Sunday, May 17, 2015

Destpêkirina şoreşa zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê pêdiviyeke dîrokî ye

Azad Kurdî
Civaka Rojhilata Kurdistanê pêdivî bi hinek pêngavên sivîl, demokratîk û netewî ye. Rewşa jiyana kurdan li Îranê dijîn, niha û berê jî ligel parçeyên din cuda bû. Hikûmetên yek li pey hev hewil dan bi siyasetên sîstematîk nasnameyên netewî yên kurdan weke ziman, çand, folklor û dîroka kurdî asîmîle û ji nav bibin. Lê ne tenê li Rojhilat, belkî li çi parçeyek din van proje û pîlanan bersiva sedî sed wernegirt bo desthilatdaran.
Yek ji fakterên ku îro weke hewcehiyeke dîrokî xwe dide xuyakirin, destpêkirina şoreşeke berfireh a zimanê Kurdî ye li Rojhilata Kurdistanê. Ligel astengî, zext û qedexeyên herî xurt li Rojhilat, hezaran keç û xortên kurd ên evîndarên ziman û edebiyata Kurdî, bi awayekî xweser û bê perwerdeya akademîk fêrî zimanê Kurdî bûne. Bi sedan helbestvan, rojnamevan û nivîskarên kurd li Rojhilata Kurdistanê peyda bûne, ku xwe bi xwe perwerde bûne û kurdiyeke pirr baş û standard bikar tînin. Ev yek hêviyeke geş û bilind dide mirov, ligel hemû pirsgirêk û astengiyan jî, keç û xortên kurd buhayeke taybet didin ziman ku yek ji fakterên nasnameya wan e.
Li Îlam û heta Makû ev tevger xuya didin. Êdî ne wek berê ye ku tenê hejmarek pirr kêm zimanê Kurdî bizanin. Herçiqas hejmara herî zêde nikarin bi Kurdî binivîsin û bixwînin, lê hejmarek bi kurdî dixwînin û dinivîsin ku ev di pêşerojê de dibe hêzeke çend qat zêde û berfireh. Bikaranîn û fêrbûna zimanê kurdî niha bûye buhayek. Nezanîna ziman jî wek kêmasiyeke berçav ji aliyê ciwanan ve tê dîtin. Gellek ciwan hene zimanê kurdî weke pîroziyeke herî mezin ji xwe re dibîbin û pênase dikin. Ev yek potansiyel û hêzeke veşartî ya hundirê civaka Kurdistanê nîşan dide ku naxwaze zimanê kurdî ji nav biçe.
Zimanê Kurdî li bajarên ku kurd û neteweyên din bi hev re dijîn
Vê dawiyê li Parêzgeha Ormiyê bi giştî û bi taybet li bajarê dîrokî yê Ormiyê, ji aliyê hikûmeta navendî û rêveberên herêmî ku ne kurd in, hinek liv û tevgerên gumanbar û metirsîdar bona rakirina nav û pênaseyên kurdî yên herêmê hatiye dest pê kirin. Ligel ku kurd li vê parêzgehê pirranî ye, lê mafê bikaranîna zimanê Kurdî bi van derfetên biçûk ku hikûmeyê pêk anîne, bi derbasbûna demê kêm bûye. Li Ormiyê ev yek pirr berçav tê xuyakirin. Bona ku ev pîlan vala û pûç bibin, pêdivî ye li hemû Rojhilata Kurdistanê û bi taybet van deverên ku kurd bi gelên din re dijîn û hergav zilm û bê edaletiyên du qat ji aliyê desthilt û rêveberên herêmî li kurdan tên kirin, hemû malbateke kurd bibe dibistana kurdî, gemû alevên teknilojiyê bibin dibistanên kurdî. Weblog werin sazkirin, berhemên bên afirandin, xwendin, nivîsîn û axavtina bi kurdî bibe buha û kareke pîroz. Xwedîderketin ji zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê dikare bibe bingeha destpêkirina şoreşek çandî, demokratîk û netewî ku di demeke kin de berhemdar dibe. Nabe pêşengên vê tevgerê ku bi salan e vî karî dikin û xwe diwestînin, tenê bimînin. Her xebatek bi beşdariya berfireh a hemû çîn û taxên civakê baş rêve diçe û serdikeve. Bê beşdariya giştî em nikarin zû pêşerojeke geş ji xwe re ava bikin. Ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî ya me hemûyan e, divê em hemû bi hev re lê xwedî derkevin. Destpêkirina şoreşa zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê pêdiviyeke dîrokî ye.