Thursday, June 23, 2011

Binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dom dike

Dengê Azad: Her diçe zext û zordariyên Komara Îslamî li ser çalakvanên siyasî, sivîl û civakî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe û Kurdistan zêde tê mîlîtarîzekirin.


Pêvajoya binpêkirina mafê mirovan li Îran û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêdetir û berfirehtir dibe. Welatiyî Kurd ê bajarê Serdeştê bi navê Ferzad Heqşinas di çarenûsek ne xuya de ye. Piştî ku mehekê berî niha Ferzad ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî hatibû girtin û bo cihek nediyar hatibû birin, malbata wî tu agahiyek derbarê wî de nezanîne. Ligel şopandina rewşa Ferzd ji aliyê malbatê, karbidestên ewlekariyê tu agahiyekê derbarê Ferzad nedane malbata wî. 

Ajansa Mukrian a nûçeyan, ragehand, du girtiyên Kurd bi navên Kamran Şîxe û Enwer Xizrç li girtîgeha Recayêşehr a bajarê Kerecê greva birçîbûnê destpê kirine. 

Herwiha li bajarê Seqizî jî, mamosteyê Kurd Mihemed Munîrî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Seqiz bi tawana alîkarî bi partiyek dijberê dewletê re û propaganda li dijî sîstemê 5 sal cezayê girtîghê xwar. Piştî nerazîbûnê li hember vî hikmê ne adîlane, biryara wî bi 6 mehan hat kêmkirin.

Welatiyekî bajarê Rewanser li Kirmaşanê bi navê Ekber Fethî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Ajansa Mukiran eşkere kir, Fethî 15 meh dibe di girtîgehê de ye û bi sûca alîkarî ligel rêxistinên olî 5 sal cezayê girtîgehê xwariye û niha li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê heyamê cezayê xwe derbas dike.

Ji aliyekî din, dehan hektar ji daristanên bajarên Merçwan, Sewlava û Serdeşetê di çend rojên borî de hatin şewitandin. Di çend salên borî de sedan hektar daristan û xwezaya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine şewitandin, karbidest û rayedarên dewletê ên herêmê tu gaveke ciddî bo vemirandina agirê daristanan hilnagrin û her diçe xweza û daristanên Kurdistanê zêdetir dibe goriyê siyasetên hikûmetê.

No comments: