Sunday, July 31, 2011

CAPK: ‘Êrîş û topbarana Komara Îslamî li ser ewlehiya herêmê tehdîd e’

Heyamê pênc sal dibe ku hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berfireh û bi çekên giran deverên ser sînor ên Herêma Kurdistanê bi hincetên cor bi cor topbaran dikin. Rejîma Îslamî ya Îranê bi bahaneya hebûna çalakiyên hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, êrîşan dimeşînin.
Ji ber van êrîşên leşkerî û topbaranên hêzên Îranê ku her sal tên meşandin, zerer û xesarên canî û darayî yên mezin digehe xelkê sivîl ê deverê û jiyana welatiyên medenî yên niştecih li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ligel astengên mezin rûbirû kiriye.

Îsal ji du hefteyan berî niha ve, carek din hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî xurt û berfireh şer û topbaranên xwe destpê kirine. Di encam de li hinek cihan şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamî û şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAKê de derketine. Ji xênî rêje û serhejmariya kuştî û birîndarên her du aliyan, deverên Herêma Kurdistanê jî tên topbarankirin û 4 welatiyên sivîl ên derverê hatine kuştin û 20 kes jî hatine birîndarkirin û ji ber nebûna ewlehiyê nêzîk hezar welatî jî aware bûne û neçar mane navçeyê bicih bihêlin. Herwiha êrîş û topbaranên Îranê zerer û xesarên gellek mezin ên aborî gihandiye pezdar û cotkarên navçeyê û jîngeha Kurdistanê jî li her du aliyên sînor.
Êrîş û topbaranên Komara Îslamî gefeke mezin xistiye ser civaka sivîl û ewlehiya herêmê. Pêvajoya êrîşên Îranê deverê ber bi metisriya şerek giran û têkçûna ewlehiyê û civaka sivîl dibe, loma Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) ligel şermezarkirina êrîşa leşkerî û topbaranên hêzên Komara Îslamî ya Îranê, bi ciddî daxwazê ji navnedên xwedî biryar ên navneteweyî û kom û komeleyên parêzerê mafê mirov û saziyên sivîl û civakî dike ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û bi her awayek mumkun zextê bixin ser hikûmeta Îranê da ku êrîşa leşkerî û topbaranên xwe bide sekinandin. Serdemê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya şer û tundûtûjiyê bi dawî bûye û pîwîste Komara Îslamî dev ji vê metoda xwe ya klasîk berde û bo çareserkirina pirsgirkên xwe rêya gotûbêjan û rêbazên aştîxwazane û dûr ji şer û tundûtûjiyê bimeşîne û metoda ku heta niha Komara Îslamî meşandiye kirîzên wê xurttir dike û dê bê çareserî bimînin.

 
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê – CAPK

29.07.2011

07.05.1390

No comments: