Friday, April 6, 2012

Civaka navneteweyî balê dide rewşa nebaş a mafê mirovan li Îranê

Azad Kurdî

Herçiqas çend sal bû mijara binpêkirina mafê mirovan li Îranê ji aliyê hikûmetê ve, li rojeva saziyên xwedî bandor û giring ên navneteweyî derketibû, lê hilbijartina Ehmed Şehîd wek raporterê taybet ên Konseya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo peydeçûnkirina rewşa mafê mirovan li Îranê, carek din dilê çalakvanên mafê mirovan li wî welatî xweş kir.

Li ser pêdagirî û peydeçûna berdewam a sazî û komeleyên mafê mirovan li Îranê ku navendên xebat û çalakiyên wan li derveyî welat in û herwiha xebatên dîplomatîk ên rêxistin û partiyên siyasî û saziyên sivîl ji aliyekî din, sala borî Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ehmed Şehîd bo şopandina mafê mirov li Îranê wekî raporterê taybet ê NY hilbijart û erkdar kir. Navborî di sala derbasbûyî de 2 rapor pêşkêşî RNY’ê kir ku di her du raporan de, rewşa binpêkirina mafê mirovan li sernaserî Îranê nebaş û vihê nigeraniyê daye xuyakirin û nigeraniyên xwe jî eşkere kirine. Şehîd herwiha rexneyên tund ji hikûmeta Îranê girtine ku rê nade serdana wî welatî bike û pirsê ji nêzîk ve bişopîne. Vê berlêgirtinê gumanên li ser tevgerên Komara Îslamî bêhtir kirine.

Di raporên Ehmed Şehîd de, behsa binpêkirina mafê mirovan ji hemû aliyan ve hatiye kirin û di nav de perçiqandina sîstematîk a maf û azadiyên neteweyên Îranê û zext û zordariyên li ser wan gelan û kêmaniyên olî. Girtin, îşkence û darvekirina çalakvanên sivîl û hevwelatiyan, herwiha çalakvanên siyasî û parêzerên dadgehê û rojnamevanan bi hûrî ketiye rojevê. Binpêkirina mafê welatîbûnê, tengkirina berfireh a civaka sivîl, qedexekirina azadiyên civaka sivîl û demokratîk û fetisandina dengê rexnegir û cudabîran û wd aliyên din ên raporên Ehmed Şehîd bûn. Ji bo ku rapor belgedar be, bi goriyên binpêkirina mafê mirovan li îranê re hevdîtin pêk aniye û hevpeyvîn çêkiriye.

Komara Îslamî ku bi başî haydarê tevgerên xwe yên serkutker û ne demokratîk e, dixwaze bi hindek hêcetan ne rewa berdewam pêvajoya protestokirin û şopandina rewşa nebaş a mafê mirovan ji aliyê saziyên navneteweyî ve wek destwerdan di nav karûbarê navxweyî wî welatî bide nîşandan. Xebatên Ehmed Şehîd mîna tometên derew û bê bingeh dihesibandin. Heta karbidestên Komara Îslamî wek reaksiyonekê hemberî rapora nû ya raporterê taybet ê NY îdea kirin ku çavkaniya wê raporê malperên partiyên dijber û opozîsyonê ye ku wan bi terorîst bi nav dikin! Di rewşekê de ku di sala borî de xalên binpêkirina mafê mirovan li Îranê li gor raporên komeleyên mafê mirovan ji 10 milyon derbas bû. Bêhtirî 600 hevwelatî hatine darvekirin, zext û givaş li ser hemû çalakvanên siyasî, sivîl, çandî û rewşenbîr û rexnegiran bêhtir bûye û dom dike. Civaka Îranê bi tevahî leşkerî û mîlîtarîze kirine.

Ji xeynî çend hevpeymanên berjewendîxwaz ên Komara Îslamî nebe di Konseya Mafê Mirovan a NY de li Jenevê, pirraniya welatên cîhanê piştgirî dan rapora dawî û ya berê jî. Her çend rapora Şehîd hemû aliyên sîstematîk ên mafê mirovan ji aliyê dewleta Îranê li ber çavan derbas nekiriye û çalakvanên mafê mirovan li Îranê û saziyên siyasî rexne û têdîtinên taybet li ser hene, lê raporterê taybet ên Konseya Mafê Mirovan da xuyakirin, ji ber ku rayedarên Komara Îslamî rê nadin wî serdana Îranê bike, nikare raporek berfireh û tevalî amade bike. Lê ev rapor ne kemilî jî têra xwe karnameya reş a Komara Îslamî di asta navneteweyî de eşkere kir.

Raporên Ehmed Şehîd ev çend jî selimand ku mafên bingehîn ên parastî û pênasekirî di qanûn û peymannameyên navneteweyî de li Îranê nayên berçavgirtin ku dema çendîn salan bû raya giştî ya cîhanê bala xwe nedidayê. Hefteya borî erkdarkirina Ehmed Şehîd ji aliyê Konseya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve ji bo berpirsyarî û karê pedeçûnkirina mafê mirovan li Îranê giringiya mijarê ji bo raya giştî nîşan dide.

Wisa dixuye ku êdî raya giştî ya cîhanê ji ber dosya etomî ya Komara Îslamî, qet rewşa binpêkirina mafê mirovan li Îranê ji hêla hikûmetê ve paşguh neavêje. Ji ber ku vê pêvajoyê civaka sivîl li Îranê bi tevahî lawaz kiriye û leşkerîkirin û ewlekarîkirina civakê, jiyana rojane û civakî jî xistiye xeter û metirsiyên mezin.

Ev nivîsar di hejmar 180 a Agirî de hatiye belavkirin.

Azad Kurdî: Îran Dest ji Programa Xwe ya Navokî Bernade

Ji Kawa Dashtbili

Çarşembî, 04 Meha Çar 2012

Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton roja Sêşemê got Washington çaverê dike Îran pêngavên temam rake di danûstandinên vê mehê de li ser programa xwe ya navokî û erkên xwe yên navneteweyî bi cî bîne.


Clinton got danûstanên gropa 5+1 li gel Îranê bê dawî berdewam nabin bê hindê bigehin çi rêkeftinan.

Biryar e li 13 û 14 ê vê mehê danûstandinên Navokî li navbera Tehranê û hêzên cîhanê li Îstanbulê birêve biçin.

Li ser wê yekê rojnamevan û endamê Rêveberiya Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, Azad Kurdî gote dengê Amerîka, ew çaverê nake vê gera danûstandinan jî çi derencam hebin.

Rêzdar Kurdî got zehmete Îran li jêr çi fişarekê de dest ji programa xwe ya navokî berdet, li ber hindê ku ew dixwaze li wê herêmê bibe hêzek navokî û bandora xwe bidomîn e. Bo guhdarîkirna hevpeyvînekê bi Rêzdar Kurdî re li ser fayla dengî kilîk bike.