Sunday, November 22, 2009

Rewşa Zanîngeha Urmiyê Pir Aloz E




 Roja 9’ê Çiriya Pêşîn a 2009’an, bi sedema bihna gazê, sê xwandekarên Kolêja fenî ya Zanîngeha bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest dan Herwiha roja 16’ê çiriya Paşîn a 2009’an xwandekarekî din bi navê Êhsan Îtibar, xwandekarê rişteya Fîzîk ya zanîngeha bajarê Urmiyê, bi sedema teqîna lûleya gaza xewgehê jiyana xwe ji dest da.

Malpera “Îran Press Newe” di vê derbarê de ragihand, xwandekarên zanîngeha bajarê Urmiyê piştî wê bûyerê bo dema du rojan li beramber Kolêja ulûm û Kolêja kuştukaliyên dest bi girev girtinê kirin û daxwaza ji keravêtina berpirsên têkeldar û herwiha pêragihiştin bi pirsgirêkên xewgehên zanîngeha bajarê Urmiyê bûn.


Herwiha hejmarek jî xwandekarên wê zanîngehê piştî belavbûna Nûçeya koça dawî ya Êhsan Îtibar, di nexweşxanê de di navbera wan xwandekarên ku digel serokê zanîngeha bajarê Urmiyê û hêzên parastinê çûbûn bo nexweşxanê pevçûn derket holê. Tê zanîn Memûrên parastinê bi batom êrîş kirin ser xwandekaran û yek ji wan xwandekaran girtin û di gel xwe birin.


Wê çavkaniyê herwiha da zanîn, rewş û zirûfa xewgehên zanîngeha bajarê Urmiyê pir aloze û biryare ku roja 27’ê Çiriya Paşîn a 2009’an, girev girtinekî çend hezar kesî di beramber bînaya hînkirina kiştûkaliyê bihê lidarxistin.



Girtiyekî Siyasî Yê Kurd Kete ber Gefa Îdamkirinê


“Elî Heyderiyan”, girtiyê siyasî yê kurd ku bi cezaya îdamê hatiye mehkûmkirin, çend roj berî niha di hebsa giştî a girtîgeha “Êwîn” a bajarê Tehranê de bo cihekî nediyar li derveyî wê girtîgehê hatiye şandîn.


Malpera “iranpressnews”ê di vê derbarê de diyar kir, ew meseleye bûye sedema nigeraniya hevbendiyên Elî heyderiyan ku navhatî bo rêveçûna biryara Îdamê hatibe şandin. Hêzên ewlekarî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê Elî Heyderiyan neçar bi hevkarî û îtirafkirinê li beramber kamireyê kirine, hêzan han ji Elî Heyderiyan re ragihandine ku heger hevkariyê bi wan re neke wek Êhsan Fetahiyan dê bihê îdamkirin, lê navhatî amade nebûye tu hevkariyekê bi wan re biket.
Hêjayî gotinê ye ku 14 kes ji çalakên siyasî û Sivîl ên kurdistanê ku bi îdamê hatine mehkûmkirin, navên wan ev in.


Zeyneb Celaliyan, Şêrko Meerûfî, Hebîbulla Letîfî, Seyîdsamî Husênî, seyîdcelal Mihemedî, Rostem Erkiya, Fesîh Yasemenî, Reşîd Axkendî, Husên Xizrî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Mistefa Selîmî û Enwer Rostemî.

çavkanî: Kurdistanmedia