Friday, July 2, 2010

Parêzerê Zeyneb Celaliyan: ‘’Li Îranê Peywendiya Ligel PKKê Ne Tawan e, Nabe Zeyneb Bê Darvekirin’’

Dengê Azad - Rûdaw: Her diçe egera biryara darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan cidîtir dibe. Bavê Zeyneb dibêje: ‘’Dadgehê tiştek ji me re negotiye.’’ Parêzerê wê jî dibê: ‘’Nabe Zeyneb were darvekirin, ji ber li Îranê peywendî û alîkarîkirina PKKê tawan nayê hesibandin.’’

Li gor saziyên çalakvanên mafê mirovan û parêzerên dadgehê li Tehranê, biryara darvekirina Celaliyan ji aliyê Dîwana Dad a Îranê ve hatiye erêkirin û egereke bihêz heye ku bê darvekirin. Vê rewşê malbat û parêzerên wê nigeran kiriye. Zeyneb Celaliyan a 28 salî bi tawana peywendî û hevkarîkirina ligel PKK û PJAKê bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Bavê Zeynebê Îsmaîl Celaliyan yê 61 salî ku cotkarekî hejar yê bajarê Makû yê Rojhihilatê Kurdistanê ye, pir ji rewşa keça xwe nîgeran e û got: ‘’Ji aliyê Dadgehê ve di vê derbarê de tiştek ji me re nehatiye ragehandin. 10 rojan berî niha dema em bi riya telefonê ligel Zeynebê axivîn, me jê pirs kir, keça min jî ne haydar bû." Bavê Zeynebê daxwaz dike: "Tenê xwestekek min heye, Zeynebê nekujin, bihêlin zindî bimîne û vegere kêleka malbata xwe û cem min û dayîka xwe ya nexweş a 71 salî.’’

Berê Zeyneb Celaliyan ji malbata xwe xwestibû, Dr. Mihemed Şerîf wek parêzerê wê diyar bikin û bila dosya wê bişopîne. Lewra malbata Zeynebê ku ji Makûyê hatine Tehranê, navbirî wek Parêzerê Zeynebê diyar kirine. Derbarê şopandina dosya wê girtiya siyasî ya Kurd de, Mihemed Şerîf wiha axifî: ‘’Ev mehek dibe ez dosyê dişopînim û dixwazim nama parêzeriya xwe li ser danînim, lê em nikarin dosya peyda bikin, hatiye windakirin û tu alî bersiveke durist nadin me û alîkariya me nakin. Herwiha min pir hewl daye lê heta niha min nikariye Zeyneb Celaliyan ji nêzîk ve bibînim û pê re biaxifim.’’

Derbarê egera darvekirina Celaliyan de, Dr. Mihemed Şerîf wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Biryara darvekirina Zeynebê li Kurdistanê hatiye dan û bo cîbicîkirinê ji Tehranê re hatiye şandin. Dîwana Bilind a Dad a Îranê jî biryar erê kiriye, lê em nizanin biryara darvekirinê ketiye qonaxa cîbicîkirinê yan na, hê em bi tevahî nizanin û berdewam jî dozê dişopînin. Hêvî dikim gotetên di vê derbarê de ne rast bin."

Li ser wê tawana ku Zeyneb Celaliyan cezayê darvekirinê wergirtiye, Dr. Şerîf da xwiyakirin: "Herçiqas Zeyneb Celaliyan îtiraf kiriye ku endamê PKK û PJAKê bûye, lê li Îranê peywendî û alîkarîkirin bi PKKê re tawan nayê hesibandin. Li gor mada 498 û 499 a Qanûna Cezayên Îslamî ku girêdayî endambûn û peywendî ligel grûbên ne qanûnî ye, peywendîkirin bi PKKê re nikare di çarçova van madeyên yasayî de cîh bigrin û nabe Zeyneb bê darvekirin."

Hêjayî gotinê ye, Zeyneb Celaliyan ligel xwîşkeke xwe 10 sal berî niha tevlî hêzên PKKê dibin. Xwîşka Zeyneb niha jî li wir e û malbata wê dibêjin 10 sal e tu agahiyek me li ser çarenûsa wê tune û em nizanin li kuderê ye. Lê malbata wê diyar dikin, sala 2008an Zeyneb tê binçavkirin.

No comments: