Saturday, October 8, 2011

Hikûmeta Sûriyê di navbera man û hilweşandinê de

Azad Kurdî

Serhildanên Sûriyê yên li dijî rejîma Beşar Esed 6 meh li pey xwe hiştin û ket nav meha heftan. Lê hêj kirîza siyasî li Sûriyê nehatiye çareserkirin û hêzên ewlekarî û leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li ser qirkirina xelkê nerazî berdewam in.

Serkutkirina xwepêşanderên aştîxwaz ên Sûriyê ji aliyê hêzên dewletê ve gihaye astekê ku mirov dikare bêje tevgerên hikûmetê dijî xelkê nerazî yê sivîl tawanên dijî mirovayetiyê ne. Herçiqas statîstîkek serrast derbarê rêjeya kuştî, birîndar û girtiyan di encama nerazîbûnên sivîl de li Sûriyê nayê zanîn, lê li gor raporên Neteweyên Yekbûyî, Navenda Tomarkirina Binpêkirinan li Sûriyê û Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ya li Londonê û çendîn saziyên din ên biyanî û sûrî ku rewşa mafê mirovan li Sûriyê dişopînin, ji destpêka xwepêşandanan ku ji 15’ê Adara 2011’an destpêk kiriye û heta niha berdewam in û şeş meh li pey xwe hiştin, nêzîk 3 hezar hevwelatî hatine kuştin, di nav kuştiyan de nêzîk 300 zarok û jin jî hene. Herwiha komeleyên han diyar dikin ku nêzîk 10 hezar xwenîşanderên aştîxwaz ji aliyê hêzên ewlekariyêa Sûriyê ve hatine girtin û heta niha nêzîk 250 kes di bin îşkenceyan de hatine kuştin. Hezaran mirov jî koçber bûne, bi taybet bo Tirkiyê.

Serhildanên ku bihara îsal di gelek welatên Erebî de hatin destpêkirin û rojev hejand, bû sedema hilweşandina çend hikûmetên dîktator di herêmê de, lê ev çend meh in çalakiyên xelkê sivîl li Lîbya û Sûriyê li dijî rejîmên desthilatdar dimeşin, hevwelatî berdewam tên qirkirin, lê hikûmet hêj nehatine hilweşandin.

Sedemek sereke ev e ku desthiladarên dîktator ên Rojhilata Navîn ji ber ku sîstemên xwe li ser bingeheke ne demokratîk ava kirine û îradeya xwe ji gel nastînin, rewş û atmosferên bi tevahî leşkerî û ewlekarî afirandine û welat pê rêve dibin. Rewşa han bûye sedem êdî sebra xelkê têhniyê azadî û demokrasiyê bidawî bê û biryar wergirtin ger bi dana bedel û nirxên gelek mezin jî be, xwe ji belaya dîktatorên desthilatdar li ser welatê xwe rizgar bibin. Di hember de, rejîmên wek Qezafî, Beşar Esed û Komara Îslamî model wek hev bo kontrolkirina nerazîbûnên navxweyî hene. Budceya herî zêde ya wan welatan bo karûbarê leşkerî û ewlekariyê hatiye terxankirin, lê di welatên demokratîk de rêjeya budceya leşkerî û ewlekarî ji sedî 10 kêmtir e. Vê yekê destê rejîmên dîktator bo qirkirina çalakî û tevgerên xwepêşanderên dijî wan dewletan vekirî hiştiye. Nimûna berçav em niha di Lîbya û Sûriyê dibînin.

Ligel ku li Sûriyê tawanên dijî mirovayetiyê li dijî hevwelatiyên sivîl tên meşandin, hêj Neteweyên Yekgirtî ceza û ambargoyên bi bandor nexistine ser rejîma Esed da ku dawî li bikaranîna zilm û tundûtûjiyê dijî xwepêşanderên aştîxwaz li seranserî Sûriyê bê anîn. Pêwîst e di rewşên wiha de raya giştî ya navneteweyî li hevwelatiyên nerazî û aştîxwaz xwedî derkeve û piştgiriyê bikin û bi tevgerên xwe pêşiya qirkirina wan bigrin. Lê lawazbûna tedbîrên dîplomatîk û ferzkirin û berçavgirtina berjewendiyên aborî li serveyî pirensîpên mirovî û mafê mirovan ji aliyê hindek welatên wek Çîn û Rûsiya bûye sedem ku NY nekare derbarê tevgerên rejîma Sûriyê ti helwêstek cidî werbigre. Bi giştî reaksyonek navnetewî ya yekdengî li dijî Hikûmeta Sûriyê qels in û heta niha bersivder nebûye.

Ev rewş û pêvajo dibe sedem ku dewletên serkutker li ser kiryar û tevgerên xwe yên şîdetê li dijî xwepêşanderên nerazî zêde bi îsrar bin û ti tirsek wan li hemberê raya giştî ya navneteweyî nebe. Me dît ku hefteya borî, ligel ku Yekîtiya Welatên Ereb daxwaz ji Şamê kirin ku serkutkirina li welatê xwe rawestîne û dest bi diyaloga nîştîmanî bike, lê hikûmeta Sûriyê heta daxwaza YWE ya ji bo rawestandina serkutkirina neyaran jî red kir. Şîdet û qirkirin her dimeşe. Ji ber ku çarçoveya sîstemên dîktator ên herêmê bi awayekê hatiye darêtin ku nikarin reforman bipejirînin, ji xeynî ku bi xwepêşandanên sivîl ên hevwelatiyan yan derbeyên leşkerî nebe nayên hilweşandin û guhertin.

Welatên herêmê jî her yek li gor berjewendiyên xwe yên netewî ligel pirsa Sûriyê tevdigere. Ji hemûyan nigernatir Komara Îslamî ya Îranê ye ku hilweşandina hikûmeta Beşar Esed dibe sedema jidestçûna bingeheke xurt a wan di devera Rojhilata Navîn de û têkçûna hevalbendek mezin ê rejîma Îranê. Tedbîr û tevgerên Tirkiyê ne bi dilê rayedarên Komara Îslamî ye û berdewam dîplomasiya Tirkiyê rexne dikin derbarê Sûriyê, ji ber ku bi nigeranî rewşa Sûriyê dişopînin. Tirkiye jî bi îsrar e bo dawîanîn li desthilatdariya rejîa Bees a Beşar Esed li Sûriyê.

Pirsgirêkek din ku alîkar e ji bo berdewabûna desthilatdariya rejîma Sûriyê, nebûna opozîsyonek xurt, yekgirtî û hevaheng e li Sûriyê. Di nav opozîsyona Sûriyê de kesayetiyên neteweyî yên Ereb, Kurd, Îslamî û Sekuler cîh digirin. Herçiqas di şeş mehên borî de dehan civîn li Tirkiyê pêk anîne, lê heta niha opozîsyona Sûriyê negihîştiye lihevhatinekê derbarê projeyek hevbeş ji bo rêvebirina sîstema piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed.

Di vê rewşa hestyar de ku Sûriye tê de derbas dibe, nakokiyên navbera endam û hêzên opozîsyona Sûriyê zêde berçav in. Konseya Netewî ya Sûriyê ku vê hefteyê li Stenbolê pêk hat, dixwaze hevahengî û yektiyê bixe navbera hemû endam û aliyên sereke yên opozîsyonê û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nû ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê bikeve nav hewildan û tevgeran. Lê nakokî û ne tebahî hêj di helwêst û daxuyaniyên hêz û aliyên opozîsyonê tê xuyakirin.

Herçiqas ligel derbabûna demê rêjeya beşdariya Kurdan di nav serhildan û şoreşên girseyî li Sûriyê zêde dibe, lê hemû çavdêrên siyasî wisa texmîn û çaverê dikirin, ji destpêka serhildanên Sûriyê ku ji 15’ê Adarê ve hatin destpêkirin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê berî her kesî li dijî rêjîma Beşar Esad tevlî şoreşa gelê Sûriyê bibin, lê ligel ku heya niha tevî berdewamiya xwepêşandanên ciwan û hinek partiyên kurdî, hê jî xwepêşandanên girseyî û seranserî li deverên Kurdan bi awayek berfireh çênebûne. Vêna nîşan dide ku hêj tevgera Kurdî di warê rêxistina gel de bi awayê pêdivî kar nekiriye yan hevdengî û hevahengiya pêwîst nayê kirin bo beşdarîkirina Kurdan di xwepêşandanan û gotûbêjkirin ligel aliyên opozîsyona seranserî ya Sûriyê.

Erkê endam û hêzên opozîsyonê ye ku di rewşên wilo de ku rûbirûyê welatên wan dibe, yekîtiya xwe bihêz bikin û li ser projeyek reforman bo sîstema dahatû ya welat li hev bikin û bi vê yekê hêz, bawerî û hêviyê bidin xwepêşanderên sivîl û aştîxwaz ku bi awayek bi xwîn tên serkutkirin.

Not: Nivîsar di hejmara 168 a Agirî de hatiye belavkirin.

No comments: