Thursday, April 8, 2010

Li Rojhilatê Kurdistanê Kasibkarekî Kurd Hat Kuştin

Dengê Azad: Kuştina kasibkarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e. Doh jî li Bajarê Serdeşt kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku roja yekşemê 4ê Nîsana 2010an, kasibkarekî Kurd li Serdeşt ket ber êrîşa guleyên hêzên Îranê û jiyana xwe ji dest da. Kasibkarê Kurd Osman Seîdî, ji gundê Bêjwê yê navçeya Alan ser bi Bajarê Serdeşt e û bi guleyên hêzên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest da.

2 hezar kesan meşa nerazîbûnê lidarxistin

Kuştina hevwelatiyê Kurd bû sedema nerazîbûna xelkê Bajarê Serdeşt û nêzîka 2 hezar kes li beramberî Qeymeqamiya bajêr meşek nerazîbûnê lidar xistin. Hêzên taybet ên dijî şoreşê xwepêşander bi gazên rondikrêj û avê ji hev belav kirin. Karbidestên Qeymeqamiya Bajarê Serdeştê jî tu bersivek nedan xelkê.
Di vê êrîşê de çend hespên kasibkaran jî hatin kuştin
Hêjayî gotinê ye, kasibkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê rojane dibin qurbana êrîşên çekdarî û heta niha ew pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bi armanca ku debara jiyana malbatên xwe bikin, kasibkarên Kurd ên Rojhilat ji ber belengazî û rewşa nebaş ya aborî hatin û çûna herêmên ser sînor dikin û bi êrîşên çekdarî yên hêzên dewleta Îranê jiyana xwe ji dest didin.


No comments: