Sunday, July 3, 2011

Karîzmabûna Şehîd Dr. Qasimlo


Elî Munezemî


Pêş hindê ku em rasterast herin ser baskirin li karîzmabûna şehîd Dr. Qasimlo, pêdivî ye ku em bizanin karîzma tê çi wateyê û bi çi rêberekê re karîzma tê gotin.

 

Karîzma peyveke Yûnanî ye û bi wan kesan ra tê gotin ku xwediyê/a hindek taybetmendiyên şexsî û xasmanî ne ku tevî wan ji dayîk bûye û jêhatîbûneke fîlesofî dide wan ku bikarin bi awayên cur bi cur tevî xelkê têkiliyê bikin. Lê di zanistên rêberîkirinê de, karîzma beşek yan xisleteke cure rêberiyekê ye ku jêre dibêjin rêberîkirina transformasiyon (çalak). Ji taybetmendiyên girîng yên rêberîkirina transformasiyon, karîzma, armanc û hêvî ne. Ew yêka tê wê manayê ku rêber divê keseke/î karîzma be ku tevî hevalên xwe nêrînek hevpbeş heye û ew nêrîna ciyê hêviyê ye. Hevkar û hemû ew kesên ku li organîzasiyonê di bin rêberiyeke transformasiyon de kar dikin, kesên aktîv û pirrkar in. Rêber xwastikên xwe bi awayekê formole dike ku dibin xwastikên giştî û hemû kes di organîzasiyonê de ji bo realîzekirina wan xwastikan bi dil û can hewil dide. Ji ber ku karîzma aliyek mezin û girîng yê rêberîkirina transformasiyon e, hewceye hindek bi hûrî em li ser rawestin û şirove bikin.

“Max Weber” dibêje ku rêberê karîzma xwediyê ciyeke bilind di nava hevkar û organîzasiyona xwe de ye û xwediyê taybetmendî û karaktêrê xasmanî û nimûneyî yê şexsî ye. Ji aliyekî din jî “Bass” (1990) du şêweyên rêberiya karîzma ji hev cuda dike: 1) rêberek ku dibe karîzma li ber xatirê pileya xwe ya bilind di organîzasiyonê de ku jêre dibêjin statuskarîzma û 2) rêberek ku ji ber xatirê taybetmendî û karaktêrê xwe yên xasmanî û şexsî dibe rêberek karîzma ku jêre dibêjin karîzmabûna şexsî.

“Trice” û “Beyer” (19869 pênc xal destnîşan kirine ku taybetmendiyên rêberên karîzma nîşan didin.

1) Keseke/î jêhatî û xwediyê taybetmendiyên xasmanî

2) Rêberên karîzma di dema pêşhatina rewşên aloz û qeyrana (kirîz) de serî hildidin.

3) Rêya çareseriyê ku ji aliyê rêberê karîzma ve tê hilbijartin, çareseriyeke radîkal e.
4) Tagir û alîgirên rêberê/a karîzma, wî/wê rêberî bawer in ku ew xwediyê lêzanînînek zaf û xasmanî ye.

5) Ew taybetmendî û lêzanînane ji rêya ducar û çendcar dubarebûnê ve hatibin selimandin. Yanî wî/wê rêberî lêzanbûna xwe çend caran bi tagirên xwe re dabe diyarkirin.

Ew pênc xalane di wan çend salên dawiyê de hindek guhartin bi ser de hatine. Bo nimûne, ne hewce ye ku kirîz bê pêş heta rêberek karîzma serî hilde.

Taybetmendiya sereke ji bo rêbereke/î karîzma ewa ye ku rêber bikare wêneyek baş û ciyê hêviyê li pêşeroja organîzasiyonê nîşan bide û ew yêka li ser bingeha hevtêgihîştineke giştî bête formolekirin, hem ji bo rêberiyê bi tevahî û hem jî ji bo endamên organîzasiyonê.
 Tichy û Devanna (1986, 1990) heft xal destnîşan kirine li ser rêberên karîzma. Yanî rêberên karîzma xwediyê wan heft taybetmendiyane ne.

1) Kesên karîzma xwe bi guhartinxwaz didin nasandin. “Noel M. Tichy” û “Mary Anne Devanna” wê yekê wiha şirove dikin û dibêjin ku rêberek karîzma kesek şareza û profesiyonal e û xwediyê taybetmendiyên xasmanî ye û ji bo xelkê din dibe nimûneyek ji bo çavlêkirinê di organîzasiyona xwe de.

2) Ew kesên netirs in û li rîskkirinê di karê xwe de natirsin û dikarin li hember kesên din ku xwediyê rabihuriyeke dûr û dirêjin di organîzasiyonê de, rawestin.

3) Bawerî cem  xelkê hene. Rêberek transformasiyon ku her wisa karîzma ye jî, xwediyê hêzeke zaf di organîzasiyonê de ye, lê ji wê hêzê bo qazancê xwe yê şexsî mifahê wernagre. Yanî qazancê şexsî ji bo xwe nake armanc, lê başîtî û pêşkevtina organîzasiyonê dixwaze.

4) Ew xwediyê nirx û taybetmendiyên zaf in û her kes dikare hindek ji wan nirxan ku li nirxên wî bi xwe jî nêzîk in, bas bike. Ew tişta tê wê manayê ku ew rêber xwediyê/a gellek nirxên xasmanî ye ku her kes li gora nirx û zanîna xwe wan nirx û taybetmendiyên wî rêberî fehm dike û tîne berbas.

5) Bo rêberên karîzma jiyan meydana fêrbûnê ye. Yanî meriv dikare li tecribên xwe ders û ibretê werbigre. Tichy û Devanna bi wê yekê gihîştin ku rêberên karîzma şaşiyên xwe ne bi xeletî, lê bi tecrîbe dihesibînin. Ew yeka jî dide xuyakirin ku rêberên karîzma hez ji fêrbûnê dikin û xwe bi eqlê gişt û tewaw fêrbûyî nahesibînin. ji ber hindê, ji tecribên xwe û organîzasiyona xwe mifahê werdigrin ku kêmtir tûşê şaşiyan bin. Ew rêberên karîzma xwediyê hindek nirx û ramanên neguher in, lê hindek bîr û bawerên wan eger demeke dûr û dirêj ser re derbaz be, guhartin bi ser ve tê.

6) Rêberên zana û karîzma şiyana wê yekê hene ku xwe tevî zaf aliyên di nav organîzasiyonê de, lê ne hemûyan, rêk bixin ku bikarin bi tevahî kontirol li ser organîzasiyonê de hebin, ne tenê li ser beşeke organîzasiyonê.

7) Ew hêviyê ji bo pêşerojê diafirînin. Yanî ewa ku hêviya wan bo hindê ku di pêşerojê de organîzasiyon dê çi lê bêt û çi serkevtinekê dê bidest bixe. Ew rêber wisa bas ji wan hêviya dike û wêdetir dişîne ku beşek ji wê hêviyê cem endamên din yên organîzasiyonê û endamên rêberiyê saz dibe û hêviya wan zaftir dike bo wê hindê ku ew jî zaftir têkoşînê bikin bo gihîştin bi wê hêviyê.

 Mixabin her wek pirr kesên şareza di zanistên rêberiyê de jî bas lê dikin, ewê zanista rêberîkirinê di warê exlaqî ve rêber li hev cuda nekirine. Bo nimûne keseke wek Nelson Mandella ku rêberek mezin û xwedî exlaq e, her mîna kesekî wek Hîtler rêberên karîzma têne hesibandin û ew bîrdoz û teoriya tu ferqekê nadane navbera wan.
Pêş hindê ku ez bixwazim li gora wan teoriyên ku bas lê hatî kirin, li ser karîzmabûna şehîd Dr. Qasimlo binivîsim, gotina hindek tiştan bi pêdivî dizanim. Ew xêzên ku tên nivîsîn, tiştên tewaw û kemilî ninin. Armanca min ewa bû ku ez derfetekê saz bikim bo wan kesên ku ji nêzîk ve Şehîd Dr. Qasimlo dîtine û li nêzîk ve şarezayî li ser şêweya rêberîkirina wî hene bêne qise û bikarin zêdetir agahdariyan li ser kar û xebata Doktor di piraktîkê de bidin me. Dijmin bi şehîdkirina kekê Duktor du cinayet kirin. Yek derheq bi mirovatiyê û standina canê merivan û ya din jî derheq me û izin neda ku em jî li nêzîk ve doktor bibînin û li ber destê wî bêne perwerdekirin.

Her wek hûn hemû baş dizanin, şehîd Dr. Qasimlo gellek caran PDKÎ li rewşên aloz û kirîzan anî der û bi kar û têkoşîna xwe PDKÎ kire xwediyê kerameteke zaf, hem di nav civaka Kurdistanê de û hem jî li derveyî Kurdistanê. Ew Dr. Qasimlo bû ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê kire xwediyê serxwebûna siyasî û biryardanê. Ewî bi wî karê xwe guhartinên mezin li ser xebata PDKÎ û gelê kurd de anî. Her partî yan rêxistinek ku nekare serxwebûna xwe ya siyasî hebe, nikare xebata azadîxwaziyê bike. Ew kesên ku dixwazin xebata azadîxwaziyê bimeşînin, divê pêştir xwe azad bikin. Di fikr û ramanên xwe de azad bin û bi azadî biryar bidin. Doktor dibêje ku ” em hazir in ku hevaletiyê bikne gorî ji bo parastina serxwebûna xwe, lê em tu caran serxwebûna xwe nakni fîdayê hevaletiyê”. Gotinek wiha bi xwe derseke şoreşvaniyê ye.

Rêberê mezin û nemir, Dr. Qasimlo, di kar û xebata xwe  de bo pêşveçûna şoreşê û bilindkirina asta çawanîbûna kar, li rîskkirinê neditirsiya. Di demekê de ku baskirin li sosyalîzma demokratîk bi dîtina komunîstên derwêşsifet guneheke mezin û ne cihê lêbihorînê bû, Dr. Qasimlo bas li sosyalîzma demokratîk dikir. Bo bilindkirina asta kar û xebatê û perawêzxistina kesên tembel ku kar nedikirin, lîstê fîks dida kongirê û di hember kesên qazancperest di nav PDKÎ ê de disekinî û derfet nedida wan ku li pile û meqamê xwe ji bo qazancên şexsî û xasmanî mifahê werbigrin. Ewî bi xwe jî tu car li meqam û hêza xwe ji bo qazancên xwe yê xasmanî mifah wernegirt. Hemû xwastik û armanca wî, pêşxistina şoreşa mafxwaziya gelê kurd bû. Her ewan xisleta Dr. Qasimlo kiribûn ciyê bawerê di nav xelkê kurd û hemû azadîxwazan de û her ew yek bûn ku Dr. Qasimlo gihîştandibûne asta perestînê û me wek rizgarker û pêxemberekê mêzeyî wî dikir.

Jêhatîbûn û zanabûna Dr. qasimlo bo hemû kesekê xuya bû. Her ew yeka bibû sedem ku kesên wek rêzdar Bernard Koşnêr wî bi mamostayê demokrasiyê û kesên wek Krîs Koçêra jî wî bi çavkaniya zanistê nav bibin. Her dost, heval û hogireke/î Dr. Qasimlo basa hindek taybetmendiyên wî dikin. Eger em bixwazin wî bi bas nas bikin, hewce ye ku em hemû wan basan kom bikin. Ji ber ku tu yek ji wan basan bi tinê tewaw nine, lê hemû tevî hev dikarin bibin tiştek û hêjayê pesna dr. Qasimloyê nemir be.
Doktor her tim kesek bûye ku hêvî cem heval û pêşmergeyan afirandiye. Bi wî karê xwe bûye sebeb ku xebat ji bo azadiyê hertim bi germ û gurr dom bike. Li gotinên giranbiha yên wî ku dibêje: “Encama wê xebata me dibe du  tişt: hem canê şehîdên me şad dike û hem jî netewa me rizgar dike bo wê hindê ku me di pêşerojê de şehîd nebin”.

Di dawiyê de hêjayî gotinê ye ku Dr. Qasimlo rêberekî karîzma û xwedî exlaq bû. Dijî şer û evîndarê aştiyê bû. Dijî hindê bû ku meriv wek mohre bên bikaranîn. Rêz ji bo kerameta merivan hebû û ji bo azadî û çêkirina jiyaneke xweş ku layiqê merivan be, xebat dikir. Her di wê rêyê de jî canê xwe kire gorî.
Di 20’mîn Salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û kek Ebdula Qadirîazer de, tevî rihê wan peymanê nû dikim û dê rêya wan heta gihîştin bi armancên wan yên pîroz her berdewam be.

Jêder:
1)  

 
2) Kjell Grønhaug, Odd Hellesøy og Geir Kaufmann (2003) ledelse i teori og praksis. Fagbokforlaget 2001(kapittel 2, 10 og 12
 
3) Li gotinên doktor, Deng.
 

No comments: