Thursday, June 23, 2011

Rêjeya bêkariyê gihaye 30 ji sedê û 8 milyon kes bêkar in

Dengê Azad: Rêjeya bêkariyê li Îranê her diçe zêdetir dibe. Dewlet rêjeya bêkariyê kêm nîşan dide, lê karnasên aborî û civakî dibêjin bêkarî jorde çûye û hejmara bêkaran zêdetir dibe.


Di civîn roja yekşem a vê hefteyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de, rapora hikûmetê derbarê bêkariyê hate nirxandin, lê heta wan jî nekarîn qebûl bikin ku jimara bêkaran li Îranê kêm bûye û 1 milyon û 500 hezar kes bêkar hene û wan jî nepejirand ku rêjeya bêkariyê jî  bo 11 ji sedê hatiye kêmkirin ku dewleta Ehmedînejad îdeaya wê yekê dike. Ji ber ku rewşa siyasî û kirîza aborî ya Îranê berevajî vê yekê dide xuyakirin. Bi taybet dorpêçên navnetewî kirîzeke xurt a aborî ji Komara Îslamî re pêk aniye ji ber nesekinadina bernamên  bi guman ên vî welatî.

Nûnerê bajarê Îlamê li Meclîsa Şêwra Îslamî Daryuş Qenberî, di vê derbarê de ragehand, rêjeya bêkariyê li Îranê kêm nebûye, belkî niha gihaye 30 ji sedî . Komeleya mafê mirovan li Îranê jî eşkere kir, serhejmariyên fermî rêjeya bêkariyê derdora ji sedî 14 didin zanîn û hebûna 3 milyon bêkaran  jî li Îranê tê îlankirin. Lê dewleta Ehmedînejad di rapora xwe ya dawî de bo Meclisê statîstîkîn derbarê diyardeya bêkariyê pir kêm kiriye! Loma Nûnerên Meclîsê jî heta nekarîn baweiyê bi van serhejmariyîn nerast bikin.

Jin, xwendekar û serbaz di serhejmariyên bêkariyê de nayên hesibandin
Tê zanîn Komara Îslamî ya Îranê di statîstîkên derbarê bêkariyê de, jimara jin û xwendekarên bêkar nahesibîne. Her sal hezaran xwendekarên zanîngehên Îranê ji ber nebûna derfetên kar li hejmara bêkarn zêde dibin ku bi jinên bêkar re û serbaz (leşker)an jî di serhejmariyên fermî de nayên hesibandin. Lê ev du qatên civakê piştî demek kurt tevlî karwanê bêkarên welat dibin. Karnasên aborî eşkere dikin, ligel hemû pêkhateyên civakê, niha statîstîka bêkaran li Îranê herî kêm dighe 8 milyon kes.

Ligel ku Îran welatek zengîn e di warê çavkaniyên wek gaz, petrol û ..., lê ji ber siyasetên şaş ên aborî serhejmariya bêkariyê roj pey rojê zêde dibe û barê jiyanê jî bo welatiyan gelek dijwar dibe. Bêkarî jî bandoreke rasterast dike ser hemû aliyên jiyana xelkê.

Li Kurdistanê bêkarî bêdadê dike
Li gor herêmên din ên Îranê, rêjeya bêkariyê li Kurdistanê di asta herî jor de ye.  Di her malbeteke Kurd de li Îranê 2 -3 kes ligel bêkariyê rûbirû ne. Debara jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê gelek dijwar e û welatî ji ber nebûna derfetên kar, zêde kasibkarî û karên dijwar û metirsîdar encam didin.  Li Îlam û Kirmaşanê gelek kes niha bi 100 hezar tûmen di îdareyan de dixebitin, ku dahateke pirr kêm bo jiyana malbatekê ye. Di rewşekê de ku Ehmedînejad li dijî karkirin û damzrîna wan kesan di îdareyên dewletî  de derketiye. Ew kesna bi vê dahata kêm gelek pirsgirêkên ciddî yên aborî û civakî hene.

Diyardeya bêkariyê li Îranê û bi taybet li Kurdistanê bê çareserî maye û rayedarên dewletê qet bi awayekî ciddî balê nadin çareseriya vê diyardeyê û roj pey rojê kûrtir dibe. Çalakvanekî sivîl li Îlamê dibêje, hezaran ciwanên bajarê Îlamê piştî qedandina zanîngehê bêkar dimînin: “Di hinek malbatan de 3-4 kes bêkar hene ku piraniya wan zanîngeh qedandine. Evna metirsiyek mezin e bo karbidestên hikûmetê, mixabin qet balê nadin vê kirîza ciddî. Gelek bêkarên Îlamî xwediyê belgenama karnasî û karnasiya bilind in”. Wî çalakvanê Kurd ê Îlamê axavtina xwe wiha dom kir: “ Ez ecêbmayî dimînim gelo dibe berpirsyarên Komara Îslamî vê rêjeya berçav a bêkaran nebînin? Bila bo demekê jî be xwe danînin cihê van kesan.” ...

Navbirî dide zanîn, bêkarî bûye sedema gelek tawan û kiryarên ne civakî li Îlamê û temenê zewacê jî gelek jorde çûye: “Hemû malbatên Îlamî ligel diyardeya bêkariyê rûbirû ne û gelek pirsgirêkên civakî jî bi sedema bêkariya zêde çêdibin.”

No comments: