ ئێران كردووه‌.




موحه‌به‌ت مه‌حموودی‌ له‌ نامه‌یه‌كدا كه‌ بۆ ده‌بیرخانه‌ی‌ رێكخراوی‌ داكۆكی له‌ مافه‌كانی‌ مرۆڤی‌ كوردستانی‌ ناردووه‌، وێڕای‌ ئاماژه‌ به‌ بارودۆخی‌ خراپی‌ ماڵیی‌ خۆی‌‌و بنه‌ماڵه‌كه‌ی‌ وتوویه‌ كه‌ ئه‌گه‌ر به‌ سكاڵاكه‌ران دیه‌ بدات ره‌زایه‌ت ده‌ده‌ن، به‌ڵام ناوبراو به‌ هۆی‌ ده‌ستكورتییه‌وه‌ داوای‌ له‌ خه‌ڵكی‌ ئێران كردووه‌ به‌ هه‌ر چه‌شنێك كه‌ ده‌توان یارمه‌تی‌ بده‌ن تاكوو بگه‌ڕێته‌وه‌ بۆ باوه‌شی‌ بنه‌ماڵه‌كه‌ی‌.



شایانی‌ باسه‌ موحه‌به‌ت مه‌حموودی‌ به‌ تاوانی‌ كوشتنی‌ پیاوێك كه‌ ویستبووی‌ ده‌ستدرێژی‌ بكاته‌ سه‌ری‌ له‌ ساڵی‌ 79وه‌ له‌ به‌ندی‌ نه‌سوانی‌ به‌ندیخانه‌ی‌ ورمێ‌ دایه‌.

Hejarî li Kurdistanê bêdadê Dike

Bê şirove! Xizanî li Kurdistanê bêdadê dike!

Sunday, February 21, 2010

Zarokek Rojhilatê Kurdistanê Evîndariya xwe bi zimanê Kurdî dide xuyakirin!

Dengê Azad: Hevalekî min di Facebook a xwe de ew wêneyê zarokekî Rojhilatê Kurdistanê weşand ku têra xwe balkêş e.
Bibînin û şirove bikin!

كه‌لاسه‌كانی‌ فێركاریی‌ زمانی‌ كوردی‌ له‌ شاری‌ قوروه‌دا كرایه‌وه‌

ده‌نگی‌ ئازاد- كوردستان میدیا: پاش تێپه‌ڕبوونی‌ زیاتر له‌ یه‌ك ساڵ‌ به‌سه‌ر داخستنی‌ كه‌لاسه‌كانی‌ فێركاریی‌ خوێندن‌و نووسینی‌ زمانی‌ كوردی‌ له‌ شاری‌ قوروه‌دا، له‌ ئاكامی‌ هه‌وڵی‌ به‌رده‌وامی‌ كۆمه‌ڵێك له‌ چالاكانی‌ فه‌رهه‌نگیی‌ ئه‌و شاره‌، ده‌وره‌ی‌ تازه‌ی‌ ئه‌م كه‌لاسانه‌ له‌ به‌ره‌به‌ری‌ هاتنی‌ رۆژی‌ جیهانیی‌ زمانی‌ زگماكیدا ده‌ستی‌ به‌كار كرد.

به‌ پێی‌ راپۆرتی‌ هه‌واڵده‌ری‌ كوردستان، به‌ڕێوه‌بردنی‌ ئه‌م كه‌لاسانه‌ له‌ ئه‌ستۆی‌ كچه‌ چالاكی‌ فه‌رهه‌نگیی‌ شاری‌ قوروه‌،"خاتوون حه‌بیبی‌"یه‌، كه‌ پێشتریش له‌ زانكۆی‌ شاری‌ "خۆی‌"و شاری‌ قوروه‌دا، به‌ نوێنه‌رایه‌تیی‌ "دامه‌زراوه‌ی‌ سۆمای‌ مه‌هاباد"، وانه‌ی‌ فێركاریی‌ زمانی‌ كوردیی‌ گوتۆته‌وه‌.


Zarokên Kurdî bi xwendin û nivîsandina Kurdî, zimanê xwe yê Dayîkê zindê radigirin

Zarokên Kurdî bi xwendin û nivîsandina Kurdî, zimanê xwe yê Dayîkê zindê radigirin

Bila Her Malek Bibe Dibistaneke Kurdî

Dengê Azad: Bi helkefta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, pêwîst e li hemberî polîtîkayên bişaftinê şiyar bin û bo qirkirina li dijî ziman û neteweya Kurd negije armanca xwe, pêwîste her Kurdek mala xwe bike wek dibistana Kurdî.

Erkê neteweyî yê hemû takekê ye, ji bo ku zimanê Kurdî ji metirsiya jinavçûnê rizgar be, bi hewl, xebat û çalakiyên sivîl û aştîxwazane doza xwendin û nivîsîn bi zimanê xwe yê Dayîkê bikin.
Li Îranê zimanê Kurdî qedexe ye û ziman û wêjeya Kurdî di rewşeke gelek nebaş de ye. Her çiqas nabe mirov ked, û tekoşîna gelek evîndarên zimanê Kurdî lib ajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê ji bîr bike, ku ligel hemû astengî, dijwarî û xeteran di ware zimanê de kar dikin û xizmeta zimanê Kurdî dikin.

Friday, February 19, 2010

Zimanê Kurdî sermayeke neteweyî ye

Dengê Azad: 21ê Şibata îsal (2010) salvegera Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayîkê ye. Ziman nasnama neteweyî ye û hebûna her neteweyekê di hebûna zimanê wê neteweyê de ye.
Pêwîst e em zimanê xwe biparêzin, pêşdebini. ji ber ku em bi vî karî rûmeta xwe û gelê xwe digirin.
Îsal li Rojhilatê Kurdistanê kampaniyeke berfireh hatiye destpêkirin, ev kampanya dikare ji bo xebata sivîl û aştîxwazane bibe mekanzîmek guncaw û hêja.
Pêwîst e em hemû ji zimanê xwe xwedî derkevin û li gor şiyana xwe xizmeta zimanê Kurdî û pêşgîrî ji neman û tunebûna wê bikin.
International Mother Language Day: 21 February 2010

Di Sedsala 21an De Jî Jin û Mêr Ne Wekhev In

Em îro di sedsalekê de dijîn ku bi fakter û taybetmendiyên pêşkevtî wek sedsala pêşketin, teknolojî û enformatîkê tê hesibandin.

Monday, February 8, 2010

Mensur Teyfurî: Zêdebûna Televizyonên Kurdî Başe, Bi Mercekê Ji Aliyê Sektora Taybet Bên Avakirin

Dengê Azad: Nivîskar û rojnamevanê Seqizî Mensur Teyfurî, di hevpeyvîneke taybet de derbarê zêdebûna kanalên Kurdî ên asmanî nerînên xwe wiha tîne ziman: “Zêdebûna kanalên televizyonên Kurdî başe, bi mercekê ku ew kanal ji aliyê sektora taybet bên danîn.”

Bi baweriya Mensur Teyfurî, zêdebûna televizyonên Kurdî ên asmanî, dibe sedema wê yekê ku nerînên cuda derkevin holê û bi vê yekê civak jî sûd û fêdeyê jê bistîne. Bi mercekê ku ew kanal ji aliyê sektora taybet ve be û ji budçeya giştî ya xelkê pere ji wan re neyê dabînkirin.

4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Daxwaz Dikin Bi Helkevta Roja Navnetewî Ya Zimanê Zikmakî Çalakî Bên Lidarbixin

Dengê Azad: Bi helkevta 21ê sibatê ku ji aliyê UNESCO ve wek Roja Navnetewî Ya Zimanê Zikmakî hatiye diyarîkirin, 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDKÎ, Komleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê û Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê), roja 8ê sibata 2010, daxwiyaniyekek hevbeş belav kirin.
Di destpêka wê daxwiyaniyê de hatiye: “Giringîdan bi zimanê dayîkê, giringîdan û alîkarîkirin bi pirrengiya zimanî û çandî ye û di rastî de nîşana rêzgirtin ji kesayetiya hemû mirovan bê cudahî ye...”
Di berdewamiya wê daxwiyaniya hevbeş de, 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê balê dikşînin ser rewşa zimanê Kurdî û zimanê neteweyên din ên Îranê di wî welatî de û diyar dikin: “Herçiqas ziman wek bingeheke nasnameya mirovan tê hesibandin û hebûna pirzimanî di her welatekê de sermayeke giring e ji bo geşandin û dewlemendbûna ziman, lê mixabin di welatê pirneteweyî yê Îranê de, heyamê zêdeyî 80 sal e neteweyên niştecih ên vî welatî ketine ber pêla şovînîstên desthilatdar bi ser Îranê û siyaseta wekhevkirin û bişaftina nasnameya netewan di bin guşar, zordestî û tundûtûjiyeke bêmînak û dijî mirovî de tê meşandin. Çarçova vê siyasetê liser bingeha yek ziman, yek çand û yek netew hatiye danîn û bi pratîk û eşkere ziman, kultûr û nasnameya neteweyên ne Fars ên niştecih di welatê Îranê de ji aliyê desthilatdaran ve dikeve ber bêhurmetiyê û bêrêzî jê tê kirin.”
Di dawiya wê daxwiyaniya hevbeş de, ew 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Rojhilat dikin, di vê helkevtê de van çalakiyan bimeşînin:

Li hundirê welat

1. Şagirdên dibistan, xwendekar û mamoste di wê rojê de bi cilûbergên Kurdî herin navendên xwendinê.

2. Di zanîngehan de, xwendekar pankardên taybet bi wê rojê hildin û daxwaza vî mafê rewa bikin.

3. Erkê hemû welatparêzên Kurdistanê ye ku trakt, faylên deng û reng û daxwiyaniyên derketî bi vê helkevtê bi berfirehî belav bikin.


Li derveyî welat:

Li pêşberî rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî û herwiha balyozxaneyên Îranê li welatên corbicor ên Rojava meşan lidar bixin û ji bo vê yekê doza alîkariyê ji wan bikin.

Çapemeniyên Kirmaşanê Rûbirûyê Gefa Qedexekirinê Dibin

Dengê Azad: Heftînama ‘Nedaee Jamee’ (Dengê Civakê) cara dawî, di çend rojên borî de ji aliyê Îdara ‘Îrşad’ a bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyê metirsiya qedexekirinê hat. Vê heftenameyê di jimara xwe ya dawî de mijarek li jêr navê ‘Peydeçûnê bi biryara darvekirinê bikin’ weşandibû, lewra gefa qedexekirinê jê hat xwarin. Di çend mehên borî de jî ew heftînama bajarê Kirmaşanê derbarê mijarên naveroka wê rûbirûyê gefa qedexekirinê bûbû.


Herwiha çend çapemeniyên din yên parêzgeha Kirmaşanê jî rûbirûyê qedexebûnê bûne. Bi taybet çapemeniyên xwendekarî ên zanîngeha Razî ya Kirmaşanê.

Xwediyê heftînama ‘Nedaee Jamee’ rojnamevana jin Noşîn Mihemedî û sernivîskarê wê jî Riza Cemşîdî ye, ku li herdû parêzgehên Kirmaşan û Sine tên çap û belavkirin.

Thursday, February 4, 2010

Çalakê Sivîl û Mafê Mirovan Kawe Qasimî Kirmaşanî Hat Binçavkirin

Dengê Azad: Roja çarşem, serê sibê, hêzên Ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kirmaşan, Çalakê Sivîl û Mafê Mirovan Kawe Qasimî Kirmaşanî binçav kirin. Heta niha xuya nine sedema binçavkirina wî çi bûye. Diya Kawe di hevpeyvînekê de ligel "Roozonline"ê de diyar kir, wan serî li dadgeh û îdareya Ewlekariyê xistiye, lê wan tu agahî derbarê çarenivîsa lawê wan nedan wê û bavê Kawe.
Şopa girtin û binçavkirina Çalakên Sivîl û siyasî û Mafê Mirovan û herwiha nivîskar û rewşenbîran li Rojhilatê Kurdistanê didome.