Tuesday, October 25, 2011

Îran di darvekirina girtiyên siyasî de yekem e

Azad Kurdî

Ligel ku 10’ê Cotmehê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Lêborîna Navneteweyî (AI) û çendîn saziyên parastina mafên mirov ve di asta navneteweyî de wek ‘Roja Xebat Li Dijî Cezayê Darvekirinê’ hatiye ragehandin, lê hêj cezayê îdamkirina mirovan di gelek welatên cîhanê bi awayên cuda dimeşe. Di salê de jiyana hezaran mirovan bi rêya cezayê darvekirinê tê standin, li her welatekê jî bi awayekê ew ceza tê rêvebirin. Lê şeklên herî hovane li Îranê tê meşandin, ew jî darvekirin ji ber çavê xelkê û li ser kolan û cadeyan e û ya din jî îdamkirina zarokên jêr 18 saliyê ye. Zêdeyî deh sala ye ku xebat û hewldan di çarçoveya aksiyonên berfireh di asta navneteweyî de tên encamdan, da ku cezayê darvekirinê di hemû wan welatan de ku tevlî peyman û konvansyonên hiqûqî û parastina mafên mirov nebûne, bê rawestandin.

Lê li gor raporên saziyên navneteweyî yên mafên mirov, hêj di 58 welatên cîhanê de cezayê darvekirinê tê rêvebirin. Di sala derbasbûyî de 2 hezar û 390 xalên darvekirinê li hin welatên cîhanê hatiye meşandin. Ji sedî 95’ê cezayê darvekirinê di welatên Çîn, Îran, Kureya Bakur, Yemen, Erebistana Seûdî û Pakistan û Amerîka de tê rêvebirin. Statîstîk derdixin ku rewş nebaştir e ji salên berê.

Îran di warê rêvebirina cezayê îdamkirinê de piştî Çînê, di rêza duyem di cîh girtiye û tundûtûjî û îdamkirin bûye sembola naskirina wê hikûmetê, lê di darvekirina girtiyên siyasî de li cîhanê yekem e! Herçiqas di Îranê de gelek îdam bi nehênî û veşartî tên rêvebirin û zêde jî bi fermî nayên îlankirin, lê li gor raporên çalakvan û rêxistinên parêzerên mafên mirov, di sala 2010’an de 546 kes li Îranê hatine darvekirin ku tenê 312 xal bi fermî hatine ragehandin. Di sala 1390’an a Rojî de heta niha ku 7 meh jê derbas dibe, 135 kes hatine darvekirin.

Herî zêde girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê tên îdamkirin
Îdamkirina 4 girityên siyasî Mamosta Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemholî, Ferhad Wekîlî di Gulana sala borî de, hovîtiya herî dawî ya Komara Îslamî bû li dijî girtiyên siyasî û ramanê yên Kurd. Lê mêj sal in li Rojhilatê Kurdistanê ji zarok heta kalan her roj şahidê dîtin û bihîstina nûçeyê darvekirina hevwelatiyên Kurd in, vê yekê bandorek nebaş kiriye ser moral û pîskolojiya hevwelatiyan li Kurdistanê.

Girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê berdewam bi sûçên ‘Muharibe’ (şer ligel xwedê), hevkarî û endambûn di partiyên Kurdî yên opozîsyonê û xebat li dijî ewlekariya welat û hewildan ji bo hilweşandina dewletê, bi cezayê darvekirinê tên mehkûmkirin. Piraniya girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê di bin îşkenceyên dijwar de hatine neçarkirin ku îfadeyan bidin. Ji aliyekî din jî girtiyên Kurd di dadgehên ne adilane tên mehkemkirin ku ti serxwebûnek di karê dezgeh û saziyên ser bi Dezgeha Dad a Îranê nayê dîtin û cezayê girtiyên siyasî û ramanê yê Kurd zêde ji aliyê sazî û navendên ewlekarî û leşkerî ve li ser rayedarên dadgehan tê ferzkirin.

Di çend salên borî de zêdeyî 30 girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê hatine darvekirin û niha 21 girtiyên siyasî yên Kurd jî li benda îdamê ne. Di 2 mehên borî de heta niha tenê li girtîxaneya Urmiyê 10 Kurd hatine darvekirin.

Gelek pirs di vê derbarê dikevin mejiyê mirov, gelo rêvebirina cezayê darvekirinê ne binpêkirina mafê jiyana mirovan e? Gelo heta çiqas bandora pozîtîv hebûye ser kêmkirina tawanan di civakên de? Gelo îdamkirin çaresiyek lojîkî ye yan meşandina tedbîrên din ên hiqûqî?

Li gor nerîna pisporên hiqûqî û civakî, darvekirina hevwelatiyan bi sûcên cuda, ne tenê nikare pêşiya kêmkirina pirsgirêk û tawanan bigre, belkî di warê pîskolojî û exlaqî de zerarê digehîne jiyana mirov û civakê û nikare wek kiryarek adilane bê hesibandin. Rêbazek tundûtûj e ku tenê morala hevwelatiyan têk dide.

Cezayê darvekirinê herwiha 2 bendên giring ên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov bi eşkere binpê dike. Benda 3: “Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.” Û benda 5: “Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê nayê kirin û ceza lê nayê birîn.” Li gor van du bendên DGMM, cezayê îdamê tawanek dijî mirovahiyê ye.

Lê mixabin ji ber nebûna tedbîrên pratîkî û çavdêriyek kûr û pêwîst a navneteweyî, hêj Komara Îslamî ya Îranê ligel daxwaz û reaksyonên berdewam ên navendên mafên mirov, li ser rêvebirina îdamkirina hevwelatiyan berdewam e. Cezayek ku dûrî prenîsbên exlaqî, mirovî û civakî û hiqûqî ye.

Lê rayedarên Îranê darvekirinê wek rêzbazek olî di qanûnan de guncandine û dimeşînin û bawer in ku radeya tawanan kêm dike, lê di pratîkê de xuya dibe ku di 33 salên borî de ku ji desthilatdairya wan dibihure, îdamkirina hevwelatiyan zêde bandora nigatîv hebûye heta pozetîv û roj li pey rojê jî kirîz û pirsgirêk kûrtir kirine.
Çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 169

No comments: