Monday, April 12, 2010

Pêvajoya Binpêkirina Mafê Mirovan Li Rojhilatê Kurdistanê Berdewam E

Dengê Azad - CAPK: Pêvajoya girtin û dadgehîkirina çalakvanên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û kuştina kasibkaran dom dike. Kawe Kirmanşahî di bin şîkenceyan de ye, ji bo ku îtirafê bike sîxor e. Herwiha çend welatiyên Kurd cezayên girtîgehê standin û çend kasibkarên din hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor daxwiyaniya Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê, çalakvanê mafê mirovan Kawe Kirmanşahî, ku zêdeyî 67 roj dibe hatiye binçavkirin û di Îdara Ewlekariyê de tê ragirtin, biryara binçavkirina wî hatiye dirêjkirin. Kawe Kirmanşahî di hevdîtina çend rojên borî de ligel malbata xwe, eşkere kiribû; di bin îşkenceyên dijwar de ye, ji bo ku îtirafê bike sîxor e. Ji aliyê Îdara Ewlekariyê ve gef ji malbata Kawe hatiye kirin ku derbarê rewşa wî tu agahiyan bidin medyayan.
Herwiha ‘mukriannews’ê ragehand, şaxa 1 ya Dadgeha Leşkerî ya Parêzgeha Sine, 4 sal cezayê girtîgehê bo çalakvanê Kurd yê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, Mihyedîn Azadî sepand. Mihyedîn zêdeyî salekê di girtîgehê de bû, lê niha biryara 4 sal cezayê girtîgehê jê re hatiye sepandin. Çalakvanê Kurd, Mihyedîn Azadî, ji ber şandina belgeyên nehênî bo derveyî welat û komkirina nûçe û zanyariyan di hundirê bajar de, bi sîxoriyê hatiye tawanbarkirin. Mihyedîn Azadî, nexweş e û tendurustiyeke nebaş heye.
Ajansa Nûçegihaniya ‘mukriannews’ê, di raporeke din belav kir; girtiyê Kurd, Husên Xizrî, ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin û xelkê Urmiyê ye, ji hepsa giştî ya girtîgeha Urmiyê bo ciheke ne xwiya hatiye şandin. Husên Xizrî jî bi tawana alîkarî ligel partiyeke Kurdistanî, ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî ve bi îdamê hatiye mehkûmkirin.

Komeleya Mafê Mirovan li Îranê, ragehand; çarenûsa girtiyê Kurd yê bi navê Salih Şelmaşî ne xwiya ye û tu zanyariyek debarê cîhê ragirtina wî tuneye. Salih Şelmaşî ji zistana sal borî pey re, piştî êrîşa berfireh û hevaheng bo ser çalakvanên mafê mirovan, li bajarê Sine hat binçavkirin û piştî demekê bo Tehranê tê şandin. Li gor malpera HRANA, navbirî di bin guşara lêkoleran de, bi riya telefonê peywendiyeke kurt ligel malbata xwe, ew agahdar kirine ku rewşa dosya wî neşopînin.

Li gor malpera Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê ku saziyeke sivîl ya Rojhilatê Kurdistanê ye; di hefteya borî de ciwanekî Kurd yê sivîl li Urmiyê bi navê Reuf, ji aliyê çekdarên Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin. Herwiha li gor ‘kurdistanmedia’, bi sedema êrîşa hêzên dewleta Îranê dû kasibkarên din yên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin. Roja 10ê Nîsana 2010an, li gundê Payîngan ser bi bajarê Pawe yê Parêzgeha Kirmaşanê, çekdarê dewleta Îranê êrîş kirin ser kasibkarên Kurd. Di encama wê êrîşê de, dû kasibkarên Kurd bi navê Emîn Mihemedî yê 35 salî û Ebbas Merzanî, ji bo ku neyên kuştin, xwe avêtin nav çemê ‘Lêle’ û bi vê sedemê Emîn Mihemedî jiyana xwe ji dest da û Ebbas bi dijwarî birîndar bû. Tendurustiya Ebbas pir xerab e û bo nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê hatiye şandin.



No comments: