Saturday, July 24, 2010

Di xema jidestdana Reuf, hevalekî bê mînak

Çima Reuf can!
Di hefteya borî de çêbûna du bûyeran ez pir êşandim. Kezeba min şewitand. Yek pirsgirêkek min a taybet bû... ya din jî nûçeyê herî nexweş a jidestdana Reuf bû. Pêncşem 22ê Tîrmeha 2010an, telefonekê gavên piyên min şikand, nûçeyê bûyera xwexendiqandina Reufê bira, hevkar, hunermend û dest rengînê agir berda kezeba min. Reuf can çima, bawer bike pir zû, pir zû, pir zû ... bû. Ew ne para te bû, ne min û ne tu hevalan bawer nedikir û em niha jî bawer nakin cergê min! Em nikarin jidestçûna te qebûl bikin, em bi salan e bihev re bûn. Aramî û kenên te yên hevdîtian me ya dawî, roja yekşem 18ê Trîmehê min zêde xemgîn dikin û dilê min dişewitîne. Baş e çima reuf can! Tu welatparêz, hunermend, evîndarê jiyanê, karîkatûrîst, dîzayner, nîgarkêş û teknîsyenê Kompyuterê û ... bûyî, tu bedew bûyî ku nemirî û herdem em pêvajoya jiyanê bi hevre biemînin, lê qet xema neke riha min, tu qet namirî û dê herdem bi min û hevalan re bî û kes nikare cîhê te di nav dilê me de bigre, Reufê dilnazîk, hespak, sadiq û xwedî şiyan û behre, heta Azad û hevalên din sax bin dê bi fikra te bijîn û tu dê di dilê wan de zindî bimînî.

Riha te şad be...

1 comment:

Bêrî said...

Min û Rauf tu caran hev du nedît, lê bawerim dilên me hev dû baş didîtin. Wusa ku em bi hev re weke dilêkî weke ramanekî dixebitîn. Lê niha ez bê Rauf mam. Weke dildarê xwe weke evînîyê xwe berketim e. Hezar caran ew qetikê stûyê wî xwe li stûyê min pêçaye.Bi hezar xewnan bûye mêvan ji min re zindî.
Gelo rojekê ezê fêrî tûne bûna wî bibim an na nizanim.Niha ez û çîrokên xwe jê sêwî man. Ez xwe nabexşînim ku destê min negiha wî û min nikarî bû wî ji vê rewşa xedar azad bikira. Xweziya bi ya min bikira û bi devereke din ve biçûna. Pir zû bû pir. Heyf û mixabina evîna Rauf. Ka çend mirov bi evîneke wilo germ bê hemberî bi qedr û qîmet bi rûmet dijî? Gelo çend mirov weke Rauf xwedî li keda xwe ya jiyanê dertên? Çend weke wî bişerefin? An go çend mirov vê germahiya dilê wî heq dikin. Hêvîdarim kû di kesayetiya Rauf de herkes bibîne kû evîn çiqas dikare dijwar bibe û para xwe ya rûreşiye hilbijêre.

Can Rauf,
tû û pênûsa te herdem di dilok û çirokên me de ne.
ji bîr nabî…