Thursday, July 28, 2011

Elî berhema te pîroz be

Azad Kurdî

Di 22’mîn salvegera terorkirina rêberê navdar ê kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo de ku sala 1989an li Viyen paytexta Austria bi destê dîplomatên terorsît ên Komara Îslamî ya Îranê hat şehîdkirin, şagirdekî şehîdê rêber Elî Munezemî teza masternama xwe li zanîngeha Tromso a Norwejê li ser kesayetî û ramanên Dr. Aasimlo nivîsand. Dr. Qasimloyê nemir û hevalên xwe li ser vexwendina karbidestên bilind ên Komara Îslamî bo çareserkirina pirsa kurd li Îranê çûbûn wan gotûbêjan û li ser maseya diyalogê hatin şehîdkirin.

Dr. Qasimlo kesayetiyekî demokrat û aştîxwaz bû û baweiya wî ev bû ku pirsa kurd divê bi rêya siyasî û aştîxwazane û gotûbêjan bê çareserkirin. Raman û fikrên siyasî, aborî, civakî û çandî yên Dr. Qasimlo ewqas kûr û modern bûn ku ew kiribû kesayetiyekî neteweyî di nav kurdan û herwiha kesayetiyekî navdar di asta navnetewî de. Lê mixabin dijminên gelê Kurd wate karbidestên Komara Îslamî di pîlaneke ne mirovane û dûrî prensîbên dîplomatîk û exlaqî roja 13.07.1989an gelê kurd bê Dr. Qasimlo hiştin. Dijmin bi terorkirina Dr. Qasimlo derbeyek giran ji tevgera riwgarîxwaziya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê da ku heta niha jî cihê wê derba mezin nehatiye tejîkirin....

Rast e dijmin Qasimloyê rêber bi fîzîkî ji gelê kurd û hevçeperên wî standin, lê nekarîn raman û hizrên wî yên netewî û demokratîk ku bûbû baweriya pîroz a heval û şagirdên wî ji nav bibe, heta niha jî kom-kom ciwanên Kurdistanê tên hembêza rêbaza rêberê nemir û xizmetê bi rêça berheq û rewa ya rêberê xwe û şehîdên rêya awadiyê dikin. Lê raman û fikrên Dr. Qasimlo bi radeyek gelek berfireh di nav rêvîngên rêbaza wî ya netewî û demokratîk de li Rojhilatê Kurdistanê û heta parçeyên din ên Kurdistanê de bandor kiribû ku pêşmerge ji aliyekê rêbaza wî didomînin û ji aliyekî din şagirdên mekteba Dr. Qasimloyê zana di navendên akademîk ên cîhanê de li ser rêbaz û nerîn û bîrên wî yên demokrasîxwazî, rizgarîxwazî û aştîxwaziya berheman diafirînin û bîr û nerînên wî rêberê karîzma yên pêşketî û mirovî didin naskirin û zindî dihêlin.

Di Tîrmeha îsal de, dostê hêja Elî Munezemî masternama xwe ya zanîngehê li ser nerîn û ramanên Dr. Qasimlo derbarê demokrasî û mijarên din de nivîsand û ji aliyê zanîngehê ve hat pejirandin. Tez li ser malpera zanîngehê hatiye weşandin û her kes dikare bixwîne û binirxîne. Elî çend sal bû li welatê Norwej ji bo amadekirina vê berhemê ked dida û di rastî de selimand ku şagirdekî rastîn yê rêberê herdem nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.

Ez te pîroz dikim hevalê hêja û hêvî dikim berhema te bi zimanên din ên giring ên cîhanê jî herî zû were wergerandin û gelê Kurd jî bikare ji vê berhema bêhempa bêpar nebe.

Elî can, te soz û peymana xwe ligel serokê xwe bicih anî, carek din ji te û gel pîroz be. Sihet xweş û qet newestî....

Pênaseya berhemê:
Nav: Ghassemlou's ideas of Democracy and Iranian-Kurdish relations in
contemporary Iran
Amadekar: Ali Monazzami
Master's in Peace and Conflict Transformation
Centre for Peace Studies
Faculty of Social Sciences
University of Tromsّ
Ziman: Îngilîzî
Rûpel: 70
Lînka berhemê bi Îngilîzî: 

No comments: