Thursday, December 3, 2009

Di proja vekirina demokratîk de tenê Pirsa Kurd nine, belku guhartinên din jî hene

Silêman Keleşî



Dengê Azad / CAPK
 

Ewa ku eşkere û xuya ye, piştî jinavçûna Împeratoriya Usmanî di şerê yekê yê cîhanê de û avabûna dewletek bi navê Tirkiyê hate ser nexşê cîhanê. 
Wek li dîroka avabûna dewleta Tirkiyê tê zanîn, gelê Kurd û kêmnetewên din jî di kêleka Turkan de li dijî hêzên biyanî bi rêberiya Mistefa Kemal (AtaTurk) bo serxwebûn û damezrandina welatê Tirkiyê şer kirin. Çi dema şer û çi gava avakirina hikûmet û Parlamana Tirkiyê de Kurdan rolekî pirr mezin û berbiçav leyîstin. Ji yekemîn civîna parlimanê da gelek Kurd bi navê Kurdan beşdarî civînê bûn, heta Yosif Zîya Beg bi cil û bergê Kurdî çoye parlimanê. Mistafa Kemal li axfitina xwe de gotiye ku ewa parlimana Kurd û Tirkane,
Lê piştî ku hikûmeta Tirkiyê bi rêberiya Mistefa Kemal çih piyê xwe di herêmê û cîhanê de qehîm kir, Kurdan jî hêdî û hêdî dawa cîbicî kirina wan qewil û qerarên ku bi Kurdan hatibûne dan kirin. Lê mixabin Tirkan çi pêgawek bo daxazên Kurd û kêmnetewên din helnegirtin. Îdî Kurdan jî zanîn ku hatine xapandin û disan dest bi xebat û berxwedanê kirin bo bidest anîna mafê xwe rewa û zagonî.
Her wek tê zanîn ku wê demê heşîmeta Kurdan di Tirkiyê de çendîn milyon dihate mezendekirin, ku îro basa 25 milyon Kurd li Tirkiyê de tê kirin. Dema kurdan jî daxwaza maf û azadiya xwe kirin, bi awayekî hovane ketin ber tepeser û qirkirinê.

Piştî demeke kurt, îdî dewleta Tirkiyê bi terzekê fermî û eşkere di mekezagona xwe de dest dane jinavbirin û tunekirina gelê Kurd bi hemû awayeke ku ji destên wan dihat. Hemû tiştên ku bêhna Kurd û Kurdistanê lê dihat, hatin qedexekirin. Tirkên ku heta demekê beriya wê basa biratî û yekîtiya Kurd û Tirk û Lazan... yên mayîn dikirin, lê mixabin wextê bûne xwdî hêz û hikûmetê, hemû hewla xwe dan ji bo helandina netewa Kurd, li ziman bigre heta Kultûr û Çand, li nivîsînê bigre heta navê gund û bajêran, liberkirina kincên Kurdî bigre heta axaftina bi Kurdî û dehan û sedan pîlanên cuda cuda li hundirê Tirkiyê û herêmê û cîhanê de bo wê armanca xwe gêran. Ji xeynî qedexekirina wan tiştên ku bas hatî kirin, kuştin û zîndan, îşkence û windakirin, dûrxistin (sirgûn) kavil û wêrankirin jî li ser Kurdan meşandin, lê ser neketin.

Hikûmeta Tirkiyê di hemû temenê xwe de gelek tişt li herêm û cîhanê ji dest dan, ji bo ku Kurdan tune bike. Lewra jî nekarî ew rola ku divê û dikarî di cîhan û herêmê de hebe bilîze. Tirkiye ji ber wê siyaseta xwe ya neteweperestî û wî mêjiyê hişk yê eskerî û tund û barane digel hemû der û cîranên xwe bi şer û nexweşî derbaz kiriye. Mirov dikare bêje Tirkiye li ber pirsa Kurd û wê siyaseta şovînîstî herdem xwe li herêmê û cîhanê îzole kiriye. Her çend li Tirkiyê xêncî wan demê ku derba leşkerî (kudîta) hatine kirin û ser kar bûne, heta wan demê bi eşkere jî hikûmetê sivîl û parliman hebûye, hêz û siyaseta çarenivîssaz her di destê artêşê de bûye, diyar e ziman û siyaseta eskerên Tirkiyê her şer û birîn û tunekirin bûye.

Lê belê piştî hatina hikûmeta AKPê wek partiyeke Îslamî a modern dixwazin wê rewşê bi siyaseteke nermrewane biguherin.

Lê di rastî de ew kesên ku ji nêzîk ve siyaset û zirûfê Tirkiyê dişopînin, baş dizanin, ew guhertinên ku hikûmeta Receb Teyyib Erdoxan dixwaze bike çend zehmet in. Ji ber ku li hemû cihan bi giştî, li Rojhilata Navîn bi taybetî ewa xelk û opozîsyon yên daxwaza vekirin û demokrasî û parastina mafê mirov li hikûmetan dikin, di Tirkiyê de rast berevajî vê çendê ye. Li Tirkiyê ew hikûmet e dixwaze demokrasî û mafê mirov û aştiyê berfireh bike, lê opozîsiyon û hindek aliyên din dijber derdikevin.

Erdoxan û hevalên wî gelek zîrekane û bi bivêrî û aqilane pêgavan diavêjin û hestyariya hemû aliyan berçav digrin.

Ewa îro Erdoxan û partî û hikûmeta wî dixwazin û dikin, ne tenê pirsa Kurdan e, belku projeyek ku dixwazin Tirkiyê li wê zirofê îzolekirinê bîne derê û Tirkiyê bikin Turkiyeyeke mezin û bi bandor di herêm û cîhanê de, di rastî de Tirkiyê ew petansiyel jî heye. Pirsa Kurd jî yek ji wan xalên herî bihêz û hesas(hestyar) ên wê proja hikûmetê ye. Mirov dikare bêje ku hikûmeta Erdoxan çend pêngavên piçûk lê girîng li piroja xwe çûye pêş ku hewceye destnîşan bikim:

Yekem; dewleta Tirkiyê hertim digel welatên Îslamî bi giştî û ligel welatên wek Ermenistan û Sûriye, Yûnan û bi taybet Îranê peywendiyên baş nebûne. Lê hikûmeta AKPê xêncî wan hemû hesasiyetên ku hebûn, peywendiya xwe ligel Ermenistan dest pê kiriye û baş jî diçe pêş, her çend gelek narazîbûn di Azerbayca û Tirkiyê de li dijî wê yekê hebûn.

Duyem; ligel hikûmeta Sûriyê demekê heta serhedê şer jî çûne pêş, lê belê niha peywendiyên wan di astekî gelek bilind de ne û ji hemû aliyekê ve didomin. Li wan hevdîtinên duway hind li hev du nêzîk bun ku bo hat û çona hevwelatiyên xwe viza navbera xwe da rakirin. Herwiha ligel Îranê jî roj bi roj baştir dibe û asta peywendiyên wan yên siyasî û okonomî zêde û zêdetir dibin. Her wek tê zanîn demekê ew dewlet yarmetîder û cih û paygahên şervanên Kurdên bakur bûn. Ewa ku çendîn salên derbazbûyî de dewlet û artêşa Tirkiyê bi zor û tehdîd nekarî bike, lê hikûmeta AKPê bi wê siyaseta xwe karî wê yekê berevajî bike.

Sêyem; normalbûna peywendiyên Tirkiyê digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji guhertinên girîng ên dinê ye ku pêşde berpirsên Tirkiyê amade nedibûn digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûniştina bikin û li navê Kurdistan û ala Kurdan tirs û wehşet hebûn. Lê îro rayedarên payebilind ên Tirkiyê amade ne li kêlka ala Kurdistanê û Tirkiyê birûnên û bi awayekî resmî danûstandina gel Hikûmeta Herêmê bikin. . herwiha qerare li wan nêzîkatiya de konsolgeriya Tirkan bi aweyekî fermî li Hewlêrê paytextê Kurdistanê bête wekirin.

Çarem; Erdoxan û hikûmeta wî gelek mahirane astenga herî mezin û tirsnak wek Ergenekonê ku hikûmeta hundirê hikûmetê bû, eger jî nekarîbin bi tevahî ji nav bibin, lê karîn lawaz û pençûyî bike. Ku nekaribe rasterast gefê li wî û hikûmeta wî bike. Ewa karekî pirr mezin bû, her wisa ew yek bû sebebê vê çendê ku eskerî jî pê xwe gelek dirêj nekin.

Pêncem; Ewa ku basa pirsa Kurdan li Tirkiyê dike û danîna TRT6, vekirina zanîngehên Kurdî li Tirkiyê, vekirina rewşeke heta qasekî baş bo Kurdan, û bi taybet çûna wan du grûpên aştiyê li Qendîl û Mexmûrê û riftara hikûmetê ligel wan û pirr kar û pêngavên din ên wek wan.

Bi kurtî bêjim, xêncî wan pêngavên ku hatin baskirin, hikûmeta Erdoxan behsa wan hemû pirsgirêkan dike ku li temenê pêkhatina Komara Turkiyê de li serhev bûne kelek, û heta niha jî çi kes û aliyekî nekariye di hundirê hikûmet û Parlamena Tirkiyê de bi awayekî vekirî bas bike. Lê hikûmeta AKPê heta îro basa gelek li wan pirsgirêkan kiriye û herwiha zirofekî wiha afirandiye ku hemû aliyên Tirkiyê bi xwe mijûl kiriye. Rastî jî ewa ye ku heta pirsgirêk û meselên wiha girîng nekevin berbas û gotûbêjkirinê, diyare rê û zemîne jî bo çareseriya wan nayê dîtin. Eger bêt û Erdoxan û hikûmeta wî nekarin di dema xwe de wê projê cîbicî bikin, taze her hikûmeteke din jî bê ser kar, neçar e dest û pença digel wan pirsan nerm bike û tevbigere.

Ew tiştên heta îro ku hikûmeta AKPê bi awayekî mutatane anîne rojevê û bo wan hewl dide, projeyek baş û rastbînan ye. Hem ji bo hemû herêmê bi giştî û bo xelkên Kurd û Tirkiyê bi taybet sûd û fêde heye. Ew proja çi wek tê gotin li ber zextên ku ji aliyê Amerîka û Ewrûpa vebe, çi jî ji ber berxwedan û xebata hêza gelê Kurd be, yan jî rast û durust siyaset û bîr û nerînên AKPê bin. Mirov dikare bêje hemû ewana bandor xwe li ser wê pirsê hene, lê xêncî wan givaş û sedemên ku hatin baskirin û tên kirin, êdî Tirkiye jî nikare di dinyaya îro ya pêşketî û demokrasîxwaz de çavê xwe li wan rastiyên ku hene bigre û digel wan berxwedanê bike. Ewa heta îro jî kiriye bi qazanca Tirkiyê nebûye û îro pêde jî eger bikare bike dîsan li sûd û berjewendiya Tirkiyê nine. Her ji ber wê yekê ye ku hikûmeta AKPê bi siyaset û projên taze dixwazin wek welatekî Ewrûpî û Asyayî wan pirsgirêkên pêşberê xwe, wek pirsgirêka Kurd û derdorê xwe çareser bikin û wek welatek mezin û bi bandor rola xwe di cîhan û herêmê de bilîzin. Hem bikarin dakevin hundirê Yekîtiya Ewropa wek welatekî Ewropî, hem jî bibin derwazê Ewropa û Asyayê û bo qazancê Tirkiyê rolekî mezin li her du aliyan bilîzin.



No comments: