Tuesday, December 8, 2009

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 Kasibkarên Kurd Hatin Kuştin, Termên Wan Jî Hatin Şewitandin

Dengê Azad: Hovîtiya hêzên Komara Îslamî a Îranê li hemberî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Vê carê hêzên delwta Îranê êrîş kirin ser 3 kasibkarên Kurd bi navên Bengîn Sofîzade, Pizişk Eseedî û Girman Umerî û ew kuştin, lê mixabin piştre termên wan sê kesan şewitandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja 5ê Kanûna 2009’an, ew sê kasibkar bi sedema êrîşa hêzên Komara Îslamî a Îranê bo ser çend otombîlên kasibkarên devera Soma û Şipîran (ser bi bajarê Selmasê) ketyine ber êrîşa guleyan û di encamp de jiyana xwe ji dest dan.

Ew 3 kasibkarên Kurd di navbera gundên Şêrenî û Koran de, ji aliyê çekdarên Komara Îslamî a Îranê ve rastî êrîşan hatin.

Hêzên rejîma Îslamî a Îranê piştî şewitandina termên wan sê kasibkaran di nav otombîlên wan de, dest bi ser wan terman de girtin û heta niha termên wan sê kasibkaran bi malbatên wan nehatine dayîn. Vê kiryarê xelkê herêma Soma û Şipîranê gelek hêrs kiriye.

Hêjayî gotinê ye Bengîn Sofîzade û Pizişk Eseedî xelkê gundê Kurmik û Girman Umerî jî xelkê gundê Şêreniyê bû.

Kuştin û birîndarkirina kasibkarên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê her berdewam e û di meha borî de heta niha dehan kasibkarên Kurd ên xizan û belengaz hatine kuştin û birîndarkirin.

No comments: