Tuesday, July 6, 2010

Ragihandina Başûr, Rojhilatê Kurdistanê Ji Bîr Kiriye

Azad Kurdî

Rojnamevan û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê giliyan ji dezgehên ragihandinên Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayê pêwîst giringiyê nadin pirsên mirovî û netewî yên Rojhilat. Rêveberê kanala Kurdsat jî dibêje: "Ji ber hestyarbûna rewşê em nikarin hemû mijarekê bixin rojevê."

 
Li Rojhilatê Kurdistanê hevwelatî rûbirûyê girtin, îşkence û darvekirinê dibin, lê kanalên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê tenê wek nûçeyek asayî bûyerên Rojhilat diweşînin, bêyî wêya ku van bûyerên di kanalên xwe de bikin dosyayek berdewam. Li gor serjimêriya sala borî ya Wezareta Plandanîna Herêma Kurdistanê nêzîkî 920 saziyên ragihandinê li Herêma Kurdistanê hene.

 
Bi baweriya lêkoler Silêman Çûkelî, medya Başûr beramberî parçeyên din ên Kurdistanê bi taybet Rojhilat "gelek jar û lawaz kar dikin". Navbirî medyayên azad û serbixwe ên Herêma Kurdistanê bi dijwarî rexne kir û da zanîn ku pir car ew jî wek medyayên desthilatê ligel pirs û pirsgirêkên Kurdistanê tevdigerin: "Evna jî tenê navegere bo bandora desthilatê li ser wan, sedem lawazbûna hest û nirxên netewî ye."

 
Rewşenbîr û rojnamevanên Rojhilat tekez dikin ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê ligel berjewendiyên welatên cîran bûye sedem ku medyayên başûr jî bi kêmî balê bidin ser pirsên netewî ên parçeyên din ên Kurdistanê; bi taybet medya hizbî.

 
Rojnamegerê Rojhilatê Kurdistanê Kawe Qureyşî dibêje ku dezgehên ragihandin ên Başûr bi kêmî behsa pirs û pirsgirêkên xelkê parçeyên din ên Kurdistanê dikin û nerînên xwe wiha anî ziman: "Hêviya me ji medyayên hizbî kêm e, ji ber ku Hikûmeta Herêmê ligel welatên cîran hin peywendî û berjewendiyên aborî heye, lê ligel wêya ku destê medyayên azad vekirî bûye, karê wan jî di vê derbarê de ne di asta pêwîst de ye. Sedema wêya jî ew e ku civaka vir di bin bandora sîstema wê ya siyasî de ye, vêya jî bandor li ser çanda civakî kiriye."

 
Bi baweriya Kawe Qureyşî, heftenameyên wek Çawdêr, Hawlatî û Awêne li ser mijarên parçeyên din ên Kurdistanê baş kar kirine, lê diyar dike karê niha Rûdaw dike, cîhê kêfxweşiyê ye û ji hemû çapemeniyên din baştir li ser parçeyên din disekine. Herçiqas Rûdaw ji destpêkê heta niha rûpelek bo parçeyên din ên Kurdistanê terxan kiriye, lê bi baweriya Silêman Çûkelî, rûpelek pir kêm e: "Ji ber roj li pey rojê bûyer û pirsgirêk di parçeyên din ên Kurdistanê de zêde kûr dibin."

 
Di salên borî de, pir car welatên cîran ragihandina Başûrê Kurdistanê rexne kirine ku bi sedema behskirina pirsên netewî bandor li ser Kurdên beşên din ên Kurdistanê kiriye. Bo mînak berpirsên Îranê ji Mam Celal gilî li beşa Farsî ya Pukmedia kiribûn, ku gelek êrîşê ser Îranê dike, loma malpera beşa Farsî hat daxistin.

Li gor rojnamevanê Rojhilat Dr. Selahedîn Xedîw, Herêma Kurdistanê û partiyên desthilatdar hin berjewendî û asteng jî ligel welatên cîran hene. Wêya jî wan neçar dike peywendiyan bi welatên cîran re deynin û sînorekê ji bo medya xwe destnîşan bikin: "Wêya jî dibe sedem ku sîstema medya Başûr wek a niha be." Dr. Xedîw medyayên Başûrê Kurdistanê rexne dike ku ji dîlva teqlîdkirina medyayên welatên Rojava, zêde teqlîda yên welatên derdorê dikin: "Pêkhata sîstema medya Başûrê Kurdistanê zêde dişibe welatekî wek Îranê yan ên welatên berê yên Sosyalîstî yên ser bi bloka Rojhilat. Ji ber di wê corê sîstema medya de desthilat hêlên giştî bo medya dadirêje û berî hemû tiştekê berjewendiya desthilatê berçav digre."

 
Medyayên Başûr wêya naveşêrin ku berjewendiyên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bandor li ser medyayê kiriye û bi kêmî pirsên netewî û nîştimanî yên parçeyên din ên Kurdistanê anîne rojevê. Rêveberê televizyona Kurdsat Awat Necmedîn di vê derbarê de got: "Peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran hene, hemû axaftinek derbarê rewşa siyasî ya wan welatan ku Kurd tê de nîştecîh in, hestyar e, çênabe em hin gotinan bikin û mijarên wiha bînin rojevê ku pirsgirêkan ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel wan welatên cîran çêbike."

Navbirî da zanîn, ew bi awayekî objektîv li pirsan dinêrin û her bûyerek li parçeyên din çêbûbe, behs kirine: "Lê em naxwazin ji ber êrîşkirina dijwar a ser welatên cîran li dezgehên ragihandinê, ewlehiya netewî ya Herêma Kurdistanê tevlihev bikin."

Rûdawnet

No comments: