Thursday, June 23, 2011

Rêjeya bêkariyê gihaye 30 ji sedê û 8 milyon kes bêkar in

Dengê Azad: Rêjeya bêkariyê li Îranê her diçe zêdetir dibe. Dewlet rêjeya bêkariyê kêm nîşan dide, lê karnasên aborî û civakî dibêjin bêkarî jorde çûye û hejmara bêkaran zêdetir dibe.


Di civîn roja yekşem a vê hefteyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de, rapora hikûmetê derbarê bêkariyê hate nirxandin, lê heta wan jî nekarîn qebûl bikin ku jimara bêkaran li Îranê kêm bûye û 1 milyon û 500 hezar kes bêkar hene û wan jî nepejirand ku rêjeya bêkariyê jî  bo 11 ji sedê hatiye kêmkirin ku dewleta Ehmedînejad îdeaya wê yekê dike. Ji ber ku rewşa siyasî û kirîza aborî ya Îranê berevajî vê yekê dide xuyakirin. Bi taybet dorpêçên navnetewî kirîzeke xurt a aborî ji Komara Îslamî re pêk aniye ji ber nesekinadina bernamên  bi guman ên vî welatî.

Nûnerê bajarê Îlamê li Meclîsa Şêwra Îslamî Daryuş Qenberî, di vê derbarê de ragehand, rêjeya bêkariyê li Îranê kêm nebûye, belkî niha gihaye 30 ji sedî . Komeleya mafê mirovan li Îranê jî eşkere kir, serhejmariyên fermî rêjeya bêkariyê derdora ji sedî 14 didin zanîn û hebûna 3 milyon bêkaran  jî li Îranê tê îlankirin. Lê dewleta Ehmedînejad di rapora xwe ya dawî de bo Meclisê statîstîkîn derbarê diyardeya bêkariyê pir kêm kiriye! Loma Nûnerên Meclîsê jî heta nekarîn baweiyê bi van serhejmariyîn nerast bikin.

Jin, xwendekar û serbaz di serhejmariyên bêkariyê de nayên hesibandin
Tê zanîn Komara Îslamî ya Îranê di statîstîkên derbarê bêkariyê de, jimara jin û xwendekarên bêkar nahesibîne. Her sal hezaran xwendekarên zanîngehên Îranê ji ber nebûna derfetên kar li hejmara bêkarn zêde dibin ku bi jinên bêkar re û serbaz (leşker)an jî di serhejmariyên fermî de nayên hesibandin. Lê ev du qatên civakê piştî demek kurt tevlî karwanê bêkarên welat dibin. Karnasên aborî eşkere dikin, ligel hemû pêkhateyên civakê, niha statîstîka bêkaran li Îranê herî kêm dighe 8 milyon kes.

Ligel ku Îran welatek zengîn e di warê çavkaniyên wek gaz, petrol û ..., lê ji ber siyasetên şaş ên aborî serhejmariya bêkariyê roj pey rojê zêde dibe û barê jiyanê jî bo welatiyan gelek dijwar dibe. Bêkarî jî bandoreke rasterast dike ser hemû aliyên jiyana xelkê.

Li Kurdistanê bêkarî bêdadê dike
Li gor herêmên din ên Îranê, rêjeya bêkariyê li Kurdistanê di asta herî jor de ye.  Di her malbeteke Kurd de li Îranê 2 -3 kes ligel bêkariyê rûbirû ne. Debara jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê gelek dijwar e û welatî ji ber nebûna derfetên kar, zêde kasibkarî û karên dijwar û metirsîdar encam didin.  Li Îlam û Kirmaşanê gelek kes niha bi 100 hezar tûmen di îdareyan de dixebitin, ku dahateke pirr kêm bo jiyana malbatekê ye. Di rewşekê de ku Ehmedînejad li dijî karkirin û damzrîna wan kesan di îdareyên dewletî  de derketiye. Ew kesna bi vê dahata kêm gelek pirsgirêkên ciddî yên aborî û civakî hene.

Diyardeya bêkariyê li Îranê û bi taybet li Kurdistanê bê çareserî maye û rayedarên dewletê qet bi awayekî ciddî balê nadin çareseriya vê diyardeyê û roj pey rojê kûrtir dibe. Çalakvanekî sivîl li Îlamê dibêje, hezaran ciwanên bajarê Îlamê piştî qedandina zanîngehê bêkar dimînin: “Di hinek malbatan de 3-4 kes bêkar hene ku piraniya wan zanîngeh qedandine. Evna metirsiyek mezin e bo karbidestên hikûmetê, mixabin qet balê nadin vê kirîza ciddî. Gelek bêkarên Îlamî xwediyê belgenama karnasî û karnasiya bilind in”. Wî çalakvanê Kurd ê Îlamê axavtina xwe wiha dom kir: “ Ez ecêbmayî dimînim gelo dibe berpirsyarên Komara Îslamî vê rêjeya berçav a bêkaran nebînin? Bila bo demekê jî be xwe danînin cihê van kesan.” ...

Navbirî dide zanîn, bêkarî bûye sedema gelek tawan û kiryarên ne civakî li Îlamê û temenê zewacê jî gelek jorde çûye: “Hemû malbatên Îlamî ligel diyardeya bêkariyê rûbirû ne û gelek pirsgirêkên civakî jî bi sedema bêkariya zêde çêdibin.”

Binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dom dike

Dengê Azad: Her diçe zext û zordariyên Komara Îslamî li ser çalakvanên siyasî, sivîl û civakî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe û Kurdistan zêde tê mîlîtarîzekirin.


Pêvajoya binpêkirina mafê mirovan li Îran û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêdetir û berfirehtir dibe. Welatiyî Kurd ê bajarê Serdeştê bi navê Ferzad Heqşinas di çarenûsek ne xuya de ye. Piştî ku mehekê berî niha Ferzad ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî hatibû girtin û bo cihek nediyar hatibû birin, malbata wî tu agahiyek derbarê wî de nezanîne. Ligel şopandina rewşa Ferzd ji aliyê malbatê, karbidestên ewlekariyê tu agahiyekê derbarê Ferzad nedane malbata wî. 

Ajansa Mukrian a nûçeyan, ragehand, du girtiyên Kurd bi navên Kamran Şîxe û Enwer Xizrç li girtîgeha Recayêşehr a bajarê Kerecê greva birçîbûnê destpê kirine. 

Herwiha li bajarê Seqizî jî, mamosteyê Kurd Mihemed Munîrî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Seqiz bi tawana alîkarî bi partiyek dijberê dewletê re û propaganda li dijî sîstemê 5 sal cezayê girtîghê xwar. Piştî nerazîbûnê li hember vî hikmê ne adîlane, biryara wî bi 6 mehan hat kêmkirin.

Welatiyekî bajarê Rewanser li Kirmaşanê bi navê Ekber Fethî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Ajansa Mukiran eşkere kir, Fethî 15 meh dibe di girtîgehê de ye û bi sûca alîkarî ligel rêxistinên olî 5 sal cezayê girtîgehê xwariye û niha li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê heyamê cezayê xwe derbas dike.

Ji aliyekî din, dehan hektar ji daristanên bajarên Merçwan, Sewlava û Serdeşetê di çend rojên borî de hatin şewitandin. Di çend salên borî de sedan hektar daristan û xwezaya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine şewitandin, karbidest û rayedarên dewletê ên herêmê tu gaveke ciddî bo vemirandina agirê daristanan hilnagrin û her diçe xweza û daristanên Kurdistanê zêdetir dibe goriyê siyasetên hikûmetê.

Sureya Felah, yekemîn jina Kurd modeya kincên Kurdîç bir Hollywoodê

Denge Azad: Sureya Felah, yekemîn jina Kurd e ku karî dîrok, çand û modeya kincên Kurdî bibe Hollywood a Amerîka û di hilbijartina Meleka 2011 a Amerîka beşdarî kir.


Piranî Sureya Felah wek çalakvana mafê mirovan û parêzera mafê jinan û kêmaniyên netewî û olî û herwiha weke şirovekar û vekolera mafê mirovan nas dikin, ji ber xebat û çalakiyên wê ên berfireh di van waran de. Sureya ji bo nasandina doza Kurd li Rojhilate Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî li Îranê gelek kedê dide û bêrawestan herdem di hewldan û tekoşînê de ye. Lê bo cara yekem di navendeke giring a hunera cîhanê de, nasnama Kurd bir wir, ew jî li Hollywood a Amerîka.

Felah, heta niha di gelek festîvalên çandî û hunerî li Amerîka û Kanada beşdar bûye, da ku çand, kultur û nsnama Kurd  û Kurdistanê bi gelên biyanî bide naskirin. Sureya Felah rêvebera navendeke civakî ya tendursutiya derûnî ya kalan de kar dike, 2 zarokên wê hene û 25 sal dibe ku zewicî ye. Felah, Karnasiya bilind a hiqûq û peywendiyên navnetewç li zanîngehê qedandiye û çend zimanên biyan jç dizane.û çend pirtûk jî li ser pirsên navnetewî nivîsandine.

Felah destpêkê di programa hilbijartina jina jêhatî a sala 2001an de ku ji aliyê Exotift for Humanity (saziya Ekstafît bo karûbarê mirovî) hat lidarxistin, beşdarî kir. Felah karî di nav jinên dehan welatên cîhanê di vê bernamê de bê hilbijartin û di rêûresma dawî a hilbijartina jina jêhatî ya 2011an de beşdariyê bike. Bername bi awayek berfireh û mezin rêve çû û dehan hunemendên navdar ên Hollywoodê û nûnerên dehan saziyên ne dewletî  û medyayên navxwe û navnetewî bo vekirina vê bernamê hatibûn hotel Hiltoon.

Sureya Felah di vê bernamê de bi zimanê Kurdî xêrhatin got mêvanan û bi kinên bedew û rengîn ên Kurdî bo beşa mode û çîkirina kincên nû lixwe kiribû. Bo yekemîn car bû ku bi vî awayê berfireh li Hollywoodê mijara Kurdistanî û navê wê ket ber bala medyayên Hollywoodî.