Tuesday, December 22, 2009

CAPK Bû Yek Salî

Dengê Azad:
Roja 22ê Kanûnê bo min ji ber du sedeman gellek xweş û şirîn e. Yekem jidayîkbûna rêberê navdar û zana yê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22.12.1930an li Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, duyem jî avabûna Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) di 22ê Kanûna 2008an û di vê roja pîroz de ye.
Dr. Qasimlo wek rêberekî karîzma û alîgirekî bê rawestan yê azadî, aştî û demokrasiyê dê herdem di nav dilê me de heta çendîn nifşên din zindî bimîne.
Malbata me CAPK jî sala borî di wê rojê de ji dayîk bû û roja damezrandian wê du qat li cem min xweştir û şirîntir kir û kete hundirê qada çalakî û xebata sivîl û aştîxwazanae a Rojhilatê Kurdistanê û bi armancên xwe yên pîroz dest da çalakiyan. Bêguman ger CAPK wek NGOyek di hundirê welat de rasterast bixebitiya, dê rolekî gellek berçavtir bilîstaya, lê divê rewşa zal bi ser wî parçeyê Kurdistanê û serdestbûna rejîmek dîktator nebe asteng û pêwîst e xebat ber bi hundirê welat bê kişandin û çalakiyên sivîl û medenî li gund û bajarên Kurdistanê biqedin.
Bi hêviya salek tejî destkevt û çalakî ji bo maêbat û civaka me, Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK)...

Tuesday, December 8, 2009

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 Kasibkarên Kurd Hatin Kuştin, Termên Wan Jî Hatin Şewitandin

Dengê Azad: Hovîtiya hêzên Komara Îslamî a Îranê li hemberî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Vê carê hêzên delwta Îranê êrîş kirin ser 3 kasibkarên Kurd bi navên Bengîn Sofîzade, Pizişk Eseedî û Girman Umerî û ew kuştin, lê mixabin piştre termên wan sê kesan şewitandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja 5ê Kanûna 2009’an, ew sê kasibkar bi sedema êrîşa hêzên Komara Îslamî a Îranê bo ser çend otombîlên kasibkarên devera Soma û Şipîran (ser bi bajarê Selmasê) ketyine ber êrîşa guleyan û di encamp de jiyana xwe ji dest dan.

Ew 3 kasibkarên Kurd di navbera gundên Şêrenî û Koran de, ji aliyê çekdarên Komara Îslamî a Îranê ve rastî êrîşan hatin.

Hêzên rejîma Îslamî a Îranê piştî şewitandina termên wan sê kasibkaran di nav otombîlên wan de, dest bi ser wan terman de girtin û heta niha termên wan sê kasibkaran bi malbatên wan nehatine dayîn. Vê kiryarê xelkê herêma Soma û Şipîranê gelek hêrs kiriye.

Hêjayî gotinê ye Bengîn Sofîzade û Pizişk Eseedî xelkê gundê Kurmik û Girman Umerî jî xelkê gundê Şêreniyê bû.

Kuştin û birîndarkirina kasibkarên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê her berdewam e û di meha borî de heta niha dehan kasibkarên Kurd ên xizan û belengaz hatine kuştin û birîndarkirin.

Sunday, December 6, 2009

Hejmara 124 ya Agirî derket



Dengê Azad: Hejmara 124 ya Agirî derket û roja 06.12.2009’an çap û belav bû.
Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin.
Duheftînama Agirî yekemîn weşana xwerû Kurmancî û Latînî li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin.:

Saturday, December 5, 2009

Li Îranê Zexta Li Ser Xwendekaran Zêde Bûye

Dengê Azad: Hevdem digel nêzîkbûna Roja Xwendekar li Îranê (16ê Sermawez), zext û zordariya li ser xwendekaran zêde bûye. Hêzên Komara Îslamî gef xwarien, ger xwenîşandan bibin qada nerazîbûn li dijî Komara Îslamî dê wan serkut bikin. Sedan xwendekar li Tehran û bajarên din hatine binçavkirin. Di nav girtiyan de Xwendekarên Kurd zêde tên dîtin.
Xala balkêş ew e ku Mûsewî û Kerûbî çi bangewaz û daxuyaniyek nedane ku meş û xwenîşandan di roja dûşem, 8ê Kanûna 2009 (16ê Sermaweza 1388) li Îranê bên lidarxistin.
3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyek hevbeş de daxwaz ji xwendekarên Kurd kirine bi dirûşmên netewî vê rojê bibîr bînin û di rêûresm û meşan de beşdar bin....

Biryara Darvekirina Du Girtiyên Siyasî Hat Erêkirin


Dengê Azad: Ajansên Nûçeyan û Komeleyên Çalakên Mafê Miroavn li Îranê dan xuyakirin, Eyûb Pirkar bi tometa endambûn di Rêxsitina Mucahidîn Xelq û Zeyneb Celaliyan bi tometa hevkarî digel PJAK rêxistineke ser bi PKKê li bereberê darvekirinê ne.
Taya 26 a dadgeha Şoreşa Tehranê ew du girtiyên siyasî bi cezayê îdamê mehkûm kir.

Kampanyaya piştgiriyê ji bo Celaliyan


Dengê Azad: Ji bo keça kurd Zeyneb Celaliyan ku dewleta Îranê dixwaze wê îdam bike kampanyaya îmzeyan a piştgiriyê hate li dar xistin.
Metna îmzeyê bi îngilîzî hatiye amadeirin. Îmzeyên ku bêne berhevkirin dê raste rast bigihên ber destê Serokê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon.
Yên ku bixwazin piştgirî bidin Celaliyan dikarin pêl li vê lînkê bikin û îmzeya xwe bavêjin bin metnê.




Sê xwendekarên bêserûşûnkirî ên Kurd keç in



Dengê Azad - Kurdistanemdia
Hêjayî gotinê ye ew heft xwendekarên Kurd yên girtî di zanîngeha bajarê Tehranê ku sê kes ji wan keş in, de ev in:
Sirwe Weysî, Pexşan Ezîzî, Leyla Mihemedî, Amanc Rehîmî, Ebdula Arifî, Hejar Yusifî û Îsmaîl Qadirî. Tê zanîn di roja 16ê Çiriya Paşîn a 2009’an de ew xwendekar bi sedema beşdarî di civîna nerazîbûnê li hember îdamkirina Êhsan Fetahiyan çalakê siyasî yê Kurd, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Komara Îslamî a Îranê hatin girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Herwiha hewlên malbata Sirwe Weysî xwendekara helbestvan bo haydarbûn li çarenivîsa wê bê encam bûne.

Belavoka Xwendekarî Ya Hejan hat Qedexekirin




Dengê Azad - Kurdistanemdia
Belavoka xwendekarî ya Hejan ya ku xwendekarên zanîngeha Kurdistanê derkirin, piştî derçûna 68mîn hejmara wê belavokê, li gor biryara Komîteya Çavdêrî bi ser belavokan hat cezakirin.

Li gor rapora Nûçegihaniya Kurdistan, belavoka Hejan di roja 16ê Çiriya Paşîn a 2009’an hatiye cezakirin û digel dawî pêhatina demê deh rojên cezakirinê heya niha îzna belavbûnê jêre nehatiye dan û herwiha berpirsên pêwendîdar li dana biryara dubera belavbûna Hejan xwe parastine.

Navenda Hejan wek xwedî îmtiyaza belavoka Hejan, di sala 2007’an de îzna belavkirina wê belavokê li xwediyê yek ji endamê şewra navendî ya Hejanê wergirtiye. Ew belavok di destpêka karê xwe de şêwazeke rexnegirane li hember pirsên Îran û Kurdistan girte pêşberî xwe û cuda ji belavkirina nûçeyan di wê derbarê de wek tirîbûna xwestek û daxwazên xwendekarên Kurd û herwiha cih û warekî bi bandor di nav xwendekarên Kurd de bi dest anî.

Belavoka Hejan bi sedema şopandina îdamkirina çalakê siyasî yê Kurd Êhsan Fetahiyan û herwiha biryara îdamkirina girtiyê siyasî yê Kurd Şêrko Mearifî û xuyakirina nerezîbûnê di wê derbarê de, biryara cezadanê ji aliyê berpirsê komîteya çavedêr bi ser belavokan li ser wê hat sepandin.

Thursday, December 3, 2009

Di proja vekirina demokratîk de tenê Pirsa Kurd nine, belku guhartinên din jî hene

Silêman Keleşî



Dengê Azad / CAPK
 

Ewa ku eşkere û xuya ye, piştî jinavçûna Împeratoriya Usmanî di şerê yekê yê cîhanê de û avabûna dewletek bi navê Tirkiyê hate ser nexşê cîhanê. 
Wek li dîroka avabûna dewleta Tirkiyê tê zanîn, gelê Kurd û kêmnetewên din jî di kêleka Turkan de li dijî hêzên biyanî bi rêberiya Mistefa Kemal (AtaTurk) bo serxwebûn û damezrandina welatê Tirkiyê şer kirin. Çi dema şer û çi gava avakirina hikûmet û Parlamana Tirkiyê de Kurdan rolekî pirr mezin û berbiçav leyîstin. Ji yekemîn civîna parlimanê da gelek Kurd bi navê Kurdan beşdarî civînê bûn, heta Yosif Zîya Beg bi cil û bergê Kurdî çoye parlimanê. Mistafa Kemal li axfitina xwe de gotiye ku ewa parlimana Kurd û Tirkane,
Lê piştî ku hikûmeta Tirkiyê bi rêberiya Mistefa Kemal çih piyê xwe di herêmê û cîhanê de qehîm kir, Kurdan jî hêdî û hêdî dawa cîbicî kirina wan qewil û qerarên ku bi Kurdan hatibûne dan kirin. Lê mixabin Tirkan çi pêgawek bo daxazên Kurd û kêmnetewên din helnegirtin. Îdî Kurdan jî zanîn ku hatine xapandin û disan dest bi xebat û berxwedanê kirin bo bidest anîna mafê xwe rewa û zagonî.
Her wek tê zanîn ku wê demê heşîmeta Kurdan di Tirkiyê de çendîn milyon dihate mezendekirin, ku îro basa 25 milyon Kurd li Tirkiyê de tê kirin. Dema kurdan jî daxwaza maf û azadiya xwe kirin, bi awayekî hovane ketin ber tepeser û qirkirinê.

Piştî demeke kurt, îdî dewleta Tirkiyê bi terzekê fermî û eşkere di mekezagona xwe de dest dane jinavbirin û tunekirina gelê Kurd bi hemû awayeke ku ji destên wan dihat. Hemû tiştên ku bêhna Kurd û Kurdistanê lê dihat, hatin qedexekirin. Tirkên ku heta demekê beriya wê basa biratî û yekîtiya Kurd û Tirk û Lazan... yên mayîn dikirin, lê mixabin wextê bûne xwdî hêz û hikûmetê, hemû hewla xwe dan ji bo helandina netewa Kurd, li ziman bigre heta Kultûr û Çand, li nivîsînê bigre heta navê gund û bajêran, liberkirina kincên Kurdî bigre heta axaftina bi Kurdî û dehan û sedan pîlanên cuda cuda li hundirê Tirkiyê û herêmê û cîhanê de bo wê armanca xwe gêran. Ji xeynî qedexekirina wan tiştên ku bas hatî kirin, kuştin û zîndan, îşkence û windakirin, dûrxistin (sirgûn) kavil û wêrankirin jî li ser Kurdan meşandin, lê ser neketin.

Hikûmeta Tirkiyê di hemû temenê xwe de gelek tişt li herêm û cîhanê ji dest dan, ji bo ku Kurdan tune bike. Lewra jî nekarî ew rola ku divê û dikarî di cîhan û herêmê de hebe bilîze. Tirkiye ji ber wê siyaseta xwe ya neteweperestî û wî mêjiyê hişk yê eskerî û tund û barane digel hemû der û cîranên xwe bi şer û nexweşî derbaz kiriye. Mirov dikare bêje Tirkiye li ber pirsa Kurd û wê siyaseta şovînîstî herdem xwe li herêmê û cîhanê îzole kiriye. Her çend li Tirkiyê xêncî wan demê ku derba leşkerî (kudîta) hatine kirin û ser kar bûne, heta wan demê bi eşkere jî hikûmetê sivîl û parliman hebûye, hêz û siyaseta çarenivîssaz her di destê artêşê de bûye, diyar e ziman û siyaseta eskerên Tirkiyê her şer û birîn û tunekirin bûye.

Lê belê piştî hatina hikûmeta AKPê wek partiyeke Îslamî a modern dixwazin wê rewşê bi siyaseteke nermrewane biguherin.

Lê di rastî de ew kesên ku ji nêzîk ve siyaset û zirûfê Tirkiyê dişopînin, baş dizanin, ew guhertinên ku hikûmeta Receb Teyyib Erdoxan dixwaze bike çend zehmet in. Ji ber ku li hemû cihan bi giştî, li Rojhilata Navîn bi taybetî ewa xelk û opozîsyon yên daxwaza vekirin û demokrasî û parastina mafê mirov li hikûmetan dikin, di Tirkiyê de rast berevajî vê çendê ye. Li Tirkiyê ew hikûmet e dixwaze demokrasî û mafê mirov û aştiyê berfireh bike, lê opozîsiyon û hindek aliyên din dijber derdikevin.

Erdoxan û hevalên wî gelek zîrekane û bi bivêrî û aqilane pêgavan diavêjin û hestyariya hemû aliyan berçav digrin.

Ewa îro Erdoxan û partî û hikûmeta wî dixwazin û dikin, ne tenê pirsa Kurdan e, belku projeyek ku dixwazin Tirkiyê li wê zirofê îzolekirinê bîne derê û Tirkiyê bikin Turkiyeyeke mezin û bi bandor di herêm û cîhanê de, di rastî de Tirkiyê ew petansiyel jî heye. Pirsa Kurd jî yek ji wan xalên herî bihêz û hesas(hestyar) ên wê proja hikûmetê ye. Mirov dikare bêje ku hikûmeta Erdoxan çend pêngavên piçûk lê girîng li piroja xwe çûye pêş ku hewceye destnîşan bikim:

Yekem; dewleta Tirkiyê hertim digel welatên Îslamî bi giştî û ligel welatên wek Ermenistan û Sûriye, Yûnan û bi taybet Îranê peywendiyên baş nebûne. Lê hikûmeta AKPê xêncî wan hemû hesasiyetên ku hebûn, peywendiya xwe ligel Ermenistan dest pê kiriye û baş jî diçe pêş, her çend gelek narazîbûn di Azerbayca û Tirkiyê de li dijî wê yekê hebûn.

Duyem; ligel hikûmeta Sûriyê demekê heta serhedê şer jî çûne pêş, lê belê niha peywendiyên wan di astekî gelek bilind de ne û ji hemû aliyekê ve didomin. Li wan hevdîtinên duway hind li hev du nêzîk bun ku bo hat û çona hevwelatiyên xwe viza navbera xwe da rakirin. Herwiha ligel Îranê jî roj bi roj baştir dibe û asta peywendiyên wan yên siyasî û okonomî zêde û zêdetir dibin. Her wek tê zanîn demekê ew dewlet yarmetîder û cih û paygahên şervanên Kurdên bakur bûn. Ewa ku çendîn salên derbazbûyî de dewlet û artêşa Tirkiyê bi zor û tehdîd nekarî bike, lê hikûmeta AKPê bi wê siyaseta xwe karî wê yekê berevajî bike.

Sêyem; normalbûna peywendiyên Tirkiyê digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji guhertinên girîng ên dinê ye ku pêşde berpirsên Tirkiyê amade nedibûn digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûniştina bikin û li navê Kurdistan û ala Kurdan tirs û wehşet hebûn. Lê îro rayedarên payebilind ên Tirkiyê amade ne li kêlka ala Kurdistanê û Tirkiyê birûnên û bi awayekî resmî danûstandina gel Hikûmeta Herêmê bikin. . herwiha qerare li wan nêzîkatiya de konsolgeriya Tirkan bi aweyekî fermî li Hewlêrê paytextê Kurdistanê bête wekirin.

Çarem; Erdoxan û hikûmeta wî gelek mahirane astenga herî mezin û tirsnak wek Ergenekonê ku hikûmeta hundirê hikûmetê bû, eger jî nekarîbin bi tevahî ji nav bibin, lê karîn lawaz û pençûyî bike. Ku nekaribe rasterast gefê li wî û hikûmeta wî bike. Ewa karekî pirr mezin bû, her wisa ew yek bû sebebê vê çendê ku eskerî jî pê xwe gelek dirêj nekin.

Pêncem; Ewa ku basa pirsa Kurdan li Tirkiyê dike û danîna TRT6, vekirina zanîngehên Kurdî li Tirkiyê, vekirina rewşeke heta qasekî baş bo Kurdan, û bi taybet çûna wan du grûpên aştiyê li Qendîl û Mexmûrê û riftara hikûmetê ligel wan û pirr kar û pêngavên din ên wek wan.

Bi kurtî bêjim, xêncî wan pêngavên ku hatin baskirin, hikûmeta Erdoxan behsa wan hemû pirsgirêkan dike ku li temenê pêkhatina Komara Turkiyê de li serhev bûne kelek, û heta niha jî çi kes û aliyekî nekariye di hundirê hikûmet û Parlamena Tirkiyê de bi awayekî vekirî bas bike. Lê hikûmeta AKPê heta îro basa gelek li wan pirsgirêkan kiriye û herwiha zirofekî wiha afirandiye ku hemû aliyên Tirkiyê bi xwe mijûl kiriye. Rastî jî ewa ye ku heta pirsgirêk û meselên wiha girîng nekevin berbas û gotûbêjkirinê, diyare rê û zemîne jî bo çareseriya wan nayê dîtin. Eger bêt û Erdoxan û hikûmeta wî nekarin di dema xwe de wê projê cîbicî bikin, taze her hikûmeteke din jî bê ser kar, neçar e dest û pença digel wan pirsan nerm bike û tevbigere.

Ew tiştên heta îro ku hikûmeta AKPê bi awayekî mutatane anîne rojevê û bo wan hewl dide, projeyek baş û rastbînan ye. Hem ji bo hemû herêmê bi giştî û bo xelkên Kurd û Tirkiyê bi taybet sûd û fêde heye. Ew proja çi wek tê gotin li ber zextên ku ji aliyê Amerîka û Ewrûpa vebe, çi jî ji ber berxwedan û xebata hêza gelê Kurd be, yan jî rast û durust siyaset û bîr û nerînên AKPê bin. Mirov dikare bêje hemû ewana bandor xwe li ser wê pirsê hene, lê xêncî wan givaş û sedemên ku hatin baskirin û tên kirin, êdî Tirkiye jî nikare di dinyaya îro ya pêşketî û demokrasîxwaz de çavê xwe li wan rastiyên ku hene bigre û digel wan berxwedanê bike. Ewa heta îro jî kiriye bi qazanca Tirkiyê nebûye û îro pêde jî eger bikare bike dîsan li sûd û berjewendiya Tirkiyê nine. Her ji ber wê yekê ye ku hikûmeta AKPê bi siyaset û projên taze dixwazin wek welatekî Ewrûpî û Asyayî wan pirsgirêkên pêşberê xwe, wek pirsgirêka Kurd û derdorê xwe çareser bikin û wek welatek mezin û bi bandor rola xwe di cîhan û herêmê de bilîzin. Hem bikarin dakevin hundirê Yekîtiya Ewropa wek welatekî Ewropî, hem jî bibin derwazê Ewropa û Asyayê û bo qazancê Tirkiyê rolekî mezin li her du aliyan bilîzin.



3 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Daxuyaniyek Hevbeş Dan Çapemeniyê: WERİN EM RÊZ Lİ ROJA 16Ê SERMAWEZÊ BİGRİN




Dengê Azad / Kurdistanmedia
Bizava Xwendekarî ya Îranê ji ber hebûna dîrokeke geş û ronî, herdem wijdana hişyar a ciwanên têgihîştî û mafxwaz ên welat bûye û di hemû demekê de rûbirûyê  desthilata dîktator û serberedayî a Paşatiyê û Komara Îslamî hatiye û bi vî awayî hêza bizava ronakbîr û azadîxwazên Îranê bûye. Xebat û berxwedanên vê bizavê di hemû demekê de hêz û baweriya xelkê bêzarbûyî, desthilata dîktatoriyê hejandiye û handerek bûye bo wire û moraldan bi xelkê. Lewra jî rejîmên dîktator her ji destpêkê de heta niha bi serkut, îşkence, darvekirin, bêmafkirina wan ji xwendinê û heta darêtina pîlan û komployan bo lihev veqetandin û cudayîdanan di navbera wan de û bihêzkirin û ji navbirina wan berengarî digel wan de kirine, lê bi xweşî ve tu yek li van pîlan û komPloyan nekarîne ev keç û xortên netirs û têgihîştî ên gel bêdeng bike û serê wan nevî bikin.

Piştî ragehandina encama bi nav hilbijartina 10’ mîn gera Serok Komariyê di 13ê Hezîrana îsal de, bo careke din hêza xwendekarî bû hêza bizava pêkhateya meşên milyon kesî ên ciwanan û xelkê bêzarbûyî li ser rê û şeqamên Tehranê, loma jî ji berê zêdetir kete ber êrîş û tundûtûjiya rejîma Komara Îslamî. Di van rojane de ku demokrasîxwazên Îranê 16ê Sermawezê wek Roja Xwendekaran li Îranê bibîr tînin, xwendekarên Îranê di bin zext û zordariyên herî bêrehmane de ne û di rastî de zanîngeh kirine girtîgeha xwendekaran. Tenê di meha borî de, çend xwendekar şehîd kirine, zîndan tejî xwendekar kirine û roj nine komek li xwendekarên şoreşger li zanîngehê neyên derkirin an ji bo binkeyên organ û dezgehên serkutker neyên gazîkirin û gef li wan nehê xwarin. Komara Îslamî hemû hewla xwe dide ji bo ku bikare pêşiya çalakî û dijkiryarên xwendekaran di Roja Xwendekar ya îsal de de bigire. Ji aliyekî din ve xwendekar pêdagir in ku di wê rojê de bi lidarxistina meşan û dana dirûşman hevalên xwe ên şehîd û îdamkirî bibîr bînin, da ku bi vî awayî piştgirî û wefadariya xwe ji bo xwendekarên girtî dubare bikin û hêrs û kerb û bêzariya xwe li dijî rêjîma paşverû ya Komara Îslamî bikujê hevalên wan ên darvekirî bidin xuyakirin.

Xwendekarên xebatkar û azadîxwaz!
Niha dema wê yekê hatiye ku bo rakişandina herçiqas zêde a neteweyên mafxwaz ên Îranê di bernameyeke ron de piştgiriya xwe li mafên neteweyan rabigehînin. Dibe şêweyê herî guncaw û minasib diyarîkirina mafên siyasî yên wan netewan û damezrandina hikûmeteke demokratîk a federal di Îranê de be. Hikûmeteke wiha di çarçova qanûnê de baştirîn ewle û garantiya parastina mafê wan netewan e ku zêdetirîn û zulmjêkirîtirîn beşa nifûsa Îranê pêk tînin. Di rastî de demokrasî jî bê li berçavgirtina wan netewan û wan mafan peyveke bê naverok dibe û netewên Îranê jî her di perawêzê de dihêle.

Em di salvegera Roja Xwendekar de rêzê li hemû xebat û qurbanîdanên van keç û xortên welatparêz digirin û em piştgiriya xwe li berxwedana wan radigehînin. Em silavan dişînin bo xwendekarên netirs û biwêr ku niha di girtîgehên bednav ên rejîma Komara Îslamî de ne û kiryarên rêjîma Komara Îslamî ya Îranê û hêzên serkutker ên wê derheq daxwazên rewa yên xwendekaran mehkûm û şermezar dikin.

Serkeve xebata azadîxwazane ya xwendekaran û hemû tex û qatên civakê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî
Neman ji bo rêjîma dijî azadî ya Komara Îslamî

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Partiya Azadiya Kurdistanê

02.12.2009
11.09.1388


Bighin Hawara Zeyneb Celaliyan



Dengê Azad / Kurdistanmedia
Zeyneb Celaliyan girtiya siyasî ya temen 27 salî ya kurd li ber xetera rêvebirina biryara darvekirinê ye.
Komîteya Nûçegihaniya Mafên Mirovan ragihand, biryara darvekirina Zeyneb Celaliyan piştî derçûn ji aliyê dadgehê ve, di heftiya borî de di Dîwana Bilind ya Îranê de hat erêkirin.
Li gor wê çavkaniyê, Zeyneb Celaliyan çalaka siyasî xelkê bajarê Mako ji du sal berî niha ve di girtîgeha bajarê Sine de ye. Celaliyan bi tawana “Muharibe” (şer di gel xwedê)

 û herwiha hevkarî digel rêxistinek kurdî hatiye tometbarkirin û di dadgeha yekem de bi îdamê hat mehkûmkirin. Bi gotina yek ji xizmên Zeyneb Celaliyan, wê ew tomet ne pejirandine.
Calakên Kurd dan zanîn, dadgeha şopandina tometên Zeyneb Celaliyan bê beşdariya parêzer û tenê bo dema çend deqîqan rêve çû.


AIDS Li Rojhilatê Kurdistanê Zêde Dibe


Li gor daneyên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên Kurdistanê 5000 rewşên nexweşiya AIDSê hene. AIDS ku heta sala 1981ê wek nexweşiyeke nenaskirî mabû, di sala 1987an de cara yekem li Îranê jî derket holê û piştî 22 salan, niha hejmara nexweşên AIDSê li Îranê li gor îstatîstîkên fermî yên Wezareta Tendirustî dighe 20 hezar kesan. Lê sazî û dezgehên sivîl idia dikin ku li Îranê zêdeyî 50 hezar nexweşên AIDSê hene.




Hejmara qurbanên AIDSê li cîhanê bi giştî jî zêde dibe û heta îro zêdeyî 25 milyon kesan canê xwe jiber vê nexweşiyê ji dest dane. Îstatîstîkên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî WHO ya bi UN re kar dike, dide xwiyakirin ku ji sedî 80 guhastina vê nexweşiyê bi rêya têkiliyên cinsî ye. Lê berpirsên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê radigihînin ku li Îranê tenê ji sedî 4 ji hejmara nexweşan bi rêya sêksê tûşî vê AIDSê bûne.



Nûnerê bajarê Seqz û Bane li Parlamenê Îranê Fexreddîn Heyderî dibêje ku li gor welatên din bi giştî hejmara nexweşên AIDSê li Îranê kêm e, lê belavbûna vê nexweşiyê vedigere gelek faktorên çandî û civakî. Heyderî eşkere kir ku Wezareta Tendirustî ya Îranê û navendên tendirustiyê xemsar in û got: "Mixabin navendên bi Wezareta Tendirustî ve girêdayî, ji bo nehiştina vê nexweşiyê şîretên pêwîst nadin xelkê. Divê Wezareta Tendirustî girîngiyê bide hişyarkirina xelkê û divê di qonaxên xwendinê yên seretayî, navendî û amadeyî de şîretkarî li xwendekaran bê kirin."



Jimara nexweşên AIDSê li Parêzgeha Sine nêzîkê 800-1500 kesan e û li Azerbaycan a Rojava nêzîkê 500-1200 kesan e. Herwiha li Kirmaşanê 3000 kes bi AIDSê ketine. Lê li gor îstatîstîkên navendên sivîl û saziyên NGO hejmara nexweşên AIDSê zêdeyî 9000 kesan e.



Ji aliyekî din çavdêrê rewşa Rojhilatê Kurdistanê Dr. Rehîm Ferehmend belavbûna narkotîkan û planên hinek aliyan wek sedemên sereke yên belavbûna nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn binav dike û didomîne: "Li welatên din sedemê sereke yê belavbûna AIDSê peywendiyên sêksî ne, li Rojhilatê Kurdistanê jî narkotîk û alavên bikaranîna wan in."



Navbirî behsa sedemên zêdebûna AIDSê dike û pêde diçe: "Bêkarî û paşketina aborî jî di zêdebûna AIDSê de sedemên serekî ne. Mixabin ne li Kurdistanê tenê lê li seranserê Îranê îstatîstîkeke eşkere û dirust tune ku hejmara rastî ya nexweşên AIDSê destnîşan bike."



Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî herdem dibêjin ku destê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe di belavkirina nexweşiya AIDSê û narkotîkan de heye. Bi baweriya wan hikûmet wiha dike ji bo dengê nerazîbûna xelkê bitemirîne.



Çavkanî: Rûdawnet