Tuesday, March 2, 2010

Rêjeya Xwekuştina Jinan Li Rojhelatê Kurdistanê Zêde Dibe

Azad Kurdî
Rêjeya xwekuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe û niha li ber qeyraneke civakî ye. Di hundirê dû mehên borî de 11 jinan ji ber hêmanên cûda cûda, xwe kuştine. Kiryarên xwekujiyê li rojhilat pir in; lê ji ber nebûna çapemeniya azad û serbixwe nayên ragehandin.

Li Îranê li gor amarên fermî yên rêxistinên mafê mirovan xwekujiyên jinan bi rêjeya herî zêde li parêzgeha Îlam, Kirmaşan, Sine, Ûrmiye rû didin.


Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya xwekuştina jinan li navenda bajarê Îlam, Îwan, Ciwanro, Seqiz, Merîwan, Pîranşar, Kamyaran pir zêde ye. Demek berê jineke Kurd bi navê Mêhrane Şerîf ku salek di ser zewaca wê re derbas bûbû ji ber pirsgirêkên civakî xwe xeniqand.

Herwiha Keçeke xelkê Sine bi navê Wîda Ezîz Penahî jî ji ber pirsgirêkên bi hevserê xwe re, xwe şewitand. Herwiha jineke bi navê Rehna xelkê gundê Tazawa ku girêdayê Ciwanro ye û 7 zarokên wê hebûn, xwe şewitand. Ev jinên ku navên wan derbasbûne di encama xwekujiyê de hersêyan jî jiyana xwe ji dest dan.


Di nav çar parêzgehên Rojhelatê Kurdistanê de, rêjeya xwekujiya jinan herî zêde li Îlamê ye. Di vê derbarê de Berpirsê Giştî yê Karûbarê Zerarmendên Parêzgeha Îlamê Hesen Musewî ragehand: "Li Îlam rêjeya xwekujiya jinan pir zêde bûye, li parêzgeha Îlamê xwekujî herî zêde li bajarê Îwanê rû didin."

Li gor raporên fermî yên dewleta Îranê ji her hezar kesî 7 kes xwe dikujin; lê çavkaniyên rêxistinên mafê mirovan dibêjin di rastiyê de ew rêjeya han zêdetir e.

Pispora pirsgirêkên jinan Perwîn Zebîhî di vî warê de wiha axifî: "Rêjeya xwekujiyê li rojavayê Îranê, li her çar parêzgehên Kurd lê niştecih in roj bi roj zêdetir dibe; herwiha ew jinên han bi piranî temenên wan di bin 30 salî de ye. Li wan parêzgehan sedemên serekî yên xwekujiya jinan hejarî, tundûjiya hevjînan, bikaranîna maddeyên bêhişker, paşdemayîna têgiştin û çandê ye."

No comments: