Tuesday, July 13, 2010

Biryara Binçavkirina Hoşmend Meheke Din Hat Dirêjkirin

Dengê Azad - Rûdaw: Piştî mehek bi ser binçavkirina Serokê Civata Hunerî ya Merîwan Muxtar Hoşmend de derbas bû li zîndana Îdara Ewlekariya Bajarê Sine, biryara binçavkirina navbirî bo meheke din hat dirêjkirin.

 
Di vê derbarê de xizmekî hunermendê Kurd Muxtar Hoşmend bo Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand: "Ligel ragirtina ne qanûnî ya Moxtar Hoşmend ku mehekê di bin çavan de ma û piştre nûkirina biryara binçavkirina wî bo 10 rojên din, rayedarên Dezgeha Dadê li Bajarê Sine diyar kirin ku biryar meheke din hatiye dirêjkirin."

 
Meha borî ku Hoşmend di girtîgeha Îdara Ewlekariya Bajarê Sine de hatiye ragirtin, ji hemû peywendiyeke telefonî ligel malbata xwe hatiye bêparkirin û endamên malbata wî jî hatine neçarkirin ku ligel tu medyayekê neaxifin, daxwiyaniyan nedin û herwiha hatine tehdîtkirin jî.

Xizmê Serokê Civata Hunerî ya Merîwan eşkere kir ku dema Muxtar hat binçavkirin, hêzên ewlekariyê ji malbata wî re gotin bi tu awayî nabe derbarê çawaniya binçavkirina Moxtar û rewşa wî de agahiyan bidin raya giştî û medyayan. Navbirî da zanîn ku hê malbata Hoşmend nekarîne parêzerekê jî jê re bigrin û hewildanên wan di vê derbarê de bêencam mane.

 
Serokê Civata Hunerî ya Merîwan Muxtar Hoşmend, salên borî gelek pêşangehên hunerî li Merîwan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê birêve birin. Hoşmend 23ê Hezîrana 2010an li Merîwan hat binçavkirin û piştî mehekê ji aliyê Îdara Ewlekariya Sine ve dema binçavkirina wî bo meheke din hat dirêjkirin.

No comments: