Wednesday, March 31, 2010

Li Mehabadê Ji Malbatekê 3 Kesan Sezayê Darvekirinê Wergirt

Dengê Azad: Ji malbateke Kurd a Bajarê Urmiyê dayikek û dû kur, bi tawanên civakî li Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.

Kampanya Navneteweyî ya Xebata Li Dijî Cezayê Darvekirinê, di raporekê de eşkere kir ku jineke Kurd bi navê Cazê Derwîşzade ligel keçek û lawekî xwe bi navê Efsane Derwîşzade ya temenê 19 salî û Fethulah Derwîşzade yê temen 21 salî; li Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Mehabadê bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin.
Li gor agayihên Kampanya Navneteweyî ya Xebata Li Dijî Cezayê Darvekirinê, tawanê wan 3 endamên malbata Kurd ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, civakî ye. Niha Cazê û herdû zarokên xwe di girtîgeha bajarê Mehabadê de ne.
Kampanya navbirî herwiha nerazîbûna xwe li beramber vê biryara ne dadperwer bo 3 kesan ji endamên malbateke Kurd diyar kir û kampanyayek bo rizgarkirina wan sê girtiyan lidar xist.

Hêjayê gotinê ye, di sala 2009an de, 388 kes li Îranê hatine darvekirin û ew ceza bi ser sedan kesên din hatiye sepandin. Efûya Navneteweyî jî rapora sala 2009an di warê jimara darvekirinan de li cîhanêl weşand. Li gor wê raporê, di sala 2009an de, Îranê bi îdamkirina 388 hevwelatiyan, pileya yekem di asta cîhanê de debidest anî û ket pêşiya Çînê jî. Bi vî awayî di her rojekê de, kesek hatiye darvekirin.

Saturday, March 27, 2010

Pênc Sûçên Nû Dane Ednan Hesenpûr

Mihemedsalih Nîkbext: Ednan Hesenpûr nayê azadkirin, lê hêvî dikim cezayên wî bên sivikkirin



Dengêazad: Rojnamevan û girtiyê siaysî yê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê, Edanan hesenpûr ku bi tometa ‘Muharibe’ (şer bi xwedê re) cezayê îdamê jê re hatibû birîn, di Dadgeha Peydeçûnê de biryara wî bo 31 sal cezayê girtîgehê hat kêmkikrin.

Lê parêzer Mihemedsalih Nîkbext, diyar kir, pênc sûçên nû dane Edanan û dijwar e Edanan bê azadkirin. Nîkbext ku parêzerekî navdar yê Kurd e, eşkere kir, ew tawanên nû ji Edanan dane: Sîxorîkirin bo dewlet û grûpên dijberî Îranê, dana xarîte û rewşa demografî, tevlîbûn û peywendî ligel partiyên dijberî Îranê û propaganda li dijî Komara Îslamî û alîkarîkirin ligel kesên din li dijî ewlehiya hundir û derveyî ya Îranê.

Cihwarên Dîrokî Yên Merîwan Tên Talankirin

Dengê Azad: Di berdewamiya dizîn û talankirina cihwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê de, cihwarên dîrokî yên devera Nê ya Bajarê Merîwan tên talankirin.


Li gor agahiyên malpera ‘kurdistanmedia’, di çend hefteyên borî de, yek ji cihwarên herî giring yên derdora gundê Nê ser bi Bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Keleha Wilegewr ketiye ber talana sazî û dezgehên Komara Îslamî ya Îranê. Ew grûb mijûlî talankirina cihwarên wê nawçeya dîrokî ne. Ew saziyên dewletê ku dest dane talankirina cihwarên dîrokî yên Keleha Wilegewr, bi alîkariya çend Kurdên bajarê Merîwan wî karî dimeşînin û bi buldozer û alavên modern yên kolana erdê û peydakirina xezînan, ketine canê cihwarên dîrokî yên wê nawçeyê.

Keleha Wilegewr yek ji cihwarên herî giring yê Bajarê Merîwan e ku dest bi talankirina şûnwarên wê yên dîrokî hatiye kirin. Xelkê Merîwan ji vê tevgera sazî û dezgehên dewletê nîgeran e.

Hêjayî gotinê ye, beşekî zêde ji cihwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê, di dema çend salên borî de ji aliyê grûba kurê Haşimî Refsencanî, Yasir Haşimî û bi alîkariya çend Kurdên herêmê hatine talankirin.

Monday, March 15, 2010

Gava Agirê Newrozê dibe sedema coş û kêfê

Dengê Azad: Newroz cejna netewî ya Kurdan e û gelek neteweyên din yên Rojhilata Navîn jî, Newrozê wek serê salê pîroz dikin. Meha borî UNESCO Newroz jî wek helkevteke cîhanî bi fermî nas kir.

Newroz û şahiyên serê salê û bi taybet agirê wê li hemû parçeyeke Kurdistanê li gor rewşa siyasî tê pîrozkirin. Li Bakur bi corekê, li Rojava bi awayekê, li Başûrê Kurdistanê jî bi şeklekî din. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi awayekî din tê pîrozkirin.

Li Îranê ji ber asteng û berbestên civakî û siyasî, ciwanên Kurd û neteweyên din, Newroz û serê salê wek derfet û helkevtekê dibînin, da ku derdê dilê xwe û dengê azadîxwaziya xwe bidin xuyakirin.

Di pêşwaziya Newroza îsal de, ez bi dil û can Newroz û sersala nû pîroz dikim. Bila hemû rojên em bibin Newroz û Newroz li cem me Kurdan ji hemû cejnekê pîroztir be û bi qirse pîroz bikin. Newroz û sersala we pîroz be...

Lê binerin keçên ciwan di Îrana bindest de çawa coş û heyecana xwe nîaşn didin:


Ji Bo Rêveneçûna Agirê Newrozê, Îran Tedbîran Werdigre

Dengê Azad: Ji bo ku agirê Newrozê û şahiyên pêşiya serê salê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi başî rêve neçe, Komara Îslamî ya Îranê tedbîrên pêşgîriyê werdigre.


Hat zanîn ku dezgeh û saziyên leşkerî û ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê, dixwazin bi wergirtina tedbîrên taybet, nehêlin agirê Newroza îsal û şahiyên taybet ên sere salê bi coş bên pîrozkirin û ew helkeftt bibe qada xwepêşandan û d‎‎arkirina nerazîbûnan.

Bo vê mebestê jî, hikûmeta Îranê heta serbazên dewreyên fêrbûna leşkerî jî şandine bajarên mezin ên Îranê. Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî tedbîr ji bo rêveneçûna agirê Newrozê û şahjiyên serêsalê hatine wergirtin.

Bi baweriya çalakvanên sivîl û siyasî, ew tedbîrên zêde yên sazî û dezgehên leşkerî û ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê bo pêşîgirtina ji agirê Newroz û şahiyên taybet ên serê sale, vedigere bo aloziyên siyasî yên vê dawiyê li Îranê ku piştî ragehandina encamên hilbijartinên Serokkomariyê derketin holê.

Jineke Nivîskar Li Rojhilatê Kurdistanê Hat Girtin

Dengê Azad: Li gor agahiyên Civata Jinên Merîwan, roja pêncşema borî hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kerecê, êrîşê dikin ser mala rojnamevan, çîroknivîs û filmnivîsa Kurd, Susen Mihemedxanî Xiyasvend û girtin.



Hat zanîn ku hêzên ewlekarî yên Îranê avêtibûn ser mala wê nivîskara Kurd û bi berfirehî lêgerîna mala wê kiribûn. Heta niha tu agahiyek derbarê çarenivîsa wê çalakvana Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê de, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve nehatiye ragehandin.

Hêjayî gotinê ye Susen Mihemedxanî rojnamevan û filmnivîs e û hinek car jî karê çîroknivîsiyê dike û di salê borî de li Rojhilatê Kurdistanê di warê çandî de pir çalakî meşandine.

Hemû salê di rojên nêzîkê 8ê adarê de, Komara Îslamî ya Îranê, dest bi girtin û binçavkirina çalakvanên mafê jin û ligel tundûtûjiya dewletê rûbirû dibin. Niha zêdeyî 50 çalakvanên jin ku çend ji wan Kurd in, di girtîgehên dewleta Îranê de ne.

Monday, March 8, 2010

Pîroz be Roja Jinên Cîhanê

Dengê Azad: Îor cejna navneteweyî ya 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê bû.
Bi hêviya ku mafê wekhev di hemû civakan de bo jin û mêran bê parastin û êdî maf û azadiyên jinan neyên binpêkirin û hêjayî wan û hiqûqan bin ku wek bingeha mafê mirovan hatine destnîşankirin.
Ez vê roja pîroz li hemû jinên dinyayê, bi taybetî li jinên kurd pîroz dikim. Hêviya min ew e ku; di jiyana jinan de, xweşî û dilşadî kêm nebe, di civakê de wekhevî jin û mêran hebe. Bê guman jin bi xebat, berxwedn û keda zêdetir dê bikarin bigihin maf û azadiyên xwe yên demokratîk û mirovî ku salên dirêj in ji wna re hewlê didin û bêrawestan bo yeksaniyê di jiyan û civakê de xebatê dimeşînin.
Di 8ê Adara 2010an de, ez dibêjim bila mêrên Kurd jî di xebata jinan a mafxwazane û wekhevxwaziya wna de beşdar bin, ji ber ku xebat bo mafê jinan, xebat bo parastina mafê mirovan e.

Tuesday, March 2, 2010

Rêjeya Xwekuştina Jinan Li Rojhelatê Kurdistanê Zêde Dibe

Azad Kurdî
Rêjeya xwekuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe û niha li ber qeyraneke civakî ye. Di hundirê dû mehên borî de 11 jinan ji ber hêmanên cûda cûda, xwe kuştine. Kiryarên xwekujiyê li rojhilat pir in; lê ji ber nebûna çapemeniya azad û serbixwe nayên ragehandin.

Li Îranê li gor amarên fermî yên rêxistinên mafê mirovan xwekujiyên jinan bi rêjeya herî zêde li parêzgeha Îlam, Kirmaşan, Sine, Ûrmiye rû didin.


Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya xwekuştina jinan li navenda bajarê Îlam, Îwan, Ciwanro, Seqiz, Merîwan, Pîranşar, Kamyaran pir zêde ye. Demek berê jineke Kurd bi navê Mêhrane Şerîf ku salek di ser zewaca wê re derbas bûbû ji ber pirsgirêkên civakî xwe xeniqand.

Herwiha Keçeke xelkê Sine bi navê Wîda Ezîz Penahî jî ji ber pirsgirêkên bi hevserê xwe re, xwe şewitand. Herwiha jineke bi navê Rehna xelkê gundê Tazawa ku girêdayê Ciwanro ye û 7 zarokên wê hebûn, xwe şewitand. Ev jinên ku navên wan derbasbûne di encama xwekujiyê de hersêyan jî jiyana xwe ji dest dan.


Di nav çar parêzgehên Rojhelatê Kurdistanê de, rêjeya xwekujiya jinan herî zêde li Îlamê ye. Di vê derbarê de Berpirsê Giştî yê Karûbarê Zerarmendên Parêzgeha Îlamê Hesen Musewî ragehand: "Li Îlam rêjeya xwekujiya jinan pir zêde bûye, li parêzgeha Îlamê xwekujî herî zêde li bajarê Îwanê rû didin."

Li gor raporên fermî yên dewleta Îranê ji her hezar kesî 7 kes xwe dikujin; lê çavkaniyên rêxistinên mafê mirovan dibêjin di rastiyê de ew rêjeya han zêdetir e.

Pispora pirsgirêkên jinan Perwîn Zebîhî di vî warê de wiha axifî: "Rêjeya xwekujiyê li rojavayê Îranê, li her çar parêzgehên Kurd lê niştecih in roj bi roj zêdetir dibe; herwiha ew jinên han bi piranî temenên wan di bin 30 salî de ye. Li wan parêzgehan sedemên serekî yên xwekujiya jinan hejarî, tundûjiya hevjînan, bikaranîna maddeyên bêhişker, paşdemayîna têgiştin û çandê ye."