Thursday, February 25, 2010

Neteweyên Yekgirtî Newroz Wek Helkefteke Cîhanî Nas Kir

Dengê Azad: Ligel bi fermî pejirandina Newrozê wek helkefteke cîhanî, ji niha û pê de hemû welatên endam yên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) divê di rojimêrên fermî yên xwe de, roja 21ê Adarê wek Newroz tomar bikin û ji bo parastin û pêşdebirina çand û kevneşopiyên Newrozê hewl bidin.


Li gor malpera fermî ya UN.org, ew biryar di 71mîn civîna şêst û çarem a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de hatiye wergirtin ku roja sêşem, 23ê sibata 2010an li binkeyê wê saziyê li bajarê New York hat lidarxistin. Civîna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi pejirandina biryarnameyekê, Cejna Newrozê wek hilkefteke cîhanî bi fermî nas kir.

NY di vê derbarê de daxwiyaniyek da çapemeniyê û ragehand: “Newroz ji bo zêdeyî 300 milyon mirovan li seranserê cîhanê, destpêka sala nû ye û zêdeyî sê hezar sal e ku di herêmên Balkan, Derya Reş, Kafkazya, Asya Navîn, Rojhilata Navîn û cihên din ên cîhanê de tê pîrozkirin.”

Hêjayî gotinê ye berê jî UNESCO, Cejna Newrozê di fihrista mîratên çandî yên manewî yên mirovahiyê de bicîh kiribû.

No comments: