Thursday, July 7, 2011

CAPK: ‘Bila 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bibe qada xebata sivîl û şermezarkirina terorê’

Dengê Azad - CAPK: Bîst û du salan berî niha, rêberê aştîxwaz ê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdullrehman Qasimlo, bo çareserkirina pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, digel karbidestên Komara Îslamî ya Îranê kete diyalog û gotûbêjan. Dr. Qasimlo û partiya wî hertim dixwestin pirsa Kurd ji rêya aştîxwazane û diyalogê çareser bikin. Lê Komara Îslamî û rêberên wê çi wextan bawerî bi wê yekê nebûne û ninin, berevajî van pirensîpên demokratîk û modern ku Dr. Qasimlo pê bawer bûn, Komara Îslamî her tim rêbazên tundûtûj mîna şer û girtin, kuştin û zîndan, teror û qirkirin û wêraniyê gitine pêşiya xwe û dimeşînin.

Mixabin dijmin karî li wê aştîxweziya Ebdulrehman Qasimlo mifah werbigre û bi hevalên wî li ser maseya gotûbêjê gelek bêbextane di nav dilê Ewrûpaya demokratîk û parêzvanê mafê mirovan de teror kirin. Her wisa dewleta wê demê ya Otrîşê jî bêy vê çendê terorîstên şandî yên Komara Îslamî ya Îranê bide destê edaletê, ji ber qazanc û dan û standinên xwe hemû pirensîpên mirovî û exlaqî, siyasî û navnetewî binpê bike û bikujên Kurdan şandin Îranê.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) hemû awayên teror û toqandinê mehkûm dikin, ew teror ji her aliyekî ve û bo her armancekê bibe. Em ji xelk û hikûmeta Otrîşê dixwazin wê bêbextiya ku derheq rêber û gelê Kurd hatiye kirin, bêdeng nebin û wê kêmasiya mezin li ser gel û dîroka xwe nehêlin.

Her wisa em bang ji xelkê xwe yê qehreman û azadîxwaz li hemû cîhanê bi giştî û gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet dikin ku salvegera terorkirina rêberê mezin û zana Dr. Qasimlo, bikin roja berxwedana medenî û aştîxwazane, herwiha 22ê Pûşper’ê bikin roja parastina mafê mirov û bicîanîna edaletê. Bi dijmina nîşan bidin ku gelê Kurd , bi siyaseta kuştin û teror, girtin, îşkence û wêrankirinê dest ji doza xwe bernade û dê hertim di qada xebat û berxwedanê de bo bidestveanîna mafên xwe yên rewa û demokratîk tekoşîna azadiyê bimeşîne.

CAPK dengê xwe dixe kêleka bang û dengê PDKÎ û herwiha banga biwêrane ya serokê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê birêz Mihemed Sidîq Kebudwend ku daxwaz dikin terorkirina Dr. Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbînin. Her wisa em bang ji gelê Kurd û hemû wijdanên mirovdost û parêzvanên mafê mirovan û alîgirên rêya aştî û azadiyê dixwazin, di roja terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Qasimlo de, hemû hêz û şiyana xwe bikarbînin û li hemû derfet û rêyên mumkin bi awayên demokratîk û sivîl nerazîbûna xwe li dijî siyaseta t eror û kuştin, girtin û zîndan û dîktatoriyê bilind bikin û Rojhilatê Kurdistanê bikin qada xebata sivîl û aştîxwazane û şermezarkirina terorê.

Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK)
07.07.2011

No comments: