Monday, April 26, 2010

Komara Îslamî perojeyan li Rojhilatê Kurdistanê cîbicî nake

Dengê Azad: Projeyên ku Komara Îslamî ya Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine û dike, zû nayên cîbicîkirin.
Biryar bû hemû parêzgehên Îranê bi riya trenê bi hevdu re bên girêdan, lê ew proje li Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Parêzgeha Sine sekiniye û pêşde naçe. Ji ber ku ew budceya ku bo van projan li Kurdistanê hatine terxankirin, pir kêm e û dijwar dixuye projeya han pêşde biçin. Herçiqas nûnerên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Meclîsa Îranê vê pêvajoyê rexne dikin, lê di pratîk de gotin û rexneyên wan jî bê bandor dimînin.
Roja 24ê Nîsana 2010an, şandeke Komîsyona Avedankirina Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi aramnca şopandina projeyên parêzgeha Sine serdana wê parêzgehê kirin. Nûnerê bajarê Selmasê, Elî Ekber Aqayî ku hevdem Cîhgirê serokê wê Komîsyona Parlamenê ye, ragehand: “Projeyên riya trenê û yên din li hemû Rojavayê Îranê pêş neketine û dewletê sozên xwe di beşa pêşdebirina projeya riya trenê di vê herêmê de cîbicî nekiriye.” Rojavayê Îranê her çar Parêzgehên Kurdistana Îranê li xwe digre. Ji xeynî riya trenê, karê projeyên din jî bi başî pêşde naçin. Di daxuyaniya herî dawî de, rêvebirên projeyan dan zanîn, ji ber demografî û rewşa av û hewayê Kurdistanê, proje dereng dikevin! Lê xelk û pispor van gotinan tenê hêcet dihesibînin û bi tevahî red dikin.
Elî Ekber Aqayî, roja şemî 24ê Nîsanê, di civînekê de li bajar Sine eşkere kir, di warê cîbicîkirian projeyan de hikûmetê karê xwe bi başî ne meşandiye û proje bi awayekî berçav nehatine pêşdebirin.
Nûnerê Selmasê li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, herwiha diyar kir, projeyên parêzgeha Sine bi başî pêşde neçin, bi taybet projeya riya trenê. Navbirî da xuyakirin, li gor rêjeya wê budceya ku bo vî karî hatiye terxankirin, em nikarin hêvîdar bin ku rewşûa van projeyan zêdetir pêşde herin.

No comments: