Sunday, April 25, 2010

Li Îranê Parlamenterekî Kurd Bo Dadgehê Hat Vexwendin

Dengê Azad: Parlamenterekî Kurd li Îranê, Ebdulcebar Keremî ku nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwander e, bi sedema ku berdewam hinek karbidestên destnîşankirî yên Serokkomar li Parêzgeha Sine rexne kirine, rûbirûyê tometa bêhurmetîkirina hikûmetê bûye û ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexweandin.
Li gor Malpera Jarasnews, piştî şikayetnameya Ofîsa Serokkomariyê ji nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere bi tometa bêrêzî û dijberîkirina hikûmetê, ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bo dadgehê hatiye vexwandin.
Rapor dide zanîn, ger Ebdulcebar Keremî nikaribe di Dadgehê de bi awayekî pêwîst berevaniyê li xwe bike, bêguman cîhê dahatû yê wî bo salên dirêj girtîgeha ‘Evin’ a Tehranê dibe.
Di raporê de wiha tê gotin: “Piştî pevçûnên berdewam di navbera Ebdulcebar Keremî ligel Serokkomar û Parêzgarê Sine û rexneyên dijwar ên wî derbarê kiryarên ne qanûnî, nezanistî û cudahîdanînê, Parêzgarê Sine û Ofîsa Serokkomariyê şikayetek li ser navbirî tomar kirine û ji Serdozgerê Tehranê daxwaz kirine Ebdulcebar Keremî dadgehî bike. Tometên ku li navbirî hatine dan ev in: Bêhurmetîkirina eşkere ya hikûmetê û berpirsên welat û parêzgeha Sine.
Biryar e Dadgeha Ebdulcebar Keremî meha dahatû bê lidarxistin.

No comments: