Thursday, July 22, 2010

Piştî 21 salan, li bajarê Viyena Monumenta Dr. Qasimlo hat danîn

Şandeke CAPKê di rêûresma danîna Monumentê de beşdarî kir û peyama CAPKê jî hat pêşkêşkirin



Azad Kurdî

Roja 17ê Tîrmeha 2010an, demjimêr 14 – 16ê êvar li bajarê Viyen a peytexta Avusturya perde li ser Monumenta Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî hat hildan ku 21 sal beriya niha li ser maseya gotûbêjkirin bo çareserkirina pirsa Kurd ligel dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê hatin terorkirin. Rêveberê Monumentê dibêje: “Vêna destkevta herî mezin a jiyana min e.”

 
Herçiqas 21 sal bi ser vê bûyera terorîstî derbas dibe, lê hê dosya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî daxistî maye û Dadgeha Avusturya rê nade di vê derbarê de peydeçûn bê kirin, lê danîna Monumenta Dr. Qasimlo Sekreterê Giştî yê PDKÎ û Ebdula Qadirî Azer endamê rêberiya wê partiyê li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl, Kurdê başûr û mamosteyê Zanîngeha Viyena, li beramberî cîhê çêbûna bûyerê bû sedema kêfxweşbûna hemû Kurdan.

Di rêûremsa perde hildan li ser Monumentê de, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Lê li gelek welatên Ewrûpa endam û alîgirên PDKÎ bi her du baskên wê beşdar bûn. Hevsera Dr. Qasimlo Helen Krulich (Nesrîn Qasimlo) jî di rêûresmê de başdar bû û axavtinek giring pêşkêş kir. Şandeke CAPKê pêkhatî ji Silêman Keleşî, Mewlûd Ebdîlzade, Mêhran Îbrahîmî endamê Komîta Rêveber, Jêhat Qasimî Endamê Cîhgirê Komîta Rêveber û çendîn endam û alîgirên din ên CAPKê jî di rêûresma danîna Monumentê de beşdarî kir û peyama CAPKê ji aliyê Kavûs Ezîzî, Berpirsê Komîta Danîmarkê ya CAPKê hat pêşkêşkirin.

Lê ji ber bêhnvedana havînê siyasetvan û kesayetiyên Avusturyayê beşdar nebûn, tenê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê şandibûn.

 
Ev karê mezin fikra Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bû û piştî 5 sal ked û hewildnan, karî vê gava mezin bi awayekî serbixwe bavêje. Eta Nesîrî yê 51 salî, derbarê aramncên danîna Monumenta Dr. Qasimlo wiha axivî: “Şehîdbûna Dr. Qasimlo derbeyeke mezin bû ku ji gelê Kurd ket. Ez fikirîm bikarim karekê bo wî serokê mezin bikim. Ez giham wê bawerê ku hewl bidim Monumentekê li cîhê ku bûyer çêbûye, ava bikim. Ez 5 salan pê re mijûl bûm. Roja 1ê Tîrmehê jî perde li ser Monumentê hat hildan.” Nesîrî neveşart ku Komara Îslamî ne rasterast pir hewil da pêşiya wî karî bigre: “Lê hewildanên Komara Îslamî ya Îranê bêencam man.”

 
Eta Nesîrî sala 1959an li bajarê Dîwandere yê rojhilat jidayîk bûye. 29 sal e li Avusturya dijî, kêmendam e û majestera sosyologiyê li Zanîngeha Viyena qedandiye. Nesîrî û hevsera wî Arizû tenê karûbarên Monumentê cîbicî kirine û li ser navê ‘Komîta Avakirina Monemnetê Şehîdên Viyenê’ xebatên xwe dimeşandin. Nesrî ragehand: “Komîte serbixwe ye û ser bi tu partî û rêxistinên Kurdî nine.”

 
Eta Nesîrî eşker ekir, bo nivîsîna teksta Monument ji aliyê berpirsên Avusturya û bi taybet Şaredariya Viyena asteng ji wan re hatin çêkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Teksta ku me di destpêkê de danîbû wiha bû: ‘Vir di 13ê Tîrmeha 1989an de, du rêberên Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdula Qadirîz Azer û Fazil Resul bi destê rayedarên niha yên dewleta Îranê hatin terorkirin. Lê Hikûmeta Avusturya qebul nekir ‘rayedarên niha yên dewleta Îranê’ bi em da guhertin û li cîhê wê gotin bila ‘Terorîstên Îranî’ be.”

 
Niha li ser Monumentê wiha hatiye nivîsîn: “Vir rêkevta 13.07.1989an her 2 rêberên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdullah Qadirîazer û herwiha Fazil Resul bo azadî û mafê mirovan bo gelê Kurd bi destê terorîstên Îranî hatine kuştin.”

 
Li go Nesîrî, xwediyê wê mala ku Dr. Qasimlo û hevalên wî têde hatin şehîdkirin, rê neda li pêşiya deriyê wê malê Monumentê danînin: “Hikûmeta Avusturya razî bû em li wir Monumentê bicîh bikin, lê bi mercekê ku xwediyê avahiyê razî be. Xwedanê avahiyê jî ditirsiya, loma em neçar man bermaberî avahiya cîhê terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Monumentê ava bicîh bikin.”


Nesîrî ku nêzîk 5 sal e bi vî karî re mijûl e û hevsera wî Arizû gelek alîkariya wî kiriye, diyar dike hemû xerca danîna Monumentê û kirêya cîhê Monumnetê li stoyê wî û hevsera wî bûye, lê got: “Vêna xizmeta herî biçûk e ku min bo Dr. Qasimlo kiriye.”

 
Nesîrî piştî kutabûna rêûresma danîna Monumentê hestên xwe wiha anî ziman: “Pir keyfxweş im ku ev kar hat cîbicîkirin. Vêna destkefta herî mezin a jiyana min e. Beşdariya Kurdên her çar parçeyan û hemû partî û rêxistinên Kurdî em zêde keyfxweş kirin.”

 
Monumenta Dr. Qasimlo her du baskên PDKÎ gihandin hev. Bi baweriya Nesîrî, armanceke sereke ya wî ew bû ku rêber û endamên her du baskên PDKÎ li hev bicivîne û yekîtiyê di navbera wan de pêk bîne û bi hesteke pir xweş axaftian xwe qedand: “Dîmena herî balkêş a rêûresma danîna Monumenta bo hemû beşdaran ew bû ku rêberên her du baskên PDKÎ li kêleha Monumentê destê xwe dan hev û hevûdû himbêz kirin û ligel pêşwaziyeke germ û berfireh a beşdaran rûbirû bû.”