Monday, February 8, 2010

4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Daxwaz Dikin Bi Helkevta Roja Navnetewî Ya Zimanê Zikmakî Çalakî Bên Lidarbixin

Dengê Azad: Bi helkevta 21ê sibatê ku ji aliyê UNESCO ve wek Roja Navnetewî Ya Zimanê Zikmakî hatiye diyarîkirin, 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDKÎ, Komleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê û Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê), roja 8ê sibata 2010, daxwiyaniyekek hevbeş belav kirin.
Di destpêka wê daxwiyaniyê de hatiye: “Giringîdan bi zimanê dayîkê, giringîdan û alîkarîkirin bi pirrengiya zimanî û çandî ye û di rastî de nîşana rêzgirtin ji kesayetiya hemû mirovan bê cudahî ye...”
Di berdewamiya wê daxwiyaniya hevbeş de, 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê balê dikşînin ser rewşa zimanê Kurdî û zimanê neteweyên din ên Îranê di wî welatî de û diyar dikin: “Herçiqas ziman wek bingeheke nasnameya mirovan tê hesibandin û hebûna pirzimanî di her welatekê de sermayeke giring e ji bo geşandin û dewlemendbûna ziman, lê mixabin di welatê pirneteweyî yê Îranê de, heyamê zêdeyî 80 sal e neteweyên niştecih ên vî welatî ketine ber pêla şovînîstên desthilatdar bi ser Îranê û siyaseta wekhevkirin û bişaftina nasnameya netewan di bin guşar, zordestî û tundûtûjiyeke bêmînak û dijî mirovî de tê meşandin. Çarçova vê siyasetê liser bingeha yek ziman, yek çand û yek netew hatiye danîn û bi pratîk û eşkere ziman, kultûr û nasnameya neteweyên ne Fars ên niştecih di welatê Îranê de ji aliyê desthilatdaran ve dikeve ber bêhurmetiyê û bêrêzî jê tê kirin.”
Di dawiya wê daxwiyaniya hevbeş de, ew 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Rojhilat dikin, di vê helkevtê de van çalakiyan bimeşînin:

Li hundirê welat

1. Şagirdên dibistan, xwendekar û mamoste di wê rojê de bi cilûbergên Kurdî herin navendên xwendinê.

2. Di zanîngehan de, xwendekar pankardên taybet bi wê rojê hildin û daxwaza vî mafê rewa bikin.

3. Erkê hemû welatparêzên Kurdistanê ye ku trakt, faylên deng û reng û daxwiyaniyên derketî bi vê helkevtê bi berfirehî belav bikin.


Li derveyî welat:

Li pêşberî rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî û herwiha balyozxaneyên Îranê li welatên corbicor ên Rojava meşan lidar bixin û ji bo vê yekê doza alîkariyê ji wan bikin.

No comments: