Thursday, April 8, 2010

Rojhilatê Kurdistanê Navenda Mayinên Neteqandî Ye

Dengê Azad: Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û li Îranê bi giştî hê 16 milyon mayînên neteqandî hene û her sal 600-800 mirov dibin qurbanên wan mayinan. Piraniya mayînan jî di her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de tên dîtin.

4ê Nîsana 2010an, Roja Cîhanî ya Jinavbirina Mayînan bû, li gor Îstatîstîkên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, hê di 80 welatên cîhanê de, 70 heta 110 milyon mayin hene ku jiyana bi milyonan mirov dixe metirsiyê.

Îran yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde mayînên ne teqandî têde hene û di pileya dûwem de cîh digre, bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê. Karbidestên Îranê, jimara mayînên çandî yên deverên ser sînor nêzîka 16 milyon mîn texmîn dikin. Ligel ku 158 welatên cîhanê Peymana Otawa ya li dijî Mayînan îmza kirine, lê Komara Îslamî ya Îranê hê ew paymana navneteweyî îmza nekiriye, di rewşekê de ku welatê dûwem ê cîhanê ye di warê mayînên neteqandî de. Mayînên neteqiyayî bi piranî li herçar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê (Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê) û Xozistan a Îranê hene.

Xwediyê Xelata Nobel a Aştiyê û Çalakvana Mafê Mirovan Şîrîn Ebadî ragehand: “Li Îranê rojê, 2-3 kes bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin, ev mayînên han jî mîrata şerê 8 salî yê navbera Îran û Iraqê ne.” Di vê derbarê de, Şîrîn Ebadî ku saziyeke ne fermî damezrandiye û alîkariyê pêşkêşî qurbaniyên mayînan dike, dibêje: “Îran di warê pîsbûna erdê mayînrêjkirî de, di pileya dûwem a cîhanê de cîh girtiye.”

Ebadî rexne li dewleta Îranê girtin û da zanîn ku ligel li Îranê 16 milyon mayînên neteqiyayî hene, lê hikûmet tu serjimêriyeke rast derbarê qurbaniyên mayînan de naweşîne, herwiha tevli peymana Otawa nabe û di vê derbarê de alîkariya navneteweyî naxwaze. Ebadî daxwiyand ku dewleta Îranê rê nade tu sazî û dezgeheke serbixwe lêkolînan di vê derbarê de bike û zanyariyan rast û berfireh bo civakê belav bike.

Li gor serjimêriyên saziya ne dewletî ya ‘Civata Alîkarîkirin bo Jiholêrakirina Mayînan’ ku Şîrîn Ebadî û hinek çalakvanên mafê mirovan avakirine, her sal nêzîka 600- 800 kes li Îranê bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin yan seqet dimînin.

Soreya Ezîzpenah, çalakvana Kurd ya mafê mirovan ku seroka wê saziyê ye, ragehand: “Bi vî awayê ku hikûmeta Îranê di warê paqijkirina erdê mayînrêjkirî de kar dike, heta 40 salên din erdê wan 5 parêzgehên Îranê ku 16 milyon mayîn têde ne, nayê paqijkirin.”

Herçiqas Wezîrê Parastina Komara Îslamî ya Îranê yê berê, Mistefa Mihemed Necar ragehandibû, wê heta dawiya sala 2009 – 2010an hemû zeviyên mayînrêjkirî yên wan 5 parêzgehan – ku 4 jê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne – paqij bikin, lê di daxwiyaniya roja 4ê Nîsana 2010an ya Wezîrê Berevaniya Îranê yê nû Ehmed Wehîdî de tu amajeyek bi wê sozê nehat dan. Di daxwiyaniya Wezîrê Parastina Îranê de, ku doh hat weşandin, hat ragehandin ku hê 20 milyon mayînên ne teqiyayî yên ji dema şerê Îran û Iraqê ve bicîh mane hene û dewlet hewl dide wan ji holê rake.
Çalakvanên mafê mirovan û saziyên sivîl, Îranê rexne dikin, jiber piştî derbasbûna zêdeyî 20 salan hê mayînên wan 5 parêzgehan nehatine paqijkirin û sîstema karê dewletê di vê derbarê de kevin û ne berpirsyane dihesibînin.

Seroka ‘Civata Alîkarîkirin bo Jiholêrakirina Mayînan’ Soreya Ezîzpenah, derbarê daxiyaniyên Wezîrê Berevaniyê de got: “Ew dema bo jiholêrakirina mayînan hatiye diyarkirin, tiştekî ne mumkin e.”




No comments: