Saturday, April 24, 2010

Dadgeha Mehabadê Kurdek Bi Îdamê Mehkûm Kir

Dengê Azad: Dadgeha Şoreş a Mehabadê welatiyek Kurd bi navê Hebîbulah Gulerîpûr bi cezayê darvekirinê mehkûm kir.

Ajansa Nûçegihaniya ‘mukriannews’ ragehand, Hebîbulah Gulerîpûr ku dema şeş meh bû hatibû binçavkirin, bi tometa ‘muharibe’ (şer bi xwedê re) bi riya çalakiyên propagandayî û endambûn di partiyeke dijberê sîstema Komara Îslamî ya Îranê û li gor mada 186 û 190 a Qanûna Cezayên Îslamî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê bi îdamê hat mehkûmkirin.

Hebîbulah yê bajarê Sine ye û demeke dirêj di zîndanên Sine û Mehabadê de bû, lê niha di girtîgeha Mehabadê de ye û li gor daxwiyaniya Dadgeha Şoreş a Mehabadê dema wî heye da ku nerazîbûna xwe li bermaberî wê biryara dadgehê bide xuyakirin.

Seyîd Êhsan Muctewî, parêzerê Hebîbulah Gulerîpûr di daxuyaniyekê de bo rojnamevan û çalakvanê mafê mirova, Xusro Kurdpûr, biryara îdamkirina navbirî piştrast kir û ragehandiye, dê di dema qanûnî ya diyarkirî de nerazîbûna xwe li hemberî wê biryarê bide xuyakirin.

Hêjayî gotinê ye ku biryara lidarvekirina zêdeyî 17 çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye dan, ku Hebîbulah Gulerîpûr kesê dawî ye ku wî cezayê ne dadperwerane werdigre.

No comments: