Wednesday, March 31, 2010

Li Mehabadê Ji Malbatekê 3 Kesan Sezayê Darvekirinê Wergirt

Dengê Azad: Ji malbateke Kurd a Bajarê Urmiyê dayikek û dû kur, bi tawanên civakî li Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.

Kampanya Navneteweyî ya Xebata Li Dijî Cezayê Darvekirinê, di raporekê de eşkere kir ku jineke Kurd bi navê Cazê Derwîşzade ligel keçek û lawekî xwe bi navê Efsane Derwîşzade ya temenê 19 salî û Fethulah Derwîşzade yê temen 21 salî; li Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Mehabadê bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin.
Li gor agayihên Kampanya Navneteweyî ya Xebata Li Dijî Cezayê Darvekirinê, tawanê wan 3 endamên malbata Kurd ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, civakî ye. Niha Cazê û herdû zarokên xwe di girtîgeha bajarê Mehabadê de ne.
Kampanya navbirî herwiha nerazîbûna xwe li beramber vê biryara ne dadperwer bo 3 kesan ji endamên malbateke Kurd diyar kir û kampanyayek bo rizgarkirina wan sê girtiyan lidar xist.

Hêjayê gotinê ye, di sala 2009an de, 388 kes li Îranê hatine darvekirin û ew ceza bi ser sedan kesên din hatiye sepandin. Efûya Navneteweyî jî rapora sala 2009an di warê jimara darvekirinan de li cîhanêl weşand. Li gor wê raporê, di sala 2009an de, Îranê bi îdamkirina 388 hevwelatiyan, pileya yekem di asta cîhanê de debidest anî û ket pêşiya Çînê jî. Bi vî awayî di her rojekê de, kesek hatiye darvekirin.

No comments: