Thursday, December 3, 2009

3 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Daxuyaniyek Hevbeş Dan Çapemeniyê: WERİN EM RÊZ Lİ ROJA 16Ê SERMAWEZÊ BİGRİN




Dengê Azad / Kurdistanmedia
Bizava Xwendekarî ya Îranê ji ber hebûna dîrokeke geş û ronî, herdem wijdana hişyar a ciwanên têgihîştî û mafxwaz ên welat bûye û di hemû demekê de rûbirûyê  desthilata dîktator û serberedayî a Paşatiyê û Komara Îslamî hatiye û bi vî awayî hêza bizava ronakbîr û azadîxwazên Îranê bûye. Xebat û berxwedanên vê bizavê di hemû demekê de hêz û baweriya xelkê bêzarbûyî, desthilata dîktatoriyê hejandiye û handerek bûye bo wire û moraldan bi xelkê. Lewra jî rejîmên dîktator her ji destpêkê de heta niha bi serkut, îşkence, darvekirin, bêmafkirina wan ji xwendinê û heta darêtina pîlan û komployan bo lihev veqetandin û cudayîdanan di navbera wan de û bihêzkirin û ji navbirina wan berengarî digel wan de kirine, lê bi xweşî ve tu yek li van pîlan û komPloyan nekarîne ev keç û xortên netirs û têgihîştî ên gel bêdeng bike û serê wan nevî bikin.

Piştî ragehandina encama bi nav hilbijartina 10’ mîn gera Serok Komariyê di 13ê Hezîrana îsal de, bo careke din hêza xwendekarî bû hêza bizava pêkhateya meşên milyon kesî ên ciwanan û xelkê bêzarbûyî li ser rê û şeqamên Tehranê, loma jî ji berê zêdetir kete ber êrîş û tundûtûjiya rejîma Komara Îslamî. Di van rojane de ku demokrasîxwazên Îranê 16ê Sermawezê wek Roja Xwendekaran li Îranê bibîr tînin, xwendekarên Îranê di bin zext û zordariyên herî bêrehmane de ne û di rastî de zanîngeh kirine girtîgeha xwendekaran. Tenê di meha borî de, çend xwendekar şehîd kirine, zîndan tejî xwendekar kirine û roj nine komek li xwendekarên şoreşger li zanîngehê neyên derkirin an ji bo binkeyên organ û dezgehên serkutker neyên gazîkirin û gef li wan nehê xwarin. Komara Îslamî hemû hewla xwe dide ji bo ku bikare pêşiya çalakî û dijkiryarên xwendekaran di Roja Xwendekar ya îsal de de bigire. Ji aliyekî din ve xwendekar pêdagir in ku di wê rojê de bi lidarxistina meşan û dana dirûşman hevalên xwe ên şehîd û îdamkirî bibîr bînin, da ku bi vî awayî piştgirî û wefadariya xwe ji bo xwendekarên girtî dubare bikin û hêrs û kerb û bêzariya xwe li dijî rêjîma paşverû ya Komara Îslamî bikujê hevalên wan ên darvekirî bidin xuyakirin.

Xwendekarên xebatkar û azadîxwaz!
Niha dema wê yekê hatiye ku bo rakişandina herçiqas zêde a neteweyên mafxwaz ên Îranê di bernameyeke ron de piştgiriya xwe li mafên neteweyan rabigehînin. Dibe şêweyê herî guncaw û minasib diyarîkirina mafên siyasî yên wan netewan û damezrandina hikûmeteke demokratîk a federal di Îranê de be. Hikûmeteke wiha di çarçova qanûnê de baştirîn ewle û garantiya parastina mafê wan netewan e ku zêdetirîn û zulmjêkirîtirîn beşa nifûsa Îranê pêk tînin. Di rastî de demokrasî jî bê li berçavgirtina wan netewan û wan mafan peyveke bê naverok dibe û netewên Îranê jî her di perawêzê de dihêle.

Em di salvegera Roja Xwendekar de rêzê li hemû xebat û qurbanîdanên van keç û xortên welatparêz digirin û em piştgiriya xwe li berxwedana wan radigehînin. Em silavan dişînin bo xwendekarên netirs û biwêr ku niha di girtîgehên bednav ên rejîma Komara Îslamî de ne û kiryarên rêjîma Komara Îslamî ya Îranê û hêzên serkutker ên wê derheq daxwazên rewa yên xwendekaran mehkûm û şermezar dikin.

Serkeve xebata azadîxwazane ya xwendekaran û hemû tex û qatên civakê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî
Neman ji bo rêjîma dijî azadî ya Komara Îslamî

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Partiya Azadiya Kurdistanê

02.12.2009
11.09.1388


No comments: