Sunday, July 31, 2011

CAPK: ‘Êrîş û topbarana Komara Îslamî li ser ewlehiya herêmê tehdîd e’

Heyamê pênc sal dibe ku hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berfireh û bi çekên giran deverên ser sînor ên Herêma Kurdistanê bi hincetên cor bi cor topbaran dikin. Rejîma Îslamî ya Îranê bi bahaneya hebûna çalakiyên hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, êrîşan dimeşînin.
Ji ber van êrîşên leşkerî û topbaranên hêzên Îranê ku her sal tên meşandin, zerer û xesarên canî û darayî yên mezin digehe xelkê sivîl ê deverê û jiyana welatiyên medenî yên niştecih li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ligel astengên mezin rûbirû kiriye.

Îsal ji du hefteyan berî niha ve, carek din hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî xurt û berfireh şer û topbaranên xwe destpê kirine. Di encam de li hinek cihan şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamî û şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAKê de derketine. Ji xênî rêje û serhejmariya kuştî û birîndarên her du aliyan, deverên Herêma Kurdistanê jî tên topbarankirin û 4 welatiyên sivîl ên derverê hatine kuştin û 20 kes jî hatine birîndarkirin û ji ber nebûna ewlehiyê nêzîk hezar welatî jî aware bûne û neçar mane navçeyê bicih bihêlin. Herwiha êrîş û topbaranên Îranê zerer û xesarên gellek mezin ên aborî gihandiye pezdar û cotkarên navçeyê û jîngeha Kurdistanê jî li her du aliyên sînor.
Êrîş û topbaranên Komara Îslamî gefeke mezin xistiye ser civaka sivîl û ewlehiya herêmê. Pêvajoya êrîşên Îranê deverê ber bi metisriya şerek giran û têkçûna ewlehiyê û civaka sivîl dibe, loma Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) ligel şermezarkirina êrîşa leşkerî û topbaranên hêzên Komara Îslamî ya Îranê, bi ciddî daxwazê ji navnedên xwedî biryar ên navneteweyî û kom û komeleyên parêzerê mafê mirov û saziyên sivîl û civakî dike ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û bi her awayek mumkun zextê bixin ser hikûmeta Îranê da ku êrîşa leşkerî û topbaranên xwe bide sekinandin. Serdemê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya şer û tundûtûjiyê bi dawî bûye û pîwîste Komara Îslamî dev ji vê metoda xwe ya klasîk berde û bo çareserkirina pirsgirkên xwe rêya gotûbêjan û rêbazên aştîxwazane û dûr ji şer û tundûtûjiyê bimeşîne û metoda ku heta niha Komara Îslamî meşandiye kirîzên wê xurttir dike û dê bê çareserî bimînin.

 
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê – CAPK

29.07.2011

07.05.1390

Thursday, July 28, 2011

Elî berhema te pîroz be

Azad Kurdî

Di 22’mîn salvegera terorkirina rêberê navdar ê kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo de ku sala 1989an li Viyen paytexta Austria bi destê dîplomatên terorsît ên Komara Îslamî ya Îranê hat şehîdkirin, şagirdekî şehîdê rêber Elî Munezemî teza masternama xwe li zanîngeha Tromso a Norwejê li ser kesayetî û ramanên Dr. Aasimlo nivîsand. Dr. Qasimloyê nemir û hevalên xwe li ser vexwendina karbidestên bilind ên Komara Îslamî bo çareserkirina pirsa kurd li Îranê çûbûn wan gotûbêjan û li ser maseya diyalogê hatin şehîdkirin.

Dr. Qasimlo kesayetiyekî demokrat û aştîxwaz bû û baweiya wî ev bû ku pirsa kurd divê bi rêya siyasî û aştîxwazane û gotûbêjan bê çareserkirin. Raman û fikrên siyasî, aborî, civakî û çandî yên Dr. Qasimlo ewqas kûr û modern bûn ku ew kiribû kesayetiyekî neteweyî di nav kurdan û herwiha kesayetiyekî navdar di asta navnetewî de. Lê mixabin dijminên gelê Kurd wate karbidestên Komara Îslamî di pîlaneke ne mirovane û dûrî prensîbên dîplomatîk û exlaqî roja 13.07.1989an gelê kurd bê Dr. Qasimlo hiştin. Dijmin bi terorkirina Dr. Qasimlo derbeyek giran ji tevgera riwgarîxwaziya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê da ku heta niha jî cihê wê derba mezin nehatiye tejîkirin....

Rast e dijmin Qasimloyê rêber bi fîzîkî ji gelê kurd û hevçeperên wî standin, lê nekarîn raman û hizrên wî yên netewî û demokratîk ku bûbû baweriya pîroz a heval û şagirdên wî ji nav bibe, heta niha jî kom-kom ciwanên Kurdistanê tên hembêza rêbaza rêberê nemir û xizmetê bi rêça berheq û rewa ya rêberê xwe û şehîdên rêya awadiyê dikin. Lê raman û fikrên Dr. Qasimlo bi radeyek gelek berfireh di nav rêvîngên rêbaza wî ya netewî û demokratîk de li Rojhilatê Kurdistanê û heta parçeyên din ên Kurdistanê de bandor kiribû ku pêşmerge ji aliyekê rêbaza wî didomînin û ji aliyekî din şagirdên mekteba Dr. Qasimloyê zana di navendên akademîk ên cîhanê de li ser rêbaz û nerîn û bîrên wî yên demokrasîxwazî, rizgarîxwazî û aştîxwaziya berheman diafirînin û bîr û nerînên wî rêberê karîzma yên pêşketî û mirovî didin naskirin û zindî dihêlin.

Di Tîrmeha îsal de, dostê hêja Elî Munezemî masternama xwe ya zanîngehê li ser nerîn û ramanên Dr. Qasimlo derbarê demokrasî û mijarên din de nivîsand û ji aliyê zanîngehê ve hat pejirandin. Tez li ser malpera zanîngehê hatiye weşandin û her kes dikare bixwîne û binirxîne. Elî çend sal bû li welatê Norwej ji bo amadekirina vê berhemê ked dida û di rastî de selimand ku şagirdekî rastîn yê rêberê herdem nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.

Ez te pîroz dikim hevalê hêja û hêvî dikim berhema te bi zimanên din ên giring ên cîhanê jî herî zû were wergerandin û gelê Kurd jî bikare ji vê berhema bêhempa bêpar nebe.

Elî can, te soz û peymana xwe ligel serokê xwe bicih anî, carek din ji te û gel pîroz be. Sihet xweş û qet newestî....

Pênaseya berhemê:
Nav: Ghassemlou's ideas of Democracy and Iranian-Kurdish relations in
contemporary Iran
Amadekar: Ali Monazzami
Master's in Peace and Conflict Transformation
Centre for Peace Studies
Faculty of Social Sciences
University of Tromsّ
Ziman: Îngilîzî
Rûpel: 70
Lînka berhemê bi Îngilîzî: 

Monday, July 25, 2011

Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan

* Armanc ji damezirandina Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê, nebûna nûçegihaniya serrast û durust e. Her wiha belavkirin û şandina nûçe û bûyerên Kurdistanê bi awayekî durust û deqîq bi malperên din bi taybetî malperên nûçegihan, ji giringtirîn stratejiyên malperê tê hejmar.


* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê bi liberçav girtina hemû usûl û bingehên exlaqî û mirovî, di warê eşkerekirina rastiyan de xebatê dike û li dijî tu rêxistineke siyasî yan sivîl kar nake.

* Parastina hurmeta mirovan di hemû warên siyasî, olî, hizrî û ...de, yek ji usûlên Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê ye.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê di belavkirin û weşandina nûçe û nivîsarên şandî ji aliyê xwendevanan ve bi tevahî serbest e û aligirê tu aliyekê nîne.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê weke çavkaniyeke ewledar a nûçeyan xebatê dike.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê di warên siyasî, civakî, çandî û her wiha mafên mirovan de dest bi weşan, şirove û analîza nûçeyan dike.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê mijar û nivîsarên şandî ên derbarê pirsên rojê, piştî ku ji aliyê sernivîskar û desteya nivîskaran ve hate pejirandin, bi vê mercê ku usûlên exlaqî bihên parastin, diweşîne. Belavkirina mijar û nivîsarên şandî nîşanderê siyaseta karî a Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê nîne.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê derbarê nûçeyên weşandî û ji bo guherîna bîr û hizran di warên cur bi cur de, dê tevî mamoste û hizirmendan hevpeyvîn û gotûbêjê bike. Di wî warî de nêrîn û boçûnên wan kesan derbir û nîşanderê siyasetên Ajansê nînin.

* Armancên Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê bi liberçav girtina yasa û usûlên rojnamevaniyê, belavkirina nûçeyên durust, temam û bêalî ye.

* Nûjenî û bicî anîna xwestekên xwendevanên Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê, tewera sereke a karê me ye û rêz û hurmeta me heye ji bo xwestekên wan û emê di wî warî de xebatê bikin.

* Ajansa Nûçegihaniya Kurdistan Press ê ji bilî endam û personelên resmî, ji bo wergirtina endaman tu sînoreke coxrafî ber çav nagire. Wergirtina endaman dabeş dibe ser sê beşan:

A: Çavdêrên sabit û berdewam bêy tu kinaniyeke goxrafî ji bo şandina nûçeyan bi taybetî nûçeyên girêdayî bi Îran û Kurdistanê.

B: Kesên ku bi awayê demkî yan neberdewam tevî Ajansê dê hevkariyê bikin.

C: Kesên ku bi liberçav girtina cihê guxrafî nikarin bi awayê fîzîkî tevî Ajansê hevkariyê bikin.

Şêwra Sernivîskarên Ajansê mijûlê pêdeçûna bi ser van zanyariyan e

Ajansa Nûçegihanî ya Kurdistan dest bi weşanê kir

Thursday, July 7, 2011

CAPK: ‘Bila 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bibe qada xebata sivîl û şermezarkirina terorê’

Dengê Azad - CAPK: Bîst û du salan berî niha, rêberê aştîxwaz ê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdullrehman Qasimlo, bo çareserkirina pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, digel karbidestên Komara Îslamî ya Îranê kete diyalog û gotûbêjan. Dr. Qasimlo û partiya wî hertim dixwestin pirsa Kurd ji rêya aştîxwazane û diyalogê çareser bikin. Lê Komara Îslamî û rêberên wê çi wextan bawerî bi wê yekê nebûne û ninin, berevajî van pirensîpên demokratîk û modern ku Dr. Qasimlo pê bawer bûn, Komara Îslamî her tim rêbazên tundûtûj mîna şer û girtin, kuştin û zîndan, teror û qirkirin û wêraniyê gitine pêşiya xwe û dimeşînin.

Mixabin dijmin karî li wê aştîxweziya Ebdulrehman Qasimlo mifah werbigre û bi hevalên wî li ser maseya gotûbêjê gelek bêbextane di nav dilê Ewrûpaya demokratîk û parêzvanê mafê mirovan de teror kirin. Her wisa dewleta wê demê ya Otrîşê jî bêy vê çendê terorîstên şandî yên Komara Îslamî ya Îranê bide destê edaletê, ji ber qazanc û dan û standinên xwe hemû pirensîpên mirovî û exlaqî, siyasî û navnetewî binpê bike û bikujên Kurdan şandin Îranê.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) hemû awayên teror û toqandinê mehkûm dikin, ew teror ji her aliyekî ve û bo her armancekê bibe. Em ji xelk û hikûmeta Otrîşê dixwazin wê bêbextiya ku derheq rêber û gelê Kurd hatiye kirin, bêdeng nebin û wê kêmasiya mezin li ser gel û dîroka xwe nehêlin.

Her wisa em bang ji xelkê xwe yê qehreman û azadîxwaz li hemû cîhanê bi giştî û gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet dikin ku salvegera terorkirina rêberê mezin û zana Dr. Qasimlo, bikin roja berxwedana medenî û aştîxwazane, herwiha 22ê Pûşper’ê bikin roja parastina mafê mirov û bicîanîna edaletê. Bi dijmina nîşan bidin ku gelê Kurd , bi siyaseta kuştin û teror, girtin, îşkence û wêrankirinê dest ji doza xwe bernade û dê hertim di qada xebat û berxwedanê de bo bidestveanîna mafên xwe yên rewa û demokratîk tekoşîna azadiyê bimeşîne.

CAPK dengê xwe dixe kêleka bang û dengê PDKÎ û herwiha banga biwêrane ya serokê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê birêz Mihemed Sidîq Kebudwend ku daxwaz dikin terorkirina Dr. Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbînin. Her wisa em bang ji gelê Kurd û hemû wijdanên mirovdost û parêzvanên mafê mirovan û alîgirên rêya aştî û azadiyê dixwazin, di roja terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Qasimlo de, hemû hêz û şiyana xwe bikarbînin û li hemû derfet û rêyên mumkin bi awayên demokratîk û sivîl nerazîbûna xwe li dijî siyaseta t eror û kuştin, girtin û zîndan û dîktatoriyê bilind bikin û Rojhilatê Kurdistanê bikin qada xebata sivîl û aştîxwazane û şermezarkirina terorê.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK)
07.07.2011

Wednesday, July 6, 2011

“Şeva 22ê Pûşberê çiraya mala xwe vemirînin”

Dengêazad- Rûdaw: Partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê didin banga Serokê Girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Mihemed Sidîq Kebudwend ku daxwaz kiribû 22ê Pûşberê (13 Temûzê) bikin roja şermezarkirina terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo.

13ê Temûza îsal, 22 sal li ser terorkirina Rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbaz dibe ku li Viyana paytexta Ewustûrya hatibû terorkirin.
Ji ber wê boneyê Serokê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Mihemed Sidîq Kebudwend ku niha li girtîgeha Evîn ya Îranê girtiye û berbijarê Xelata Nobel a Aştiyê ya 2011an e, duşema borî ji girtîgehê nameyek pêşkêşî gelê Kurd kir. Di nameyê de daxwaz kir ku roja terorkirina Dr. Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbênin. Kebudwend berê peyama xwe dide rûniştvanên parêzgehên wekî; Îlam, Kirmanşah, Kurdistan, Urmiye, Hemedan û Xuresana Bakûr.  
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina çend belavokan piştgiriyê didin banga Kebudwend.
PDKΠû PDK di du daxuyaniyên cuda de  daxwazê ji gelê Rojhilatê Kurdistan dikin ku ji salên berê zêdetir bi awayek hevgirtî wê rojê bîrbênin û çend daxwazan pêşkêş dike.

1- Roja 22ê pûşberê bikin roja greva giştî. Li gel girtina dikan û bazarê, li bajar û bajarokan xwe ji çûna bo kar bi parêzin.

2- Saet 08.00ê roja çarşemê, 22ê pûşberê li gor dema Tehranê ji bo deqeyekê li her cihê ku hun lê bin, bi taybet jî di nava bajar û cihên giştî de, ronahiya otomobîlên xwe ronî bikin û li horinê bidin.
3- Roja 22ê pûşberê bi awayên cûrbecûr salvegera şehîd Dr. Qasimlo bilind bikin. Guh bidin gotinên wî, gotinên wî bi SMSan ji dost û hevalên xwe re rêkin. Herin serdana malbatên şehîdên Kurdistanê, herin ser gorên şehîdan û wefadariya xwe ya ji bo armancên wan dûbare bikin.
4- Şeva 22ê li ser 23ê pûşberê saet 22.00an li gor dema Tehranê 3 deqîqeyan ronahiya mala xwe ji bo salvegera tawanê Viyana bigrin û slogana “Qasimlo, Qasimlo berdewama rêya te heye” dûbare bikin.

5- Di roja 22ê pûşberê, rojên berê û piştre li ser hest û amade bin, ji bo di dema êrişên hêzên serkutker ên bo ser dikan, mal û giyanê her hevwelatiyekê amade bin û bi awayek kom bi ser wan de herin.

Monday, July 4, 2011

  بیره‌وه‌ریی‌ شه‌هیده‌كانمان جارێكی‌ دیكه‌ ده‌مان هێنێته‌ سه‌ر ئه‌و بڕوایه‌ كه‌ به‌ بیر‌وباوه‌ڕێكی‌ چه‌سپاو، به‌ دڵێكی‌ پڕ له‌ شۆڕش‌و به‌ هیوایه‌كی‌ زۆر، خه‌باتی‌ خۆمان درێژه‌ پێ‌بده‌ین. ئه‌و خه‌باته‌ ئاكامی‌ ده‌بێته‌ دوو شت: هه‌م گیانی‌ شه‌هیده‌كانمان شاد ده‌كا‌و هه‌م میلله‌ته‌كه‌مان رزگار ده‌كا بۆ ئه‌وه‌ له‌ دوارۆژدا شه‌هیدمان نه‌بێ‌.
د.قاسملوو

Sunday, July 3, 2011

Karîzmabûna Şehîd Dr. Qasimlo


Elî Munezemî


Pêş hindê ku em rasterast herin ser baskirin li karîzmabûna şehîd Dr. Qasimlo, pêdivî ye ku em bizanin karîzma tê çi wateyê û bi çi rêberekê re karîzma tê gotin.

 

Karîzma peyveke Yûnanî ye û bi wan kesan ra tê gotin ku xwediyê/a hindek taybetmendiyên şexsî û xasmanî ne ku tevî wan ji dayîk bûye û jêhatîbûneke fîlesofî dide wan ku bikarin bi awayên cur bi cur tevî xelkê têkiliyê bikin. Lê di zanistên rêberîkirinê de, karîzma beşek yan xisleteke cure rêberiyekê ye ku jêre dibêjin rêberîkirina transformasiyon (çalak). Ji taybetmendiyên girîng yên rêberîkirina transformasiyon, karîzma, armanc û hêvî ne. Ew yêka tê wê manayê ku rêber divê keseke/î karîzma be ku tevî hevalên xwe nêrînek hevpbeş heye û ew nêrîna ciyê hêviyê ye. Hevkar û hemû ew kesên ku li organîzasiyonê di bin rêberiyeke transformasiyon de kar dikin, kesên aktîv û pirrkar in. Rêber xwastikên xwe bi awayekê formole dike ku dibin xwastikên giştî û hemû kes di organîzasiyonê de ji bo realîzekirina wan xwastikan bi dil û can hewil dide. Ji ber ku karîzma aliyek mezin û girîng yê rêberîkirina transformasiyon e, hewceye hindek bi hûrî em li ser rawestin û şirove bikin.

“Max Weber” dibêje ku rêberê karîzma xwediyê ciyeke bilind di nava hevkar û organîzasiyona xwe de ye û xwediyê taybetmendî û karaktêrê xasmanî û nimûneyî yê şexsî ye. Ji aliyekî din jî “Bass” (1990) du şêweyên rêberiya karîzma ji hev cuda dike: 1) rêberek ku dibe karîzma li ber xatirê pileya xwe ya bilind di organîzasiyonê de ku jêre dibêjin statuskarîzma û 2) rêberek ku ji ber xatirê taybetmendî û karaktêrê xwe yên xasmanî û şexsî dibe rêberek karîzma ku jêre dibêjin karîzmabûna şexsî.

“Trice” û “Beyer” (19869 pênc xal destnîşan kirine ku taybetmendiyên rêberên karîzma nîşan didin.

1) Keseke/î jêhatî û xwediyê taybetmendiyên xasmanî

2) Rêberên karîzma di dema pêşhatina rewşên aloz û qeyrana (kirîz) de serî hildidin.

3) Rêya çareseriyê ku ji aliyê rêberê karîzma ve tê hilbijartin, çareseriyeke radîkal e.
4) Tagir û alîgirên rêberê/a karîzma, wî/wê rêberî bawer in ku ew xwediyê lêzanînînek zaf û xasmanî ye.

5) Ew taybetmendî û lêzanînane ji rêya ducar û çendcar dubarebûnê ve hatibin selimandin. Yanî wî/wê rêberî lêzanbûna xwe çend caran bi tagirên xwe re dabe diyarkirin.

Ew pênc xalane di wan çend salên dawiyê de hindek guhartin bi ser de hatine. Bo nimûne, ne hewce ye ku kirîz bê pêş heta rêberek karîzma serî hilde.

Taybetmendiya sereke ji bo rêbereke/î karîzma ewa ye ku rêber bikare wêneyek baş û ciyê hêviyê li pêşeroja organîzasiyonê nîşan bide û ew yêka li ser bingeha hevtêgihîştineke giştî bête formolekirin, hem ji bo rêberiyê bi tevahî û hem jî ji bo endamên organîzasiyonê.
 Tichy û Devanna (1986, 1990) heft xal destnîşan kirine li ser rêberên karîzma. Yanî rêberên karîzma xwediyê wan heft taybetmendiyane ne.

1) Kesên karîzma xwe bi guhartinxwaz didin nasandin. “Noel M. Tichy” û “Mary Anne Devanna” wê yekê wiha şirove dikin û dibêjin ku rêberek karîzma kesek şareza û profesiyonal e û xwediyê taybetmendiyên xasmanî ye û ji bo xelkê din dibe nimûneyek ji bo çavlêkirinê di organîzasiyona xwe de.

2) Ew kesên netirs in û li rîskkirinê di karê xwe de natirsin û dikarin li hember kesên din ku xwediyê rabihuriyeke dûr û dirêjin di organîzasiyonê de, rawestin.

3) Bawerî cem  xelkê hene. Rêberek transformasiyon ku her wisa karîzma ye jî, xwediyê hêzeke zaf di organîzasiyonê de ye, lê ji wê hêzê bo qazancê xwe yê şexsî mifahê wernagre. Yanî qazancê şexsî ji bo xwe nake armanc, lê başîtî û pêşkevtina organîzasiyonê dixwaze.

4) Ew xwediyê nirx û taybetmendiyên zaf in û her kes dikare hindek ji wan nirxan ku li nirxên wî bi xwe jî nêzîk in, bas bike. Ew tişta tê wê manayê ku ew rêber xwediyê/a gellek nirxên xasmanî ye ku her kes li gora nirx û zanîna xwe wan nirx û taybetmendiyên wî rêberî fehm dike û tîne berbas.

5) Bo rêberên karîzma jiyan meydana fêrbûnê ye. Yanî meriv dikare li tecribên xwe ders û ibretê werbigre. Tichy û Devanna bi wê yekê gihîştin ku rêberên karîzma şaşiyên xwe ne bi xeletî, lê bi tecrîbe dihesibînin. Ew yeka jî dide xuyakirin ku rêberên karîzma hez ji fêrbûnê dikin û xwe bi eqlê gişt û tewaw fêrbûyî nahesibînin. ji ber hindê, ji tecribên xwe û organîzasiyona xwe mifahê werdigrin ku kêmtir tûşê şaşiyan bin. Ew rêberên karîzma xwediyê hindek nirx û ramanên neguher in, lê hindek bîr û bawerên wan eger demeke dûr û dirêj ser re derbaz be, guhartin bi ser ve tê.

6) Rêberên zana û karîzma şiyana wê yekê hene ku xwe tevî zaf aliyên di nav organîzasiyonê de, lê ne hemûyan, rêk bixin ku bikarin bi tevahî kontirol li ser organîzasiyonê de hebin, ne tenê li ser beşeke organîzasiyonê.

7) Ew hêviyê ji bo pêşerojê diafirînin. Yanî ewa ku hêviya wan bo hindê ku di pêşerojê de organîzasiyon dê çi lê bêt û çi serkevtinekê dê bidest bixe. Ew rêber wisa bas ji wan hêviya dike û wêdetir dişîne ku beşek ji wê hêviyê cem endamên din yên organîzasiyonê û endamên rêberiyê saz dibe û hêviya wan zaftir dike bo wê hindê ku ew jî zaftir têkoşînê bikin bo gihîştin bi wê hêviyê.

 Mixabin her wek pirr kesên şareza di zanistên rêberiyê de jî bas lê dikin, ewê zanista rêberîkirinê di warê exlaqî ve rêber li hev cuda nekirine. Bo nimûne keseke wek Nelson Mandella ku rêberek mezin û xwedî exlaq e, her mîna kesekî wek Hîtler rêberên karîzma têne hesibandin û ew bîrdoz û teoriya tu ferqekê nadane navbera wan.
Pêş hindê ku ez bixwazim li gora wan teoriyên ku bas lê hatî kirin, li ser karîzmabûna şehîd Dr. Qasimlo binivîsim, gotina hindek tiştan bi pêdivî dizanim. Ew xêzên ku tên nivîsîn, tiştên tewaw û kemilî ninin. Armanca min ewa bû ku ez derfetekê saz bikim bo wan kesên ku ji nêzîk ve Şehîd Dr. Qasimlo dîtine û li nêzîk ve şarezayî li ser şêweya rêberîkirina wî hene bêne qise û bikarin zêdetir agahdariyan li ser kar û xebata Doktor di piraktîkê de bidin me. Dijmin bi şehîdkirina kekê Duktor du cinayet kirin. Yek derheq bi mirovatiyê û standina canê merivan û ya din jî derheq me û izin neda ku em jî li nêzîk ve doktor bibînin û li ber destê wî bêne perwerdekirin.

Her wek hûn hemû baş dizanin, şehîd Dr. Qasimlo gellek caran PDKÎ li rewşên aloz û kirîzan anî der û bi kar û têkoşîna xwe PDKÎ kire xwediyê kerameteke zaf, hem di nav civaka Kurdistanê de û hem jî li derveyî Kurdistanê. Ew Dr. Qasimlo bû ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê kire xwediyê serxwebûna siyasî û biryardanê. Ewî bi wî karê xwe guhartinên mezin li ser xebata PDKÎ û gelê kurd de anî. Her partî yan rêxistinek ku nekare serxwebûna xwe ya siyasî hebe, nikare xebata azadîxwaziyê bike. Ew kesên ku dixwazin xebata azadîxwaziyê bimeşînin, divê pêştir xwe azad bikin. Di fikr û ramanên xwe de azad bin û bi azadî biryar bidin. Doktor dibêje ku ” em hazir in ku hevaletiyê bikne gorî ji bo parastina serxwebûna xwe, lê em tu caran serxwebûna xwe nakni fîdayê hevaletiyê”. Gotinek wiha bi xwe derseke şoreşvaniyê ye.

Rêberê mezin û nemir, Dr. Qasimlo, di kar û xebata xwe  de bo pêşveçûna şoreşê û bilindkirina asta çawanîbûna kar, li rîskkirinê neditirsiya. Di demekê de ku baskirin li sosyalîzma demokratîk bi dîtina komunîstên derwêşsifet guneheke mezin û ne cihê lêbihorînê bû, Dr. Qasimlo bas li sosyalîzma demokratîk dikir. Bo bilindkirina asta kar û xebatê û perawêzxistina kesên tembel ku kar nedikirin, lîstê fîks dida kongirê û di hember kesên qazancperest di nav PDKÎ ê de disekinî û derfet nedida wan ku li pile û meqamê xwe ji bo qazancên şexsî û xasmanî mifahê werbigrin. Ewî bi xwe jî tu car li meqam û hêza xwe ji bo qazancên xwe yê xasmanî mifah wernegirt. Hemû xwastik û armanca wî, pêşxistina şoreşa mafxwaziya gelê kurd bû. Her ewan xisleta Dr. Qasimlo kiribûn ciyê bawerê di nav xelkê kurd û hemû azadîxwazan de û her ew yek bûn ku Dr. Qasimlo gihîştandibûne asta perestînê û me wek rizgarker û pêxemberekê mêzeyî wî dikir.

Jêhatîbûn û zanabûna Dr. qasimlo bo hemû kesekê xuya bû. Her ew yeka bibû sedem ku kesên wek rêzdar Bernard Koşnêr wî bi mamostayê demokrasiyê û kesên wek Krîs Koçêra jî wî bi çavkaniya zanistê nav bibin. Her dost, heval û hogireke/î Dr. Qasimlo basa hindek taybetmendiyên wî dikin. Eger em bixwazin wî bi bas nas bikin, hewce ye ku em hemû wan basan kom bikin. Ji ber ku tu yek ji wan basan bi tinê tewaw nine, lê hemû tevî hev dikarin bibin tiştek û hêjayê pesna dr. Qasimloyê nemir be.
Doktor her tim kesek bûye ku hêvî cem heval û pêşmergeyan afirandiye. Bi wî karê xwe bûye sebeb ku xebat ji bo azadiyê hertim bi germ û gurr dom bike. Li gotinên giranbiha yên wî ku dibêje: “Encama wê xebata me dibe du  tişt: hem canê şehîdên me şad dike û hem jî netewa me rizgar dike bo wê hindê ku me di pêşerojê de şehîd nebin”.

Di dawiyê de hêjayî gotinê ye ku Dr. Qasimlo rêberekî karîzma û xwedî exlaq bû. Dijî şer û evîndarê aştiyê bû. Dijî hindê bû ku meriv wek mohre bên bikaranîn. Rêz ji bo kerameta merivan hebû û ji bo azadî û çêkirina jiyaneke xweş ku layiqê merivan be, xebat dikir. Her di wê rêyê de jî canê xwe kire gorî.
Di 20’mîn Salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û kek Ebdula Qadirîazer de, tevî rihê wan peymanê nû dikim û dê rêya wan heta gihîştin bi armancên wan yên pîroz her berdewam be.

Jêder:
1)  

 
2) Kjell Grønhaug, Odd Hellesøy og Geir Kaufmann (2003) ledelse i teori og praksis. Fagbokforlaget 2001(kapittel 2, 10 og 12
 
3) Li gotinên doktor, Deng.