Tuesday, July 13, 2010

Diyardeyek mezin û çareserkirina wê

Azad Kurdî
Di nav dehan diyardeyên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê de ku di 30 salên borî yên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de zêde dikeve berçav, xwekuştina jinan û ji wê nexweştir awayê xweşewitandinê e.

 
Herçiqas serjimêriyên fermî yên Komara Îslamî di çi warî de ji aliyê pispor û şarezayên serbixwe û zanistî nayên piştrastkirin, lê statîstîkên heyî derdixin holê ku

 
di asta Îranê de salê 3 hezar kes xwe dikujin û ji sedî 37ê xweşewitandina jinan li Îlam û Kirmaşan çêdibe û Sine û Urmiye jî di nav wan parêzgehan de cîh digrin ku herî zêde jin xwe dişewitînin.

Lê xwekuştina jinan di 'rapora netewî ya tundûtûjî li dijî jinan' ku ji aliyê buroya Serokkomariyê hatiye weşandin, dide zanîn serjimêriya xwekuştina jinan li parêzgehên Kehkîloye û Buyer Ehmed, Îlam, Kirmaşan, Kurdistan (Sine) gellek ji rêjeya seranserî a Îranê zêdetir e. Rapora han destnîşan dike, li Kirmaşan û Îlamê jin rêya xweşewitandinê wek şêwazê xwekujiyê hildibijêrin ku herî metirsîdar û bixof e. Yek ji saziyên dewletê yên Parêzgeha Îlamê jî eşkere dike, di navbera salên 1382 (2003) heta sala 1386 (2007)an, herî kêm 2000 kesan xwe kuştine ku bi vî awayî ye: "Sala 1382an 485 kes, sala 1383an 337 kes, sala 1384 320 kes, sala 1385an 417 kes û sala 1386an 387 kes." Temenê kesên xwe dikujin di navbera 15 - 35 saliyê ye. Çavkaniyên ne fermî jî diyar dikin, di salê de nêzîk 400 kes tenê li Îlamê xwe dikujin ku herî kêm bûyer tên ragihandin, ji ber ku berpirsyar serjimêriyan diveşêrin.

 
Ew karnama lawaz ya Komara Îslamî bûye sedem ku li gor daxuyaniyên Saziya Tendurustiya Cîhanî, Îran sêyemîn welatê cîhanê ye ku serjimêriya xwekuştina jinan zêde tê kirin. Welatên yekem û duyem jî Çîn û Hindistan in ku rêjeya xwekuştina jinan di wan de herî zêde ye. Saziya Tendurustiya Cîhanî diyar dike di salê de yek milyon mirov xwe dikujin û aliyê kêm di her 40 çirkeyan de kesek li cîhanê xwe dikuje. Lê ligel wêya ku rêjeya xwekujî û bi taybet xweşewitandina jinan li Îranê ewqas zêde ye, lê rayedar ne amade ne pirsgirêkê bipejirînin û bi tu awayekê naxwazin agahiyên dursit û berfireh di vî warî de bên weşandin. Bo nimûne du bijîşkên Kirmaşanê bi navên Areş û Kamyar Elayî ku çend sal berî niha dixwastin derbarê nexweşiya AIDSê lêkolînan bikin, çend sal e ji aliyê Komara Îslamî hatine girtin û wek tawanbarên mezin bi wan re tevdigerin û niha jî di girtîgehê de ne. Bi baweriya pisporên civakî û civaknasan, xweşewitandin corek nerazîbûna nehênî ye beramberî pirsgirêk yan rewşa heyî û ji hemûya rêyên din yên xwekuştinê zêde bixeter û bixoftir e. Ligel vê çendê ku xweşewitandina jinan li her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê herdem mijara rojev a civak, medya û semînar û civînanên cur bi cur bûye, lê pêwîstiya herî giring bo jiholêrakirina vê diyardeyê ku çareserî ye, nehatiye praktîzekirin û bi kiryar tu gavek erênî nehatiye avêtin. Zêdebûna serjimêriya xwekuştin û bi taybet xweşewitandinê jî vê rastiyê diselimîne.

 
Berî her tiştî sîstemên hikûmetî berpirsyarê çareserkirina hemû pirsgirêkên hundirê civakê ne û divê bo çareseriya kûr û bingehîn, kirîz û pirsgirêk bi awayekî hûr û berfireh bên nirxandin û mekanîzmên pratîkî jî bên destnîşankirin. Herwiha gerek ji bo kontrlokirina pirsgirêkan jî bi cidî xebat bê kirin. Lê ji bo çareserkirina diyardeyek wek xweşewitandina jinan beriya hemû tiştekê naskirina sedem û sebebên van pirsgirêkan hewce ye, eger ev du fakter bi berfirehî neyên nirxandin, derbasbûn ji wan dibe encama piştguhavêtin û bê çareserî hêlana wê fenomena civakî. Loma di çendîn salên borî de, ligel zêdebûna xweşewitandina jinan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, xuya dibe ku pirsgirêkek wiha metirsîdar ku jiyana civakî bi gefên micid re rûbirû kiriye, bê çareserî maye. Bandorên neyênî yên çaresernekirina xweşewitandina jinan gihaye astekê ku niha hêdî hêdî bûye mode û rêbazek bo gelek jinên xwedî pirsgirêk. Ji bo çareserkirina vê diyardeyê û yên din jî, divê destpêk lêkolîn û nirxandineke zanistî û berfireh û dûrî hemû awayên sansorê bê kirin û dûre sedem û sebebên wêya ku mirov rûbirûyê xemgînî, bêhêvîbûnê dibe û hest dike gihîştiye niqta dawî ya jiyana xwe, bê destpêkirin. Piştre divê li pey bersivên wan lêgerîn were kirin ku ji ber çi li Îlam û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwekuştin û bi taybet xweşewitandin ewqas zêde ye. Çima herî zêde jin dibin armanca wê diyardeyê?

 
Herçiqas çalakvanên mafê jinan li Kurdistanê sedemên xwekuştin û xweşewitandina jinan 'pirsgirêkên malbatî, baweriyên olî û kevneşopan, civaka mêrserdest, zewaca zû û bi zorê, hejarî û pirsgirêkên aborî' wek sedemên sereke yên wê diyardeya mezin dihesibînin, lê pispor û karnas qanûnên ne wekhev wek çavkaniya tundûtûjî li dij jinan û binpêkirina mafê wan wek sedema sereke dizanin, lê rêya herî baş bo çareseriyê guherîna qanûnên Komara Îslamî ya Îranê û piştgirî ji mafê jinan, destnîşan dikin.

Çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 138

 

No comments: