Thursday, December 3, 2009

AIDS Li Rojhilatê Kurdistanê Zêde Dibe


Li gor daneyên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên Kurdistanê 5000 rewşên nexweşiya AIDSê hene. AIDS ku heta sala 1981ê wek nexweşiyeke nenaskirî mabû, di sala 1987an de cara yekem li Îranê jî derket holê û piştî 22 salan, niha hejmara nexweşên AIDSê li Îranê li gor îstatîstîkên fermî yên Wezareta Tendirustî dighe 20 hezar kesan. Lê sazî û dezgehên sivîl idia dikin ku li Îranê zêdeyî 50 hezar nexweşên AIDSê hene.




Hejmara qurbanên AIDSê li cîhanê bi giştî jî zêde dibe û heta îro zêdeyî 25 milyon kesan canê xwe jiber vê nexweşiyê ji dest dane. Îstatîstîkên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî WHO ya bi UN re kar dike, dide xwiyakirin ku ji sedî 80 guhastina vê nexweşiyê bi rêya têkiliyên cinsî ye. Lê berpirsên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê radigihînin ku li Îranê tenê ji sedî 4 ji hejmara nexweşan bi rêya sêksê tûşî vê AIDSê bûne.



Nûnerê bajarê Seqz û Bane li Parlamenê Îranê Fexreddîn Heyderî dibêje ku li gor welatên din bi giştî hejmara nexweşên AIDSê li Îranê kêm e, lê belavbûna vê nexweşiyê vedigere gelek faktorên çandî û civakî. Heyderî eşkere kir ku Wezareta Tendirustî ya Îranê û navendên tendirustiyê xemsar in û got: "Mixabin navendên bi Wezareta Tendirustî ve girêdayî, ji bo nehiştina vê nexweşiyê şîretên pêwîst nadin xelkê. Divê Wezareta Tendirustî girîngiyê bide hişyarkirina xelkê û divê di qonaxên xwendinê yên seretayî, navendî û amadeyî de şîretkarî li xwendekaran bê kirin."



Jimara nexweşên AIDSê li Parêzgeha Sine nêzîkê 800-1500 kesan e û li Azerbaycan a Rojava nêzîkê 500-1200 kesan e. Herwiha li Kirmaşanê 3000 kes bi AIDSê ketine. Lê li gor îstatîstîkên navendên sivîl û saziyên NGO hejmara nexweşên AIDSê zêdeyî 9000 kesan e.



Ji aliyekî din çavdêrê rewşa Rojhilatê Kurdistanê Dr. Rehîm Ferehmend belavbûna narkotîkan û planên hinek aliyan wek sedemên sereke yên belavbûna nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn binav dike û didomîne: "Li welatên din sedemê sereke yê belavbûna AIDSê peywendiyên sêksî ne, li Rojhilatê Kurdistanê jî narkotîk û alavên bikaranîna wan in."



Navbirî behsa sedemên zêdebûna AIDSê dike û pêde diçe: "Bêkarî û paşketina aborî jî di zêdebûna AIDSê de sedemên serekî ne. Mixabin ne li Kurdistanê tenê lê li seranserê Îranê îstatîstîkeke eşkere û dirust tune ku hejmara rastî ya nexweşên AIDSê destnîşan bike."



Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî herdem dibêjin ku destê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe di belavkirina nexweşiya AIDSê û narkotîkan de heye. Bi baweriya wan hikûmet wiha dike ji bo dengê nerazîbûna xelkê bitemirîne.



Çavkanî: Rûdawnet

No comments: