Monday, February 8, 2010

Çapemeniyên Kirmaşanê Rûbirûyê Gefa Qedexekirinê Dibin

Dengê Azad: Heftînama ‘Nedaee Jamee’ (Dengê Civakê) cara dawî, di çend rojên borî de ji aliyê Îdara ‘Îrşad’ a bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyê metirsiya qedexekirinê hat. Vê heftenameyê di jimara xwe ya dawî de mijarek li jêr navê ‘Peydeçûnê bi biryara darvekirinê bikin’ weşandibû, lewra gefa qedexekirinê jê hat xwarin. Di çend mehên borî de jî ew heftînama bajarê Kirmaşanê derbarê mijarên naveroka wê rûbirûyê gefa qedexekirinê bûbû.


Herwiha çend çapemeniyên din yên parêzgeha Kirmaşanê jî rûbirûyê qedexebûnê bûne. Bi taybet çapemeniyên xwendekarî ên zanîngeha Razî ya Kirmaşanê.

Xwediyê heftînama ‘Nedaee Jamee’ rojnamevana jin Noşîn Mihemedî û sernivîskarê wê jî Riza Cemşîdî ye, ku li herdû parêzgehên Kirmaşan û Sine tên çap û belavkirin.

No comments: