Saturday, April 24, 2010

Komara Îslamî Ya Îranê Ji Endambûn Di Konseya Mafê Mirovan A NY Poşman Bû

Dengê Azad: Li gor agahiyên ajansên cîhanî yên nûçeyan, Komara Îslamî ya Îranê daxwaza xwe bo endambûn di Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de vegirt û ji berbijarbûna xwe bo endambûn di wê saziyê de poşman bû.

Bi baweriya çavdêrên siyasî, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê guman hebûn ku dê bo endambûn di wê saziya navneteweyî ya mafê mirovan de dengê bîne. Ev biryara Îranê ligel pêşwaziya germ ya saziyên parêzerên mafê mirovan rûbirû bû.

Di Konseya Mafê Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, 47 welatên cîhanê endam in ku erkê çavdêrîkirina parastina mafê mirovan li seranserê cîhanê li stoyê wan e. Binkeya wê saziyê li Jenevê ye û 2 mehan berî niha civîna xwe ya giştî lidarxist.

Rayedarên Komara Îslamî sedemên paşdekişyana xwe şirove nekirin. Lê çavdêrên siyasî diyar kirin, Îranê nekarî dengê pêwîst bo endambûna xwe kom bike, lewra ji berbijarbûna xwe poşman bû .

Îran bi awayekî berfireh û sîstematîk mafê mirovan binpê dike. Lê çalakvanên mafê mirovan dibêjin, zext û guşarên navneteweyî derbarê binpêkirina mafê mirovan, Komara Îslamî ya Îranê neçar kir wê biryarê bistîne. Çalkvanên mafê mirovan çaverê dikin Îran derbarê binpêkirina berfireh a mafê mirovan were mehkûmkirin.

No comments: